|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî Duheftînameya siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Sefera Erdoxan Bo Îranê û
Nêzîkbûna Turkiyê Li Rejîma Komara Îslamî
|

 |
Selah Muradî
Piştî lawazbûna peywendiyên navbera Tirkiye û Îsraîlê, Serok Wezîrê Tirkiyê,
Receb Teyîb Erdoxan di rojên 27 û 28ê Cotmeha 2009an serdana Îranê kir.
Serok Wezîrê Tirkiyê berî wê seferê di hevpeyvînekê de digel Rojnameya
‘Guardian’ de, piştgirî li bernameya navikî a rejîma Komara Îslamî a Îranê kir û
siyaseta welatên 5+1 di vê derbarê de bê wijdanane binav kir.
Tirkiye take welatê Îslamî yê endamê Nato û hevalbendê giring ê Amerîka di
Rojhilata Navîn de ye. Ev helwêsta Erdoxan dikare di siyaseta Nato de li hemberî
bernameya Etomî a Îranê valahiyê pêk bîne û herwiha bandora neyênî bike ser
têkiliyên navbera Turkiye û welatên Ewrûpa û Amerîka.
Tirkiye di demekê de bo endambûn di Yekîtiya Ewrûpayê de hewlê dide ku dewleta
Erdoxan zêdetir dixwaze ber bi |
|
aliyê cîhana Îslamê biçe. Ev jî yek ji wan sedeman e ku welatên Ewrûpayê
li wergirtina Turkiyê wek endamek YEê nigeran kiriye.
Piştgiriya Tirkiyê li programa navikî a Îranê û rejîma Komara Îslamî û dewleta
Ehmedînejad bi tevahî digel siyasetên Yekîtiya Ewrûpayê û nirx û bihayên vê
yekîtiyê di warê demokrasî û mafê mirovan de dijber û ne teba ye.
Tirkiye nikare ji rejîmeke dîktator û serkutker ku li dijî hemû bihayên Rojavayî
ye, piştevaniyê bike û di heman çaxê de çaverê be di Yekîtiya Ewrûpayê de wek
endam bê wergirtin.
Erdoxan di wê hevpeyvîna xwe a digel Rojnameya ‘Guardian’ de, rasterast Îsraîlê
bi wê yekê tawanbar dike ku dixwaze Îranê ji holê rake û bi vî awayî piştgiriyê
li siyaseta Komara Îslamî bermaberî Îsraîlê dike. Heta diçe siyaseta Tirkiyê ji
siyaseta Komara Îslamî nêzîk dibe. Nêzîkbûna Tirkiyê digel rejîma Meleyên
desthilatdar ên Îranê, bi heman radeyê wî welatî ji Îsraîl û welatên Rojavayî
dûr dixe.
Dewleta Erdoxan hinek hewl bo çareserkirina pirsa Kurd li Turkiyê dest pê kiriye
û nêzîkbûna vî welatî li rejîma Komara Îslamî bandora neyênî dike ser wî welatî.
Rejîma Meleyan bixwe digel pirsa neçareserkirî a Kurdên Îranê rûbirû ye û
naxwaze çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê bandora rasterast li ser Kurdên
Îranê bike û wan bo bidestxistina mafên neteweyî ên xwe han bide.
Turkiye di navbera ragirtina mîrata Ata Turk û nirxên Îslamî ên cîhana Îsalmê de
û endamebûn di Yekîtiya Ewrûpayê û wergirtina nirx û bihayên demokratîk û mirovî
de helwêsta xwe yekalî ne kiriye. Hilbijartina cîhana Îslamê û dostîniya digel
rejîmên dîktator ên Îslamî wek Komara Îslamî a Îranê ji aliyê Tirkiyê, dibe
sedema pêkhatina astengan li hemberî pêvajoya demokratîzasyona Rojhilata Navîn û
herwiha çareserbûna pirsa Kurd di vê herêmê de. Ger Turkiye berevajî wê rewşê
kar bike, dikare bibe alîkareke xurt û bihêz yê cihgirbûna aştî û demokrasiyê di
Rojhilata Navîn de. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|