|
berfireh a xelkê di şanosaziya han
de kirin û ragihandin ku vê carê jî gelê herdem amade di meydanê de, bi wê
beşdariya xwe misteke xurt û qahîm li devê dijminên Îslamê dan û ew bêhêvî
kirin. Weke şîreteke kurdewarî a me ku dibêje: “Bixwe birrîn û bixwe jî
dirûn.” Bi dûr ji çavê nexweyiyan şanoya han rêve bir û bi dilê xwe jî
hejmara beşdaran îlan kirin. Amadekar, rêveber û beşdarên şanoya han her bixwe
bûn, lewra jî ne tenê rê nedan zêrevan û çavdêrên bêalî ên biyanî li ser
sindoqên dengdanê hazir bibin, belku di hinek bajaran de, heta rê nedan ku
çavdêrên taqima binav Reformîst jî bêne ser sindoqan.
Ewa ji bilî reşkirina navê wan
berbijaran bû ku ne tenê tu dijberiyek tevî rejîmê nebûne, belkî tenê bi gumana
cudabîriya herî lawaz a wan bûye.
Şanosazên vê şanogeriya bêşermane û
rûreşane bi vê yekê jî nesekinîn û heta heke ew piştî bidawîhatina dengdanê jî
bê agahdarkirin ku tiştek ji destê wan derketiye û yek ji kesên hilbijartî ji
ber ku di nimêja înê de beşdar nebûye, dengên wî berbijarî jî hilweşandî
ragihandin.
Ev bezme li ber çavê hemû nifûsa
nêzîk 70 milyonî a xelkê Îranê ve birêve çû. Ne tenê her vê carê, belku di
destpêka bidestvegirtina desthilatê ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve heta niha
eva bo cara heştan e – ji bilî binav hilbijartinên din – her bi navê
hilbijartina Meclisa Şêwra Îslamî ve, ev şanosaziya qirêj û biyom ducarkî dibe.
Lê bela û musîbet her bi vê yekê
bidawî nahê, belku car bo carê di hinek herêm û navçeyan de bi awayekî tejî êş û
azartir derdikeve holê û ji bilî hisret û kul û keserê çi din bicih nahêle.
Piştî bidawîhatina gerra binav hilbijartina Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamî a Îranê
û ragihandina encama hilbijartinê ji aliyê dezgeh û organên têkildar ve di
heftiya yekem a meha Banemerê (Dawiya Nîsanê) de, bi sedema vê çendê ku derewa
rejîmê di hejmartinan dengan de û îlankirina berbijarên dilxwaztir ên xwe weke
serkevtî eyan û aşkera bû, hejmarek ji xelkê dest dan lidarxistina meşê û
xuyakirina nerazîbûnê ku çima filan berendam li cihê bêhman berendamî weke
serkevtî hatiye ragihandin. Di vê derheqê de xelkê bajarê Îwana Rojava li
Parêzgha Îlamê bi nîşandana nerazîbûna li dijî fend û fêl û desttêwerdana rejîmê
di îlankirin û encama hilbijartinê de, mixabin çar kes hatin kuştin û çendîn kes
jî birîndar bûn û li bajarê Şino’yê jî bû sedema meşeke nerazîbûnê a
aştîxwazane û hinartina şanda nûneriya wan ji Tehranê vê bo gihîjandina dengê
tûre û nerehet ê xelkê ji bo dezgeh û navendên rejîmê ên taybet bi vê yekê û
nemaze Meclisa Şêwra Îslamî ku bêguman tu bersivek ji wan re nahê dayîn.
Ev bûyere ji çend aliyan ve cihê
lêhûrbûn û baldanê ye:
Yekem:
Li pey dubarebûna heft caran
şanosaziya binav hilbijartina Meclisê û ceribandina heft caran fêlbazî û
xapandinê ji aliyê rejîmê ve û meşandina hilbijartinekê ku tu bingeheke
hilbijartineke azad pê re ne xuya ye, piştî vê yekê ku heft caran li ber çavê
hemû xelkê ve rê nahê dayîn ku nûnerên dilxwaz ên xelkê beşdarî hilbijartinan
bibin û heke bi merema bidawîanîna gerra şanoyê îcaza beşdariyê jî ji wan re
bihê dan, nahêlin ku serkevin û bi vî awayî ku hewce ye berevaniyê ji mafê xelkê
bikin.
Bi vî halî jî ew komê bo cara heştan
e ku di wê dengdanê de beşdariyê dikin û serbarê hemû wan derdane, demekê encama
xebatê dibînin, dest didin bi xwenîşandan û xuyakirina nerazîbûnê û weke me qala
wê kir li bajareke weke Îwanê kar digihîje cihekê ku hejmarek xelk tê kuştin û
hejmarek din jî birîndar dibin. Mîna vê yekê ku ewa bo cara yekemîn e wan di
hilbijartinê de beşdarî kirine û yekemîn car e ku berbijarê dilxwaz yê wan bi
fêl û qulebaziyan ji ortê tên rakirin! Çi tiştekê ew çavnihêriye di nava wî
xelkî de pêk aniye ku di şanogeriya gerra heştem de deng bidin û berendamên
dilxwaz ên xwe hilbijêrin?
Bêguman hemû kes dizane ku tu
guhartinek di qanûna hilbijartinan de pêk nehatiye, Konseya Parêzvanan her ew e
ku di destpêkê de bûye û niha li dijî xelkê tund û tûjtir e, hikûmet her ew
Komara Îslamî ye ku nêzîk 30 sala ye li ber çavê wan e. Bi kurtî tu mûcîze û
behîtek di vê navberê de neqewimî ye heta çavnihêriyek bêbingeh a wilo di xelkê
de derketibe holê, lewra tu rewayî û berheqiyek ji bo beşdariya wî xelkî û li
pey wê jî ew awayê xuyakirina nerzîbûnê ne di dolê de ye.
Eyan e ku rejîm ji bo germ û
gurrkirina bazar hilbijartinê û bona rakişandina xelkê bo ser sindoqên dengdanê
yek ji wan rêyên ku hilbijartiye, pêkanîna hevrikiyeke neşaristanî û heta
dijminatî di nava wan de ye, weke dijminatiya navbera gund û bajaran, hoz û
eşîran, zarav û wd... e. Lê eva jî bo yekemîn car û tenê di nava gerra heşan de
neqewimî ye, belku weke hemû komplo û pîlanên din ên rejîmê di dema
hilbijartinan de ev dubendî û pîlanane dubare dibin.
Duyem:
Vî xelkî jê ve ye heke li cihê
berbijarê/a dilxwaz yê/a wan, yekî din cihê wî/ê girt, çi guhrtinek di jiyana
wan de pêk nahê? Heke em wisa bihesibînin ku kesayetiyên herî jêhatî biçin
Meclisê, bi rastî li gor pêkhateya vê rejîmê dikarin çi tiştejkê di wî welatî de
biguherînin? Nûnereke/î jêhatî di pêkhateya desthilatekê de dikare xwedî bandor
be ku bi awayekî serbest û azad rexneyê ji desthilatê bigire, pêşkêşkirina
pirojeyên sûdewar bona xizmetkirin bi wî xelkî û berevanîkirin ji mafê wan kesên
ku deng jê re dane, demekê mafên wan tê binpêkirin, gelo pêkhateya Komara Îslamî
bi vî awayî ye?
Cihê kul û keserê ye:
- Di sîstemekê de ku yek ji bendên
Qanûna Bingehîn ên wê li ser xwendin bi zimanê zikmakî piştî 30 salan birêve
naçe.
- Di sîstemekê de ku komek jinên
wekhevxwaz bêy vê çendê ku di xebata çekdarî li dijî rejîmê de an heta di meşeke
aştîxwazane de beşdarî kiribin, belku tenê bi tawana vê yekê ku xwestine bi
piştgirî ji Kampayna Yek Milyon Wajo’yê ji desthilatê bixwezin ku mafê wan bi
fermî nas bike, cezayê dirêjdem yê girtîgehê ji wan re tê birrîn û bêhurmetiyê
bi wan dikin.
- Di sîstemekê de ku welatî ji ber
nedarî, xizanî û kêmdahatiyê, zarok û gurçîlkên xwe difiroşin, lê serwet û
heyîna welatê wan ji bo çekdarkirina terorîstan û perwrdekirina wan serf dibe,
tê xerckirin, bona vê ku aramî û tenahiyê di herêma Rojhilata Navîn de têk bide.
Çawa dibe em li benda vê yekê bin ku
bihêlin nûnerên rastîn ên xelkê herin bo Meclisa hikûmetê û berevaniyê
berejwendiyên xelkê bikin? Xwe ev rejîme ji xelkê bêminet e û tenê çaxekê gel tê
bîrê ku tirsek ji derve re gefê jê bike, ji bo ku wan bike goriyên mana xwe li
ser desthilatê, yan xelkê ji bo dayîna dirûşman bi piştgirî ji hikûmetê rakêşîne
ser rê û şeqaman, bona vê çendê ku neyarên xwe li hundir û derve pê bitirsîne.
Bêguman me bi çavê rêz û hurmetê ve
mêzeyî berxwedana xelkê li hemberî rejîma Komara Îslamî a Îranê ji bo
bidestveanîna hemû mafên zevtkirî ên wan weke azadiya gotin û raderbirrînê,
hebûna kar, jiyana baştir û wd... dikin, em piştevaniyê ji xebata mamosta,
xwendekar, jinan û kedkarên hişyar û mafxwaz ên Îranê dikin ku di pêxema
gihîştin bi azadî û rizgariyê li destê rejîma paşverû a Komara Îslamî ya Îranê
de xebatê dikin. Di heman demê de beşdariya xelkê di şanoya hilbijartinê de –
her çiqas kêm jî be – û piştî vê yekê jî meş û daxwaza vê çendê ku ev kese biçe
Meclisê yan yê/a din û kuştina xelkê di vê rêyê de bi xisareke mezin dizanin. Em
bawer in ev cure xelke yê ketiye telikekê de ku rejîmê li ser rêya wan daniye.
Ji ber ku ew kesane li batî vê ku di rêya xebat û berxwedan ji bo hiloşandina
rejîmê û bicihanîna daxwaziyên bingehîn ên wan de bihên zîndanîkirin û werin
kuştin, daxwaziyên wan ew qas nizm û bêmifah in ku heke bicih jî bihên, tu
guhartinekê di jiyana wan de pêk naîne. Di rastî de ev cure meş û nîşandana
nerazîbûnê ji rêderxistina xebata rewa a xelkê ji bo rizgariya yekcarî a wan e.
Lewra rûyê qisa me ji wî xelkî ye û em ji wan dixwazin ku bêhtir bifikirin û bi
hûrî komplo û pîlanên rejîmê binirxînin, bona vê yekê ku mafxwaziya wan heder
neçe û têkelî tevgera xelkê a resen û reh û rîşal dakutayî a civala Kurdistanê
bikin. |