|
Şêwrên Gund û
Bajaran di welatên demokratîk de, yanî pira navbera xelkê û berpirsan ji bo
baştir nasandina arîşe û pirsgirêkan û danîna piroje û pirogiram û bernameyan ji
bo zêdekirina astê xizmetkirinê û herwiha ji holê rakirina zilm û gendeliya tax
û herêman pêşîgirtina ji serberedayiyê û biryardanên take kesî û selîqeyî, ji bo
pişikdarkirina raman û hizr û selîqeyên hevwelatiyan di nava civakê de û ji
hemûyan girîngtir pêkanîna têkiliyên nêzîk di navbera xelkê û nûnerên wan di
Parlemana Şewran de ji aliyê Şêwrên Gund û Bajaran ve û di encam de piştrast û
xatircem bûna xeyala hevwelatiyan ji vê yekê ku hemû ew biryar, diyarîkirin,
hilbijartin û pejirandiyên ku hatine kirin, ji rêya gotûbêj û agehdarî û
razîbûna nûnerên wan û bi awayekî nerasterast ji aliyê wan ve birêve diçe. Lê
ger mirov bi awayekê xasmanî lê binêre jêre eyan dibe ku biryar û ramanên
hevwelatiyan û tex û qatên cur bi cur yên nava civakê bandora pozetîv û erênî
derheq rewşa nebaş ya civakê tune bûye. Çima? Çimku:
Yekem: Desthilat tu
bihagiraniyekê ji bo pişniyaz û raman yan biryarên berevajî wan siyasetên ku di
pêşde ji aliyê wan ve hatiye darêtin û diyarîkirin, jêre nade. Çimku hertim di
pêşde biryar ji aliyê girûpeke desthilatxwaz, berçavteng û zorxwaz ji bo
hevwelatiyan tên diyarîkirin.
Duyem: Ew kesên ku
weke Şêwrên Gund û Bajaran tên hilbijartin, asta hişyarî û siyasîbûn û
têgihîştina wan ne bi vê qasê ye ku bikarin ji xelkê û civakê re xizmetê bikin,
lewra dema ku rewşa nebaş û tijî arîşe û asteng ya civakê dibînin, taze tên ser
vê baweriyê ku ji xelkê re hilametekê pitir ninin û eşkere dibe ku armanca
desthilatdaran ji hilbijartina Şêwran tenê û tenê jêstgirtî û bizavkirina
demokrasiyê ye. Xwediyên desthilatê pêwîstî bi hilbijartinên rûyekî hene, encama
hilbijartinan çi be, ji wan re ne girîng e. Ji wan re tenê asta pişikdariya
xelkê û birêvebirina hilbijartinan girîng e! Heta ku bikarin li hember civaka
navneteweyî û saziyên parêzvanên mafê mirovan xwediyê piropagend û manor û hêza
zaftir bin û xwe zêdetir reben û belengaz nîşan bidin.
Sêyem: Li rewşeke
han de kesên ku bo Şêwrên Gund û Bajan tên hilbijartin, rîskê nakin û
xizmetkirina bi dezgehên zaf yên zext û tepeserkar ên rejîmê li serweyî
xizmetkirina bi xelkê re dibînin û di vê derfetê ji bo qazanc û berjewendiyên
xwe yên madî û taybetî mifahê werdgirin û biryar û pejirandî û tekoşîna xwe li
çarçoveya Şaristanî û kar û barên destpêkî û ne yên pêwîst de kurt dikin.
Serbarê
pişikdarîkirin di dizîn û rişwetxwarinê de, diçine nava rêza dûr û dirêj ya
kesên ku di salên borî de pira di navbera dezgehên tepeserkar û xelkê bûne û
rewşa 27 salên derbasbûyî didomînin. Ron û eşkere ye ku her kesek di her pile û
berpirsiyariyekê de, çi Şêwra Bajar be yan nûnerê Parlemanê û heta birêveberê
îdarê yan kesek ku di îdareyên dewletî de mijûlê kar be, herwisa bi rehetî
nikare ji destê kesên ku têkilî bi Wezareta Sîxor û Ewlekariyê hene, rizgar be û
daxwaza alîkarî û sîxoriyê ji bo vê wezaretê ve ji aliyê wan ve lê tê kirin.
Dezgehên ajan û Ewlekariyê heta pêşniyaza karê sîxoriyê ji kesên sivîl re jî
dikin. Bo mînak kesek seba windakirina paseporta xwe, çûna bo derveyî welat jêre
hatibû qedexekirin. Navhatî dema ku ji bo çareserkirina pirsa xwe seredana
îdareya paseportê dike, tu pirsyarek derheq çawaniya bizirbûna paseportê jê nahê
kirin û ji bo çareserkirina pirsa wî daxwaza hevkarî û karê sîxoriyê lê tê
kirin!? Yan bo mînak kesek din ji bo damezirandina defter yan binkeyeke “zewicîn
û ji hevveqetiyanê” hewce ye dezgeha sîxoriyê kêrhatîbûna vê binkeyê bipejirîne
û navhatî jî piştî serdana vê îdareyê pêşniyaza qise anîn û birin ji bo vê
dezgehê pê hatibû kirin. Mixabin niha her kesek ji bo çareserkirina kar ya
pirseke xwe serdana îdare û binkeyên rejîmê bike, kirêgirtî û sîxorên rejîmê
dûre diçin û ji bo çareserkirina kêşe û pirsa wê/wî daxwaza karê ajan û sîxoriyê
lê dikin.
Lewra Şêwrên ku
kêrhatîbûna wan ji aliyê dezgehên Sîxoriyê ve hatiye pejirandin, diyare ku dibe
tu têkiliyek tevî vê dezgehê hebe.
Bi vî awayî xuya
dibe ku Şêwrên Gund û Bajaran erkên xwe encam nadin û ger hindek kes jî bixwazin
di nava Şêwran de erkên xwe birêve bibin tên perawêz kirin, yan dikevine ber
şopa kerb û kîna desthilatxwazan.
Derheq
pişikdarîkirina xelkê di hilbijartinan de, li destpêkê de divêt em diyar bikin
ku li ser çi tex û qatekê xelkê diaxivin? Gelo em derheq wan kesan diaxivin ku
li ser vê baweriyê ne ku ger di hilbijartinan de pişikdar nebin, bîtaqeya
malbata wan dê were qutkirin, yan gelo em basê wan kesan dikin ku ji aliyê
“Komîta Êmdad” û “Bihzîstî”yê ve tên piştevanîkirin û mehane meaşeke pirkêm ji
wan re tên dan û seba vê çendê ku ev meaş û mehane ji wan nehê qutkirin, her
terze daxwazeke heq û neheq ya rejîmê qebûl dikin. Erê gelo basê wan karkerên
dewletî bikin ku ji tirsa binkeyên neyasayî yên zêrevaniyê neçar in di hemû
qadekê de amade bin û yan basê wan xwendevan û xwendekaran bikin ku her yek ji
wan bi awayekê tirs ji pêşeroja xwe hene û hertim evrên bi qirêj û reş ya bijar
per û baskên xwe bi ser esmanê raman û hizra wan de kîşandiye.
Lewra di rewşeke
wiha de mirov nikare li ser hizr û ramanên xelkê hisêbê bike, çimku bi
dirêjahiya çendîn sala ye ku xelkê welatê me berevajî hizr û baweriyên xwe
dilivin.
Xelkê me bi başî
dizanin ku dengê wan tu bandorek li ser baştirbûna rewşa heyî, tenahî û
pêşkevtinê, ji holê rakirina zilm û destkurtî û gendelî û laşfirotinê,
birêvebirina dad û wekheviyê û rakirina tund û tûjiyê û wd ... tune ye û heta
dizanin ku dengê wan di rewşeke han de pitir dibe harîkarê zilm û zordariyê, lê
dîsan li xêncî xizm û kes û kar û girêdayî yên rejîmê hejmarek ji xelkê civaka
me bi baldan bi wan şiroveyên serê diçine ser sindoqên dengdanê!
Pirsgirêka xelkê me
di piraniya waran de tirs û gef e. Salên berê rejîmê ev rûyê veşartî yê xwe bi
xelkê sivîl û bê guneh re daye nîşandan û xelk bi giştî dizane ku li pişt vê
rûyê reben û rûyekî û dadxwazane ya rejîmê, gureke xwînmij û dirinde xwe
veşartiye û her dema ku bi hewce bizane bê wê çendê ku tu tirsek ji sazî û
rêxistinên navxweyî û navneteweyî hebe, dê bikeve can û malên civatên xelkê di
civakê de. Divêt tama şirîn ya demokrasiyê û desthilatdariya xelkê bi ser
pêşeroja xwe, dad û wekhevî, azadî, pêşkevtin, tenahî û jiyana baştir di nava
takên civakê were cîbicîkirin û hemû wê yekê hîn bin, da ku tirs û nerihetiya
wan ji destkurtî, tund û tûjî û zilm û zordariya rejîmê jî ji nav here.
Derheq pişikdariya
xelkê di hilbijartinan de divêt were gotin ku tu tiştek ji pişikdariya xelkê di
hilbijartinan de baştir nine. Pişikdarî di hilbijartinan de yanî desthilatdariya
xelkê bi ser çarenivîsa xwe û diyarîkirin û guhertina wê. Lê bi baldan bi rewşa
niha ku kesayetiyên rewşenbîr, azadîxwaz, dadperwer û demokrasîxwaz di civaka me
de seba yasayên dest û pê gir û pir ji asteng, fîltirîng û destên veşartî yên
rejîmê nikarin xwe bikin berendamê Parlemanê Şêwran yan Şêwrên Gund û Bajan û
ger bi kêmî kesayetiyên azadîxwaz hebin ku amadebûna xwe eyan bikin, hertim
kêrhatîbûna wan ji aliyê “Nizareta Istisvabî” (zêrevaniya hilbijatina herî
baştir) ve ku girûpek in ne hilbijartî bi navê “Şorayê Nigehban” (Konseya
Parastinê) tên redkirin û bi giştî kesên nexwendewar, nezan û ser bi desthilatê
ji bo van erkên girîng tên berbijarkirin û em bi curekê dikarin bêjin ku bi
awayekî nerasterast ji aliyê rejîmê ve tên hilbijartin. Pişikdarîkirin di
hilbijartinan de ne bi qazancê xelkê û welatê me ye û pişikdarî nekirin di
hilbijartinan de nîşaneya nerazîbûneke pan û berfireh û xelkî û aştîxwazane ye
ku hem gefeke mezin bo ser desthilatdaran e û herwiha cîhana derve jî dê baştir
bikarin derheq çawaniya rewşa heyî di Îranê de biryarê bidin û can û malê xelkê
jî nekeve ber tirs û herwiha tirs û nerehetî ji bo xelkê û civakê pêk nahê. |