|
Têmûr Mistefayî (*)
Wergerandin bo Kurmancî: Omîd
Esxeran
Beşa 2
Taqima Heft Kesî eger çi veqetiyana
xwe îlan kirin, lê yan di bin rênîşandayînên partiya “Tûde” yan bi her sedemeke
din di partiyê de xîmbir nebûn û her heyamekê piştî cudabûnê paşmayiyên vê hizr
û ramanê bi awayekî din dubare serhilda û Rehman Kerîmî ku endamê Komîteya
Navendî bû di kilaseke Kadroyan de ku di payîza 1359 (1980)’an de pêk hatibû,
ragihandibû ku Pasdar nîhada şoreşê ye û şerkirin tevî Pasdaran liv û tevgereke
dijî şoreşgerane ye û li pey heyameke kurt xwe gihande cem hêzên Niho û Simko û
li wir tevî Senar Mamedî û Cehangîr Îsmaîlzade ku endamên Komîteya Navendî bûn û
curek nerihetî ji partiyê hebûn, hev girtin û bi hevahengî tevî hêzên rejîmê
şerê hêza Pêşmerge dikirin, heta li gor pîlanekê, rejîmê dixwast ji rêya Rehman
Kerîmî ve Senar Mamedî bigire, lê Senar Mamedî bi vê pîlanê haydar bû û Rehman
Kerîmî girt û îdam kir.
Hetanî piştî çûna Rehman Kerîmî
dîsan paşmayiyên hizr û ramana “Tûde”yî di nava partiyê de man û tirsinokane bi
awayekî veşartî mijûlê tagiriyê di nav refên partiyê de bûn. Ji aliyekê ve Dr.
Qasimlo bo ji holêkirina ev şêwaza hizr û ramanê di nava refên Partiya Demokrat
û sînordanîn di navbera partiyê û şêwaza ramana “Tûde”yî de û di heman demê de
ji bo nîşandana vê rastiyê ku di Sosyalîzma heyîn a vê demê ku nebûna
demokrasiyê wek kêmasiyeke xuya û berbiçav e, lewra armanca dawîn ya Sosyalîzma
Demokratîk berê di civîna Komîteya Navendî û piştre di kongireya Şeşem de anî
ber bas. Di vê demê de taqima bi cî mayî ya ser bi hizra “Tûde”yî bi xwe ketin û
dest avêtin piropagendeyeke berfireh û parek ji ciwan ji bo nîşandana rûreşî ya
Sosyalîstbûna xwe dest avêtin xwandina pirtûkên kevnbûyî yên çaxê Lenîn û Marks.
Ev pirtûkene her ji aliyê partiya “Tûde” ve hatibûn wergerandin û şirovekirin û
xwe ji bo şer di Kongireyê de li dijî Sosyalîzma Demokratîk û bi gotina xwe
piştevanî li sosyalîzma heyîn amade dikirin. Di Kongireya Şeşem de bi hatina
rojeva Sosyalîzma Demokratîk weke armanca pêşeroj ya partiyê, gengeşe û nîqaş bi
tundî dest pê kirin. Yek ji axafveran Celîl Gadanî bû, wî di axavtina xwe de
digot “Sosyalîzm pêşgir û paşgir hilgir nine û zêdekirina pêşgir û paşgiran
îxanete bi armanca sosyalîzmê ye”. Evên din jî hem bi vî awayî û derbarê vê
mijarê axavtinên xwe domandin, her yek ji wan di pirtûkekê de çend hevok û
gotinek Mars û Lenîn nivîsandibûn û li dijî Sosyalîzma Demokratîk wek fakt
(belge) dianîn, lê di encam de Sosyalîzma Demokratîk di Kongireyê de hat
pejirandin.
Piştî kongireyê rêberiya partiyê ji
wan kesên ku li dijî Sosyalîzma Demokratîk bûn re ragihand ku divêt ji bo
cihgirkirina vê biryarê di partiyê de hewl bihê dan, lewra ku niha Sosyalîzma
Demokratîk hatiye pejirandin û bûye rêbaz û baweriya partiyê, divêt ji bo
zeliqandina wê hewl bihê dayîn, lê alîgirên “Tûde”yî yên nav partiyê amade nebûn
biçine bin barê vê hizrê û dest avêtin piropagendeyan li dijî Sosyalîzma
Demokratîk, lewra ji aliyê rêberiya partiyê ve ji wan re hate ragihandin ku ew
nikarin endamê partiyê bin û li partiyê hatine derxistin. Çend kesan ji wan jî
qinaet kirin û di nav partiyê de man û tekoşîna xwe domandin.
Li pey Kongireya Şeşem û Heftem ku
hêdî hêdî di welatên Sosyalîstî û li hemû cîhanê de sosyalîzma heyîn ji bo aliyê
hiloşînê ve diçû, paşmayiyên hizr û ramana “Tûde”yî di bêdengiyê de mabûn û
xwediyê tekoşîneke wisan nebûn, lê taqimekê ku destebendî ji bo wan bibû çand û
kultur, dest avêtin bi birina kesên bê dîsîplîn û karneker û berdewam mijûlê
komkirina kesên bêdîsîplîn û bêxîret li derdora xwe bûn û her kesek ku ji aliyê
partiyê ve bi her sedemekê dihatin cezakirin, pêwendî jêre digirtin û bi taqima
xwe zêde dikirin û ew rewşe heta dihat bihêztir dibû û ji aliyê kesanekê ve
birêve diçû ku li Deftera Siyasî û Komîteya Navendî de berpirsiyarî hebûn û di
vê derheqê de bêdîsîplînî û karnekirin di bin serê van berpirsane de rû ji
berfirehbûnê bû û roj bo rojê usûl û nezm wateya xwe ji dest didan û partî ji bo
aliyê Anarşîzmê ve dibir.
Di wê demê de bû ku Dr. Qasimlo
daxwaz ji vê bandê kir ku dest ji wan karane berdin, lê bêsûd û fayde bû. Lewra
Dr. Qasimlo gihîşte vê encamê ku di kongireya heştem de çareseriyekê ji bo vê
pirsgirêkê peyda bike û ji bo vê meremê jî bi şêwirîn tevî çend hevalên Deftera
Siyasî biryar dan ku di Kongireya Heştem de hilbijartina endamên rêberiyê li gor
lîsteyeke fîks “sabit” be, wate her aliyek lîsteyek fîks bide û xelk ji lîst re
deng bide. Vê pêşniyarê di nav endamên rêberiyê de alîgir û dijberên xwe hebû,
lê Dr. Qasimlo li ser hilbijartin bi awayê lîsteya fîks biîsrar bû.
Banda navhatî bi xwe ketin û di
Komîteya Navendî û komîteyên bajaran de ji rêya deste û hevbîrên xwe ve hewl dan
ku zêdetirîn alîgirên xwe bibin kongirê û di dawiyê de piştî birêveçûna
konferansên bajarên Kurdistanê û derdora wan deftera siyasî ji bo hilbijartina
nûneran bo kongirê, Kongireya Heştem di roja 28’ê Befranbara 1366 (1987)’an de,
li bajarê Silêmaniyê dest bi xebatên xwe kir. Komîsyonên pêwendîdar bi
îdarekirina kongireyê hatin diyarîkirin. Kongireyê piştî 5 rojan, di roja 2’ê
Befranbarê (salroja damezrandina Komara Kurdistanê) dawî bi karên xwe anî. Beşa
yekem a karê kongirê deng wergirtin ji bo rewatî û meşrûbûna kongirê bû ku bi
hevra pişikdaran deng ji meşrûiyeta kongireyê re dan. Derheq Kongireya Heştem û
encamên vê ev çend xale ciyê baldan û lênihêrînê ne:
1. Di konferansên beriya Kongireya
Heştem de, nûnerên kongireyê bi awayekî demokratîk hatibûn hilbijartin û bi heq
nûrerê tim endam û Kadro û Pêşmergeyên partiyê bûn. Tu kesekê jî gazinde ji
şêwaza hilbijartina nûneran nekir û rewatiya kongireyê nexiste bin pirsyarê. Ger
wiha bû kongireyê him maf û him jî meşrûiyeta biryardanê li ser hemû asteng û
pirsgirêkên siyasî, rêxistinî û leşkerî û herwiha li ser guherîn yan neguherîna
bername û pêrewa hundirînê hebû.
2. Kongireyê piştî baseke dewlemend
û berfireh, bi tevaya dengan rapora Komîteya Navendî pejirand û biryara hewce li
ser guherîna hinek ji bendên bername û pêrewa hundirîn da û bi vî awayî yekîtiya
siyasî ya partiyê bi tevahî derket.
3. Di kongirê de pêşniyar hat kirin
ku ji bo hilbijartina Komîteya Navendî, lîsteya fîks hebe. Li ser vê
pêşniyarê nûnerên kongirê bi dûr û dirêjî wek alîgir û dijber peyivîn û kongirê
bi piraniya dengan, lîsteya “sabit” (fîks) pejirand. Çunkî kongire organa herî
bilind ya partiyê ye, bi vî awayî pêşkêşkirina lîsteya fîks bi tevahî
rewatiya xwe peyda kir.
4. Şeş kes ji endamên berê yên
Komîteya Navendî ku navê wan di lîsteya 25 kesî de hatibû, daxwaz kirin ku navê
wan di lîsteyê bihê derxistin. Heceta wan eva bû ku çunkî wan li dijî şêwaza
hilbijartin bi lîsteya fîks deng dane, nabe navê wan di lîste de hebe.
5. Di dawiyê de bi piraniya dengan
19 kes weke endamên Komîteya Navendî û 7 kes wek cîgir hatin hilbijartin.
Vêca bila em bizanin sedema vê çendê
ku hinek ji wan kesane li dijî awayê hilbijartin bi lîsteya fîks bûn, çi bû?
Delîla wan kesane eva bû ku goya ew
şêwaza hilbijaritnê li dijî demokrasî û pêrewa hundirîn ya partiyê ye, rast
nebû. Çunkî ji aliyekê di pêrewa hundirîn de şêwaza hilbijartinê nehatiye
diyarîkirin û ji aliyek din ve, kongirê jî wek organa herî bilind mafê wê hindê
hebû ku pêrewa hundirîn biguherîne.
Ewa kongire bû ku biryarê dide ku
gelo hilbijartin dê bi lîsteya fîks be yan bi awayê takekesî, eva nîşan
dide ku tu tişteke dijî demokratîk rû nedaye û kongireyê bi piraniya dengan û bi
awayekî demokratîk hilbijartin bi awayê lîsteya fîks pejirand.
Ya rastî eva ye ku piraniya ewên ku
li dijî lîsteya fîks rawestan, wisa difikirîn navê wan di lîsteya
pêşniyarkirî de nine, dema ku lîste hate pêşkêşkirin, şaş û çewtbûna vê dîtin û
nêrînê bi tevahî eyan û eşkere bû.
6. Lîst çawa hat amadekirin?
Di pêşde komîsyona hilbijartinê tevî
nûnerên hemû konferansan ku nûner ji bo kongireyê şandibûn, şêwirî û ewan navê
hevrêyên xwe ji bo endamên eslî û cîgirên Komîteya Navendî û herwiha bo ravêjkar
(şêwirmend)iyê pêşniyar kirin. Piştre hate ragihandin, heke kesek bi awayê
takekesî xwe bo Komîteya Navendî berbijar dike, bila navê xwe bide komîsyona
hilbijartinê, dûre komîsyona hilbijartinê bi şêwirîn tevî hinek ji endamên
birêveber, lîste kemiland û lîstek 25 kesî ji bo Komîteya Navendî amade kir.
Berî kemilandina lîste, Sekreter û
çend kes ji endamên Polîtbîroya Partiyê tevî zêdetir ji 10 kes ji endamên berê
yên Komîteya Navendî axivîn, bona vê hindê ku endametiya Komîteya Navendî ya nû
qebûl kirn. Lê mixabin parek ji wan rewşeke pir aloz û xirab pêk anîn û bi
baykotkirinê “Abstraksiyon” amade nabûn tevî Komîteya Navendî hevkariyê bikin.
Heta hinek ji wan piştî qebûlkirinê ji ber givaşa hevalên xwe poşman bûn!
7. Tevî vê çendê jî dîsan komîsyona
hilbijartinê bi dirust û hewce zanî ku navê 6 kes ji wan di lîsteyê de ji bo
endametiya Komîteya Navendî were pêşniyarkirin, lê wan 6 kesan diyar kirin ku ne
amade ne tevî lîstê hevkariyê bikin û piraniya wan jî sipasiya komîsyona
hilbijartinê kirin.
8. Kongirê bi piraniya dengan lîste
pejirand û yek ji wan hevalan ku bi cuda xwe berbijar kiribû, wek cîgir hat
hilbijartin ku eva bi xwe nîşaneyek ji demokratîkbûna şêwaza hilbijartinê bû.
9. Ewên ku li dijî hilbijartin bi
awayê lîsteya fîks bûn, di rastî de tu hecet û mihaneyek nebûn û negotin
jî ku çima ev şêwaze ne baş e. Tenê digotin ku berê di partiyê de awayê
hilbijartina takekesî hebûye û ev metode nû ye, lê divêt were gotin ku partiya
me di anîne rojeva şêwazên nû yên tekoşîna siyasî û rêxistinî de pêşeng bûye û
hemû carekê jî piştî heyamekê ji bo wan kesan ku berê qanih nebibûn, xuya bûye
ku ev şêwazên nû çend bi qazancê partiyê bûne. Mînaka van şêwazên nû, anîna
Sosyalîzma Demokratîk di Kongireya Şeşem de bû ku piraniya ev kesane ku li dijî
lîsteya fîks bûn, wê demê jî li dijî diyarîkirina Sosyalîzma Demokratîk
wek armanca pêşeroj ya partiyê bûn û niha xuya dibe ku anîna Sosyalîzma
Demokratîk çend pêşkevtî û serdemiyane bûye ku vê demê jê netêdigehîştin.
10. Anîna lîsteya fîks di
zirûfekê de bû ku nakokî û dijhevî di Komîteya Navendî de li ser bêkarî û
karnekirin û xemsarî û nan bi qerdan û bêdîsîplîniyê ji aliyekê, karkirina zaf û
usûlîbûn û parastina qanûn û dîsîplînê ji aliyekî din bû. Di rewşa hesas weke
rewşa vê demê de, partiyeke şoreşger weke PDK Îranê nedikarî ku demokrasiya
dîsîplînî, nermbûn û usûlîbûn bihev re birêve neçin. Rastî eva ye ku di vê demê
de bi sedema eniyek ji endamên Komîteya Navendî pêk hatibû û endamên bêşol û
xemsar û derfetperest di bin baskê xwe de kom kiribûn û bibû sedema bê dîsîplînî
û dilsariya zaf ji hevrêyan û hevkarî pir dijwar bû. Anîna lîsteya fîks
di vê demê de dibû sedema vê çendê ku di kongirê de kesanek ji bo endametiya
Komîteya Navendî werin hilbijartin ku hetanî qasekê hevahengî û hevkarî di
navbera wan de hebe û amade bibin ku berpirsiyariyan li stû bigirin. Diyare ku
merem ji hevahengiyê eva nebû ku endamên Komîteya Navendî li ser hemû arîşeyan
yek nêrîn û yek deng bin. Berevajî, di Komîteya Navendî de nêrînên cuda û
dijberiya hizr û ramanan tişteke rewa ye. Merem ewa bû ku nabe hinek kes dilsoj
bin, dîsîplîn hebin, roj heta êvar kar bikin, hinek kes jî xemsar, bêdîsîplîn û
bêkar bin. Heta jî vê çendê jî zêdetir bibin sedema belavbûna balnedan û
bêdîsîplînî û bêkarî di hemû pêkhateya partiyê de.
11. Her çend di Kongireya Heftem de
endamên Komîteya Navendî soz dabûn ku di her ciyekê de ku kar ji wan re were
diyarîkirin, dê birêve bibin. Di yekemîn civîna piştî Kongireya Heftem de soza
xwe şikandin. Di encam de ji 25 endamên Komîteya Navendî, 19 kes li dora Deftera
Siyasî man. Bi tenê çar endam û cîgirên Komîteya Navendî li Fêrgehê niştecih
bibûn ku piraniya wan karê pir kêm hebû. (Di vê demê de partiyê 15 komîteyên
bajaran hebû ku hewce bû berpirsên wan endamên rêberiyê bin, lewra di kongirê de
deng ji wan re hatibû dan). Hebûna lîstê fîks di vê demê de ev pirsgirêke
jî çareser kir û ewên ku dihatine nav lîstê, berê dizanîn ku ji bo çi kareke
hatine hilbijartin û di encam de her kes mijûlê karê diyarîkirî yê xwe bû.
12. Ew çend kesane soz dan ku eger
çi nehên nava lîstê, lê amade ne kar bikin, lê piştre bi gotina xwe wefadar
neman û dest avêtin piropagendeyan li dijî encamên kongirê û vê demê jî siyaseta
me, wate rêberiya hilbijartî ya Kongireya Heştem ji bo liv û tevgeran tevî wan
kesan aliyê zaf nermiya bêladan ji usûl û azînan bû ku me ev siyasete jî birêve
bir.
Weke hate baskirin, wê bandê dest
avête piropagendeyê li dijî kongireya Heştem û bi “cewsazî” (atmosfera neyênî)
di çend komîte şaristan û derdora Deftera Siyasî daxwaz kirin ku kongireya
awarte were girtin û ev daxwaze di demekê de bû ku çend roj bi ser pêkanîna
kongirê de derbas bibû û li gor bername û pêrewê, demekê kongireya awarte dihate
girtin ku 2 li ser 3 ya endamên partiyê daxwaz bikin, yan jî pirsgirêkek ji bo
Komîteya Navendî derkeve holê ku nekare erkên xwe rêve bibe û daxwaza kongireya
awarte bike, ku tu yek ji wan du xalane di holê de nebûn. Ewên ku daxwaza
kongireya awarte dikirin, li hember Kadro û Pêşmergeyên Partiyê hejmara wan pir
kêm bû û Komîteya Navendî jî dikarî karê xwe bicî bigehîne û tu pirsgirêkek jî
di rojevê de nebû, lewra kongireya awarte cihê basê nebû. Piştî heyamekê
“cewsazî” û arîşeyan, hêdî hêdî dijebrên kongireya heştem li binkeya Deftera
Siyasî bo aliyê bajarê Qeladzê û Raniye şor bûn, ketin rê û nûçeyê civiyana Kekê
Hesen Restigar û çend kesên din tevî rêxistina Mucahidîna Recewî hate
belavkirin. Ev şayîe di dema berdewambûna kongirê li bajarê Silêmaniyê hebû ku
Hesen Restigar û çend kesên din ji hevalên xwe tevî nûnerê Mucahidîn di wî
bajarî de civiyabûn û bi vî awayî bi hevkariya Mucahidîn ku li dijî PDK Îranê
bû, qirarê cudabûn ji partiyê hate dan û hevrêyên wan yên din yek yek û du du
piştî tesfiye hesab ji partiyê bi hêceta derketin ji partiyê bo aliyê bajarên
Qeladzê û Raniyê ketin rê û hejmarek ji alîgirên wan jî bi şev direvîn.
Rêberiya partiyê bi sehkirin bi
pêşeroja wan kesane hemû cehda xwe ji bo mayîna wan di refên xebata partiyê de
da, lê bê sûd û feyde bû. Her çiqas ku çûna wan di zistana sala 1366 (1987)’an
de bû, lê rast di roja 01.01.1367 (21.03.1988)’an de, bi ragihandina 10 xalan
cudabûna xwe ji partiyê îlan kirin. Di wan 10 xalan de hatibû:
1. Darêtina bingehên usûlî û dijî
Împeryalîstî di partiyê de û rakirina siyaset û manorên sazişkirine û
rastajoyane ya Feraksiyona Şerefkendî – Qasimlo li hevkirin tevî kom û komeleyên
Împeryalîstî û opozîsyona dijî şoreş û girêdayî bi wan.
2. Tekoşîn ji bo damezirandina
pêwendiyên dostaniyê tevî welatên Sosyalîstî û pêşkevtinxwaz û xurtkirina
pêwendiyan tevî partî û rêxistinên pêşkverûxwaz û hevpêwendî tevî bizavên
rizgarîxwaz ên nîştimanî.
3. Pêdagirî li ser domandin û
pêşdebirina xebata çekdarane û redkirina siyaseta sazişkarane û gotûbêje li
hember rejîma Komara Îslamî, siyasetek ku ji bilî pêkanîna guman û dudiliyê
derheq naveroka rejîmê tu encamek nebûye.
4. Piştevanî ji tekoşîna navneteweyî
ji bo dawîanîn bi şerê malwêranker yê Îran û Îraq û damezirandina aştiyê di
navbera her du welatan li ser bingeha biryara 598’ê ya Konseya Ewlekariyê.
5. Hewildan bo ji nav birina aloziyê
di navbera partî û rêxistinên xebatkar û demokrat û şoreşger di asta Îran û
Kurdistanê de û tekoşîn ji bo pêkanîna pêwendiya dostaniyê û hevkarî tevî
opozîsyona şoreşger li ser bingeha rêzgirtina du aliyane bi merema bihêztirbûna
tevgera neteweyî – demokratîk a gelê Kurd û xurtbûna pêwendiya vê bizavê tevî
xebata seranserî ji bo hiloşîna rejîma kevneperest û dijî gelî ya Komnara Îslamî
û damezirandina rejîmeke demokratîk di Îranê de.
7. Vegerandina usûl û buhayên
demokratîk bo nav organên cuda cuda yên partiyê, bi li berçavgirtina maf û
parastina pirestîja siyasî û civakî ya endaman û parastina demokrasiyê di navxwe
û derveyî welat de.
8. Rakirina çanda kesayetîperestî,
xebat li dijî meyl û elaqeya dîktatorî û desthilata takekesî.
9. Hewldan ji bo wergirtina dubare
ya wan endam, Kadro û Pêşmergeyan ku bi sedema siyaseta şaş û çewt ya vê
Feraksiyonê ji partiyê hatine derxistin yan bêmifah bûne, ev xale wan kesan
nagire ku îxanet yan cinayet kiribin.
10. Parastina buhayên mirovhezane bi
li berçavgirtina herçiqas bêtir ya usûl û azînên exlaqî û civakî ji bo pêhatina
dilsozî û hevpêwendiyên hevalane di hemû organên partiyê de.
PDK Îranê – Rêberya Şoreşger
01.01.1367
Piştî derkirina wan 10 xalane û
danîna navê “Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê – Rêberiya Şoreşger” û navên
weke navên organên partiyê, bo mînak melbenda Şumal û Hêza Agirî her heman nav
bûn. Partiyê ji wan re ragihand ku eger bi naveke din partiya xwe rabigehînin û
navê komîte û hêzên xwe biguherînin partî tu astengekê ji wan re çê nake û belku
amade ye tevî wan pêwendiyê ava bike. Lê wiha dixuya ku danîna wan navane û
herwiha yek yekê wan xalane pir jî bi dest û heza wan nabû, belku eva Mucahidîn
bû ku siyaseta ji dijî Partiya Demokrat û xelkê Kurdistanê hebû ku dixwest
xortên gelê Kurd li hember hev bike dijber û neyar, weke mercên hevkariyê tevî
wan ew navene diyarî kiribûn. Me wê demê zanyariya wê hindê hebû ku Mucahidîn
demeke zaf berî kongira 8’ê bi Kekê Hesen Restigar re pêwendî girtiye û soza
hevkariyê di vî warî de jê re dabû û di destpêka cudabûnê de bi rêzkirina wan 10
xalane ku ji rastiyê bi dûr bûn ev rastiye dihat dîtin.
Nameya hejmarek ji Kadro û
Pêşmergeyên Rêberiya Şoreşger ku di Cozerdana sala 1368 (1989)’an de, ji
bo Pêşmerge û rêxistinên siyasî yên Kurdî hatiye nivîsandin, vê rastiya ku qala
vê hate kirin bi ron û zelalî diselimîne. Di beşek ji nameya wan Kadro û
Pêşmergeyên bi nav Rêberiya Şoreşger de piştî destpêkê hatiye:
1. Bandbazî û destebendî bi awayekî
eşkere di nav Rêberiya Şoreşger de tê dîtin û tu desteyek girûpa din qebûl nake,
ew şêwaza çewt û nebicî yê bûye sedema dilsariya Kadro û Pêşmergeyan û bandoreke
xirab li ser wan danaye.
2. Di civîna Komîteya Navendî de
biryar hatibû dan ku Kadroyên derdora Deftera Siyasî ji bo hundirê welat vegerin
û Komîsyona “Teşkîlat”ê birêveberê vê biryarê bû, lê piştî civînê, ji bilî vê
hindê ku ev biryare birêve neçû, çend kes ji endamên Deftera Siyasî berevajî
biryara Deftera Siyasî lîsteyek dan Komîsyona “Teşkîlat”ê ku navên çend kesan
têde bû û daxwaz kiribûn ku ew kesên ku navê wan di vî lîsteyî de ye, neçne bo
hundirê welat û bi vî awayî çend kesek di bin baskê xwe de girtin û bi vê
hincetê Kadroyek ku li ser biryara pilînomê bi sedema dizî û gendelî (rizirok)ya
exlaqî û girêdayîbûn bi ciheke din divêt hatiba cezakirin, nek her nehatiye
derkirin, belku niha yê bûye endamê navenda 3’ê.
3. Yek ji wan gazinde û lomeyan ku
ji Feraksiyonê hatiye kirin, ewa bûye ku Komîsyona Siyasî – Nîzamî ya
Fereksiyonê hinek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê neçar bi derketin û çûn ji
partiyê kirine, lê tenê di heyamê wan 15 mehane de zêdetir ji 100 kes ji Kadro û
Pêşmergeyên partiyê teslîmê rejîmê bûne, ji partiyê derketine yan vegeriyane bal
Feraksiyonê. Bêguman sedema wan guherînane bûna hinek liv û lebata ne
şoreşgerane di nav rêberiya me de ye, weke sîxorperwerî, di bin baskgirtina
kesên diz û bêexlaq û ...
4. Hejmarek ji sîxorên rêxistinên
din bi “belê qurban gotin” û xwe nêzîkkirin bi endamên rêberiyê, xwe zelanbdine
nav refên Kadroyên partiyê û êdî niha bi sedema hebûna wan cure kesane Kadro û
Pêşmergeyên din li ber çavan winda bûne û nahên dîtin û ...
5. Di destpêkê de Rêberiya Şoreşger
ragihand ku hevkariyên Mucahidîn bi vê rêxistinê re bê şert û merc in, lê niha
derdikeve ku ev arîkariyane bi van mercan ji Rêberiya Şoreşger re tên dan:
A. Danenasîna Feraksiyonê bi
gotûbêjxwaz. B. Piropagende bi dijî şexsê Dr. Qasimlo. C. Bi îsrarbûn li ser
navê Partiya Demokrat û neguherîna wî navî û çend mercên din ku em dê di demeke
din dê bas bikin.
Eva beşek ji nameya Kadro û
Pêşmergeyên berê yên PDK Îranê – Rêberiya Şoreşger bû ku di Cuzerdana 1368
(1989)’an de, yanî 15 mehan piştî cudabûna wan ji partiyê hatiye belavkirin.
Xwenerê hêja!
Herçend ku ez vê nameyê ji bo
bersivdan bi wan 10 xalên rêzkirî yên Rêberiya Şoreşger (Lader) bi pêwîst û baş
dizanim, lê bersiva çend xalên wan her çend bi kurtî jî be bi hewce dizanim.
Di daxuyaniya xwe ya 10 xalî de,
yekem derew eva ye ku goya wan yanî 15 kesan, Partiya Demokrat derxistiye. Li
kuderê der kirine û çawa? Diyar nine! Bo hêcet peydakirin ji bo vî karê xwe.
Partiya Demokrat bi dehan hezar Kadro û Pêşmergeyan bi Feraksiyon binav kirin û
navê xwe jî bi hejmarek pir kêm weke Partiya Demokrat dihesibandin û taze
Rêberiya Şoreşger jî weke paşgir li dû xwe re dikêşin, carê di diyarîkirina nav
de tenê rêberiyê bi şoreşger dihesibînin û Kadro û Pêşmergeyên ku tevî wan çûne
weke şoreşger nazanin ku eva bi xwe jî balkêş e!
Lê ya rast ava ye ku ew rêberiyekî
şoreşvan nebûn, belkî komek mirovên qazancxwaz û desthilatperest bûn ku ji ber
qazanc û berjewendiyên xwe ji partiyê cuda bûn û xelkê navê “Lader” li ser wan
danî û ev nave niha jî vê bûye pênaseya wan.
Rexneya Rêberiya Şoreşger ji Partiya
Demokart eva bû ku tevî Sosyal Demokrasiyê dostaniyê dike, eva di demekê de bû
ku Enternasiyonala Sosyalîst wê demê zêdetir ji 100 endam û alîgiran hebû, ji
nûnerên partiyê bi germî pêşwazî dikir û heta li ser pêşniyara partiyê belgeyeke
erênî û heta wê demê bê mînak li ser pirsgirêka Kurd pesend kiribû.
“Rêberiya Şoreşger” di hejmara 6 a
rojnameya xwe de rûmet û şanaziyê bi vê hindê dikir ku çûne ber deriyê Partiya
Sosyal Demokrat a Swêdê û karmendeke biçûk yê wê partiyê amade bûye tevî wan
biaxive! Ev ji kîderê û ewa wan li kîderê?
Ji ber xweşreqisînê ji bo
Mucahidînan, di daxuyaniya xwe de anîne ku Partiya Demokrat sazişkar û
gotûbêjxwaz e. Partiya Demokart tu caran ne veşartiye û herdem li ser vê
baweriyê bûye ku doza Kurd, ji rêya leşkerî ve nahê çareserkirin û di dawiyê de
madam ku dirûşmên me di çarçoveya Îranê de ne, divêt pirsa Kurd bi diyalog were
çareserkirin û tevî her rejîmeke demokratîk ku di pêşeroja Îranê de pêk bihê, di
çarçoveya xwastekên Kurd de ku di bernameya partiya me de hatine diyarîkirin, dê
bikevine gotûbêjê. Lê xweşxizmetiya Rêberiya Şoreşger zêdetir vê demê derdikeve
holê û eşkere dibe ku heke ev benda sepandî ya Mucahidîn bi ser van de ne ba, bi
xwe baş dizanin ku di benda 10 û 11’an ya biryarnameya pesendkirî di kongira
8’em derheq rikeberî û xebat li dijî rejîmê de hatiye:
Benda 10: Di çarçoveya rejîma
Melayan de tu yek ji daxwazên sereke yên xelkê Kurdistanê, yanî Demokrasî ji bo
Îranê û Otonomî ji bo Kurdistanê nahên dîtin, lewra dirûşma partiyê pêkhatiye ji
hiloşîna vê rejîmê û anîna serkar ya rejîmeke demokratîk her li ser ciyê xwe de
ye.
Benda 11: Xebata çekdarane şêwaza
eslî ji bo hiloşandina rejîmê ye, lê geşandina hemû şêwazên xebatê û girêdana
wan bi xebata çekdarane, hiloşîna rejîmê amadetir dike.
Xwendevanê hêja! Kîjan ji wan du
bendane heza sazişkarane tevî rejîmê tê de ye, ji bilî xweşreqsîn û xweşxizmetî
ya Rêberiya Şoreşger bo Mucahidîna Recewî nebe, taze ji bilî wan îdeayane di
dawiyê de xuya bû ku her vê Rêberiya Şoreşger di yek ji bajarên Kurdistana Îraqê
de tevî nûnerê rejîmê gotûbêj kiriye ku piştre jî îtiraf bi vî karî kir.
Di vê daxuyanê de hatiye ku di
Partiya Demokrat de demokrasî tune ye, hatina vê hevokê di demekê de ye ku bi
xwe jî baş dizanin ku heke rêxistinek di Îran û Kurdistanê de hebe ku usûlên
demokrasiyê parastibe, her Partiya Demokrat e. Heke partiyê rêz ji demokrasiyê
re negirtiba gelo ewan dikarî wiha bi hêsanî bandbaziyê bikin û dekan ji Kadro û
Pêşmergeyan bikin (bixapînin). Di rastiyê de ewan mifaheke xirab ji hebûna
demokarsiyê girtin, lê yan divêt mirov demokrat nebe yan jî divêt buhayên vê
demokrasiyê bide. Di vê rewşê de mirov divêt çi bihayekê ji gotinên xwe re danê
ku bawerê bike di Partiya Demokart de dîktatorî heye û penahê ji bo Mucahidîna
bibe ku goya rêzê ji demokarasiyê digire?!
Rexneya Rêberiya Şoreşger ji PDK
Îranê ewa bû ku di partiyê de çanda şexsiyetperestiyê heye, serdestekên wan baş
dizanin ku di partiyê de kultura şexsiyekperestiyê tu cihek tune ye, eva ew bûn
ku bi pesna Dr. Qasimlo yê nemir dixwastin takekesperestiyê di parityê de xurt û
bihêz bikin. Pirsyar eva ye ku gelo hetanî niha di nav partiyê de tu caran
dirûşma Qasimlo û Kurdistan hatiye dan? Meger di dema çûna Taqima Heft Kesî ku
Dr. Qasimlo ji bo xelkê Mehabadê diaxivî, dirûşma “bijî Qasimlo” nagotin
û her Dr. Qasimlo nebû ku ji xelkê hate cihab û got ewa ne dirûşma Partiya
Demokrat e, dirûşma partiyê “bijî Demokrat” e. Yan di vî heyamî de rêberê
mezin yê gelê me bi ew hemû xweştevîbûna ku di nav xelk û refên partiyê de hebû
kengî izn da ku heta yek wêneyê wî di xwenîşandan yan di oda kar ya hevalên
partiyê de hatibe helawîstin. Niha jî em dibînin ku wêneyê Masûd Recewî di mala
biraderên Rêberiya Şoreşger de hatiye helawîstin. Lewra ev îdeaya wan jî
bênaverok û pûç bû û xelk pê dikenîn û henek pê dikirin.
Dr. Qasimloyê mezin di sala 1352
(1973)’an heta sala 1368 (1989)’an yanî dema şehîdbûna wî, 6 geran Sekreterê
Giştî yê partiyê bûye û di her şeş geran di destpêkê de bi dengê endamên kongirê
bûye, Endamê Komîteya Navendî û li Komîteya Navendî bi dengê endamên Komîteya
Navendî weke Sekreter hatiye hilbijartin.
Axayê Recewî ku wêneyên wî bi
dirêjahiya çend metran di xwenîşandanan de tên hilgirtin û dirûşma Recewiyê
Îranê û Îrana Recewî guhê mirov ker dikir, rêberê heta hetayî û bê rikeber yê
Mucahidîn, bila keremke û bibêje ku di kîjan kongirê de hatiye hilbijartin ku
Rêberiya Şoreşger penah bo birin? Birano we kîjan rexneya biçûk di vî warî de ji
wî girt?!
Xaleke din di daxuyaniya 10 xalî ya
wan “Hewildan ji bi pêwendiya dostaniyê tevî welatên sosyalîstî ye”, hêviyek ku
di heyama tekoşîna siyasî ya xwe de negihîştinê û weke evîndareke yek aliyane
her bi vê hêviyê man. Nezaniya Rêberiya Şoreşger her di vê de bû ku welatên
sosyalîstî bi xwe tûşî kirîzeke wiha bibûn ku yek li pey yekê dihiloşîn û rexne
ji derbasbûyiya xwe digirtin.
Mîxaîl Gurbaçof di vê derheqê de, li
meha Sermaweza 1366 (1987)’an, ragihand: “Em evro tenê bi merca aliyê zaf yê
tekoşîna azad ya takekesan pêşvebirina herçiqas bêtir ya awayên demokratîk, ku
ji taybetmendiyên sosyalîzmê ne, dikarin bizava ber bi geşekirinê ya xwe bibin
pêş. Naveroka siyaseta partiya me li dora berfirehkirin û xurtkirina her çiqas
bêtir ya beşdariya xelkê di kar û barên welat de dizivire”.
Gurbaçof dibêje: “Demokrasî bi qasê
hewa ji me re hewce ye” û di dema gotinên xwe de dibêje: “Demekê ku em
demokrasiya sosyalîstî bihêz û xurt dikin û dibin pêş, karînên wê nîşan didin,
bo xwe parastin ji dubarebûna şaşî û çewtiyên berê me girîgtirîn ewleyî pêk
aniye”.
Lê Rêberiya Şoreşger her bi vê
hêviyê bûn ku welatên sosyalîstî deriyekê ji wan re vekin û haydarê van guherîn
û hiloşînane nebûn û diyar nebû ku di çi xewekê de bûn. |