|
Tehran - Yabaray,
Benî Temîm, 65 salî, di konferansekê de li bakûrê vî bajarî ku hejmareke berçav
ji xizm û kes û karên van du mêrane ku bi sedema beşdarî di teqînên rêzokî de ku
bû sedema kuştina gelek kesan, gunehbar hatin nasîn, hewarê dike, “alîkariyê
bidin kurê min yê ciwan – tikayê dikim hevkariya min bikin”.
Ev du mêre
Melik Benî Temîm, 30 salî û Qasim Selamet, 42 salî, xelkê Parêzgeha
Xozistanê li Başûra Rojavayê Îranê ne. Di welatekê de ku ji aliyê Farsan ve
birêve diçe, ew Ereb in û bi vê çendê tên gunehbarkirin ku bi piştgiriya çend
girûpên Ereb ku wekî welatiyên pile du tên mêzekirin, hewl û bizavê ji bo
cudabûnê didin. Îran dixwaze bibe rêberê cîhana Îslamê û bandora xwe li ser
Erebên Şîî ên Endonîzyayê û Sûriyayê zêdetir bike. Bi piştevanî ji Hizbulaha
Lubnanê û dijberîkirina Rojava heya radeyekê berbipêşde çûye.
Lê di hundir de,
Îranê pir hewl daye, humonojekirina xelkê bi pênaseyeke tak neteweyî pêk bîne,
bi ji holê rakirina cudahiyên etnîkî wekî ziman ku eva bi xwe derdixe holê ku
humonojkirin di bingeh de şaş û çewt e. Vê siyasete li ser Ereban bêtir reng
vedaye.
Mistefa Elyad,
pisporeke kar û barê Îranê li Qahireyê dibêje: “Di navbera Îran û welatên Erebî
de û her wiha ev Erebên ku li Başûrê Îranê niştecih in, arîşe û pirsgirêk heye”.
Îran welatek
pirneteweyî ye, bêtir ji nîviya nifûsa 70 milyon kesî ya Îranê Fars in û nêzîkî
30 ji sedê Ereb in. Ji bilî vê çendê jî çend neteweyên din weke Azerî, Kurd,
Turkmen, Belûç û Lor tê de dijîn. Di vê dawiyê de Îran tevî dijberiyeke xurt ya
hinek ji neteweyan, bo mînak Azeriyan berbirû bûye ku çendîn xwenîşandanên mezin
ji bo otonomî û azadiya kulturî lidarxistin.
Desthilatdarên
Îranê dibêjin ku li herêmên Erebî de, girûpên cudahîxwaz di sala borî de bûne
sebebê tund û tûjiyê û rêzoke teqînên terorîstî encam dan ku bûne sedema kuştin
û birîndarbûna xelkeke zaf. Benî Temîm û Selamet bi beşdarîkirin di van êrîşane
de hatine sûçbarkirin û girtin. Lê ji bo malbatên van du kesane axavtin û gotin
tenê derheq wan buxtanên ku ev ji ber van hatine binçavkirin, ne bi cî ye,
malbatên wan kiryarên terorîstî di bêhêvîtî û nebûna hêviya vê yekê ku ji vê
xizanî û belengaziyê serbest bibin ku bi sedema cudahîdananên ku ji aliyê
piraniyê vê bi ser van de hatiye selimandin, dibînin. Eva rastiyek e,
desthilatdarên Îranê gelek bizav û cehd kirine ku van razî bikin, lê ne karîne.
Emad Baqî,
pêşengeke olî ku niha Berpirsyarê Rêxistina Berevanî ji Mafê Girtiyan e û
navenda vê li Tehranê ye, dibêje: “Komara Îslamî her bi vî awayî ku Amerîka tevî
Elqaîdeyê tevdigere, dê rastî pirsgirêkên terorîzma hundirîn bibe”.
Ew dibêje merema
wî eva ye ku her du hikûmetên han li cihên bikaranîna rêbazên aqilmendane, ji
hêz û qawetê mifahê werdigirin. Malbatên wan dibêjin: Benî Temîm û Selamet di
roja 11’ê Marsê de tevî 15 mêr û du jinên din hatine girtin, vekolîna şeş kesan
hate sekinandin, di halekê de ewên din hatin gunehbarkirin û cezayê mirinê bi
ser wan de hate sepandin.
Tirs û bêhêvîtî
bûye sedema vê çendê ku bêtir ji 150 kes ji endamên malbat û hevalên wan bihêne
Tehranê, heya ji desthilatdaran bixwazin cezaya kuştina wan hilbiweşînin. Gava
yekemîn a wan hevdîtin tevî birêz Baqî bû. Yeqûb Benî Temîm, birayê mezin
ê Melik Benî Temîm, di destpêka gotinên xwe bi rêzdar Baqî re, dibêje: “cezayê
mirinê bi ser wan de hatiye sepandin, çunkî wan îtiraf kiriye, îtirafa wan di
bin îşkenceyê de bûye, wan çi nekiriye”.
Baqî
ku çend rojan bi
guhdan li şikayeta kes û kerên girtiyan borand, pirs kir ku gelo di rastî de wan
tevî rêxistinan han têkilî heye ku li navenda parêzgeha Xozistanê, Ehwazê bombe
danîn? Birayê Benî Temîm serê xwe daxist û got: “Em nizanin”.
Piştre birêz Baqî,
wekî evê ku berê bersiv zanîbe ku ew kes endamên vê girûpê bin, dibêje: “Dewlet
dikare wan bi cezayê girtîxaneyê mehkûm bike. Em tenê dixwazin îdamê bidin
rawestandin”.
Desthilatdarên
Tehranê tekezê dikin ku tu ferq û cudahîdahiyek di navbera Ereban û kêmaniyên
din yên Îranê de dananên. Bo mînak basa wê Erebiya kilasîk dikin ku di
xwendingehan de tê gotin, ew dibêjin Serokê welat, Ayetulah Elî Xameneyî bi xwe
Azerî ye.
Îran hikûmetên
Rojava bi piştgiriya pere û hevkarîkirin bi girûpên berpirs ên tund û tûjiya
Ehwazê gunehbar dike. Renge ji xwe ve be, lê balyozeke Ewropayî ku li Tehranê
ye, got: “Li gor raporeke dezgeheke nûçevaniyê ya welatê wî, ev rastiye der
dikeve ku Rojava aliyê kêm piştevaniyê li yek ji wan girûpên cudahîxwaz dike”.
Lê eva ku her wiha
daxwaza Îraniyan e, eva ye ku dixwazin bal û giringiyeke bêtir bi rewşa kulturî,
siyasî û civakî ya pareke zaf ji girûpên etnîkî bihê dan, bo nimûne Ereban.
Birêz Baqî, dibêje: “Ez li ser vê baweriyê me ku li cihê vê yekê ku buxtana
terorîstbûnê ji xelkê bidin, divêt em hewl bidin ji sedemên wê têbigihîjin”.
Xozistan cihek e
ku dijberîkirina wê dibe sedema kerb û turebûnê. Ev herême li ser çavkaniyên
nift (petrolê)ê hilketî ye, di halekê de rûniştvanên Ereb piranî xizan û
belengaz in. Di heman hal de piraniya Ereban vê yekê rexne dikin ku sermaye û
heyîna welatê wan ji bo avadankirina Lubnanê tê terxankirin.
Rojnameya Pan
Erebî ya “Asharqalawsat” ku li Lubnanê derdikeve, di vê dawiyê de raporak
derheq Xozistanê nivîsandiye ku akinciyên vê deverê li dijî hikûmetê û Hizbulaha
Lubnanê dirûşm nivîsandine û daxwaz kirine li cihê maytêkirin di kar û barên
hundir yê Lubnanê, welatê wan bihê çêkirin.
Hinek ji gazinde û
lomeyên malbatên mehkûmbûyan, balkêş in. Semîre, hevjîna Selamet got: “bi
baldan bi vê çendê ku Xozistan li nêzîk tixûbê Îraqê hilketî ye, me êş û elemên
zaf di dema şerê tevî vî welatî kişandine, ewa ku derheq me dikin, bêedaletî ye.
Me çi xirabiyek nekiriye. Xwedê dizane ku me tu xirabiyek nekiriye”.
Birêz Baqî
nikare ji hinek rênîşandanan bêtir tişteke din ji bo wan bike. Lê ev nûnerên
desthilatdaran e û pira navbera lêqewimiyên Ehwazê û rayedarên Tehranê ye.
Semîre, bi tûreyî ve dibêje: “Pirsgirêka me tenê ne aborî ye, belkî kulturî ye,
ew awayê liberkirina kincên me bi guneh dizanin”. Merema vê ji peyva wan, cîranê
Fars yê wan in.
Gazinde, girîn,
seh bi cudahiyan di nava odeyan de tê dîtin, çaxekê zarokek ji kesekê guhdarî
dike, bavê wê/î hatiye darvekirin, çavê wê/î tijî ji hêsir û rondik dibe, yan bi
sedema Erebbûna wan, kar ji bo malbatên wan dest nakeve, demekê malbatên wan
diçin, Baqî bi parêzê ve li hemberî hevderdkeran re dibêje: “Terorîstan
fîlmeke vîdeoyî ji teqînan girtiye ku ketiye destê desthilatdaran”.
Elbelad dibêje:
“Eva bi ronî û zelalî derketiye holê ku gelek hêsan e tevî biyaniyan hevrêtî
bihê kirin heya xelkê navxwe, her demekê Îranê daxwaz ji Erebên derveyî sînoran
kiribe, karî ye dijminayetiyeke giştî li dijî Amerîka û Îsraîlê bixe rê”.
Lê demekê ji bo
nifûsa Ereb ya xwe ev base tê rojevê, berpirsyariya yekem peydakirina erzaq û
xwarinê, kar û cihê veheviyanê hewce ye. Eva her ew tişte ye ku malbata du
tawanbaran bas jê dikin, çima rexneya wan ji derkirina vî cezayî yê bûye sedema
rêxistinekê bo xuyakirina bêhêvîtiya wan?
Yeqûb Benî Temîm,
dibêje: “Min 9 bira û xûşkek hene, di nava hemûyan de tenê vî birayê min ku
hatiye girtin, kar dikir. Sedema vê yekê çi ye? Tenê ji ber vê çendê ye ku em
Ereb in”.
J: Rojnameya “New
York TimesӐ hatiye wergirtin
Werger bi Kurmancî: Azad |