|
Nivîskar: Behrûz
Werger ji
Îngilîzî bo Farsî: Agirî
Werger ji Farsî
bo Kurmancî: Hemîd Muxtarî
Di zimanê Kurdî de navê Kurd wateya
netirs, şervan û dilêrbûnê dide. Piştî dagirkirina Bakûrê Rojhilata Navîn ji
aliyê Îslamê ve di sedsala heftan ya Zayînî de, heya niha navê Kurdan ji bo
nasandina xelkê Rojavaya Îranê di çiyayên Zagrosê de tê bikaranîn.
Di destpêka sedsala şanzdan de,
Împeratoriya Îranê (Sefewiyên Şîe meseb) li hember Împeratoriya Osmanî (Sunî
meseb) wek rikeber derket holê û Kurdan di çarçoveya desthilata li jêr deiya
Împeratoriya Osmanî û Sefewiyan de serî hildan. Her du Împeratorî di sala
1514’an ya Zayînî de li deşta Çaldiranê bi hev re şer kirin ku di wî şerî de
Împeratoriya Sefewiyan rastî têkçûnê hat û encama vî şerî pêkhatina sînoran û
parvebûna Kurdistanê di navbera van du Împeratoran de bû.
Meşa eşîrên Kurd ji bo Xorasanê di
dema desthilatdariya Sefewiyan de, li derdora sala 1590’an ya Zayînî de dest pê
kir ku sebeba wê di rastî de tenê siyasî bû. Merem ji şandina Kurdan bo Xorasanê
eva bû ku Kurd vê herêmê li hember êrîşa Ozbek û Muxulan biparêzin. Kurd weke
mirovên egîd û welatparêz hatibûn naskirin û paşdebirina şervan û dagirkeran li
ser axa xwe ji wan re ne kareke dijwar bû. Bi vî awayî encama siyaseta Şahê
Sefewiyan ji rêya mifahwergirtin ji Kurdan ji bo parastina serxwebûna welat
kemilî.
Niha bi qasê 2 milyon kes Kurd di
Xorasanê de ku dikeve Bakûra Rojhilatê Îranê akincî ne û dijîn. Piraniya wan jî
wekî ew kesên ku hatine bidûrxistin ji axa bav û kalên xwe yanî Kurdistana mezin
hatine ji bîr kirin. Û hewce bi gotinê nake ku nebûna îmkanatên dewletî û bûna
xizanî û desttengî û pêşneketinê di vê deverê de bi eşkere tê dîtin.
Li wir tu dezgehên siyasî yên Kurdî
ku hatibe organîzekirin yan navendên perwerdehiyê ji bo çêtirkirin û nûjenkirina
çand û zimanê Kurdî û pirsên civakî ku bingeha mafên sivîl e, tune ye.
Navlêkirina Kurdî ji bo zarokên ku taze ji dayîk dibin, bi giştî qedexe ye û
divêt naveke îslamî di nava pirtûka navan ku li pêşde di Îdareya “Sebt û Ehwal”
de hatiye hazirkirin, hilbijêrin. Temaşakirina kanalên Kurdî û televîzyonê din
yên esmanî ne tenê bi giştî qedexe ye, belku helîkopterên rejîmê li pey sêlên
setelaytan digerin û heke sêlên setelaytê ji aliyê “Sipaha Pasdaran” û Hêzên
sîxor û ewlekariya rejîmê were dîtin, dê dest biser da bê girtin û xwediyê wan
bi lêdana şelaq û cirîma hazirî dê werin sizadan. Her wiha rojnamevan û
weblagnivîsên Kurd hertim li jêr zêrevaniya rasterast û ne rasterast ya dezgehên
dewletî de ne. Leheng û nivîskarên Kurd yan tên binçavkirin yan ketine ber
bêrêzî û bêhurmetîkirinê. Bo mînak, Dr. Kelîmulah Tewehûdî, nivîskarê Kurd û
hejmareke din hatine girtin û di girtîxaneyê de ne.
Piraniya Kurdên akincî yên bajarên
Xorasanê bi zaravê Kurmancî yek ji zaraveyên fermî yên zimanê Kurdî diaxivin. Ew
bajarên Xorasanê ku Kurd têde akincî ne û temenê wan bi 420 salan berî niha
divegere, navhatî ne ji: Qoçan, Bicnûrd, Esferayn, Şîrwan, Çinaran, “Derê
Gez”(Geliyê Gez), Kelat, Aşxane, Faroc, Bacgîran, Mane û Similqan û her wiha
hejmareke zaf ji Kurdan li bajarê Meşhedê de ku paytexta Xorasanê ye, dijîn.
Piraniya Kurdên akincî yên Xorasanê
di gundan de dijîn ku eva yê bûye sebebê parastina çanda Kurdî û zimanê Kurdî û
bêy wê çandê ku were Asimîlekirin, weke xwe paqij û bê desttêwerdan bi cih maye.
Qoçan Bajareke Kurdakincî û bi rûberê 533 - 849 kîlometran ku li parêzgeha
Xorasanê hilketî ye û ji Bakûrê tevî Geliyê Gez û ji Başûrê ve tevî bajarê
Nêyşabûr û Esferaynê û ji Rojavayê ve tevî bajarê Şîrwan û ji Rojhilatê ve tevî
bajarê Meşhedê hevsînor e. Qoçan herwisa tevî welatê Turkemenistanê hevsînor e
(Di welatê Turkemensitanê de jî pitir ji 400 hezar Kurd dijîn). Qoçan ji aliyê
Bakûr ve tevî vî welatê bi qasê 75 kîlometran tixûbê hevbeş heye. Bicnûrd dikeve
Bakûra Xorasanê û rûberê bajarê Bicnûrdê bi qasê 935 - 114 kîlometra çargoşe ye.
Herwiha rêya fermî ji bo pêwendiyan tevî parêzgehên Bakûr yên Îranê bûye û ji
bakûrê ve tevî welatê Turkemenistanê cîran e û bi qasê 97 - 1 kîlometran tevî vî
welatî hevsînor e. Herwisa ji aliyê Rojhilatê ve tevî bajarê Sîrwan û ji aliyê
Rojavayê ve tevî parêzgeha Golistan û ji bakûr ve tevî bajarên Esferayn û Girme
û Cacrom ve hevsînor e. Li gor destkeftên kevnarnasan û herwisa send û belgeyên
dîrokî, temenê vî bajarî divegere bo 5000 salan berî niha. |