|
Ez nizanim
xwedê gunehê wî efû dike yan nake, lê ez dikarim ku bêjim Kurda heqê xwe lê
helal nekirin û nakin jî… 81 sal li gora şert û zirûfên Turkiyê, emreke gelek
dirêj e. Em Kurd wexta ku ji yekî qaîl bin, em jêre dibêjin xwedê emre te dirêj
bike. Emre Ecevît dirêj bû, lê ne bi duayê miletê wî,.Nizanim kî lê dua kir.?
Ecevît bi eslê
xwe Kurd bû. Qebra babê wî niha jî li Çeneqelê ye û li ser kêla wî Kurdîzade
Mistefa Efendî hatiye nivîsandin. Dema ku ji Ecevît pirs dikirin digotin ku babê
te Kurd e, tu çî dibêjî ji bo vê mesele re? Ewî jî digot: Babê min Kurd jî be,
ez ne kurd im. Digot: Di rastiyê de jî Bab û Kalên wî ji binemalek Kurd bûn û ji
Kurdistanê hatibûn sirgûnkirin, yanî nefî bibûn. Ecevît vê yeke baş dizaniya. Ya
rast Ecevît derd û kul û janên Kurda jî baş dizaniya û nas dikir. Lê ew Kurdek
biyanîperest bû ku neyartiya qewmê xwe, ya esl û asasê xwe dikir. Bi eşkerehî
dijayetî û neyartiya qewmê xwe dikir yanî ewî tu carî xwe li ser koka xwe hisab
nekir û ji bo Kurda tu rehmek nexiste dilê xwe. Lewra ye ku Kurd îro şîna wî
negrin jî, heqê wan e.
Ecevît sê cara bibû şahidê serbirîna demokrasiyê li Turkiyê. Cara dawiyê têda û
zordestiyek mezin jî dîtibû li Zincîrbozanê... Ew zordest û dîktatorê ku li wî
û bi hezaran mirovan zilmê dikir, îro ez dinêrim ku li ser gora Ecevît digere û
beşdarê xwepêşandina cinazê wî dibe. Ev bê edebî û durûtiya wî û ya çapemenî û
siyasetvaniya Tirkan gelek seyr e û mirov dihêle heyrî û ecêbmayî… Ez nizanim ku
bi çi rûyî ew kesên ku neyartiya wî kirin heta axirîn nefesa wî, niha xwe jê re
diêşînin. Ewên ku wextekî Ecevît neyar îlan dikirin îro çawa bûne hebîbên wî? Ew
rûreş û durûyên ku îro li ser gora wî, dibêjin ku Ecevît mirovek rast û paqij û
bawerpêkirî bû. Berî sê sala li ku bûn, çima dengên xwe nedabûne Ecevît? Ev
hebîb û mehbûbên mirinê, ango ev kesên ku ji mirovên mirî hez dikin, gelo do
çima neyartî dikirin?
Belê, rast e.
Ecevît ji bo siyaseta millî a van sî salên vê dawiyê ya Turkiyê, mirovek gelek
binirx bû. Mirovek gelek girîng bû. Qibrîsê dagir kiribû û xistibû xizmeta
Turkiyê. Bingehê Siyaseta “Kizil Elma”yê (Sêva Sor) avêtibû ku îro têniya rêya
xelaskariyê tê nîşandan. Ew aqilmend û şêwirmendê vê dewleta kanbaxbûyî bû.
Mîmar û pêvajoyê Şovenizm û nîjadperestiyê bû. Kemalîst û dijraberek Kurd bû.
Helbete ew ji bona dewleta xwe mirovek gelek girîng bû. Diyare ku ev
Turkperestê mezin, piştî ku mir qedr û qîmeta wî hat zanîn ku îro bi dehan
hezar kes li ser gor û cinazê wî xwe didin nîşan û şovekî siyasî dikin. Eger ne
ji heza dinê be jî, ji ber ku bejn û bala xwe nîşan bidin, beşdarê binax kirina
Ecevît dibin.
Salên 70’yan
bû, rehmetî carek hate bajarê me, Bidlîsê. Ji bo temel avêtina karxaneya titûnê
(fabrîkeya Cixaran) Em xort jî bi kom û komel û dem û dezgeyên xwe ve çûne
pêşewazîkirina Ecevît. Li qada temelavêtinê em civiyan hetanî ku Ecevît bê. Wê
demê Birêz Şerefedîn Elçî jî wezîr bû di hikumeta Ecevît de. Herçend ew
hereketa me ya wê rojê, îro ne rast jî bê xuyakirin, lê mexseda me ew bû ku em
vî mirovê derewker eşkere bikin û astarê rûyê wî bînin xwarê. Her weha her çend
me wê rojê baş nekarî ku em mebesta xwe baş bidne fêmkirin jî, dîsan jî, ew
tevger û xwenîşandana me ya wê rojê, nayê ji bîrkirin. Me bi dijwarî li ser
temelavêtinê Ecevît riswa û şermezar kir. Silogan û dirûşmên me yên wê rojê
digeyîştin asîmana. Wisan ku wî nekarî axaftina xwe biqedîne. Dev ji axaftinê
berda û bi mera ketibû polemîk û gengeşiyê. Ew li ser kursiya axaftinê û em jî
li erdê me siloganan davêt. Paşê gelek hêrs bû, bernama xwe di nîvî de hişt û
vegeriya.
Ecevît û Sedam
gelek dostên baş bûn. Pelixandin û çewsandina kurda wan zêdetir nêzîkî hev
kiribû. Her dukan ji xwe re digotin “solcî” ango çepger. Navê partiya yekî
Partiya Bees yanî Partiya Ereb a Sosyalîst bû, navê partiya yê din jî Partiya
çep a Demokratîk bû. Belê, belkî kêşeya Kurd nebûya ew herduk partî jî wê Çepger
bihatana hisabkirin. Lê pirsa Kurd bû sebeb ku navê wan nîjadperest û şovenîstan
kete dîrokê. Pirsa Kurda serê wan her dukan jî, xwar. Lewra ye ez bêjim ku
Xwedê, fermana wan jî, bi hev ra rakir. Ew roja ku qerarê îdamkirina Sedam hate
dayîn, Ecevît jî mir. Sed heyf û mixabin ku, Ecevît, daxilbûna Kerkûkê bi ser
Kurdistanê ve nedît û mir.
Dîsan sed heyf
û mixabin ku Kurdistanek hevgirtî û Serbixwe çê nebû û ew her duk zalim ji
dinyayê koçebar dibin. Di karîkatorek kovarek Başûr de, li ser Ecevît weha
hatibû gotin. Dîbînin ku vaye Ecevît pir xemgîn e. Jê pirs dikin ka gelo çima
wisan xemgîn û bi mereq e. Ecevît jî dibêje ku Çawa xemgîn nebim, tirsim ku ez
nemirim û Kurdistan çê be. Dibêje: Her kî vê karîkatorê çê kiribe mala wî ava.
Bi rastî jî tirsa Ecevît a herî mezin çêkirina Kurdistanê bû. Vaye salek e ku
Kurdistana Başûr ber bi Serxwebûnê ve diçe, ez bêjim ku lewra Ecevît jî 172
rojan ketibû tayê mirinê û di halê qomayê de bû. Lê xweziya emrê wî wefa
kiribûya ku vaye Kerkûk jî daxilê Kurdistanê bû. Çî bêjin emrê fanî, lêda çû…
Seyr e ku
çepên Tirk jî, piraniya wan xwe ji dîlana Ecevît nedane berbipaş, Daxuyanî li
ser daxuyanî bi hev re kente reqabet û berberekaniyê. Aferîn ji wan ra, Kurdek
bi navê Ziya Gûkalp berî çend sala binyata Turkayetiyê danî bû. Kurdek din bi
navê Bulent Ecevît ji vê şopê carek din aj dabû. Ev tişt hetanî vira tê fêmkirin.
Lê, gelo çîz û hate ji bîrkirin ku Ecevît baştirîn dostê Fethulla Gûlên bû.
Fethula jî, serok tarîkat û şerîetxwazek berçav û bijare bû.
Baş tê zanîn
ku jiyana manewî ya Turkayetî her tim Kurda xemilandiye. Her weha jiyana sinet û
huneriya Turkan jî, her îro jî, bi dest hunermendên ku bi eslê xwe Kurd in, tê
xemilandin û xurt dibe. Ebdulla Cewdet, Îshak Sikutî, Ziya Gûkalp, Cemal Kutay,
Bulent Ecevît û bi dehan kes Kurdên nasiyar li ser ajdana netewayetiya Turk
gelek xebatên bi nirx kirin. Ji wan bê eslan rojekî tu kesî dilê xwe bi Kurdan
neşewitandin. (tenê A. Cewdet paşî ji vê rêya bêganeperest vegeriya ser rêya
şerefê û ji wî) Lê ya seyr û ecêb ew e ku bîr û raya rast û çep a Turkan jî,
rojek ji rojan, ne gotin ku Kurda bi me re gelek qencî kirine, em jî li wan bene
rehmê. Misilman jî dîsan wisa. Selehedînê Eyûbî, paşmêrê Îslamê bû misliman,
dostê wî bûn, lê dijminahiyê bi Kurdan re dikin, Tirk û Ereb û Farsên misliman…
Yanî neyarê babê dostê kurê ne, hemû ji bere ve…
Ecevît ku ji
qedîm ve wekî Heqxwaz tê nîşandan, ma ne dizanî ku Kurd ji milletek in û heqê
wan jî heye? Ma ne mumkune ku ne zanibe? Her weha xwe tu carî li himber Kurda
dîyndar hesab nekir û rûyê wî ne êşiya derheqê Kurdan de. Kurda jî re gotibûn
Qereoxlan. Ji mihiba dilê xwe jî re gotibûn Qero. Lê ewî tu carekî guhdariya
Kurdan nekir. Niha her kes sersaxiyê dide xwegirtî û şagirtên Ecevît. Gelo wê di
qebir de bikaribe baş û bê xem razê yan na? Xwedê pê dizane. |