 |
Nivîskar:Diyar
Wegeran bo Kurmancî: Omîd Esxeran
Piştî heyamek lêkolîn û şêwirîn tevî
aliyên berpirsiyar li Îraqê û Amerîkayê derheq misogerkirina ewlehî û tenahiyê
di Îranê de, di encam de Corc Buş, Serok Komarê DYA’ê, roja pêncşem, bervara
21.10.1385 (11.01.2007)’an, steratejiya |
|
xwe ya nû derheq hewldan ji bo
çareseriya rewşa Îraqê ragihand.
Buş di daxuyaniya xwe de tevî
îşarekirin bi vê rastiyê ku parek ji kirîza niha ya Îraqê vedigere bi siyasetên
şaş yên Amerîkayiyan di Îraqê de, berpirsiyariya wan şaşiyane jî li stû girt.
Kiryarek ku tenê ji aliyê berpirsên welatên demokrat û azad ve tê kirin,
girîngiya vê kiryara Buş, li stûgirtina berpirsiyariya kirîza pêkhatî di Îraqê
de demeke dixuye ku nirxandineke kurt di navbera wê kirinê û kiryarên welatên
mîna Îranê de bikin, di şerê navbera Îran û Îraqê de ku milyon kesan jiyana xwe
ji dest dan û zêdetir ji çend milyon dolaran jî xerca wî şerî bû. Wî şerî
bingeha aborî ya Îranê berbi jarî û xirabiyê bir û weke yek ji sedemên hejarî û
xizaniya xelkê Îranê tê hesibandin, lê berpirsên rejîmê li cihê wê çendê ku
berpirsiyariya wî şerî li stû bigrin û daxwaza lêborînê ji xelkê bikin û şîretan
jê werbigirin, hetanî niha jî tevî vê çendê ku Xomeynî cama jehrê vexwar, her
xwe di wî şerî de bi serkevtî dihesibandin û şîret ji rabihuriyê wernegirtin,
niha jî mijûlê fitneçêkirin û piştevanîkirin ji terorîzmê ne û Îranê bo aliyê
şereke din dibin ku encama wê jî ji bilî têkçûnê tu tişteke din nine.
Di steratejiya nû ya Buş de gelek bi
rohnî qala Îran û Sûriyê weke berpirsên derveyî yên maytêkirin di kar û barên
hundirîn yên Îraqê de hatiye kirin û bo berlêgirtin ji hatina terorîstan ji
sînorên Îran û Sûriyê û herwiha xebat û pêşgîrîkirin li dijî binkeyên terorê yên
Îranê di Îraqê de, 21500 kes hêzên taze şandine Îraqê û biryar hatiye girtin ku
pir bi micid li dijî hemû wan fitnegeriyane rawestin ku ji aliyê binkeyên Komara
Îslamî di bin navên cur bi cur di Îraqê de tên kirin, bûdceyeke zaf û alavên
nûjen yên leşkerî ji bo teqandinê ku ji aliyê Komara Îslamî ve tên amadekirin û
ji girûpên terorîstî re ji bo dijberî tevî hikûmeta Îraq û hêzên Amerîkayê tên
bikaranîn. Her di vê derheqê de di du heftiyên borî de li Bexdayê 5 kes ji
berpirsên payebilind ên leşkerî yên rejîma Îranê ku mijûlê rêxistin û fêrkirina
hêzên têkder û terorîst bûn, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatin girtin ku îtiraf
li ser zaf kar û kiryarên xwe ji bo têkderî û terorê di Îraqê de kirin. Êrîşa
herî nû ya hêzên Amerîkayê bo ser binkeyên cîgir yên Îranê di Îraqê de, êrîş bo
ser bîroya nûneriya rejîma Îranê li Hewlêrê bû ku demjimêr 3’ê şeva roja
pêncşemê, bervara 21.10.1385 (11.01.2007)’an bû ku Îranê bi çêkirina dengdaneke
zaf dixwast wiha nîşan bide ku hêzên Amerîkayê êrîş kirine ser Konsulxaneya wê
rejîmê li Hewlêrê û eva bi binpêkirina qanûn û rêbazên navneteweyî dihesiband,
karek ku Îranê bi xwe di sala 1359 (1980)’an, li Tehranê li dijî Balyozxaneya
Amerîkayê birêve bir û weke dagirkirina hêlîna sîxoriyê dizanî û kiryara
dagîrkerên Baliyozxaneya Amerîkayê bi kiryareke şoreşgerane hesiband, di demekê
de ku Deftera Komara Îslamî li bajarê Hewlêrê Konsulxane nebûye û endamên vê
bîroyê jî hemû ku şeş kes dibûn ji hêzên Sipaha Qudsê ku ser bi Sipaha Pasdaran
e ku karê wan terora dijberên rejîmê di welatên din, xirabkarî û fêrkirina
terorîstan û piştevanî ji girûpên tundrew ji bo pêkanîna têkderî û fitne di
welatên dereve de ye, tu kes ji wan şeş kesane xwediyê ewlehiya demokratîk nebûn
û li gor nûçeyên ciyê hitbarê, karê wan şeş kesane rêxistina girûpên terorîstî
bûye. Berpirsên Amerîkayî ragihandine ku êrîşên mîna vê êrîşê dê her bidomin.
Ji aliyeke din ve Buş, ji girûpên
beşdar di hikûmeta Îraqê de ragihandiye ku ji wê demê şûn ve bo ji navbirina
girûpên terorîstî micid bin û tu careke din li hember wan girûpên terorîstî
tevnegerin, hekene piştevaniya Amerîkeyê nikare demdirêj be, lewra girûpên
beşdar di hikûmeta Îraqê de jî ketine ser durêyan ku divêt biryara xwe yekalî
bikin, yan dijberiyeke tund û bi bername tevî girûpên tundrew û dijî pêvajo
(pirose)ya demokratîzasiyon, yan bêhêvîbûn ji piştevaniya heta ser ya Amerîkayê.
Her çend ku stratejiya nû ya Buş vê
carê navenda fitneyan (Îran) kiriye armanca yekem ya xebata xwe, eva dikare
hetanî qaseke berçav ji alozî û kirîzan kêm bike, lê bêguman nikare çareseriya
giştî be.
Girîngtirîn kêmasî di zirûfa niha ya
Îraqê de, pêkhatina hikûmeta Îraqê û armancên wê ye ku du tiştên tim li hev cuda
û dijî yek in, wate nikare hêzeke wekî “Muqteda Sedir” û Ednan Deleymî rejîmeke
demokratîk ku cudahiya ol ji siyaset û mafên neteweyan misoger bike pêk bihê,
çimku ev du mijare li dijî hev in û li hav nahên, yanî Îslama tundrew û
demokrasî wekî “Cin” û “Bismîlah”ê ne (du tiştê bi tevahî li dijî hev in), lewra
eva pirsgirêka herî girîng û parek zaf ji wê kirîzê pêkaniye. Rêya çareserkirina
vê pirsgirêk û êrîşê tenê ragihandina rejîmeke demokratîk ku cudahiya ol ji
dewletê bingeha sereke ya vê rejîmê be. Bi vî awayî dûrxistina girûpên tundrew
yên Îslamî ji desthilatê misoger dibe.
Hêjayî gotinê ye welatên hevalbend
yên Amerîkayê di Îraq û herwiha welatên Ereb ên Kendava Fars jî piştevaniya xwe
ji vê stiratijiya Buş eyan kirine. |