|
 |
Lokman Polat
Partiya Demokrat a Kurdistana Rojhilat, partiya damezrevanê Komara Kurdistanê a
Mahabadê ye, partiya serokê nemir Qazî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî ye. Di
dîroka siyasî ya kurd û Kurdistanê de ciheke taybetî ya Hizba Demokrat heye.
Ev sî salin ku ez tevgera azadîxwaz ya siyasî ya kurd li her çar parçeyên
Kurdistanê dişopînim, Hizba Demokrat heta niha tu tişteke xirab pêk neaniye, tu
çalakiyeke nebaş nekiriye û herweha tu dem |
|
zirarê nedaye doza
netewa kurd. Hizba Demokrat partiyeke modern e û kar û xebata xwe de, di
siyaseta xwe de partiyeke serketî ye.
Dema ez pê hesiyam ku Ebdula Hesendade û hinek kadirên partiyê ji partiyê
veqetiyane, ez li ber ketim. Nakokiyên nav partiyê û veqetandin partiyê qels
dike û tu faydeyeke nade têkoşîna azadiya gel û rizgariya welat, berevajê wê
zirarê dide doza netewa kurd.
Di nav van sî salên ku min tevgera siyasî ya kurd şopandiye û ez bi xwe bûme
şahidê gelek tiştan û herweha ji nêz ve ji cudabûn û veqetandinên di nav
partiyên kurd de bûme xwedî agahdariyan, bi kurtahî tecrûbeyên sî salan dide
nîşandan ku gelek caran di nav partiyên kurd de cudabûn û veqetandinên grûpî çê
bûne û zirarê dane hêza tevgerên siyasî yên kurd. Veqetandin û parçebûna partî û
rêxistinên kurd hêza siyasî û rêxistinî ya kurd zeîf kiriye, xebat sar kiriye,
têkoşîn pasîf kiriye, pêşveçûn lawaz kiriye û di her warî de qelsî pêk aniye.
Kes û grûpên ku ji partiyên xwe vediqetin, ji partiya xwe ya berê bihêztir,
moderntir û çalaktir partiyekê danamezrînin. Veqetandina wan qelsiya wan e û ew
di serî de li siyasetê hinek germ dibin û paşî anku piştê demeke sar dibin, li
hemberê bûyeran xemsar dibin û gelek kadirên siyasî ku veqetiyane bi şêweyeke
xemsarî xwe dikşînin kuncika xwe û li mala xwe rûnî dikin, têkilê tiştên siyasî
nabin yan jî di siyasetê de gelek pasîf dimînin.
Dîroka siyasî ya partî û rêxistinên kurd û Kurdistanê û bi taybetî jî yên kurdên
bakur vê rastiya ku min anî zimên bi gelek cureyan û hercar raxistiye ber çavên
mirov. Kurd bi hevre xurtir in. Ji hev veqetandin wan bi hêz nake, qels dike.
Di nav partî û rêxistinên siyasî de helbet dê nakokiyên şexsî û pirsgirêkên
îdeolojîk, siyasî û rêxistinî hebin. Ya girîng ev e ku; mirov bi bêhneke fereh,
bi tolerans û bi metoda îqnayê hevûdu serwext bike, bi hev bawer bike û
pirsgirêkan çareser bike. Tu pirsgirêkeke ku çareseriya wê tunebe nîn e. mirov
bixwaze dikare ji hemû pirsgirêkan re çareserî bibîne û nakokiyên şexsî ji holê
rake.
Binêrin, qeslbûn û hêzbûna Hizba Demokrat tenê Kek Mistefa û Ebdula Hesenzade û
Hesen Restigar û endamên partiyê eleqeder nake, hemû kurdên welatperwer yên
herçar parçeyên Kurdistanê eleqeder dike. Bi qelsbûna Hizba Demokrat tenê hûn
naêşin, em jî diêşin anku hemû kurdperwer pê diêşin. Bi qelsbûna Hizba Demokrat
dijminê dagirker, olperestên paşverû şad û bextiyar dibin, keyfa wan tê. Di
herçar parçeyên Kurdistanê de serketin û pêşketin keyfa hemû kurdperweran tîne,
kurdperwer şad dibin, dagirker qehr dibin.
Bawer bikin, dema Xanî Bilûryan ji Hizba Demokrat veqetiya û çû mil da partiya
sosyal şoven –Tudeh-ê ez pê êşiyam, gelek aciz bûm. Herweha dema Kek Celîl
Gadanî veqetiya dîsa ez aciz bûm, lêbelê dema gotin Kek Celîl Gadanî û hevalên
xwe vegeriyane û bi Hizba Demokrat re bûne yek, keyfa min hat û ya tev
kurdperweran hat.
Lê mixabin carek din girûpa Celîl Gadanî û Hesen Restgar ku sala 1988’an ji PDK
Îranê veqetiyan û bi xurtî dijberiya Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî jî dikirin,
piştî vegeriyana xwe di sala 1996’an vê care rihet nerûniştin û Ebdula Hesenzade
jî bi xwe re birin û me dît ku wan roja 06.12.2006’an cudabûna xwe ji PDK Îranê
îlan kirin. Bi vî karê xwe, wan careke din derdek giran ji xebata siyasî û
neteweyî ya azadîxwazên Kurdistana Rojhilat bi serkêşiya PDK Îranê xistin û dilê
dijminên Kurd ji xebatkarên Kurd xweş û şad kirin. |