|
Neteweyên
Yekbûyî
dawî bi şer û pevçûnên vê dawiyê yên Hizbula û Îsraîlê anî, lê Lubnan niha jî di
rewşeke aloz û nazik de ye.
Di heyamê 3
dehsalên derbasbûyî de, çend lihevhatin ji aliyê hêz û aliyên cuda yên vî welatî
hatiye pejirandin. Çend biryarname di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de
li ser Lubnanê hatiye derkirin û hêzên hevalbend (pirnejad) yên Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî jî çend caran ji bo vî welatî hatine şandin, lê ev pirsgirêkên
han nehatine çareserkirin.
Hetanî niha di
çerçoveya biryarnameya 1701’an ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de, Îsraîlê hêzên
xwe ji axa Lubnanê paşde kişandine û 5 hezar hêzên pirnejad yên Neteweyên
Yekbûyî ku qirar bû biçin bo başûrê Lubnanê, di cihê xwe de cihgir bûn, nêzîk bi
10 hezar hêzên arteşa Lubnanê ku li Rojhilatê vî welatî yanî tixûbên Lubnan –
Sûriyê, cihgir bûne, piraniya alîkarî ji bo avedankirina Lubnanê hatine
pêşkêşkirin û kar û barên çêkirin û avedaniyê dest pê kiriye, lê Hizbula ku
biryara çekjêstandina wê hatiye dan, ne tê çek kirin û ne jî dest ji çekan
berdide.
Hesen Nesrula,
rêberê Hizbulahê îtiraf bi şaşiya partiya xwe kir ku bûye sedema destpêbûna şer
û jê re jî derket û xuya bû ku nirxa kiryarên terorîstî yên wan ên vê carê pir
zêde bûye û daxwazkarê agirbestê bû, lê Hesen Nesrula piştî vê çendê ku şer hate
ragirtin û çimkî dizanî ku hêzên mezin yên cîhanê karekê nakin ku canê hêzên
pirnejad û navneteweyî li Başûrê Lubnanê bikeve metirsiyê, cejna serkevtinê
(mehrican Elêntisar) dar xist û dest bi gef û hereşan kir. Nesrula di mîtîngeke
sedan hezar kesî de ragihand ku Hizbula di vî şerî de serkevtineke Xwedayî bi
destve aniye, ev şere nimûne û semboleke mezin ji bo seranserê welatên Erebî û
Rojhilata Navîn bû. Stiratêjiya Hizbulayê her dirêjedan bi siyaseta
dijminatîkirin tevî Amerîka û Rojavayê ye, şerê vê dawiyê bo paşdexistina
projeya Amerîka ji bo Rojhilata Navîn e û hwd ... herwiha Nesrula bi ragihandina
vê yekê ku her niha 20 hezar mûşek li ber destê wan de hene, gefa vê yekê kir ku
ne tenê Îsraîl divêt bi lezî Lubnanê bi cih bihêle, belkî divêt hêzên Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî di Lubnanê de nemînin û dewleteke yekgirtî ya neteweyî bihê
ser şol ku stiratêjiya Hizbulayê berçav bigre.
Hizbula tevî
bizava Emel di eniyekê de ne û xwazyarê pêkhatina dewletekê ne ku Hesen Nesrula
bas jê kiriye. Bizava Emel partiyeke siyasî ye û li gor rêketinnameya “Tayêf” di
sala 1989’an de çekên xwe danaye û kar û barên terorîstî birêve nabe û dijberiya
Amerîka û Rojavayê nake û guhdarê Komara Îslamî ya Îranê nine û her wiha Hizbula
li ser bingeha baskê cudabûyî ji Emelê hatiye damezirandin.
Di rastî de
Hizbula û Emel di stiratêjiya derve nikarin di eniyekê de bin û eva jî dide
xuyakirin ku eniyeke wiha ne rastbînane ye û sist û bêbingeh e. Ji aliyeke din
ve General Mîşêl Ewn, xaçperestê Marûnî diyar kiriye ku tevlî eniya Hizbula û
Emelê dibe. Mîşêl Ewn piştî ve yekê ku di bi fermî nasîna dewleta Refîq Herîrî
ku li ser bingeha lihevhatina “Tayef”ê û bi piştgiriya Rêxistina Neteweyên
Yekbûyî û welatên Erebî pêk hatibû, xwe parast û bi dijî vî welatî sekinî, ji
Lubnanê hatibû derkirin û piştî terorkirina Refîq Herîrî zivirî Lubnanê.
Bê guman ger
yekîtiya Hizbula û Emelê ku aliyê kêm her du partiyên Şîî meseb in û di
hilbijartina dawîn ya Parlemanê de di eniyekê de bûn, xwedî bingehekê be,
tevlîbûna Mîşêl Ew bi wan re tenê li ser bingeha dijberîkirin tevî dewleta Fuad
Sînyora, Serok Wezîrê Lubnasnê yê niha ê alîgirê rojavayê dibe.
Li aliyeke dijî vê
eniyê de ku Hizbula kakila wê ye, girûpa 14’ê Marsê tê dîtin ku li Seed Herîrî,
kurê Refîq Herîrî û Fuad Sînyora, Serok Wezîr û Welîd Cunbelat, Rêberê
“Dirûziyan” û bi giştî siyasetvanên sekolar û alîgirên rojava pêk hatiye. Eniya
alîgirê Rojava, gefa Hesen Nesrula derheq bi pêkanîna dewleteke yekgirtî ya
neteweyî bi kûdetaya alîgirên Îranê û Sûriyê dizanin, çimkû ew li ser vê
baweriyê ne ku alîgirên Îranê û Sûriyê, Serok Komar û Serokatiya Parlemanê hene
û dixwazin hêza birêveberî jî bigirne destê xwe.
Komkirina du
eniyan di stiratêjiyekê de ku bi tevahî dijberî hev in, çawa dibe? Meger cuda ji
vê yekê ye ku ev rê û cihên ku di lihevhatin û biryarnameyên navxweyî û
navneteweyî tên berçavgirtin, divêt hemû alî bipejirînin û cî bi cî bikin.
Rêketinnameya “Tayef”ê ku dawî bi şerê hundirîn yê 15 salî yê Lubnanê anî, li
ser destjêberdana Hizbulahê li çekan tekez dikir. Lê ne tenê Hizbula çekên xwe
nedanîn, belkî kiryarên terorîstî yên xwe di 16 salên derbasbûyî de zêdetir kir.
Di biryarnameya 1559 ya sala 2003’an ya Konseya Tenahiya Rêxistina Neteweyên
Yekbûyî hatiye ku divêt çek ji Hizbulayê werin standin, lê Hizbula henek pê kir
û şerê vê dawiyê tevî Îsraîlê tûşî Lubnanê kir ku 34 rojan dom kir. Di
biryarnameya herî dawiyê de jî, yanî biryara 1701’an a Konseya Ewlekariyê li ser
jêstandina çekan ji Hizbulayê bi îsrar e, lê bersîva Hizbulayê her eva ye ku me
berê bal kişande ser. Lewra divêt em bizanin çima Hizbula nahê çekkirin û çima
dest ji çekên xwe bernadin?
Hizbula û Komara
Îslamî ya Îranê hem di warê dîrokî û hem jî di kar û barên terorîstî de li hev
alîne, ne Hizbula dikare dest ji guhdarîkirina Îranê berde û ne Komara Îslamî ya
Îranê jî dikare dest ji piştgirî ji Hizbulayê hilgire. Hizbula di sala 1982’an
de, bi awayekî rasterast ji aliyê “Mohteşemî”, balyozê wê demê yê Îranê li
Lubnanê hate damezirandin. Di sala 1983’an de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hêzên
xwe bi merema parastina tenahiyê di Lubnanê ku bi sedema komkujiya Felestîniyan
di Sebra û Şetîlayê têk çûbû, şande başûrê Lubnanê.
Her di vê salê de
Hizbula bi birêvebirina çendîn kiryarên terorîstî û xwekuştinê li dîjî hêzên
pirnejad yên Neteweyên Yekbûyî, ew hêzane neçar kirin ku li Lubnanê biçin der.
Hizbulayê di heyamê şerê Îran û Îraqê de bi rehîngirtina hevwelatiyên Rojavayî û
welatên Erebî, karteke girîng û mifahdar ji bo Komara Îslamî bû ku bikare Rojava
û welatên Erebî li hember azadkirina rehînan neçar bike ku di şer de piştgiriyê
ji Îranê bikin yan jî çek û teqemenî û zanyariyan bifroşin Îranê. Herwiha
Hizbulayê di terorkirina rêberên dijberê Komara Îslamî de, roleke girîng lîst ku
yek ji wan şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat
a Kurdistana Îranê û hevalên wî li xwaringeha Mîkonosê a Berlînê di sala 1992’an
bû ku dadgeha serbixwe a Berlînê biryar li ser wê dozê da. Stiratejîkbûna başûrê
Lubnanê ku cîranê Îsraîlê û li ser behra Medîteranê ye, ciheke herî girîng di
pêşveçûna siyasetên Komara Îslamî ya Îranê de ji bo Hizbulayê bexşandiye.
Karnasên warê siyasî wiha analîz dikin ku şerê vê dawiyê yê Îsraîl û Hizbulayê,
bûye sedema jarbûna hêz û cihwarê vê partiyê, lê piştgiriya aborî û siyasî û
piropagendeyên Komara Îslamî û Sûriyê ji vê partiyê da xuyakirin ku ev analîz û
dîtin ne rast bûye.
Lewra heta demekê
ku Sûriye û bi xasmanî Komara Îslamî ya Îranê hebin, dê piştgiriyê ji Hizbulayê
dom bikin û heta vê demê jî ku Hizbula bi van piştrast be û xwe bi van ve girê
bide, fitne û têkderî û alozkirina rewşa tenahiya Lubnanê de bidomîne û bi vî
awayî jî Lubnan tu demekê rûyê aramî û tenahiyê bi xwe ve nabîne. |