|
hember xelkê
de dide kifşê, dide xuyakirin ka gelo ew
rejîme
çiqas li gor xwestekên xelkê û li ser bingeha dengê gel hatiye avakirin? Di
welatên demokratîk de li heman demê de ku dewlet weke nûnerê gel tê mêzekirin,
dewlet berpirsê parastin û tenahiy gel e jî. Yan bi zimanê xelkê sivîl, dewlet
bavê gel dihesibe ku bab jî tu caran kîn û kederê ji zarokên xwe nagire, lê
mixabin ev yeka derheq rerîma Komare Îslamî ya li Îranê de rast berevajî ye, ji
ber ku rejîma Îranê her di gavên yekem de dayê xuyakirin ku bi ser xelkê de
hatiye sepandin, çimku her tim li hember gel û pirsgirêkên ku xwe ji gel re çê
dike de, di hizra tolstandinê de bûye, îca her carê bi mihaneyekê û peydakirina
alevekê. Mînak zaf in, em gelek dûr naçin, em dê balê bikişînin ser pirsên ku
îro ratstî gel nemaze li Kurdistanê de hatine û di rojevê de ne, pirsgirêka
nebûna şewatê di destpêka demsala sir û seqema zistanê de. Her çend ku eva
edetê hemû salan yê rejîmê ye di vî wextê salê de.
Gelo li vir de
gelik pirsiyar digihîjin mejiyê meriv, ma heke rejîm di hizra tolstandinê de
yan xwe bi ser xelkê de sepandinê de nebe, çi pirsek din heye?! Ma ne Îran di
rêza herî pêş ya çavkaniyên gaz, nift û ... di Rojhilata Navîn de ye. Ne ku
boriyên nift û gaza Îranê bi sedan kîlometran xêncî axa welat li herêmê de jî
belav bûne, ne wisan e ku dengê gemî û tankerên niftkêş ên Îranê li erd û
esmanan de xev li çavên lorîkên şîrmij jî herimandine?! Gelo heke rejîm,
rejîmeke gelî û demokratîk be, rejîmek ku bi dengê gel nûnerayetiya gel di asta
navneteweyî de bike, rejîmekê ku serçave û samaneke wiha li ber dest de hebe,
tu bêjî li çareserkirina pirsgirêkên gel xasman jî pirsgirêkek ku pêwendî bi
samanekê hebe ku li seranserê welêt de ji ava vexwarinê jî erzantir bidest
bikeve, aciz û neçar be?!
Dewleta Îranê îro
qenc dizane ku êdî tu hitbar û pêgehek di vana gel de nemaye û hemû pîlanên wê
ji xelkê re eşkere bûne. Xwenîşandanên peyhev yên gelên Îranê mêze dike, meşên
xwendekarî dibîne, serhildanê li seranser axa Îranê de seh dike. Bo mînak
serhildanên xelkê Kurdistan, Azerbaycan, Loristan, Xozistanê û ..., dinihêre.
Lewma ye jî her tim li şûn peydakirina alevekê ye ku bikare bandoreke mezin bixe
ser gel û çavtirsandî bike. Rayedarên rejîmê difikirin ku li sir û seqema
zistana biniya çiyayên Zagrosê de tenê birîna şewatê ye ku dikare givaşê bixe
ser gel û nemze gelê Kurd. Wih ye jî ku em hemû rojê şahîde bê nift û gaziyê ne
li bajarên Kurdistanê de, lê çima rejîm tenê li axa kurdistanê de neçar û bê
desthilat e li hember qutbûna nift û gazê de, çima li bajarên din ên Îranê de em
kêm caran şahîdê vê pirsgirêkê ne. Ne gelo, rejîm li hizra tolstandinê de ye
ji gelê Kurd. Eva tol û heyfa serhildanên par, pêrar û hemû salan e, heyfa
pêşwazînekirina gelê Kurd ji Serok Komarê rejîmê ye ku rejîm ji xelkê Kurd
distîne. Rejîmkê ku heya niha nekariye bi girtin û kuştina xelkê azadîxwaz yê
Kurd serhildan û xwestekên wan yên berheq û rewa ji ortê rakê, di hizra xwe de
wiha dihesibîne ku dê bikare bi qutkirina şewatê vî gelî serkut bike. Çawan ku
em dibînin gelê Kurd heta li ber vê zextê û sedan zextên ji wê dijwartir jî dest
li xebat û tekoşîna neteweyî û welatparêziya xwe bernedyîne û nadin, her
serhildanên vê dawiyê yên gelê Kurd li hember nebûna şewatê, şaşî û çewtbûna
rejîmê pê re selimandine ku Kurd li hember zext û tund û tûjiyên dijwartir de jî
teslîmê tu rejîmekê nebûye û nabe. Ewa jî hemû nîşaneyên berheqbûna maf û
xwestekên gelê in û bihaya azadiyê ye ku gel dide, lê ew in ku nezan û şaş in
û ji xwe nahesin, her weke em li Kurdiya xwe de dibêjin ku zana bi îşare û nezan
jî bi neqîze. |