|
û gutûbêjê, dawî bi eqliyeta
şovenîstî û leşkerî bîne û çareseriya demokratîk ciyê tund û tûjiyê bigre.
Ragihandina biryara agirbestê bûye
sebebê şabûn û keyfxweşiya hemû ev hêz û aliyane ku dixwazin şer, xwînrijandin
were sekinandin û di rastî de dixwazin li gor guhertinên dever û cîhanê,
zimaneke din di nav netewên herêmê de zal be û pêşiya li pevçûn û şerê herêmî û
hundirîn bigire.
Berevajî hewlên ku di panzde salên
derbasbûyî de ji aliyê PKK’ê ve ji bo bi dawîanîna şerê han hatine dayîn,
agirbesta vê carê li gor van givaşên ku ji hemû aliyan ve xistine ser dewleta
Turkiyê û nemaze rola rasterast ya Kurdan (di du astên Îraqê û herêmê de),
Amerîka û Ewropa, wisa tê ku hêdî hêdî encameke ciyê rezamendiya wan aliyane lê
bikeve û doza Kurd biçe nava çarçoveya rastî û hajayî xwe û li tev buxtanên ku
heta niha dewleta şovenîst ya Turk xistiye ser, bihê paqijkirin.
Bi merema peydakirina rê û çareyeke
jêhatî, dewleta Amerîkayê General Cozêf Ralîson, weke nûnerê taybet ê xwe ji vê
pirsgirêkê re diyar kiriye ku rê li vê siyaseta Turkiyê bigire ku di vê derheqê
de, zirarê digihîne berjewendiyên wî e.
Herwiha karbidestên Yekîtiya
Ewropayê jî daxwaz li hikûmeta Turkiyê kirine ku ji bo pêkanîna reformek
demokratîk bo çareserkirina doza Kurd li rêya bi fermî naskirina mafên neteweyî
û kulturî yên wan, hewlên micid bide. Di asta herêmê de jî, bi qutkirina yek ji
hilqeyên şovenîst û nejadperestiyê (li Îraqê de) êdî rêberên Kurd rê nadin
domkirina ev cure siyasetên kilasîk ku heta niha welatên desthilatdar li ser
Kurdistanê, girtine pêşiya xwe û tenê bi zimanê agir û hesin tevî daxwazên rewa
û demokaratîk yên neteweya Kurd tevdigerin. Ev jî bi xwe peyameke rohn bû bo wan
welatên ku êdî neçar in guhertinan bi ser raman û nêrînên xwe de bînin û stûyê
xwe li hember van rastiyan bitevînin ku piştî ji navçûna rejîma Bees
damezirandina hikûmeta Federal ya Herêma Kurdistanê, derketiye holê û sînorekê
bo siyasetên xwe yên şaş danîn, çunku ev siyasetên bi vî rengî tevî berjewendî û
pirojeya nû ya Rojava bi giştî û Amerîka bi teybetî ji herêmê re li hev nahên ku
pirsgirêka Kurd wek pirsgirêkeke derveyî herêmî û cîhanî, ciheke taybet tê de
girtiye. Bi balkişandin bi van rastiyane, piraktîzekirina her cure siyaseteke
nedemokratîk û têkder ya wê rewşa nû, tê wateya dijberiyê tevî zimanê nû yê
çareseriya pirsgirêkan.
Eva ku di vê navberê de cihê baldanê
ye, eva ye ku helwesta Amerîka û serokatiya PKK’ê gelek bi dilê dewleta Turkiyê
nebû. Çimku tevî vê siyaseta ku Turkiye bawerî pê heye û di nava raya giştî ya
xelkê vî welatî zeliqandiye, li hev nahê. Turkiyê ku heya niha siyaset û
kiryarên xwe yên Leşkerî di Bakûra Kurdistanê û deverê de, bi navê şer tevî
terorîzmê de kiriye mihane û hêcet û îdeayê dike ku li dijî terorîzmê şer dike!
lewra niha ku tevî bîr û rayên cuda yên cîhanê û herêmê di vê derheqê de rûbirû
bûye, ev jî pirsa neteweyek nêzîk bîst milyonan di Bakûrê Kurdistanê de ye ku bi
tevahî siyasî û demokratîk e û divêt li gor pirensîpên îroyîn yên cîhanê, bi
awayeke siyasî were çareserkirin.
Bêşik ev zext dibe sebebê vê ku
dewleta Turkiyê bi siyasetên xwe de here ku bawerî bi yek netewe, yek
ziman û yek çandiyê heye.
Ev jî çand, ziman û neteweya Turk e
û hebûna tu ziman, çand, netewe û heta oleke cuda ji ola dewletê bi fermî nas
nake û bi hemû hêza xwe dixebite bi yekalîkirin û ji navbirina hemû cudabîrên ku
li hundirê (çarçoveya) neteweya Turk de hene. Her çend ku divêt ev hevdengî û
vîna cîhanî, herêmî û Kurdî ya vê carê bi destpêka qonaxeke nû ya tevgeriyanê
tevî doza Kurd were hesibandin. Lê serbarê vî halî jî, ji hêla vê çanda
nejadperestane û tundrew ku di Turkiyê de zal e, nabe em hêvî bikin bi wê
lezgîniya ku riha nûjen û guhertinan dixwaze, pirsgirêka Kurd biçe asteke siyasî
de. Lê hêdî hêdî cihê xwe yê berheq û rewa di asta siyasî de peyda dike. |