|
dilxweşiyê bo
gelek ji welatên cîranê Îraqê
û
bi taybet
Turkiyeyê bû. Turkiye bi xwe jî ku hevalbendê
Amerîka û
endamê “NATO”yê bû, wê demê rê neda hêzên hevalbend heya ku wî welatî weke binke
û pêgehek leşkerî bo veguhastina eskeran li dijî rejîma Sedam bi kar bînin. Ew
karê Turkan derbeyek mezin ji vê hevalbendiyê û berjewendiyên demdirêj yên
Turkiyê re xist. Ji aliyê din ve jî Turkiye ji tenahî û ewlehî û pêşketinên li
Herêma Kurdistanê û herwiha xebat û tekoşînên bona vegerandina deverên
veqetiyayî ji Kurdistanê bo hembêza Herêma Kurdistanê aciz û nigeran e.
Mideheke ku em
dibînin berpirsiyarên hikûmetê û Parlemana Turkiyê berdewam gefên êrîşê û
bezandina sînorê Kurdistanê li Kurdan dixwe û bi qasê 240000 leşkerên teyar bi
alev û îmkanatên leşkerî li ser sînorê Kurdistanê cihgir kirine.
Ger berê bi
hinceta bûna binke û hêzên girîlayên PKK’ê gef dixwarin, lê niha pirsa Kerkûk û
Turkemanan aniye rojevê. Gotinek Erdoxan di vê derheqê de heye ku dibêje: “Em
nikarin taba vê rewşê bikin û li hember PKK’ê û guhertina demografiya bajarê
Kerkûkê de bêdeng bimînin û divêt refrandoma Kerkûkê were paşxistin”.
Gelek ecêb e di
sedsala zanist û teknolojî û azadî û serxwebûna gelan û hejmoniya cîhanîbûnê û
rakirina sînoran de, berpirsiyarên dewletek e bi nav sekolar û demokratîk
vegerine sedsalên tarî û bi metod û lojîkek hişk û req bilivin. Ew jî lojîk û
metodek ku bêtir ji 80 salan e dîrokê fathe li ser 400 sal desthilatdariya biyom
a împeratoriya Osmanî de xwandiye. Lê niha jî rayedarên Turkiyeya Kemalîst di
hizra vê desthilatê de ne û bi vê dîtinê mêzeyî Îraq û Kerkûkê dikin. Niha jî li
piraniya civînên Parlemana Turkiyê de bas û nîqaş li ser Kerkûkê dest pê dikin,
li ser hebûna hêzên PKK’ê li Çiyayên Qendîlê de berdewam dike û bi egera
pêkhatina dewleteke serbixwe ya Kurdî li Başûr bi dawî dibe.
Hêjayî gotinê ye
ku Kerkûk bajarek stratejîk ya Kurdistanê ye û bi sedema dewlemendî di warê
niftê û maytêkirin û dijberiya welatên cîran hêj nevegeriyaye ser Herêma
Kurdistanê û carê çarenivîsa wê nediyar e. Li gor yasaya bingehîn ya Îraqê divêt
heta dawiya sala 2007’an, referandomek bo rohnbûna çarenivîsa vî bajarî bihê
encamdan. Diyar e li piratîkê de jî madeya 140’ê ya taybet bi Kerkûkê ketiye
qonaxa cîbicîkirinê û hin gav jêre hatine avêtin. Bo mînak bo her Kurdek
mişextkirî bona vegeriyan bo Kerkûkê perçe erdek û 10 milyon dînar hatiye
terxankirin û herwiha berevajî jî ji bo derketina Erebên hînayî bo Kerkûkê.
Bêguman ew gef û
maytêkirinên Erdoxan û berpirsyarên din piştî çend bêhêvîbûnên Turkiyê ji
Amerîkaya desthilatdarê deverê û Ewropayê li dor tundrewiyên li siyaseta
hundirîn û herêmî a Turkiyê di deverê de çevkaniyê digre. Herwiha danîna şert û
mercên tundtir û girantir ji aliyê YE’ê ve bo Turkiyê bi sedema pêpeskirina mafê
mirovan, ku eva jî bûye asteng û pirsgirêkek mezin li pêşiya bi endambûna
Turkiyê di YE’ê de û di encam de hemû xebat û tekoşîna wan bona endambûnê bi
şikest û têkçûnê re berbirû kir.
Renge evane parek
ji wan sedeman bin bona domandina vê siyaseta nejadperestane ya turkan. Lê hin
sedemên din jî hene ku dikarin bibandor bin li ser girtina helwestên bi vî
awayî. Ew jî:
- Hevkêşeyên
siyasî yên hundirê Turkiyê. Gera Serok Komariya Ehmed Nejdet Sezer bi dawî tê û
Erdoxan dixwaze li gor destûra Turkiyeyê mifahê ji dengê zorahiya endamêm
Parlemanê bistîne û vê postê bi dest bixe. Eva jî di rewşekê de ye ku Jeneralên
Turkiyeyê pêşwaziyê ji vê xwast û cehda Erdoxan nakin. Lewera ev gefane dikare
meşkanê û şanogeriyeke Erdoxan be bo rakişandina Jeneralan bo aliyê xwe.
- Berçavnegirtina
berjewendiyên Turkiyê ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve, lewra nikare dest li ser
dest danê û temaşevan be.
- Metirsiya bûna
Kurdên Başûr bi dewlet û tesîra wê li ser Kurdên Bakûr, Turkiye ditirse ger ku
deverên veqetiyayî ji Kurdistanê vegirine ser Herêma Kurdistanê, Kurd dê
serxwebûna xwe ragihîn in.
- Bêhêvîbûn ji bi
encam negihandina xebatên li dijî PKK’ê û çaresernebûna vê pirsê ji aliyê
Kurdînatoriyê ve.
Dewleta Turkiyeyê
ji bilî gefan, di piratîkê de jî gelek xebat li dijî pêşketinên Herêma
Kurdistanê û cîbicînekirina madeya 140’an encam dane. Her di vê çarçoveyê de
çend rojan berî niha kongira Kerkûk – Enqere bi bê îzna Hikûmeta Îraqê girêda û
Kurd weke neteweya sereke di Kerkûkê de bo vê kongireyê gazî nekir û tenê hin
girûpên tundrew û têkder yên Turkemen û Ereb beşdarî kongireyê dan. Herwiha
midehek e ku teqîn û kiryarên terorîstî li Kerkûkê û bi taybet li taxên Turkemen
û Kurdan de zêde bûne, eva jî di halekê de ye ku berpirsiyarê tayê 3’ê ya
Partiya Demokrat piştrast kir me belge di dest de hene ku “MÎT” a Turkiyê,
berpirsiyarê van teqînan li dijî dezgehên hikûmetî û welatiyan e. Mînaka han
armancên mirar û pîs yên Turkan bona afirandina girjî û aloziyan di navbera
pêkhatên neteweyî di Kerkûkê de derdixe heta ku Amerîka û hikûmeta Îraqê neçar
bikin dev ji madeya 140’an berdin û rê ji bo armanc û maytêkirinên xwe xweş
bikin.
Di vê derheqê de
him hikûmeta Îraqê û him jî Amerîkayê, Turkiye hişyar kirin ku mafê destêwerdan
di kar û barên Îraqê de tu nine û pirsa Kerkûkê girêdayî îradeya gelên Îraqê ye
û dê bi xwe çareser bikin û herwiha daxwaz kirin ku xwe ji çûne nav xaka Îraqê
biparêze û bo çareseriya pirsa PKK’ê bi hikûmeta Îraqê û Amerîkayê re bikeve
hevkariyan.
Herçiqas ku ez
egera êrîşa Turkiyê bo ser Herêma Kurdistanê gelek lawaz û zeîf dibînim, lê
destdirêjî bo ser her kes, alî yan dewletekê nirx û zirarên xwe hene. Lewra
dewleta Turkiyê jî divêt bizanibe ku di encama destdirêjî kirina ser Herêma
Kurdistanê de:
- Divêt xewna
endambûn di YE’ê ji bîr bike.
- Dê zirarê bi
pêwendiyên wê bi Amerîkayê re bigihîjine.
- Dê berengarê
hêza Pêşmerge bibe.
- Torîzm ku parek
ji çavkaniya dahata Turkiyê ye, bo heyamek dirêj dê raweste.
- Dijberiya
navbera Enqerê û Kurdên Başûr dê kûrtir bibin.
- Dê derfet ji bo
PKK’ê û hêzên neyar yên dewleta Turk pêk were ku bi hemû şiyan û hêza xwe êrîşê
bikine ser dewleta Turkiyeyê.
- Turkiye dê di
warê Aborî, Leşkerî û Locestîkî de tûşî zirar û ziyanek gelek mezin bihê. |