|
bizavên civaka navneteweyî derheq
ragirtina bernamên navikî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê û paşgezkirina vê
rejîmê ji domandina dewlemendkirina Uraniyûmê û teknolojiya Mûşekên dûrhavêj
bêencam bimînin û desthilatdarên rejîmê zêdebarê guhnedan û binpêkirina gişt
biryarên navneteweyî û tekezkirin li ser pirojeyên xwe ji dest pêragihîştin bi
çeka komkuj her berdewam bûn; Konseya Ewlekarî a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li
Çileya Pêşîn ya 2006’an û bi dengê 15 welatên Konseya Ewlekariyê, biryarnameya
1737’an li dijî Îranê da pejirandin. Vê biryarameyê ji bo ragirtina bernameyên
navikî û hildana nigeraniyên welatên Rojavayî ji bernameyên Etomî ên Îranê, ku
wê yekê cehdekê bona destpêragihîştin bi bombeya navikî dizanin, 60 roj delîve
daye Îranê ku daxwaz û xwestekên civaka cîhanî bipejirîne. Li pey vî heyamê
diyarîkirî li ser helwesta Îranê di wê derheqê de ji hêla Konseya Ewlekariyê ve
dê biryar were dayîn. Lê belê nûnerê Amerîka di Ajansa Vejena Etomê ya
Navneteweyî da li ser vê bawerê ye ku Konseya Ewlekariyê divêt her li niho ve ji
bo encamdana dûrpêç û baykotên berfirehtir li dijî Îranê amade be. Navhatî xwe
parastina Îranê ji hevkariya tewaw tevî Ajansa Etomê ya Navneteweyî nîşan û
berjengek bona pêywendiya navbera bernameya navikî a Îranê û şopandinên leşkerî
da zanîn.
Dûrpêç û ambargoya Banka Sipeh a
Îranê ji hêla Wezareta Xizînevanî a Amerîkayê ve yekem kiryar û biryar nine û
nabe. Li dema ku welatê Îranê ji hêla Corc Buş, Serok Komarê Amerîkayê wek
Baskê Şeraretê hate danîn û mîna piştevanê herî sereke yê terorîzmê û
taqimên terorîstî hatiye naskirin, ew biryarên han di rojevê de bûne. Bo mînak,
em dikarin îşarê bi biryara Çileya Pêşîn ya 2006’an, ya Wezareta Xizînevanî a
Amerîkayê derheq baykot û dûrpêça darayî ya Banka Sadirat a Îranê bikin ku bi
sûçê veguhastina dirav ji bo girûpên terorîstî û tundrew mîna Hizbulaha Lubnanê,
Hemas, Cîhada Îsalamî û ... ew hukme bi ser vê Bankê de hate derkirin.
Eger em balê bidin rabihuriya Banka
Sipeh li Îranê, ji bo me kifş dibe ku ew Banka di sala 1925’an ya Zayînî,
hevberî 1303’an ya Rojî hatiye avakirin û ji Bankên herî kevnar ên Îranî û
5’emîn Banka dewletî a Îranê ye. Ew Banka ji torên herî berfireh ên Bankên Îranî
tê hesibandin û li Parîs, Frankfort, London û Romayê xwediyê çiq û tayan e.
Karbidestên Koşka Sipî eşkere kirin
ku ji çalakiyên Banka Sipeh bi tevahî agehdar bûne û zaniyariyên sererast hene
ku ew Banka di pêywendî tevî xurtkirina teknolojiya Mûşekên Balistîk, çalakiyan
dike. Dîplomatekî Ewropî jî ew yeka da pejirandin ku ji bo wê yekê belgeyên
pêdivî û hewce di destê karbidestên Amerîkî de hene.
Eger em lênihêrînekê bi ser navend û
binyatên çandî, aborî, hunerî, dîplomatîk ên Komara Îslamî li derveyî welat da
bikin, bi giştî di xizmeta pêşveçûna armancên gemar ên desthilatdarên rejîmê de
bûne û li jêr perdeyên cur bi cur de ji hinartina derveyî Şoreşa Îslamî bigire
heya digehîje damezrandina torên ajan û sîxoriyê û pêkanîna girûpên terorîstî
heya digihîje penadan û alîkarîkirina malî û menewî ya girûpên terorîstî û
maytêkirin di kar û barên hundir yên welatan xwe naparêzin û dahata nefta welat
ji bo wan karane tê mezaxtin û binyatên aborî yên welat ku şahrega dahata welat
tên hesibandin, mîna binyata ''Mistezefan'' û binyata ''Astan Qudsi Rezewî'' ji
bo pêşveçûna armancên gemar ên wan têne mezaxtin.
Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku
dorpêçkirina Banka Sipeh a Îranê ji hêla Wezareta Xizînevanî a Amerîkayê ve
zêdebarê derbeke din a aborî ji welatê Îranê, gaveke din ji orta meşqkirin û
rimbaziyên desthilatdarên kevnerperest ên rejîmê bertengtir kir û wek tê
çavnihêrîkirin û her wekî Cihgirê Wezareta Xizînevanî a Amerîkayê li kar û barê
terorîzmê îşare pê kir, cehdên berfirehtir bona berlêgirtin ji hevkariyên aborî
a Bankan û şîrketên navneteweyî tevî Tehranê têne encamdayîn. Pêvajoya xebateke
berfireh li dijî rejîma Komara Îslamî di geşekirin û xurtbûnê de ye û ji bo
hiloşnadina vê rejîmê eniyeke hevgirtî a Demokrat pêdivî ye. |