|
Taype a welatê
Taywanê de, gavekê ji endametiyê nêzîk bibû. Lê vê carê dûyratiya dûr û dirêj ya
di navbera çavedêrî û bi endambûnê de bezand û di vê ezmûn û ceribîna dîplomatîk
de jî serkevtiyane derket. Piştî biryara serokatiyê, pêvajoya siyasî û asayî ya
bi endambûnê eva ye ku bexşîna fermî ya endametiyê di civîna pêşîn ya civata
giştî de pesend bike.
Eva ku misoger
bûye eva ye ji roja 4’ê Şibata 2007’an ve Alaya Kurdistanê û cihê Rojhilatê
Kurdistanê di nava gelên din yên bênûner de hatiye destnîşankirin û di prosesa
rizgariya neteweyî de, em jî tevî gelên hevqeder yên xwe di qada cîhanî de bi
dengeke hevpar ve dê tevbigerin.
“UNPO” rêxistineke
medenî ya cîhanî ye ku li cihê welatan, endametiya neteweyan bi bingeh digire û
li ser bingeha demokrasî û mafên gelan ji bo diyarîkirina çarenivîsa siyasî ya
wan dixebite. Endamên vê rêxistinê her weke di rêbazên giştî yên wê de hatiye,
pêk hatiye li gelên xwecih (bomî), neteweyên welat lêdagîrkirî, kêmanî û ew
welatên serbixwe yan herêmên xwebirêvebir ku bo parastina mafên kulturî û
mirovatî yên xwe hev girtine. Endamên rêxistinê bêdestêwerdan di kar û barên hev
de, bo peydakirina rêçareyên aştiyane ji bo ew pirs û dozên ku pêwendî bi jiyan
û çarenivîsa wan ve heye û cehdê dikin û dixebitin ku siyaseteke jîngehparêziyê
birêve bibin.
Merema sereke ya
rêxistina “UNPO”ê eva ye ku daxwaza siyasî ya her neteweyekê bi vî awayî ku
netewe bi xwe diyarî dikin, di cîhanê de bide nasandinê û biryara hemû endamên
wê li ser awayên diyarîkirina çarenivîsa wan piştgirî lê bihê kirinê. Tevî
cudahiya biryar û metoda diyarîkirina çarenivîsê, aliyê hevbeş yê endamên
“UNPO”ê nebûna nûneratiya wan di civakên dewletî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî
de ye. Armanc ji pêkhatina vê rêxistinê di sala 1991’ê de eva bû ku dûyratiya
navbera sîstema îro ya cîhanê û dezgeh û saziyên siyasî tejî bike û dengê
fetisandî yê neteweyên bêdewlet bigihijîne cîhanê.
Her çend rêxistina
“UNPO”ê pêwendiya rêxistinî, anku girêdayî bi tu yek ji wan rêxistinane nine ku
nûneratiya welatên serbixwe bikin, lê him bo rêxistina UN’ê him jî bo komîsyona
Mafê Mirovan ya vê rêxistinê, weke çavkaniyeke girîng ya zanyarî û agadariyan li
ser gelên bêdewlet tê hesibandin. Lewra “UNPO” weke terîbûn û dengê gelên bê
nûner di cîhanê de hesab jêre tê kirinê û roj li pey rojê girîngî û hitbara wê
diçe jor.
Di Kurdistanê de,
tevî wê ku nav û dengê rêxistina “UNPO”ê mêjdem nine ku ketiye rojeva siyasî ve,
lê pêtir ji 16 sal e ku ev rêxistina û daxwaza gelê Kurd rêvîngên rêyekê ne. Ji
aliyê gelê Kurd ji Başûrê Kurdistanê ve Partiya Demokrat ya Kurdistanê û
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê endamên “UNPO”ê ne û ji sala 1991’ê ve di vê
rêxistinê de pişikdar in. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyeke xurt bi
“UNPO”ê re heye, lê ji Bakûr û Başûrê Rojavayê de heya niha tu partî û
rêxistineke siyasî weke endam nehatiye wergirtinê û daxwaziyeke bi vî awayî jî
heya niha negihîştiye desteya serokatiya “UNPO”ê.
Ji aliyê din ve
gelên hevqeder yên me di Îranê de cehda endametî di vê rêxistinê de didin û
pêregihîştin bi daxwaziya gelê Belûç bo endametiyê di rojeva desteya
birêveberiya “UNPO”ê de ye. Gelê Ereb li Ehwazê endamê vê rêxistinê ye û Dr.
Kerîm Abidiyan, berdevkê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Ehwazê endamê çalak û
jêhatî yê desteya birêveberî ya “UNPO”ê ye. Hevdem tevî gelê Kurd, gelê
Azerbaycana Îranê jî ji rêya Bizava Neteweyî ya Azerbaycana Başûrê ve bû bi
endamê vê rêxistinê.
Di nava neteweyên
endam di “UNPO”ê de, heya niha 6 endam û ji vana her sê welatên Baltîkê: Lêtonî,
Lîtvanî û Stonî piştî bidestveanîna serxwebûnê, bûn bi endamên Neteweyên Yekbûyî
û ji endametiya “UNPO”ê derketin. Lê welatên weke Taywan û Abxaziya ku herçend
xwedî statûyek serbixwe ne, niha jî her wek endamên çalak yên rêxistinê kar
dikin û di refa neteweyên hevqeder de mane. Hejmara endamên rêxistinê vê gavê 69
endam in.
Ji aliyek din ve,
şanda PDK Îranê bi pişikdariya xwe xerîteya siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bi
hemû partî û rêxistinên siyasî yên nû û kevn yên amadebûyî da nasandinê û ew
xatircem kirin ku di tu dem û qonaxekê de ji dîtina berjewendiyên partîtiyê ve
naxebitin. Bi vê wateyê ku nûneratiya PDK Îranê dê bibe tirîbûna hevpar ya hemû
gelê Kurd li aliyê medenî û siyasî yê opozîsyonê ve ku destê wan bi tirîbûnên
navneteweyî re nagihîje.
Wergirtina gelê me
di rêxistina “UNPO”ê de tê wateya nuqte guhartineke siyasî û herwiha
bawerînameyeke dîplomatîk e ku xebata rewa û berheq ya neteweyî a me di
Rojhilatê Kurdistanê de bidestve anî. Bo PDK Îranê jî zêdebûna şanaziyeke din bi
hejmara şanaziyên dîrokî yên dinê ku di dîroka tekoşîna xwe bo rizgariya
neteweyî ya me de tomar kiriye. Hemû cehd û tekoşîna Partiya Demokrat ya
Kurdistana Îranê nasandina xebata rewa û berheq ya neteweya me bi dezgeh û
navendên cîhanî ye û di vê derheqê de partiya me endametiya di “UNPO”ê de, ne
wek alaveke bazirganî ya siyasî, belkî weke gavek ber bi rizgariya neteweyî
bikar tîne.
Lê bi bêy
piştevaniya civatên xelkê Kurdistanê û dengeke teba di nav refên tevgerê de, ne
ev destkevta û ne jî şanaziyên dîrokî yên dinê jî dikarin şûnwarê dîktatoriyê di
welatê me de paqij bikin û bibin bi mizgîniya rizgariyê. Weke di bersiva birêz
“Marino Busdachin”, Serokê Îtaliyayî yê “UNPO”ê ku qala sedemên pêşketina bi
endamwergirtina PDK Îranê dikir, got ku “meywe û êmîşê serpayîzan baştir
digihîje, direng dirize û tama wê zêdetir dimîne”. Berhema xebat û tekoşînê jî
demekê keniyê têxe ser lêvên endamên malbata mezin ya Kurdistanê ku tovê
dijberiyê di nava bizav û tevgerê de qut bibe û ji holê bihê rakarinê, yekîtiya
neteweyî cihê demargirjiyê bigire û dengê govenda hevalbendiyê bibe bi piştevan
û alîkariya gavên me.
Em bi yekîtî û
yekrefiyê dikarin endametiya di “UNPO”ê de bikin bi destpêka destkevtên mezintir
bo neteweya xwe.
Bo zanyariyên
zêdetir serdana wan malpera bikin:
http://www.unpo.org
http://www.pdki.org/articles.php?lang=1&article_id=1216
http://www.unpo.org/article.php?id=6251 |