|
qanûnê bi keyf û pêxweşbûna
xwe
bi kar tîne û heya Weliyê Feqîh jî
li serveyî yasayê ye, yanî qanûn di xizmeta desthilatê de ye. Lewra di çarçoveya
rejîma Komara Îslamî ya Îranê de hilbijartin, mana û têgeha xwe ji dest daye. Ji
ber ku di rejîma Îranê de hilbijartin xistine xizmeta îdeolojiya daxistî û hişk
ya olî û tevî nêrîn û ramanên paşketî û paşverû ya desthilata “Welî Feqîh”
hatiye têkelkirin.
Giringtir ji vane jî, berevajî
hilbijartinên rastîn, civatên xelkê nikarin rola xwe ya sereke bilîzin û divêt
berfermanê desthilata Weliyê Feqîh bin û ji sîbera desthilata olî dûr nekevin.
Di rastî de hilbijartin bona vê
çendê ye ku gel desthilata xwe di guhertinan de bi kar bîne û sîstema hikûmetî
ji başê ve bo baştirbûnê biguherîne û serweriya xwe biparêze. Li ser vê bingehê
ye ku di welatên demokartîk û gelî de desthilatdar xwediyê qanûnê ne. Bi
wateyeke din, berî hilbijartin û paş hilbijartinê, qanûn serdest e û tu girûp û
desteyekê mafê maytêkirin di hilbijartinê de tune ye.
Di Komara Îslamî a Îranê de Weliyê
Feqîh xwe li serveyî qanûnê dihesibîne, lewra ye hilbijartin di Komara Îslamî ya
Îranê de bi sedema destêwerdan ji aliyê lotika desthilatê ve û hebûna navendên
ne hilbijartî, dibe desthilateke ne demokratîk.
Hilbijartin bingeheke girîng a
demokrasiyê ye, heke pîvan û mercên vê bi awayekê rast û dirust werin cîbicî
kirin. Nexa hilbijartin bi tenê nikare demokrasiyê misoger bike. Rejîmên ne
demokratîk hilbijartina rûyekî, yek ji rêyên rewa û berheqdayîn bi desthilata
xwe bi kar tînin.
Di sîstema ne demokratîk û daxistî
de, hilbijartin bê rikeberiya siyasî tê encamdan û desthilat û heyîn di destê
girûp û desteyekê de dimîne. Taqim û girûpa serdest û berjewendîxwaz ku bandor
li ser biryarên dewletê de heye, tenê li pey vêc û qazanca xwe ne û ev qazanc û
berjewendiye tevî berjewendiyên giştî yên civatên xelkê hev nagire, lewra
civatên xelkê bona beşdarîkirin di hilbijartineke rûyekî de nirxek û bihayên
giran didin. Mînaka vê beşdariya berçav a xelkê Îranê di gera heftemîn ya
hilbijartina Serok Komariyê de bû, çimkî di çarçoveya desthilata ne demokratîk
ya rejîma Îslamî a Îranê de, bêy guhertinên bingehîn di sîstema siyasî ya rejîmê
de reform bê mana û bê wate ne.
Di rejîma Îslamî ya Îranê de ji
yekemîn hilbijartinê ve heta niha bi kiryar nirx û giringiyek ji dengê xelkê
Îranê re bi giştî nehatiye dan û desthilatdarên welêt bêy guhdan ji raya giştî
re tevgeriyane (liviyane). Giringî nedana karbidestên rejîmê ji rêxistinên
demokratîk re ku çavkanî û bingeha sereke ya raya giştî ne, vê yekê dide kifşê
ku hilbijartina rast di Komara Îslamî de cihek nîn e.
Yek ji sedemên girîng ên din yên ne
demokratîkbûna hilbijartinê di Komara Îslamî de, li ber çav negirtina rê û
rêbazên rast yên hilbijartinê ye, çimkî hilbijartina demokratîk li ser bingeha
parvekirina desthilatê hatiye kanalîzekirin. Lewra di çarçoveya rejîma Komara
Îslamî ya Îranê de hilbijartin wateya xwe ya rastîn ji dest dide.
Faktera girîng ji bo parastina
mercên hilbijartinê, pêkanîna rewşekê ye ku tê de hemû hêzeke siyasî karîn û
şiyana kar û çalakî û biryar û tekoşîna siyasî hebe, herwiha opozîsyon di qad û
meydana hilbijartinê de beşdar bibe. Lê di rejîma Îslamî ya Îranê de, hêz û
kesayetiyên serbixwe yên siyasî, karîna beşdarîkirin di hilbijartinê de tune ye.
Ji hemûyan girîngtir kultur û çanda
siyasî ya hilbijartinê di çerçoveya rejîma Îranê de ciheke wiha nîn e, çimkî bi
sedema nebûna kultura siyasî ya hilbijartinê û pêrewînekirin ji yasa û bihayên
sincî yên civakê, ji 40 milyon mirovên xwedî deng di Îranê de, tenê qaseke kêm
ji wan di çarçoveya desthilat û hilbijartinê de hatine cihgirkirin. Her bi
sedema riziyok û gendeliya diravî – îdarî û nebûna nirx û pîvanên demokrasiyê û
azadiya çapemeniyê û ... di rejîma Îslamî ya Îranê de, hilbijartina nûneran ji
bo meclisê yan Şêwrên Gund û Bajaran di zirûfeke nedemokratîk û newekhev de dûr
ji rastiyê ye. Çimkî dezgehên nehilbijartî yên fîltêrdanînê, mîna Konseya
Parêzvanan û Şêwrên pêkanîna ewlekariyê di parêzgehan de, roleke rasterast li
ser anîne rojeva berbijaran heye. Yanî mohreyên cihê baweriya rejîmê ne, ne yên
civatên xelkê.
Nedemokratîkbûna desthilata
yasadanînê, dadwerî û birêveberî, zalbûna sîstema îdeolojiya req û hişk ya olî
bo midehê nêzîk 28 salan, bandor li ser encamên hilbijartinan hebûye. Her çend
ku Îran wek yek ji welatên herî kevn yên Rojhilata Navîn tê hesibandin, dîroka
hilbijartinê di vî welatî de vedigere bo sed salan berî niha. Cuda ji yek du
gerên hilbijartinê, tu demekê di Îranê de hilbijartin bi awayekî demokratîk
birêve neçûye. Her wekî me bas kir çimkî bingeha rejîmê li ser îdeolojiya tund
ya olî hatiye damezirandin û Mela tenê bi desthilata mizgeftê razî nabin û
minbera xwedê perestiyê ji bo minbera desthilata siyasî diguherînin.
Dîsan her çiqas ku rejîma Îslamî ya Îranê xwe weke rejîmeke Komarî pênase
dike, lê ji ber ku zagona bingehîn ya Îranê bi yek ji qanûnên herî aloz tê
hesibandin û gelek navendên xwedî desthilat û biryarder weke Konseya Parêzvanan,
Civata Diyarîkirina Berjewendiyên Nîzamê û ... hene, ev navendên nedemokratîk di
qanûna bingehîn ya Îranê de xwediyê desthilateke bêsînor in û bi hêsanî dikarin
biryarên navendên bi rûyekî hilbijartî, hilweşînin.
Di asta herî bilind ya desthilatê de
jî Weliyê Feqîh rawestaye ku pêka teoriya “Welayeta Feqîh”, ji aliyê Xwedê ve
desthilat jêre hatiye dan. Lewra di zirûfa niha de hilbijartin rasterast yan
nerasterast di bin çavdêriya “Weliyê Feqîh” de birêve diçin, cehd tê kirin ku
encama wê ciyê razîbûna Wliyê Feqîh be.
Ji ber wê yekê rewşek pêk hatiye ku
xelkê Îranê bi giştî nizanin ku welatê wan bi çi sîstemekê tê birêve birin. Ji
aliyeke din ve jî wate û maneya maf di dengdanê de, di sîstemeke
demokratîk de. Di bingeh de mijara dengdanê ew maf e yê ku hevwelatiyekê heye,
lê di rejîma serberedayî ya Îranê de dengdan rasipardeyek e li ser milê
hevwelatiyan bona parastina berjewendiyên rejîma olî.
Beşdarînekirina xelkê Kurdistanê di
hilbijartinên rejîmê de hilgirê peyama nerazîbûnê bûye. Ev pêvajoye ji
beşdarînekirina xelkê Kurdistanê di refrandoma dengdanê ji bo diyarîkirina
sîstema siyasî ya welat di sala 1358(1979)’an ve dest pê kir û hetanî niha jî
didome. Bêalîbûna xelkê Kurdistanê di hilbijartinên rejîmê de wiha lêkiriye ku
hertim Kurdistan xwediyê kêmtirîn asta beşdariyê di Îranê de be. Eva jî peyamek
e ku bi sala ye xelkê Kurdistanê di pêxema bidestveanîna mafên berheq yên xwe,
bi guhê karbidestên rejîmê gihandine.
Bi kurtî, encama sîstema
hilbijartinan di çarçoveya rejîma Komara Îslamî ya Îranê de ji bilî bê bawerî bi
hilbijartinê, xwe dûrgirtin ji beşdarîkirinê, giringînedan bi piropagendeyên
rejîmê bona hilbijartinê, bê hitbarî ji wan kesan re ku bi rûyekî mîna nûnerê
xelkê diçine meclisan û ... tu tiştek din jê nakeve. |