|
binçav kirin û ji bo ciheke din
veguhastin.
Nûçegehaniya “IRNA”yê ragehand ku
pênc Helîkopteran xwe danîn ser banê binkeya Îranê li bajarê Hewlêrê û leşkerên
Amerîkî piştî girtina parêzvanên wê, dergehê wê şikandin û çûne jorê. Piştî
encamdana wê bûyerê, Berdevkê Wezareta Karê Derve a Îranê, Amerîka bi
binpêkirina kunvansiyonên navneteweyî û herwiha cehd û bizav ji bo
berfirehkirina qeyranekê sûçdar kir ku bi xwe pêk aniye. Li gor rapora “IRNA”yê,
Balyozxaneya Komara Îslamî li Îraqê jî ew kiryara han neyasayî da zanîn û
gazindeyek teslîmî Wezareta Derve a Îraqê kir. Herwisa Wezareta Karê Derve a
Îranê di wê derheqê da balyozên Îraq û Siwîsê gazî kir û daxwaza şirovê ji wan
kir.
Li vir çend pirs ji bo me têne holê
ku pêdivî ye bi kurtî jî be, lênihêrînek li ser wan bihê kirin. Pirsa yekan ewa
ye ku: Erê gelo êrîşa hêzên Amerîkayê bo ser binkeya Îranê li bajarê Hewlêrê bi
çi armancekê bûye û ew kesên ku di wê binav Kunsolxaneyê de hatine girtin kê ne
û karê wan çi ye?
Pirsa duyan ewa ye: Erê gelo bi
rastî her wek Berdevkê Wezareta Karê Derve a Îranê da xuyakirin,
destbiserdagirtina Kunsolxane yan Balyozxaneya welatekê ji hêla hêzên welateke
din binpêkirina kunvansiyonên navneteweyî û yasayên dîplomatîk yan heta mîna
êrîş bo ser wî welatî nahê hesibandin???
Pirsa sêyan ewa ye: Erê gelo bi
rastî Kunsolxane û Balyozxaneyên Îranê binkeyên dîplomatîk têne hesibandin yan
binkeyên terorîstî û perwerdekirina taqim û girûpên terorîstî? Erê gelo em
dikarin hisaba navendeke dîplomatîk li ser van cîhane bikin???
Bersivdana van sê pirsane renge bi
dehan gotaran cih bixwaze, lê belê bi awayekî kurt pêdivî ye bersivek bi van
were dayîn. Piştî vê çendê ku hêzên Amerîkayê agehdar bûn ku şandeke ser bi
Sipaha Pasdaran a Komara Îslamî li vir cih girtiye, êrîş kirin ser wan û binçav
kirin. Em dikarin bibêjin ewa ku pêwendî bi karê dîplomatîk ve nebûye, ew
binkeye bûye û em nikarin hesaba Kunsolxaneyê ji bo bikin, ewa tenê binkeyeke
Ajan û Ewlekarî a Komara Îslamî a Îranê bûye. Hêjayî gotinê ye ku piraniya
Balyoz û serkunsolên Îranê li derveyî welat ser bi Sipaha Pasdaran û Wezareta
Ewlekariyê ne. Her çend rojan berî niho bû ku çend binav dîplomatên Îranî li
bajarê Bexdayê hatin binçavkirin, ku piştre kifş bû ji desthilatdarên payebilind
ên Sipaha Pasdaran in û ewa ku pêwendî bi wan re nine dîplomasî û karê
dîplomatîk e û ji bo destavêtin di kar û barê hundirê Îraqê û rêxistina taqimên
terorîstî û çekdar hatine Îraqê. Her li Besrê bû dîsan şandeke binav dîplomatîk
a vî welatî hate binçavkirin û dîsan kifş bû ku ser bi Wezareta Ewlekariyê a
Komara Îslamî a Îranê ne.
Li vir em dikarin bibêjin ku êrîşa
hêzên Amerîkayê bo ser binav Kunsolxaneya Îranê li Hewlêrê bi bê haydarî û bê
pilan nebûye û em baş dizanin ku ew kesên ku li vir da cih girtine kê ne û li
jêr perdê dîplomasiyê de mijûlî, darêtina çi fêl û pîlanekê di vî welatî de ne.
Ku yek ji van kesane bi navê Hesen Ebasî ku yek ji karbidestên Sipaha
Pasdaran e, beriya ku ji hêla hêzên Amerîkayê ve bihê girtin, derbasî Îranê bû.
Ji bo selimandina rastiya îdaya han, em dikarin îşarê bi gotina Wezîra Karê
Derve a Amerîkayê, Kandolîza Raysê bikin ku di wê derheqê de got: “Serok Komar
(Corc Buş) da kifşê ku em ji wê yekê agehdar in ku Îran mijûlî hindek xebat û
çalakiya ne ku hêzên me tûşî tirsê dike, ew çalakiya ne ku dewleta Îraqê netenah
dikin, em wan kesên ku di wê deheqê de bixebitin, dê bêxne ber şopê”. Pentagonê
jî ew nûçeye pejirand û da zanîn ku endamên wê binkeyê li dijî hêzên Amerîkî û
Îraqî çalakî ji xwe nîşan dane.
2 – Berdevkê Wezareta Karê Derve a
Îranê îdea dike ku ew êrîşa, berevajiya kunvansiyonên navneteweyî û navendên
dîplomatîk tê hesibandin. Pirsa me ji Komara Îslamî û Berdevkê Wezareta Derva ya
Îranê eva ye, başe çima 25 salan berî niha demekê ku we dest bi ser Balyozxaneya
Amerîkayê li bajarê Tehranê de girt û ji bo heyamê 444 rojan karmendên wê bi
rehîn girtin û heta di vî heyamî de carekê jî ve îfade bi şaşiya xwe de neanî û
Xomeynî ew yeka wek şoreşa duyan bi nav kir, ewa bi berevajiya kuvansiyonên
navnetewyî û yasayên dîplomatîk nebû? Lê niha ku çend Pasdarên terorîst ji hêla
hêzên Amerîkî ve têne binçavkirin, hûn bas ji kunvavsiyonên navneteweyî û
yasayên dîplomatîk dikin. Bi rastî cihê baldanê û mîna henekeke dîrokî tê dîtin.
3 – Di bersiva pirsa sêyem de jî em
dikarin bibêjin: Tev navend û Balyozxaneyên rejîmê li derveyî welat bi giştî di
xizmeta pêşveçûna armancên gemar û siyasetên îdolojîk ên desthilatdarên rejîmê
de bûne û li jêr perdeyên cur bi cur da mijûlî karên terorîstî û pêkanîna
girûpên terorîstî û destavêtin di kar û barên hundir yên welatên cîran, mîna
Îraq, Lubnan, Efxanistan û Felestînê ji hêla balyozxanyên xwe ve ne. Her
kiryareke terorîstî di her welatekê de encam dabin, ji rêya Balyozxaneyên rejîmê
di van welatane de hatiye cîbicîkirin. Li kîjan teqîn û bûyerekî terorîstî di
welatên cur bi cur de ku destê Komara Îslamî a Îranê têde hebûye, cihpêyê balyoz
yan kardar û kunsoleke rejîmê nehatibe şopandin. Meger di dema şehîdkirina
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Dr. Ebdulrehman Qasimlo
li Viyena Otrîşê de, yek ji terorîstên wê bûyerê bo heyamê çend rojan xwe di
Balyozxaneya Komara Îslamî de neveşart? Meger di dadgeha Mîkonosê de li serveyî
balyozxaneya vî welatî, karbidestên herî payebilind yên rejîmê bi sûçê dana
fermana terorê nehatin mehkûmkirin? Meger dadgeha Arjantînê di pêvajoya
pêragihîştin bi dosyeya teqandina Navenda Çandî a Cihûyan li Buynis Ayrisê,
Balyozê vê demê ê Îranê ji dadgehê re ne vexwend? Di wê derheqê de belge zaf in
û em dikarin îşarê bi pêvajoya dadgeha pêragihîştin bi terorkirina Kazim Recevî
û teqandina binkeya hêzên Amerîkayê li Erebistana Seûdî û çendîn terorên din
bikin ku destê Komara Îslamî tê de kifş û rohn e.
Di dawiyê de em dikarin bibêjin heta
ew şîrket û saziyên ku bi navê avedanî û xizmetên mirovî ve ji bo welatên cîran,
bi xasmanî ji bo Îraqê têne şandin, piranî ser bi Wezareta Ewlekarî a Komara
Îslamî a Îranê ne û li jêr perdeyên din da armacên gemar ên xwe dişopînin û
torên sîxorî û terorîstî rê dixin û dest bi anîn û belavkirina madeyên bêhişker
dikin. Her heyamekê berî niha bû ku bedela şandina neft û benzînê ji bo xelkê
belengaz yê Îraqê, tankerên tijî ji “TNT”yê dişandin û ew xizmeta wan
kifş û eşkere bû. Her dîsan bi otumbêlên saxlemiyê bû ku madeyên teqînê û
bêhişker ji bo vî welatî bi diyarî dianîn.
Bi giştî rejîma Komara Îslamî a
Îranê bi tu awayekê naxwaze pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin ku ji hêla
Amerîkayê ve hatiye holê cih bigire, ji ber ku cihgirbûna ewlehî û dabînbûna
demokrasiyê di welatên mîna Îraqê de ku parek ji wê pirojeyê tê hesibandin, bi
mirina xwe dizane û bi tu awayekê razî nabe mergê xwe mêze bike. Ewa xwezaya
dîktatoran e. |