 |
Selah Muradî
Sibêdeya roja sêşem, 21.11.2006’an,
“Piyar Cimeyîl”, Wezîrê Pîşesaziya dewleta Lubnanê hate terorkirin. “Piyar
Cimeyîl” endamê Bizava Siyasî Mesîhî ya “Palanj”ê û yek ji dijberên Sûriyê di
kabîneya Fuad Sînyora, Serok Wezîrê
Lubnanê û serokê girûpa 14’ê
Marsê bû. |
|
Endamên vê girûpê li pey terorkirina
Refîq Herîrî, karîn ji ber dijber’kirina li tevî hebûna hêzên Sûriyê di Lubnanê
de û maytêkirina Sûriyê di kar û barên hundirîn yên vî welatî de, di
hilbijartinên Parlemanê de piraniya dengan bidestve bînin û dewleteke demokratîk
û serbixwe li dijî Sûriyê pêk bînin. Lewra ew ketin ber kerb û kîna rejîam Bees
ya Sûriyê û heya hin caran jî rasterast û nerasterast gefa kuştinê ji wan hate
kirin.
Di du salên borî de, dewleta Lubnanê
ber bi guhertinên demokratîk û pêkhatina welateke xweser gav avêtiye û eva
pêncemîn kes ji dijberên Sûriyeyê ye ku di vî welatî de tê kuştin.
Her li şûn qewmîna vê terorê de,
pirsa vê çendê ku gelo birêvebir û biryarderên vê terorê dikare çi kes, alî û
welatek bibin? di raya giştî ya civaka navneteweyî de derkete rojevê. Rejîma
Bees ya Sûriyê bi liberçavgirtina vê yekê ku di terorkirina Refîq Herîrî de,
weke gumanbarê sereke neçar bû ji Lubnanê derkeve der û vî welatî bicî bihêle,
di vê kiryara terorîstî de jî wekî yekem berguman hate dîtin. Ji ber ku ew
guhertinên demokratîk yên ku di salên derbasbûyî li Lubnanê de pêk hatine,
qazanc û berjewendiyên Sûriyê di vî welatî de xistibûne ber tirsê û di nava
piraniya xelkê Lubnanê de ji hikûmeta Bees a Sûriyê re, ne tenê tu hezkirin û
hevbendiyek nehêlaye, belkî rûçikek xirab jê re bicih hêlaye. Lewra ye, bi
liberçavgirtina rewşa aloz ya siyasî a Lubnanê û dijheviyên navbera partî û
aliyên siyasî û olî ên cuda cuda û ji hemûyan girîngtir, hebûna alîgir û
kirêgirtiyên Sûriyê di hikûmeta Lubnanê de (weke Îmîl Lahod, Serok Komar û
Hizbulaha Lubnanê û endamên wê di Parleman û kabîneya Sînyora de) egera vê çendê
gelek xurt e ku dewleta Sûriyê ji bo lawazkirina dewleta Fuad Sînyora û pêvajoya
demokrasîxwaziyê di Lubnanê de rastî têkçûnê bike, dest bavêje terorkirina
dijberên xwe di kabîneya Sînyora de û bi vî awayî vê dewletê neçar bi
paşdekişyanê bike.
Egera vê çendê heye ku piştî Sûriyê,
Komara Îslamî ya Îranê wekî aliyekî din di terorkirina “Piyar Cimeyîl” de dest
hebe, li dor vê pirsê jî bas û nîqaş di holê de ne. Komara Îslamî ji rêya
avakirin û hevkarîkirin tevî Hizbulaha Lubnanê, hertim maytêkirin di nav kar û
barên vî welatî de kiriye. Di havîna îsal jî bi haydana Hizbulahê ji bo
rehîngirtin û kuştina hêzên Îsraîlê şereke kavilker û bê sedem bi ser Lubnanê de
sepand. Komara Îslamî jî her wekî Sûriyê guhertinên demokratîk yên Lubnanê di
berjewendiyên xwe de nabîne. Ji ber vê çendê ku piraniya endamên Parlemana
dijberê Sûriyê ya Lubnanê û kabîneya Fuad Sînyora, piştî derketina hêzên Sûriyê
ji Lubnanê û nemaze li pey şerê navbera Hizbulaha Lubnanê û Îsraîlê û cihgirbûna
hêzên aştîparêz ên navneteweyî û hêzên Arteşa Lubnanê li Başûrê vî welatî de,
dixwazin ku ev girûpa terorîstî çekan danê û dawiyê bi destêwerdana rejîma Îranê
di welatê xwe de bînin. Çekjêstandina ji Hizbulahê tev hewl û xebatên rejîma
Îslamî ya Îranê bi armanca pêkanîna alozî û tevliheviyan di nava axa Lubnanê de
bêencam dike û ji vê girûpa terorîstî weke hêzeke kirêgirtî û alîgirê Komara
Îslamî ku herdem ji bo terorkirina neyar û dijberên xwe li seranserî cîhanê de û
pêkanîna astengan di pêvajoya aştiya navbera Îsraîl û Felestînê de bi kar aniye,
bi hêzeke siyasî diguhere ku divêt di çarçoveya qanûnên hundirîn yên Lubnanê û
zagonên navneteweyî de bilive û tevbigere.
Ji aliyekî din ve guhertinên
demokratîk yên Lubnanê û dewleta Fuad Sînyora ji hêla welatên demokrasîxaz ên
Rojava ve bi taybet Amerîkayê bi xurtî piştgirî jê tê kirin û ev welatene
cîgirbûna demokrasiyê di Lubnanê de, di pêvajoya cihgirkirina demokrasiyê di
welatên Rojhilata Navîn de dibînin. Lewra ye Komara Îslamî û dewleta Sûriyê ku
di eniya terorê û li dijî demokrasiyê de cîh girtine, ji tu kiryarekê bona vê
çendê ku pêvajoya demokrasîxwaziyê di Rojhilata Navîn de rastî têkçûnê bikin,
xwe naparêzin.
Wergeran: Azad Kurdî |