|
Wergeran ji Soranî bo kurmancî. Azad
Kurdî
Beşa 1
Temûr Mistefayî (*)
Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê
û valabûna ort û meydana xebat û tekoşîna siyasî di Îran û Kurdistanê de, PDK
Îranê di bin rênîşandayîna Komîteya Navendî û fikr û ramana hûr, jîr û zîrekane
ya rêberê navdar yê gelê me, şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo di
11.12.1358’an ya Rojî (03.03.1980) tekşîna xwe ya aşkera îlan kir. Di vê qonaxa
xebatê de, rêberiya partiyê ji bîr û ramanên “Tûde” (Komonîst), eşîrî, demokrat
û netewexwaz pêk hatibû û ev raman bi hev re têkel bibûn. Nûner û serkêşê hizr û
ramanên Komonîstî (Tûdeyî) di rêberiyê de Xenî Bilûriyan û Mihemedemîn Seracî
bûn, nûner û serkêşê ramana netewexwazî û demokrat Dr. Qasimlo bû û çend kes jî
nûnerên ramana eşîretiyê bûn.
Ev bîr û ramanane di salên derbiderî
û xerîbiyê de, bi sedema dûrbûn ji welat û nebûna têkiliyên wan yên rasterast bi
xelkê re, bi her awayekê be li hev hatibûn û dengvedana hizr û ramanên wan di
çarçoveya wan kasan de bû ku li mişextîbûn û xerîbiyê dijiyan, lê bi sedema
dereng vegeriyana wan ew jî bêwext û dereng ji bo Kurdistana Îranê û çêkirina
peywendiyan tevî civatên bicoş yê xelkê û nemaze ciwanên xwendekar di hundirê
welat de, di wê demê de gelek partiyan di nava gel de ji xwe re tagirî kiribûn û
bala gel bo aliyê xwe rakişandibûn. Lê dîsan ji ber hitbarekê ku PDK Îranê li
Komara Kurdistanê û bizava çekdarî ya salên 1346 -1347 (1977 – 1978)’an jêre
bicî mabû, di bin fikr û ramana hûr û zîrek ya Dr. Qasimlo karî xelkek zaf li
dora xwe kom bike. Di vê çax û dewranê de her yek ji wan sê ramanane ku me qala
wan kir, hawilandine alîgirên herî zêde li dora xwe kom bikin, heta belkî
bikarin di kongireya 4’em de ku di pêş de bû, rêberiya PDK Îranê bidestve
bigirin û partiyê ber bi wê rêbaz û aqarê bibin ku tevî bîr û ramana wan hev
digre.
Di vê pirsgirêkê de Partiya “Tûde”
(Komonîst ya Îranê) û Komara Îslamî betal nerûniştibûn û bi hemû hêz û qaweta
xwe a madî û menewî pişta fikr û ramana Komonîstî ya nava PDK Îranê girtibûn, ji
bo vê nifûza ku “Tûde”yiyan li dirêjiya dîroka partiyê de cehd kirine di nava vê
partiyê bi dest bixin û bi şandina endamên xwe bo nava Partiya Demokrat û
piropagendekirina awayên bîr û ramana “Tûde”yî hewl û bizava xwe ya herî xurt
dan.
Ev rêzbendiya ji berî Kongireya
Çarem ve heta nava hola Kongireya Çarem bi awayekî sîstematîk berdewam bû.
Kongireya Çarem bi vê hevdudanî û pêkhateya ku me bas jê kir, tevî hejmarek
nûnerên nû hatî ku heya wan ji rewş û pêvajoyên hundirîn yên PDK Îranê nebûn,
hat lidarxistin. Encama Kongireya Çarem herçiqas ne dilxwaz bû, lê her ev hinde
ku kesên weke Kerîm Hisamî û Mihemedemîn Seracî deng neanîn, bi xwe curek ji
serkevtinê ji bo aliyê demokrat û netewexwaz dihat hesibandin. “Tûde”yiyan ku
serkevtina dilxwaz ya xwe di kongirê de bi dest nexistibû, heta bikarin li gorî
dilê xwe, Xenî Bilûriyan bikin Sekreter û xwe jî di Deftera Siyasî û Komîteya
Navendî de bibin piranî, vê carê bizav dikirin bi her awayekê bibe cihpêyeke
xurt û qahîm di nava endamên partiyê de ku piranî ciwan û kêmezmûn bûn, ji xwe
re vekin ku di vê çendê de heta radeyekê pêş ketin û Xenî Bilûriyan jî weke
endamê Polîtbîroyê hate hilbijartin.
Yek ji xalên pejirandî yên kongireya
çarem, domandina gotûbêjan tevî Komara Îslamî bû, her çend pesendkirina vê
biryarê jî nekarî berlêgirtinê ji siyaseta şerxwaziya Komara Îslamî bike. Piştî
çend mehan ji bi nav gotûbêjan, rejîmê merem û niyeta qirêj û gemar ya xwe nîşan
da û her di nava rojên birêveçûna Kongreya Çarem de bû ku êrîşa xwe li bajarên
Pawe û Kamyaranê ve ji bo herêmên azadkirî dest pê kir û li pey bi dawî hatina
Kongreya Çarem jî, partiyê xebateke zaf kir heta gotûbêj berdewam bibin, belkî
pirsgirêka Kurd ji rêya diyalog û gotûbêjan ve were çareserkirin. Hetanî piştî
gelaleya 26 madeyî ya şanda nûneriya gelê Kurd ku negihîşt tu encamekê. PDK
Îranê di hewldaneke din de ji bo ku gotûbêj rastî encamekê werin, gelaleyeke 6
madeyî pêşkêşî dewletê kir ku ew jî bêbersiv ma.
Girûpa “Tûde”yî ya nava PDK Îranê bi
handana Partiya “Tûde” gişt hewla xwe didan, ji ber ku bi her awayekê be, tevî
Komara Îslamî li hev bihên û delîl û belge dianîn ku ji ber vê çendê rejîma
Komara Îslamî rejîmeke dijî Împeryalîstî ye û divêt em digel de li hev bikin û
bi “xwedgerdanî”yê ku dirûşma wê demê ya Partiya “Tûde”ê bû, razî bibin û çekên
xwe danên, lê ji vî alî ve rêberiya partiyê tevî hestkirin bi berpirsiyariyê
amade bû gotûbêjan ji bo bidestveanîna Otonomiyê bidomîne. Her di wê demê de jî
xuya dikir, heta rejîma Komara Îslamî mafê Otonomiyê ewle neke, partî hazir nabe
çekê danê. Ev arîşe hetanî bervar 25.03.1359 (15.06.1980) dom kir ku Taqima 7
kesî: Xenî Bilûriyan, Rehîm Seyfê Qazî, Fewziye Qazî,
Nevîd Muînî, Farûq Keyxusrewî, Ehmed Ezîzî û Mam Hêmin
(hewceyî gotinê ye ku piştre bi biryara partiyê navê Mam Hêmin di vê lîsteyê de
hate avêtin û heya ji wê demê şûn de ji helbest û nivîsarên wî di radyo û
çapemeniyên partiyê de mifah jê tê standin) di daxuyaniyekê de îlan kirin ku bi
pêrewî ji rêbaza diyarîkirî ya Kongra Çarem dê biçin hembêza rejîmê û bi gotina
xwe, wan banda Qasimlo der xistiye. Di vê daxuyaniyê de gelek tomet û buxtan ji
rêberiyê û bi taybetî şexsê Dr. Qasimlo hatibûn dayîn. Wan di daxuyaniya xwe de
PDK Îranê bi “ladan” (derketin) ji rêbaza Kongreya Çarem û xwe bi pêyrewên
Kongreya Çarem hesibandinbûn. Eva di demekê de bû ku bernameya partiyê di
Kongireyê de hatibû pejirandin ku ew rastî têkçûnê hatibûn. Di vê daxuyaniyê de
hatiye: “Komîteya Navendî ya Partiyê di vê demê de bi cehd û hewla birayên wan
yên Pasdar pir cinayet encam dane ku wan jî bona vê çendê ji bo civatên xelkê û
endamên partiyê di vê derheqê de tu tiştek kifş û eşkere nekirine, xwe bi
tawanbar dizanin.”
Herwiha di namîlkeya xwe de gotine,
li Kurdistanê du enî hene: Eniya salim û şoreşvan ku dizanin û fêm dikin ku
parastina şoreşê li tirsa kompiloyên Împeryalîstî ji hemû tiştekê li pêştir û
girîngtir e, eniya din ne salim û dijî şoreşê ye ku destperwerdeyên Oweysî û
Palîzban in ku tê nagihîjin û dar û destekê Împeryalîstê ne, her ew edebiyat e
ku partiya “Tûde” (Komonîst ya Îranê) bikar dianî.
Di rûpela 8’an ya namîlkeya xwe de
anî bûn: “Bi rohnî û bi bêy dudilî divêt em bibêjin ku ev şerê birakujiyê û
berhema nesalim ya dijî gelîbûn û dijî şoreşê her du li aliyên eniya dewletê û
eniya Kurdistanê ye. Di bûyerên sala borî yên Sine de, xelkê bi çavê xwe kesek
dîtine ku li rex çepera şer xwe veşartibû û bi avêtina guleyekê bi padganê,
guleyekê ji xelkê re davêje.”
Di rûpela 18’an ya vê namîlkeyê de
hatiye:
“Divêt têdîtinên partiya Bees ya
Îraqê bi yek ji sedemên helwesta girûpên beşdar di doza Kurdistanê li dijî
şoreşa Îranê de bibe û ... niha tirsa vê yekê heye ku Kurdistan bi tevahî bibe
cihê Bees a Îraqê û kirêgirtiyên Amerîkayê û kompiloyên berfirehtir di vê
derbarê de di berhevkiriyê de be.”
Bi kurtî wan di daxuyaniya xwe de
PDK Îranê girêdayî bi rejîma Bees ya Îraqê bi gotina “Tûde”iyan eyada
Împeryalîzmê bi nav dikirin û digotin Dr. Qasimlo heşt milyon Dolar ji NATO’yê
ji bo dijberîkirina bi şoreşa Îslamî re wergirtiye.
Balê bidin wan buxtanên neheq ku
taqima 7 kesî ji bo xweşxizmetîkirinê bi Komara Îslamî ji PDK Îranê re didan. Ji
aliyekê şer tevî Pasdarên dijî şoreşê û dagirker ku bi emr û fermana Îmamê wan
yên kevneperest û kerb û kîn li dil, kuştina mirovên Kurd tenê bi sûç û guneha
mafxwaziyê wekî cîhada Ekber û xizmetkirin bi Îslamê dizanî û rehm û dilovanî bi
mezin û biçûk û jin û zarokên vî gelî nedikir. Van birayên taqima 7 kesî
(Pasdaran) tu cinayet û mirovkujiyên hov li Kurdistanê nemeşandin?
Ji aliyekî din ve PDK Îranê wekî
alîgirê rejîma Beesê binav dikirin. Piştî hilweşîna hikûmeta Beesê li Îraqê û
eşkerebûna dosyayan, çawanî û awayê têkilîkirina Partiya Demokrat bi hikûmeta
Beesê re kifş û ron bûn, hate zanîn ku ev partiye di têkiliyên xwe tevî hikûmeta
Beesê de serbilind û serfiraz e û ne tenê tu karek nekiriye ku şermê jê bike,
belkî her li gorî wan belgeyan derket holê ku PDK Îranê çawa di derbaskirina
xebatkarên Kurdên Îraqî ji destê rejîma Beesê de xebitiye û berpirsiyarên
Ewlekariya Beesê bi çi awayekê hewil dane berpirsên vê partiyê ji ber
rizgarkirina xebatkarên Kurd ên Îraqî di bin zêrevanî û çavdêriya dezgehên
ewlekarî û sîxoriya xwe ve bigirin.
Lewra di vê derbarê de rûreşî ji bo
Taqima Heft Kesî ma û dimîne ku çawa ev buxtan û tometene ji PDK Îranê didan.
Sedema bingehîn ya cudabûn û
veqetiyana Taqima 7 Kesî, di rastî de du tişt bûn, yekem di bin bandora Partiya
“Tûde” (Komonîst ya Îranê) û rênîşandayînên wan dixwastin rêberiya Partiya
Demokrat bi destve bigirin. Bi vî awayî şûnpêyekê ji bo partiya “Tûde” ya mirî û
demborî li Kurdistanê vebikin, partiya “Tûde”eyeke fenabûyî û bednav ku dixwast
ji xweştevîbûna PDK Îranê mifaheke xirab û nebaş bistîne.
Sedema duyem bêziravî û newêriya wê
taqimê û dar û destekên wan bûn ku şiyan û karîna şoreşkirinê nemabû û dixwastin
teslîm bibin û ji bo vê meremê neçar bûn teoriyan ji xwe re bitraşin ku dibêjin
rejîma dijî Împeryalîstî ye û di wê qonaxa xebata dijî Împeryalîstî de, divêt
her tiştek goriyê vê cure xebat bihê kirin, heta demokrasî û mafên neteweyî jî
ku felsefeya hebûna pêkhateya PDK Îranê bûn, di pêxema wê de bihên gorîkirin ku
eva jî bi tu awayekê ji aliyê rêberiya partiyê ve nedihat pejirandin. Lewra
piştî helwesgirtina Taqima 7 Kesî, şehîdê nemir Dr. Qasimlo li Mehabadê ji xelkê
re axivî û ragihand ku taqima 7 kesî dibêjin werin em çekê danên û teslîmê
rejîmê bibin, xelkîno hûn çi dibêjin? Em çekê danên an nedanên? Di bersivê de
xelkê hawar dikir: “Em çekê nadanên û dê xebatê bikin”. Piştî vê civînê
nasnavê Taqima Îxanetkar ya Heft Kesî li ser wan danîn û ew bi xayîn nasîn û
xelkê bi tomarnameyan piştgiriya xwe ji rêberiya PDK Îranê xuya kir.
Piştî wê helwestgirtina Taqima 7
Kesî, hejmarek ji komîte û endam û heta rêxistina ciwanên partiyê tevî girûpa 7
kesî çûne bo nava rejîmê û hindî şiyan û pê çêbûn, xizmet bi Komara Îslamî kirin
û sîxor û ajanî li ser xelkê û xebatkarên demokrat kirin. Partiya “Tûde” û
Çirîkên “Ekseriyet” (Piranî) jî bi derkirina daxuyaniyan, piştevanî ji Taqima
Heft Kesî kirin, lê ji aliyê xelkê ve girûpa 7 kesî ku bêhisab mabûn û nasnavê
xayîn li ser wan hatibû dayîn, gelek zû di sê beşan de bûne bilqên ser avê û ji
nav çûn, heliyan û dawî bi wan hat. Beşa yekem bûn bi parek ji rejîmê, wekî
Farûq Keyxusrewî û ... . Beşa duyem beriya kongireya 7’emîn daxwaz kirin vegerin
nava partiyê, Komîteya Navendî ji wan re ragihand ku dikarin vegerin bo nava
partiyê, lê berî vê çendê ku vegerin, divêt helwesta xwe li hember çalakiyên xwe
ên berê hem li dor siyaseta wê demê ya girûpa 7 kesî ku tevî tevgera neteweyî –
demokratîk ya xelkê Kurdistanê dijminahî hebû, rohn û kifş bikin, hem bername û
pêrewa hundirîn ya PDK Îranê bi wî awayê ku di kongireya 6’an de hatiye
pejirandin, qebûl bikin. Wê demê partî dê çaxekê ji wan re diyarî bike, heke di
vê demê de dilsozî û niyaz û merempakiya xwe bi kiryar nîşan dan, wê gavê dê
take tak wekî endamên partiyê bihên wergirtin. Ev helweste di du waran de rast û
dirust bû, yekem eva ku hesta tolhildanê tê de nebû, duyem PDK Îranê weke
partiyeke berpirsiyar û sîngvekirî rêyê li tu hevwelatiyekê bona beşdarîkirin di
xebatê de nagire û vê dîtin û nêrîna xwe divê bi awayê nivîskî bidin partiyê ku
li gorî vê şert û mercê çend kes ji wan vegeriyan bo nava partiyê. Beşa sêyem jî
di daxuyaniyeke fermî de xwe hilweşandî îlan kirin. Piştî vê çandê hejmarek ji
wan çûne hembêza partiya dayîk ya xwe “Tûde” (Mihemedemîn Seracî û Xenî
Bilûriyan) û Xenî Bilûriyan dest bi cî bû endamê Deftera Siyasî ya Partiya
Komonîst ya Îranê (Tûde). Aqibet navek ji wê girûpê nema û niha jî xelkê
Kurdistanê weke beşek ji dîrokê lêdinihêrin.
Li vir ji bo dawiya vê beşê ji
nivîsarê, ez dê qala gotineke Şehîd Dr. Qasimlo derheq Xenî Bilûriyan bikim: Dr.
Qasimlo di sefereke xwe ya Ewropayê de Xenî Bilûriyan dibîne û Xenî Bilûriyan
jêre dibêje: “Ez li vir (Partiya Tûde) ji bo ve kar dikim!”
Dr. Qasimloyê nemir di bersiva wî de
dibêje: “Ez baweriyê bi te dikim, ji ber ku vê demê ku tu di nava PDK Îranê de
bûyî, te bo Partiya “Tûde”ê kar dikir, lewra niha jî ku tu di nav Partiya
“Tûde”ê de yî, ji bo me kar û xebatê dikî”.
(*) Endamê Deftera Siyasî ya PDK
Îranê
Çavkanî:
1. Nivîsara taqima 7 kesî
2. Gotara Dr. Ebdulrehman Qasimlo
3. Rapora Komîteya Navendî ji bo
Kongireya Heftem
Dûmahî heye... |