|
Rêxistina Netewe û gelên bê nûner
di Neteweyên Yekbûyî de rêxistinek demokratîk, navneteweyî ye ku endamên wê
nûnerên neteweyên bindest, welatên hatî dagirkirî û kêmaniyên neteweyî û welatên
serbixwe ne yên ku dixwazin mafên mirov û çandî yên welatiyên xwe û jîngeha xwe
biparêzin û pirsgirêkên xwe bi awayekî aştîxwazane çareser bikin. “UNPO” ji bo
endamên xwe atmosforek yasayî di warê çalakiyên navneteweyî de pêk tîne.
Piraniya endamên “UNPO”yê ne di
rewşek wek hev de ne, lê wekî yek mercên endambûnê yên endamên “UNPO”yê,
endametiya wan di saziyên navneteweyî weke Rêxistian Neteweyên Yekgirtî (UN) de
nînin, ji ber wê yekê jî şansê beşdariya wana bo pêşveçûna pirsên têkildar bi
parastina mafê mirovan tevî astengan tê rûbirûbûn.
Li gor “UNPO”ye, zêdeyî 90 ji sedê
ya pirsgirêk û kêşeyên rojava niha pirsgirêkên navxweyî ne. Ji bo bersivdan bi
valahiya sîstema niha ya navneteweyî “UNPO” pêk hatiye. Endamên pêkîner yên wê
saziyê ew rêxistin û partî ne yên ku ji aliyê bingehên navneteweyî yên xwedî
desthilat girîngî pê nayên dayînê.
Dirûşma “UNPO”yê tolêrans wate
hevsazî, demokrasî, mafê mirovan û mafê diyarîkirina çarnivîsê ye.
Bizava gelê Kurd bi salan e bi wê
encamê gihîştiye ku bêy navneteweyîkirina pirsa Kurd, di çarçovaya welatên ku
Kurdistan di navbera wan da hatiye parvekirin, nayê çarserkirin. Ji xwe, pirsa
Kurd nikaribe tenê bibe pirsa çend dewletên herêmê weke Îran, Turkiye û Sûriye
an Îraqê.
Di serdema cîhanêbûnê de ku bi sedan
hezar Kurd akinciyên welatên Rojava bûne, pirsa Kurd beşek ji pirsa wan welatan
e û hetanî pirsa Kurd çareseriyê bi xwe nebîne, beşek ji civaka welatên Rojava
jî nikaribin bi rehetî di nav civaka wane de “intigire”(têkilî yan tevlîhevbûn)
bin û bibin beşek li endamên civaka welatan. Lewra çareseriya pirsa Kurd di
rastî de çareseriya pirsgirêkek civakî jî ye ji bo welatên xwedî desthilat. Ji
aliyekî din ve bona deverek aloz wek Kurdistanê ku serekaniya nift, av û gelek
dewlemeniyên din yên Rojhilata Navîn e, rê nade herêmê û nemaze welatên weke
Îran û Turkiyê ku pêşveçûnên li gor hewcehiya serdema cîhanîbûnê bi xwe bibînin.
Digel hebûna wê rastiyê, astenga
herî mezin ku pêşiya pêşveçûna pêvajoya pirsgirêka gelê Kurd girtiye, endametiya
dewletên hakim li ser Kurdistanê di Neteweyên Yekbûyî ye. Dewletên endam di
Rêxistina Neteweyên Hevgirtî, ji ber berjewendiyên aborî yên welatên xwe amade
nînin pirsa Kurd di Neteweyên Yekbûyî de binîn rojevê.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê
bizava netewî ya Rojhilata Kurdistanê ji 30 salan berêve xebat ji bo nêzîkbûn bi
bingehên navneteweyî ji bo cîhanîkirina pirsa Kurd dest pê kir. Endambûna
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Enternasyonal Sosyalîst de berhema wê
xebatê ye ku di şûn de Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistan û HADEP jî bûn endamê wê
malbatê.
Di civîna Şibatê ya “UNPO”yê de,
nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê rêzdar Ebdulla Hicab digel
şirovekirina rewşa siyasî û mafê mirovan ya gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de
got: “Armancên me yên havbeş mafê wekhev, demokrasî, mafê mirovan û mafê
neteweyan bo çarnivîsa xwe ye. Ji bo me pêwîst e ku baştirîn rêyê ji bo
hevxebatî û piştgiriyê peyda bikin. Em bawer in “UNPO” berpirsiyariya wê heye ku
dengê neteweyên endam bigehîne bingehên navneteweyî. Lewra ewa ji bo Partiya
Demokrat a Kurdistana Îranê û gelê Kurd li Kurdistana Îranê delîve û fersendek
dîrokî ye ku bibe endamê wê malbatê.
Endambûna Partiya Demokrat a
Kurdistana Îranê di “UNPO”yê de tevî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya
Niştîmanî ya Kurdistanê sêgoşeyek giring û bihêz ji bo pêşvebirina pirsa Kurd di
warê navneteweyî de pêk tîne ku serkevtina wê berî her tiştekê girêdayî bi asta
alîkariya wan partiyên Kurd heye.
Wek siyaseta navneteweyî ya Partiya
Demokrat a Kurdistana Îranê, xebat di asta navneteweyî de ji bo diyarîkirina
mafê çarenivîsa gelê Kurd li gor zagonên navneteweyî berpirsiyariyek giring dixe
ser milê wê partiyê ji bo bihêzkirina dîplomasiya Kurdên Rojhilata Kurdistanê û
rojevkirina doza Kurd li Îranê. |