|
nerastbûna qisên Ehmedînejad baştir
ron û eşkere bin, hewce ye em lênihêrînekê li ser rewşa jiyana xelk û civaka
Îranê bikin
Sîstema perwerdehiyê
Di halekê de ku Îran xwediyê
nifûseke ciwan e, hemû salê hejmara şagird û xwendekaran ber bi zêde bûnê ve
diçe, lê mixabin sîstema perwerdehiya rejîmê her wek berê û heya xirabtir jî
tevî vê çîn û qata civakê dilive. Rewşa xwendingeh û zanîngehên Îranê di warê
çawanî de û herwisa rewşa nebaş ya xwendingehan eyankerê vê rastiyê ye ku
sîstema perwerdehiya vî welatî nikare bersivderê nifûsa niha ya Îranê be. Xincî
vê ku niha jî zaf cî di welat de hene ku ji mafê xwendinê bêpar in, lewma
malbatên wan neçar in zarokên xwe ji bo domandina xwendinê gund bi gund û bajar
bi bajar bişînin xwenadingehan. Pirsek din di vê pêwendiyê de ku hewce ye were
îşare pêkirin, eva ye ku Rejîma Îranê sîstema perwerdehiyê ji rêya rastîn ya xwe
derxistiye û ji xwendingehan ji bo piropagendeya îdeolojiya xwe mifahê
werdigire. Ger her şagird yan xwendekarek bixwaze dijberiyê tevî mohreyên şandî
ji aliyê rejîmê ve bo xwendingehan bike, pîlanên rejîmê nepejirîne û di hember
wan de bêdeng nebe, di bin navê “Perwerde û elimandinê” de, ji xwendingehan weke
îşkencexaneyekê ji bo îşkencekirina wan mifahê werdigirin. Di rewşeke han de
mirov dikare çi çavnihêriyek ji sîstema perwerdehiya rejîma Komara Îslamî ya
Îranê hebe?
Saxlemî
Ev pirsgirêkên ku îro rojê li
hember Wezareta Saxlemî (Bêhdaşt) a rejîma Komara Îslamî ya Îranê de hene,
navhatîne ji : Gihîştin bi armanca xurtkirina hezar salên sêyemîn, zêrevanî
kirin bi ser civakekê de ku nexweşî tê de mijareke sereke ye (helbet bi
liberçavgirtina rewşa nebaş ya hewayê li bajarên pir nifûs, kêmbûna dermanan û
berfirehbûna îdz û îtiyadê) û parastina saxlemiya welatiyan.
Ji bo ku mirov bikare bi ser van
pirsgirêkane de zal be hewce ye berî her tiştekê rêveberên şareza û pispor di
warê saxlemiyê de bi qasê hewce werin elimandin. Piştre piropagrameke dewlemend
bê darêtin û navendeke elimandinê ji bo perwerdekirina hêza şareza û herwisa
jordebirina asta pisporiya rêveberên saxlemiyê bê damezrandin.
Emê carek din qizawetkirinê di vê
derheqê de bixine stûyê xwendevanan, erê gelo barnameyeke han ji destê
karbidestên Komara Îslamî ya Îranê tê?
Pirsgirêka Bêkariyê
Lawazbûna geşekirina aborî, yek ji
sebebên herî girîng yên jordeçûna asta betalî û bêkarî di Îranê de ye. Ji bo
dabînkirina kar ji wan kesên re ku her sal têne nava bazara kar de, aliyê kêm
hewce ye geşekirina aborî ya Îranê li gor sala borî de 7%’ê zêde bibe. Ji bo
jêrdeanîna asta bêkariyê bo bin 10%’ê hewce ye aboriya Îranê 9/5%’ê geşe bike.
Eva di halekê de ye ku geşekirina aboriya Îranê di çar salên borî de di asta
herî baş de, 5/4% bûye.
Rejîma Îranê di heyamê 10 salên
borî de, bi merema kêmkirina qasa kesên ku tên nava bazara kar de, cehd kiriye
ku ji rêya zêdekirina hejmara zanîngehan pêşî yê ji zêdebûna pêla betalî û
bêkariyê bigire.
Pirosesa “taybetîkirina” şîrketên
dewletî jî ne tenê nekarî pirsgirêka bêşoliyê çareser bike, belku bû sebebê zêde
û xurtbûna vê pirsgirêkê. Piraniya wan şîrketên ku di salên borî de ji pişka
taybet re hatine dan, yan parek ji karkerên xwe derxistine, yan bi giştî hatine
daxisitn. Di vê pêwendiyê de di heyamê 4 salên borî de, 1400 şîrket bi pişka
taybet re hatine dan ku eva jî di ciyê xwe de yê bûye sebebê xurtbûna pirsgirêka
bêkariyê.
Ew sebebên ku me li ser bêkariyê
îşare pêkirin, der barê herêmên senetî bûn, lê rewş li herêmên sersînor yên
Îranê bigiştî û nemaze li Kurdistanê ku nifûseke zaf û berçav têde akincî ne,
ferq dike. Di Kurdistanê de seba neyarbûna rejîmê tevî Kurdan, tu şîrket û
kargeyeke wiha nakeve ber çav ku karker di nava xwe de kom kiribe. Lewma parek
zaf ji ciwanên Kurd neçarin ji bo peydakirina kar herin herêmên din yên Îranê û
beşeke din jî li ser tixûban kare kolberiyê bikin ku mixabin rejîma Komara Îslmî
ya Îranê vê yekê jî ji wan re heq nabîne û roj nine ku em qewimîna bûyereke tal
û dilêşîn yên cur bi cur guhdarî nekin. Eva di halekê de ye ku ev karên wiha
dahateke zaf û berçav jê peyda nebe ku ciwan bikarin bibin xwediyê paşkevtekê û
di vê rêyê de ji bo pêşeroja jiyana xwe ciheke hêja diyarî bikin.
Heke mirov lênihêrîneke lezgîn li
ser van pirsgirêkane bike derdikeve ku bi dehan arîşe û pirsgirêkên civakî weke
xwekuştin, pirsgirêkên malbatî, xwendin, bê hêvîtî, belengazî û destengî,
pirsgirêkên rohî, tirs û nigeranî ji pêşerojê, mereq û tûşbûn bi madeyê bêhişker
ku bi xurtî rastî nifûsa Îranê hatiye, li encama siyasetên şaş û çewt yên
desthilatdarên rejîma Komara Îslamî a Îranê bûne.
Renge Ehmedînejad, wiha bifikire ku
ger nifûsa Îranê bigehe 120 milyon kesan, hem dikare wan ji niha bêtir birçî û
belengaz bihêle û herwiha heke ji encama axavtinên wî yên neberpirsane de welat
rastî şer hat, mifahê ji vê nifûsê werbigire yan renge ev gotine di çarçoveya vê
tîrêj û ronahiyê de be ku ji asman de jê re hatibe îlham kirin.
Xelkê Îranê baş dizanin ku rêberên
rejîmê seba wê çendê ku hem di navxwe û hem li derveyî welat de di bin zext û
givaşeke dijwar de ne, gotinên pûç û tevlîhev dikin, lewma ne qeydî ye, vê carê
jî em jê nagirin
.... |