|
 |
Selah Muradî
Rêxistina Berevanî ji Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) li jêr navê 'bila partî
û grûpên Kurd ji tundûtûjiyê xwe biparêzin', ligel tometbarkirina PDKÎ û çend
rêxistin û aliyên din bi bikaranîna 'tundûtûjiyê', daxwaza ji wan kiriye ku " ji
destbirin bo her cure kiryarekî leşkerî an çirîkî ku derfetê ji bo êrîş bo ser
mafê mirovan û binpêkirina berfireh a wan mafan bi taybet bo aliyê hember pêk
tîne, xwe biparêzin."
Mafê RMMK ye ku li hember her 'tundûtûjiyekê' ku |
|
bibe sedema binpêkirina mafê mirovan, helwêstê bigre. Lê mixabin di wê
daxuyaniya îşarepêkirî de, RMMK tûşî şaşiyê bûye û ne tenê sebebkarê eslî û
bingehîn yê 'tundûtûjiyan' li Kurdistanê ji bîr kiriye, belku wisa nîşan daye ku
ew partî û rêxistinên Kurdistanî ên dijberên Komara Îslamî ne ku 'tundûtûjiyê'
pêk tînin. Ev yek şîrove û berhevdana hinek binav lêkolînvan û rewşenbîrên Kurd
tîne bîr û fikra mirov ku hebûna partiyên Kurd wek sebebkarê paşketina
Kurdistanê û qirkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê rejîma Meleyan dizanin û wilo
didan xuyakirin ku rejîma Komara Îslamî a Îranê di reftar û siyasetên xwe de li
hember xelkê Kurdistanê û daxwaziyên wan tu şaşî û tawanek nekiriye.
PDKÎ herdem di wê baweriyê de bûye ku pirsa Kurd li Îranê rêçareya leşkerî tune
û ne Kurd ji wê rêyê ve dikarin Rejîma Meleyan bihiloşînin û ne ew rejîma jî ji
rêya 'tundûtûjî', kuştin û qirkirin û wd... dikare Kurdan teslîm bike. Lewra
PDKÎ li ser çareseriya pirsê bi rêya 'gotûbêj' û 'aştîxwazane' ve tekez kiriye.
PDKÎ her ji destpêka hatinserkara Komara Îslamî di çarçoveya şanda nûneriya Kurd
de, rêçareya 'gotûbêjê' hilbijart.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê di rêya çareserkirina pirsa Kurd de bi awayekî
aştîxwazane, digel Komara Îslamî gotûbêj kir, lê Komara Îslamî her wek di
axaftinên Xomeynî û Pasdar Çemran de derket holê, bi armanca bidestxistina hêz û
derfet bo qirkirina Kurdan û binpêkirina daxwaziyên wan, rêya 'gotûbêj'ê
hilbijartibû. Di wê serdemê de Çemran radigehîne ku divê em ji 'gotûbêj'ê bo 'qirkirin'a
Kurdan mifahê bistînin, yan Xomeynî dibêje: di destpêkê de wan dorpêç bikin,
piştre bi wan re gotûbêjê bikin. Di wê demê de ku PDKÎ digel Fetwaya Cîhad a
Xomeynî û êrîşa hêzên çekdar ên rejîmê bo ser xelkê sivîl û bêberevan yê
Kurdistanê û mafê rewa yê Kurd rûbirû bibû, rêya berxwedan û parastina xelkê
Kurdistanê li hember êrîşên rejîma Komara Îslamî hildibijêre. Ev helwêsta PDKÎ
diçe çarçoveya 'berxwedana rewa' û mafê hemû takekes, civat û partiyekê ye li
hember êrîş û destdirêjî ya dagirker berevaniyê ji xwe bike û xwe biparêze.
Ligel berdewambûna siyaseta rejîma Meleyan li hember pirsa Kurd, wate
mifahstandin ji 'gotûbêj'ê bo qirkirina Kurdan, PDKÎ wek berê dubare li ser
çareserkirina aştîxwazane a pirsa Kurd pêdagirî kir. Belgeya herî mezin jî bo
aştîxwazbûna PDKÎ û şerxwazbûna Komara Îslamî, gotûbêja navebra şehîd Dr.
Qasimlo, Sekreterê Giştî yê partiyê û nûnerên vê rejîmê li Viyen, paytexta
Otrîşê di sala 1989an de ye ku di wan gotûbêjan de rejîma Meleyan ji 'gotûbêj'ê
bo 'teror'a
Pêxemberê aştiyê mifah wergirt.
Heyamekê berî niha tîmek ji Pêşmergên PDKÎ bo rêvebirina karûbarê rêxistinî
vegeriyabûn ser axa bav û kalên xwe. Piştî ku rejîma Komara Îslamî ji hebûna wê
tîmê di herêmê de agahdar dibe, bi hêzek gelek mezin êrîşê dike ser tîmekî 4
kesî û mixabin her çar xebatkarên PDKÎ piştî du rojan berxwedan û xweparastinê
qehremanane şehîd bûn.
Wan pêşmergan êrîş nekiribû ser tu paygeh û organekî rêjîma Komara Îslamî û tenê
bo berevanî ji can û jiyana xwe çek bikar anîbûn. Lê mixabin ji aliyê Rêxistina
Berevanî ji Mafê Mirovan li Kurdistanê ve ne tenê Komara Îslamî wek sebebkarê
tenê yê pêkhatina 'tundûtûjiyê' di Kurdistanê de nehatiye mehkûmkirin, belku wan
bi bikaranîna 'tundûtûjiyê' tometbar dike.
Di vê derbarê de hewce ye RMMK bi awayekî hûrbînane helwêstê bigre, ger nikare
di helwêstên xwe de tenê sebebkarê 'tundûtûjî'yan (Rejîma Meleyan) mehkûm bike,
aliyê kêm PDKÎ ku nirxên herî mezin bi sedema 'tundûtûjî'yên rêjîma Komara
Îslamî daye, bi bikaranîna 'tundûtûjiyê' tometbar neke.
Çavkanî: Duheftînameya Agirî |