|
îdeolojiya sosiyalîzmê de dihêşt, vê
çendê jî dikir
ku desthilatdar ji bo nixavtina wê
valahiyê û piraktîzekirina xeyalê xwe dest bavêjin reformasiyonekî lezgîn û bi
heq totalîter.
Stalîn di reformasiyona xwe de bi
taybet di warê sekolrîzmê de neku ol ji dewlet, belkî wî bi bilindfiriya xwe
dixwast ol ji nav çand û jiyana rojane ya gel de were ramalîn, berevajî her
reformasiyonekî demokratîk, mekanîzma perwerdehî û çandî cihê xwe da darê zorê û
bi awayekî hov navendên olî bi yekcarî hatin şewitandin û darimandin. Vê çendê
kir ku dîrok Stalîn weke mezintirîn sekolarîzator û her di vê demê de weke
mezintirîn dîktatorê dema xwe binav bike.
Tunekirina kiyana neteweyî, çandî û
merifî ya gelan û dasepandina kiyana piroletarî bi ser gelan de nema karî gemiya
tofangirtiya sosiyalîzmê bigehîne lêwarên armacê.
Giringtirîn sedema ku Yekîtî ji
Soviyetê stand û sosiyalîzm di qonaxa cenîn de fetisand, înkarkirina neteweyan û
guvaştina wan di qalibekî taqane û îdeolojîk de bû.
Îdeolojî çi di cilê komûnîzmê de û
çi di cilê ol de, her qasî ku sedî sed neyanê hevin jî, lê ji ber bilindfirî û
siloganên wan yên cîhandagirkeriyê li ser şopa hev dimeşin û bi take mekanîzma
înkarkirina neteweyan dirêjî bi jiyana xwe ya temen dîhar didin. Hinekî seyr
dixuye dema Ehmedînejadê Serok Komarê Îrana Îslamî li Amerîkaya Latîn xwe
diavêje hembêza Hogo Çawêzê Serok Komarê Venezoelaya komûnîst, lê tirsa ji
nemanê û hişyariya neteweyan hin caran gur dikin birê pêz !!!
Netewe û dewlet:
Netewe li gor mercên cih û demî,
çandî û aborî bi awayên cur bi cur hatiye şirovekirin. Netewe li gor
nasiyonalîstan û pêtir ji hêla radîkalên wan ve qewmiyetekî kevn û dîrokî ye ku
pêka mercên çandî, zimanî, dîrokî û xakî girêdayî ruh û cesteyê mirovane û li
gor hin aborînasan wê netewe aboriya hidurîn ya bazara neteweyî burjewazî ye û
li gor hin îdeolojîstan netewe namo û berhemê xeyalê ye, herweha hin xwedîhizr
bawerin, netewe komek ji mirovan e ku xwedî taybetmendiyên rewanî yên hevpar in.
Netewe di wateya xwe ya modern de,
di dawiya sedsala 18’an de û di destpêka sedsala 19’an de li Firansayê serî
hilda. Piştî şoreşa Firansayê û nemana desthilatdariya şahan ku meşrûiyeta xwe
ji Xweda û asîmanan werdigirtin, xwedî hizran ji bo ku xelkê rizgarbûyî ji destê
şahan ji hev nebihirin, ev weke neteweyekî hevgirtî di çarçoveya dewleteke
yekgirtî û nûjen de ku meşrûiyeta xwe ji xelkê digirt, dane şirovekirin. Ligel
wê ceribîna serkevtî dem li dest starta mafê welatîbûnê ku gişt xelkê welat di
yek ref de xwedî mafên hevpar dikir û rasterast di îdarekirina welat de
tevdîgerandin, hate lêdan. Piştî ev taqekariya serkevtî ku bi dewlet - netewe
hate binavkirin, ev sîstema han di welatên din yên Ewropayê de pêş ket û giştgir
bû.
Dewlet - netewe yan jî neteweyên li
ser xaka yekgirtî, xwedî birêveber û zagonên hevpar, her weha tewgerek siyasî û
civakî ye. Ji bo sîstemekî han netewe yan jî neteweyên ku li ser xakekê dijîn
gerek li jêr rêveberiyeke hevpar û xwedî zagonên xwe bin. Ger ku neteweyek
nexwaze ji holê rabe û çand, ziman, dîrok û nirxên xwe yên netewî û civakî wenda
neke, ne ji bona demekî kin, belkî ji bo heta hetaye gerek weke dewlet tevbigere
û bimezire. Bingehekî wisan mekanîzmeka çareserkirina pirsgirêkên civakî ye,
neteweyên ku nebûne dewlet, di jêr bandora neteweyên serdest de zû yan dereng dê
ji holê rabin.
Îran û pirsa neteweyan:
Îran welatekî pir neteweyî, pir
çandî û pir zimanî ye. Piştî kodetaya eskerî ya Rizaxan di Îranê de,
desthilatdariyeke siyasî ya takeneteweyî û takezimanî û takeçandî bi ser civaka
Îrana pirneteweyî û pirçandî de hate sepandin. Ev sîstema takeneteweyî di civaka
pirneteweyî de pirseke bingehîn derheq bi neteweyên din di Îranê de vejand, ev
sîstema han di her civakekê de kirîz û qeyraneke siyasî ye, serhildana tevgerên
neteweyî di seranserê Îranê de bi taybet di Kurdistanê de, nîşaneya nesasbûna
sîstema takeneteweyî bi ser civaka pirneteweyî de ye. Piştî hatine ser kara
Komara Îslamî pirseke din bi ser sîstema takeneteweyî de hên ji berê bêhtir
bargiranî xiste ser civaka pirneteweyî de ku ev jî sîstema îdeolojiya olî ya
Meleyan bû. Di dema niha de sîstema pir neteweyî ya civaka Îranê bi destê
sîstemeke siyasî, ya ku her dem egera teqîna wê heye, dinalîne. Pirsa duyem ango
desthilatdariya sîstema olî ku sîstemeke bi heq totalîter û terorperwer e, bi
pirsa desthilatdariya takenetewe ve hatiye girêdan.
Bi feşelanîna sîstema
desthilatdariya takeneteweyî ya Seltenetî û piştî hatina ser kara Komara Îslamî
neku sîstema takeneteweyî nehat ramalîn, belkî bi zêdebûna îdeolojiya olî barê
giran yê zordestiyê bi ser civaka pirnetewe ya Îranê hên bêhtir ji berê kir. Ji
ber ku neteweya Kurd dijberî herdu sîsteman bûye û heye, tim ji hêla serdestan
ve bi xeteriyeke mezin hatiye nihêrtin û di pêvajoya zordestî û înkarê de, di
refa yekem ya çimisandinê de cih girtiye.
Niha ger ku di encama guhartineke
demokratîk û gelemper de pirsa totalîtarîzma olî ji sîstema siyasî ya Îranê were
ramalîn, bi bê guhartina pêkhateya takeneteweyî bi ser pêkhateyeke pirneteweyî
ku pêşanderê rastiya berbiçav ya civaka pirneteweyî ye, tu encameke demokratîk
bi dest ve nahê û pirsa neteweyî yan em bêjin zumla neteweyî giraniya xwe
diparêze û di cihê xwe de weke mekanîzmeke çimisandinê dimîne. Darimana Komara
Îslamî û temîzbûna îdeolojiya olî ji sîstema siyasî ya Îranê û avabûna rejîmeke
asayî û parlemanî, nikare bersivderê pirsa civaka pirneteweyî ya Îranê be, belkî
xwazyarê guhartineke bingehîn di sîstema siyasî ya xwe de ye. Sîstema herî hêja
û jêhatî ji bo ewlekirina pêşeroja siyasî û demokratîk ya Îranê, li gor
taybetmendiya pirnetewebûna Îranê federalîzm e. Bi avakirina sîstemeke
demokratîk û federal pirsgirêka neteweyî di Îranê de dê yekcarî çareser bike.
Niha partiyên siyasî yên Neteweyên Îranê sîstema federalîzmê bo pêşeroja siyasî
a Îranê dixwazin. Avakirina Kongireya Neteweyên Îrana Federal mînaka vê rastiyê
ye.
Her weke ku me dît guhartin ji sîstema Seltenetî
bi Komara Îslamî nema karî bersivek be derheq pirsa neteweyî di Îranê de, lê
weke ku ezmûn û mentiq di cîhana demokratîk de dide xuyakirin, rojek dê were ku
civaka pirnetewî ya Îranê dê demokratîk bibe û dê pêkhateya takenetewî di
sîstema Îranê de ser û bin bike, bêyî guhartineke bingehîn demokrasiya giştî jî
tu wateyekê bi xwe ve nagire û zumla neteweyî weke çawa ku heye dê bimîne. |