Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî Duheftînameya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hilbijartina Siyaseta mafê mirovan

 

Mecîd Heqqî

Siyaseta mafê mirovan bi wateya hilbijartina navbera giringiyan e (priorities). Ew tê wê wateyê ku dewlet diviya biryarê bide li kuderê û bi çi awayekî mafê mirovan li hember berjewendiyên giştî yên xwe wek tenahiya netewî, bazirganiya derve û alîkariya pêşveçûnê dabinên. Hizirkirin li siyaseta han dikaribe carna di hember de bibe hegera pirsên siyasî. Ger dewlet bixwazin, divê wê yekê bikin û siyaseta xwe hilbijêrin. Yek ji nimûneyên baş ku tên zanîn, garantîkirina lîsansa şandiniyê (export) ye, bo nimûne firotina çek û çol û dezgehên din ên stiratêjîk bi dewletekê re ye ku mafê mirovan di wî welatî de tê pêpeskirin. Kîjan siyaset dê bê hilbijartin?Tenahiya Netewî? Dewleta han dikaribe

pêwendiyek mezin bi pirsa tenahiya navnetewî re hebe. Siyaseta Abûrî? Belkî bo pêşveçûna abûriya netewî bihêzkirina karteke taybetî di şandiniya derve gelek giring be. Ew hertim hatiye berbasê ku ger “Em wî karî nekin, dê hinek din karê firotina pêwîstiyan bo dewletan han bide û dê cihê me bê girtin.” Kar dan bi hemû kesî? Pîşeya han dikaribe gelek giring be bo pêşkêşkirina kar bi hemû kesî û bi vî awayî ger rêya wê bê girtin, ew li gor berjewendiyên netewî dibe xwekujî. Ji ber wê yekê ye bizava karkerî gelek caran hemberî wê lêgerê, ji aliyekî dixwaze piştîvaniyê li mafên mirovan bike û ji aliyekî din jî rîska ji dest çûna kar û helên karî berçav digire. Karabûn? Li serî hemû wan basên hatî kirin, ne rohn e ger bê û lîsansa karê nardina alavan bo derve bi kompaniyan neyê dan, çawa dê alîkariya pirsa mafê mirovan bê kirin. Ew kare renge bibe hegera li tehlûke xistina tenahiya netewî, berjewendiyên abûrî û ji navbirina şansê karkirinê bo hemû kesî bê wê yekê ku tiştekî mezin di warê mafên mirovan de bidest anîbe. Lewma biryara nerênî li ser pesendkirina mafê firotina alav û tiştan bo derve belkî gelek giran bikeve û kar bike ser siyasetên din jî û tenê hesta xweş ya “me jî tiştek kir” bidest bîne. Ewa di warê exlaqî de bo welatiyekê belkî hestekî gellek xweş be. Herçend pirsên exlaqî û rewişta baş gelek giring in, lê ew tenê nikaribin navenda hizr û rênîşanên dariştina siyaseta derve bin. Dewlet dema siyaseta xwe ya derve dadirêjin li wan welatên ku pirsa pêpeskirina mafên mirovan hene di gel biryarên zehmet rûbirû dibin.

Çavkanî: Duheftînameya Agirî

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 19’ê Rêbendana 1388’ê Rojî