|
ser Îranê
razîbûna kongirê werbigire.
Ev nûnerên ku ev biryarnameye pejirandin, di konferanseke çapemeniyê de
nigeraniya xwe dan xuyakirin ku siyaseta şerxwazane ya Serok Komarê Amerîka li
Îraqê û Kendava Fars derheqa Îranê, renge Amerîka tûşî şer digel wî welatî bike.
Ev meşa nîşan û berjenga dilekutkê û nigeraniya wan nûnerane ye ku şahidê
pejirandina biryarnameya şer li dijî Îraqê di sala 2002’an di kongireyê de bûn.
Zêderbarê wê yekê ew ji ber vê çendê nigeran in ku dewleta Amerîka her ji vê
biyarnameya han ji bo encamdana êrîşa leşkerî li dijî Îranê mifahê lê werbigire,
ji ber ku di vê biryarnameyê de zêdebarê pejirandina êrîşa leşkerî wek rêyekê bo
ser Îraqê hatiye: “Heke hewce be Amerîka dikare ji bo parastina vêc û qazancê
xwe li derveyî axa Îraqê jî mifahê werbigire. Nûnerên Kongireya Dewletên Yekbûyî
ên Amerîkayê gef ji dewleta Buş xwarin ku ji vê para biryarnameya pejirandî a
kongirê ji bo pasawa êrîşa leşkerî li hundirê axa Îranê mifahê newergire.
Eger em lênihêrînekê bi ser zext û
givaşên Amerîkayê bo ser rejîmên dîktator û serberedayî di Rojhilata Navîn û yek
ji wan Îranê da bikin, ji bo me kifş dibe ku ew zext û givaşane piştî bûyera
11’ê Îlona 2001’an û hatine rojeva gelaleya Rojhilata Navîn a mezin ji bo
hilweşandina rejîmên dîktator û milhur û pêkanîna hikûmetên gelî û demokratîk di
wan welatane da dest pê kirin. Li pey hilweşîna rejîma paremayî û kevneperest ya
Taliban ji hêla hêzên hevalbendan bi rêberiya Amerîka ve, êrîş bo ser welatê
Îraqê ku bo heyamê sê dehikan li jêr dîktatorî, cinayet û mirovkujiya rejîma
Bees a Sedam da dinaland, dest pê kir û ew rejîma dîktator bi kulîfenkê dîrokê
hate sipartin. Di vê navberê da ew rejîma ku ji gişt rejîmên Rojhilata Navîn
dîktatortir û terorîstperwertir e, yanî Komara Îslamî a Îranê her di cihê xwe da
ye. Taliban di rojhitat û rejîma Besa a Sedam li rojavaya wî dewletî cihên xwe
dane hikûmetên gelî û demokratîk. Lê belê ewa tiştekî kifş û rohn e ku zêdebarê
wê çendê ku dîktator mergê dîktator bi mergê xwe dizane, lê tu caran ji qedera
dîktatoran ders û şîretan wernagire û her li ser zulm û zordestiya xwe berdewam
dibe.
Ji bo gişt cîhanê xuya ye ku ev
rejîma her di dema bi desthilatgihîştinê ve heya niha mijûlî hinartina Şoreşa
Îslamî ji bo derveyî sînorê xwe nemaze Îslama “nabi Mihemedî“ ji bo welatên
derve, pêkanîn û organîzasyona girûpên olhişk û terorîstî mîna Hizbulaha Lubnanê
û piştevanî ji Hemas û Cîhada Îslamî a Filistînê û dehan girûpên Îslamî ên din
di seranserê cîhanê da ji xasmaniyên vê rejîma hov bûne. Her weke me bas kir,
piştî hiloşîna du rejîmên Bees û Talibanê, bona vê çendê ku Komara Îslamî a
Îranê rastî qedereke mîna wan nebe, bi hemû hêz û şiyana xwe dest bi destêwerdan
di kar û barê wan welatane da kir û bi perwerdekirin û pêkanîna girûpên
terorîstî û hinartina çek û teqemeniyê û bi mezaxtina milyonan dolaran ji bo
taqimên terorîstî cehd kiriye û hewlê dide wan welatane ji bo hêzên Amerîkayî û
hevalbend bike qobî û pêvajoya gelaleya Rojhilata Navîn a mezin cî bi cî nebe û
ew jî bi qedera wan tûş nebe.
Xaleke din a herî balkêş eva ye ku
vê rejîmê bi hemû şiyana xwe bi milyar dolaran sermayedanînê, mijûlî pêşvebirina
pirojeyên Etomî ên xwe ye û dixwaze di bin perdeyê teknolojiya aştîxwazane da
destê vê bi çeka komkuj re bigihîje û vê carê ne tenê devera Rojhilata Navîn,
belkî bi giştî cîhanê tûşî tirsê bike. Dewletkê ku Serok Komarekî terorîst mîna
Mehmûd Ehmedînejad hebe ku dixwaze welatê Îsraîlê li ser topa gerdûnê bihê
rakirin û bûyera dilêş a Holokastê bi van hemû belgane ve bi efsane û çîvanok bi
nav dike, bi rastî eger sibê çeka komkuj bidestve bîne, çi çavnihêriyek jê tê
kirin!
Zext û givaşên li ser rejîma Îranê
ji hêla Amerîkayê ve ji çi demekê were xurt bûne ?
Piştî wê çendê ku dewleta Îranê ji
hêla Curc Buş, Serok Komarê Amerîka ve di refa welatên baskê şeraretê da hate
danîn, em dikarin bibêjin pêvajoya xurtbûna zext û givaşan dest pê kir. Yanî di
encama sala 2006’an de, demekê ku gişt cehd û bizavên navneteweyî ên Yekîtiya
Ewropa û Amerîkayê nekarîn rejîma Komara Îslamî bîne ser vê baweriyê ku dest ji
kar û barên navikî berde û bi bê guhdan bi têdîtin û pêşniyarên wan her berdewam
bû. Bi dehan caran desthilatdarên Îraqê û Amerîkayê bi eşkere Îran bi maytêkirin
di kar û barên hundir yê vî welatî sûçdar kirin û daxwaz lê kirin ji bo
Parastina Ewlehî û tenahiya Îraqê hevkariyê bike, lê çi bersivekî erênî ji Îranê
haydarî nekirin.
Piştî wê çendê ku karbidestên
Amerîka hatne ser vê bawerê ku heya maka terorîzmê yanî Komara Îslamî a Îranê di
deverê de be, tenahî û ewlehî di vê deverê da cihgir nabe. Li vir de ye em
şahidê xurtbûna pêvajoya zext û givaşan bo ser Îranê ji hêla Amerîkayê û welatên
Rojavayî dibin. Derkirina hukmê navneteweyî a Dadgeha Arjantînê ji bo 7 kes ji
desthilatdarên herî payebilind ên Komara Îslamî û yek ji wan Refsencanî,
derkirina hukmê dana xisarê ji bo cangoriyên teqîna bajarê Zehran a Erebistana
Seûdî, dorpêçkirina Bankên Sipeh û Sadirat a Îranê, baykotkirina dehan şîrket û
kompaniyayên biyanî bi sûçê alvêr û bazirganî tevî Îranê, êrîş bo ser navenda
Îstixbarata Îranê li bajarê Hewlêrê, hatina çend balafirhelgirên mezin ên
Amerîkayê ji bo Kendava Fars, şandina 120 hezar serbazên Amerîkî ji bo Îraq û
deverê, ji hemûyan giringtir pejirandina biryarnameya vê dawiyê ya baykota aborî
li dijî Îranê ji aliyê Konseya Ewlekarî a Neteweyên Yekbûyî di vê derheqê de ne.
Ku bi giştî di arasta pêveçûna tengkirina ortê ji milhuriyên rejîma Komara
Îslamî a Îranê ne û belge wisan nîşan didin ku vê carê derbazbûn ji van çetin û
zehmet e. Di vê derheqê de pêdivî ye em qala gotina “Wîn Wayt” bikin ku heya
meha Marsa 2006’an, karnasekî herî derecebilind ê Wezareta Karê Derve a Amerîka
di kar û barê Rojhilata Navîn de bûye, dibêje: “Bernameya êrîş bo ser Komara
Îslamî bi awayekê hatiye darêtin ku şerekî berfireh û giştgir be.” Wayt îdeayê
dike ku bi xwe parek ji gelaleya wî şerî dîtiye û zêde dike û dibêje: “Bi dîtina
van gelalane em dikarin bibêjin ku şerê Amerîka tevî Komara Îslamî di êrîş yan
êrîşên derbeyî da nahê kurtkirin. Belku di destpêkê de pareke mezin ji hêzên
esmanî ên binbehrî ji curê Kîlo û torên mûşekî ên li dijî keştiyan di Îranê da
dê werin jinavbirin. Li gor gotina Wayt bi ji navçûna torên mûşekî ên li dijî
keştiyan li Îranê, Komara Îslamî a Îranê nikare êrîşê bike ser keştiyên şerker
ên Amerîkî li Kendava Fras.
Mejîhişkî û kevneperestî û
terorîstbûna desthilatdarên rejîma Komara Îslamî welatê Îranê ber bi şerekî
nexwastî dibe ku tenê ziyan û xesara wê tûşî xelkê belengaz yê welatê me dibe.
Heke ne ev cinayetkarên terorîst mîna desthilatdarên Beesê divêt rojekê her di
dadgeha gel de bihêne mehkemekirin, îca çi bi êrîşa leşkerî be yan bi hevxebatî
û hevdengiya gelên Îranê. |