|
Têmûr Mistefayî (*)
Beşa 3
Wergerandin bo Kurmancî: Omîd
Esxeran
Ketina wan Kadro û Pêşmergeyan tevî Rêberiya Şoreşger sedemên cur bi cur hebûn,
desteyek ji şoreşê mandî bibûn û şerm dikirin û nedikarîn dest ji şoreşê
bikişînin û di rastî de di şûn fersend (derfetekê) de digeriyan ku zû û bilez
Kurdistanê bo aliyê Ewropayê bi cî bihêlin, lewra piştî cudabûnê bilez bo aliyê
Ewropayê meşiyan û bi merem û mirada xwe gihîştin. Tevî vê girûp û desteyê komek
ji berpirsên Rêberiya Şoreşger hebûn, mîna Hesen Restigar, Celîl
Gadanî, Husên Medenî û çend kesên din ji wan malbatên xwe ji bo derve
şandin û bi xwe jî mafê penaberiyê ji welatên Ewropayî wergirtin û di salê de
çend caran vedigeriyan Ewropayê (şoreşkirina bi w’ awayî pir xweş e)!
Desteya duyem: Hinek kes bûn ku heyîn û îmkana malî ji bo çûne derve nebûn yan
her bawerî bi çûna derve nebûn, lê hêz û qaweta dirêjîdan bi şoreşê nebûn, lewra
xwe teslîmê rejîma dijî gelî ya Komara Îslamî kirin.
Desteya Sêyem: Ew kes bûn ku bi sedema dijberî tevî yek ji berpirsên partiyê
(livîn û riftarek bi cî yan ne bicî tevî wan hatibû kirin) tevî Rêberiya
Şoreşger ketibûn ku piştî heyamekê beşek ji wan poşman bûn û bo nava refên
partiyê vegeriyan û bi dileke vekirî hatin wergirtin.
Her wekî min berê jî îşare pê kir, mixabin Rêberiya Şoreşger dest ji navê
partiyê ne hilgirt û ji vê çendê zêdetir jî bo Kurdistana Îranê vegeriyan û dest
avêtin piropagendeyan li dijî partiyê û li serweyî hemûyan şehîdê nemir Dr.
Qasimlo û Dr. Şerefkendî û bi berdewamî mijûlê livîn û xirabgotin li hember
partî û rêberên wê yên xwedî şiyan û zana bûn û vê çendê rê ji bo şereke sepandî
û nexwastî xweş kir ku çendîn Pêşmerge ji her du aliyan bûne goriyê vê siyaseta
sepandî ya Mucahidînê bi ser Rêberiya Şoreşger û bêguman berpirsyariya wî şerî
jî dikeve ser stûyê wan. Piştî çûna vê taqimê ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê û
pêkanîn û damezirandina partiyekê bi navê PDK Îran – Rêberiya Şoreşger taqimek
di nava partiyê de man û bi her sedemekê be neçûn, lê Xwedê dizane hetanî
vegeriyana birayên Rêberiya Şoreşger bo nava partiyê, dilê wan her li cem
Rêberiya Şoreşger bû, her di vê demê de ku Rêberiya Şoreşger bi sedema siyasetên
çewt û nebicî yên xwe ji aliyê partiyê ve hatibûn baykotkirin, vê taqimê dest
avêtibûn piropagendeyan bi qazancê Rêberiya Şoreşger, ji aliyeke din ve bi
nepenî diçûne bal wan û ev ji rewşa partiyê haydar dikirin û bi kurtî hiş û dilê
wan li cem Rêberiya Şoreşger bû.
Ji aliyeke din ve Ebdula Hesenzade di kongireya 8’ê a partiyê de bi her sedemekê
be, xwe ji bo endametiya Komîteya Navendî berbijar nekiribû, di Kongireya 9’an
ya partiyê de xwe ji bo endamê Komîteya Navendî berbijar kir û bû endamê
Komîteya Navendî û piştre jî bû endamê Deftera Siyasî. Piştî şehîdbûna Dr.
Şerefkendî, kekê Mistefa Hicrî weke Sekreterê Giştî yê partiyê hate hilbijartin
û Mamosta jî weke Cihgirê Sekreterê Giştî hate diyarîkirin. Di vê heyama
tekoşîna Mamosta de ku ramana Sekreteriyê di serê wî de bû û tu kesek jî vê
çendê bi eyb nizane, li şûn hevkarî tevî Sekreter dest avêt piropagendeyan li
dijî wî û her kêmasiyek deh qat mezintir dikir. Merem ji wî karî pêkanîna
etmosfêrekê ji bo rakişandina bal û raya Kadro û endaman ji bo aliyê xwe bû û ji
bo vê meremê dest ji tu piropagendeyekê ji pirsên kesayetî ve bigire heya
piropagendeyên herêmçêtî nehilgirt û ji aliyekî din ve taqima dildayî yên
Rêberiya Şoreşger ku dost û nêzîkên Mamosta jî bûn, hevdem dest dabûn destê
Mamosta ji bo pêkanîna rewşekê ku bikarin kongirê bi dest ve bigirin.
Mamosta û hevalên dilgirêdayî yên wî dest avêtin teorîvaniyê!! û yekxistina
malbata mazin ya Partiya Demokrat anîne ber bas, di piropagendeyên xwe de wisan
nîşan didan ku ew dilsozên yekxistina malbata mezin in û ji bo gihîştin bi
armancên xwe, ji hemû rê û alavekê mifah wergirtin, yek ji piropagendeyên ecêb û
ciyê baldanê a wan eva bû ku goya hemû mêjî û bijarte li cem Rêberiya Şoreşger
in û heke ew hêz û şiyan tevî hêz û karîna partiyê hev bigire, bazdaneke pir
mezin dê çêbe. Bi vî awayî dest avêtin piropagendeya xwe hetanî di konferansên
Kongireya 10’ê de serkevtinê bi dest ve bînin. Di encam de Mamosta ku karîbû di
konferansên derdora Deftera Siyasî de piraniya Kadro û Pêşmergeyên Navenda
Kurdistanê hev bixe, ji alava herêmçêtiyê mifah wergirt û ji 22 nûnerên wê
konferansê di gera yekem de 20 kesan deng anîbûn û tu kes ji Seqizê jêrtir û
Şinoyê jordetir têde nebû. Mamosta partî bi sê beşên Bakûr, Başûr û Navend parve
kir, parvekirinek ku di kongireya 10’hem de mamosta ji bo gihîştin bi armanc û
meremên xwe pêkînerê wê bû.
Hevalên Başûr û Bakûrê Kurdistanê rexne ji vê şêwaza hilbijartinê girtin û
mamosta bona vê çendê ku ewa ku ristibû, jê nebe hirî, çû pişta tîrîbûnê, daxwaz
kir û rêdîna xwe danî gireva desteka serkevtî de û daxwaz ji wan kir ku deng
bidin şehîd Mensûr Nasirî. Di encam de tenê şehîd Mensûr Nasirî deng jê re hate
dan û kesê dawiyê jî her ji bask (cinah) a mamosta hate hilbijartin.
Baskbendiyek ku Ebdula Hesenzade berpirsyarê pêkhatina vê bû û ji kongireya
10’hem ve bi awayekî fermî dest pê kir û heya cudabûna wan di bervara 15.09.1385
(06.12.2006)’an de, her domand. Ji bo selimandina vê rastiyê deqa daxuyaniya vê
nerazîbûnê dikeve berçav ku hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên Bakûr û Başûrê
Kurdistana Îranê nivîsandine. Piştî serkevtin di kongireya 10’hem de berdewam li
şûn nivîskarên vê nivîsarê digeriyan, bona vê çendê ku tola xwe ji wan bistînin,
di vê derheqê de Çinûr Mêhrperwer ku gumana taypkirina vê nivîsarê jê dihate
kirin, hatibû vexwandin û ketibû ber givaş û gefên taqima serkevtî di kongireya
10’hem de.
Eva jî deqa nivîsarê ye:
Birêz komîteya amadekar ya kongireya dehem!
Tevî silavên germ!
Me Kadro û nûnerên Pêşmergeyên beşdar di konferansên organên derdora Deftera
Siyasî bi hewce zanî ku şikayeta xwe li derheq encama konferansa Deftera Siyasî
bi agehdariya hemû hevrêyên partiyê bigehînin û encamê vê şêwazê bixin berçav û
rohn bikin ku çi encam û aqibeteke nexweş û pir zirar dê ji bo tevgera gelê Kurd
li Kurdistana Îranê hebe. Weke ku hûn haydar in, herêmçîtiyê partiya me bi sê
herêmên Bakûr, Başûr û Navend parve kiriye û panatî û çarçoveya Başûrê
Kurdistanê ji sê parêgehên Îlam, Kirmaşan û Sine û herêma Bakûra Kurdistanê jî
Urmiye û Selmasê pêk hatiye, bi vî awayî ev rastiye ron dibe ku her cure
dilêşandin û derêxistina Kadro û Pêşmergeyên van herêmane hebe, em pir baş jî
haydar in ku hêvî û cehdên Komara Îslamî dijberîxistin di nav refên partiyê û
pêkanîna herêmçêtiyê di nava partiyê de ye. Ev pirs bi çendîn caran dilsozane ji
aliyê hejmarek ji Kadroyan ketiye berçav, civînên Kadro û Pêşmergeyên organên
Destera Siyasî û hejmarek ji endamên Deftera Siyasî, ji encama ziyanbar ya vê
kiryarê hatine haydarkirin, lê mixabin du heyv û bigre çend heyvan berî pêkanîna
konferansa Kadro û nûnerên Pêşmerge li derdora Deftera Siyasî, liv û lebatên
destebendî û bandbaziyê di nav hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên organên Deftera
Siyasî de dest pê kir û ji tu cure piropagendeyeke neberpirsane û hayder xwe ne
parastin û kêmasiyên Kadroyek Başûr yan Bakûrê Kurdistanê sed hember mezin
dikirin û li derheq hemû kêmasiyên Navenda Kurdistanê xwe parastin. Merem ji vê
şêwaza piropagendeyê têkşikandina kesayetiya Kadroyên wan deveran bû. Encama vê
şêwazê bû sedema vê çendê ku di hilbijartina 22 nûnerên Pêşmerge ji organên
derdora Deftera Siyasî de hetanî yek Pêşmergeyên Başûr yan Bakûrê Kurdistana
Îranê nehên hilbijartin û her 22 nûnerên Pêşmerge ji Pêşmergeyên Navenda
Kurdistanê bin.
Piştî qonaxa yekem, lîsteyek ku pêkhatibû ji 22 kesan, ji Kadroyên Navenda
Kurdistanê re hate nasandin û daxwaz hate kirin ku tenê deng ji wan 22 kesan re
bidin. Di pêvajoya konferansê de ji aliyê Kekê Selîm Şikak (Kerîmzade) ve li ser
vî lîsteyaî agahî hatin kifş û eşkere kirinê û di konferansê de kesên beşdar di
lîstê de bi çêkirina denge deng û helayê ragihandin ku ev gotina Kekê Selîm
Şikak ne rast e. Lê bûyerên piştî konferans û serkevtina her 22 kesên beşdar di
lîsteyê de eyan kir ku gotinên wan heya çi qasekê bê bingeh in.
Hevalên Rêzdar!
Merema me ev nine ku dana lîste kareke xirab e û nabe hebe, heta merem eva jî
nine ku çalakiyên li derheq hilbijartinê azad nebe, em li servê baweriyê ne ku
her cure lîstedan û çalakiyên hilbijartinê heke heya qasekê berjewendî û
qazancên partiyê li ber çav bigire, rewa û meşrû e û me tu gotinek nine, lê
çunku şêwaza amadekirina lîste bi awayekê bû ku heta yek kes ji Kadroyên Bakûr û
Başûrê Kurdistanê têde beşdar nehatibûne kirin û tim beşdarên lîste tenê ji
hevalên Navenda Kurdistanê bûn. Bi vî awayî eşkere bû ku ev hevrêyane heya
qaseke kêm jî berjewendî û qazancê partiyê li berçav negirtine, gelo tu bêjî ji
Kadro û Pêşmergeyên Bakûr û Başûrê Kurdistanê tenê yek yan du kesên dilsoz dest
neketibe ku di lîste de hatibe beşdarkirinê û lîste rengê herêmçîtiyê pêve diyar
nebe. Di lîsteya 24 kesî de kesên wiha hatibûn beşdarîkirin û deng jêre hatibû
dan ku ji taqima 7 kesî bûye û yek hetanî du salan bû ku hatibûn nava refên
partiyê û kesên wiha têde hebûye ku xwe ji bo çûn bo Ewropayê amade kiribûn, lê
ew kesane deng bi destve dianîn û bi dehan Kadroyên 15 heya 16 salî û dilsoz
deng bidestve nedianîn. Eva ye li berçavgirtina qazanc û berjewendiyên partiyê?
Eva ye dilpaqijiya şoreşgerane? Eva ye berpirsyarî li hember şoreş û tevgera
Kurd?
Em daxwaz ji hemû Kadro û Pêşmergeyên dilsoz yên partiyê dikin ku li hember vê
şêwaza xebatê ku encama vê zirar gihandin bi tevgera Kurd e, xwedî helwest
derkevin û ber ji vê liva nebaş û nebicî bigirin.
Wêne ji bo hemû organ, komîte û melbendên.
Bervara 08.12.1373 (27.02.1994)
Bi îmzaya 30 Kadroyan
Kongira 10’ê, li bervar 23.01.1374 (12’ê Nîsana 1995)an, di binkeya Partiya
Komonîst (Şiyûî) li Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdistanê hate lidarxistinê.
Girtina kongira 10’ê gelek bi nepenî û di demekê de hate lidarxistinê ku Komara
Îslamî li şûn ciyê girtina kongirê digeriya, kongire hetanî roja 30.01.1374
(19.04.1994) an, ku dawî bi kar û xebatên xwe anî, ciyê vê bi tevahî nepenî û
veşartî bû, di rastî de birayên Partiya Komonîst (Şiyûî) ji bo parastina tenahî
û ewlekariya Kongirê hemû zehmetek kişandin ku hêjayî qedir û rêzlêgirtinê ye.
Yek ji bas û gengeşeyên kongirê bas li ser pêwendiyên partiyê tevî Rêberiya
Şoreşger bû ku di biryarnameya dawîn ya kongireya 10’hem de di vê derheqê de
bendek ku ji sê xalan pêk hatibû, hate pesendkirinê ku eva deqa xalên pejirandî
ye:
A. Deriyê gotûbêjê tevî Rêberiya Şoreşger were vekirinê û ew baykota ku heya
niha li ser wan bûye, bihê hilgirtin.
B. Komîteya Navendî a hilbijartî ya kongireya 10’hem, hewlê bide ku ji rêya
gotûbêjê ve, vê pirsgirêkê li gor usûl û bi qazacê tevger û partiyê çareser
bike.
C. Heke ev bê tu şert û merc, bi awayekê ku Komîteya Navendî biryarê li ser dide
vegerine nava refên partiyê, dê weke hemû Kadro û endameke partiyê werin
wergirtin û hurmeta wan were parastinê.
Di hilbijartina endamên Komîteya Navendî de hejmareke berçav ji rêberiya
kongireya 9’ê ku ji baska Ebdula Hesenzade nebûn, deng ji wan re nehate dan û ji
endametiya Komîteya Nevendî ketin û li cihê wan 19 kes ku biryar hatibû girtin,
ji bo endametiya Komîteya Navendî werin hilbijartinê, 20 kesan deng bi destve
anîn ku kesê 20’ê kekê Sadiq Zerza bû, ji ber vê çendê ku li Ewropa dijiya û wê
demê zaf giringî ji Kurdistanê re dihate dan, navhatî ji lîste hate derxistin.
Bi vî awayî 19 kes bûne rêberiya partiyê, 11 kes baskê Ebdula Hesenzade û 8 kes
jî baska din û wekî Ebdula Hesenzade digot ez nizanim çima ev heşt kese bo
carekê nebûn bi heft, hemberên wî jî di bersiva wî de digotin her wekî ew 11
kese jî bo carekê nedibûn bi 10 kes. Ew 11 kesên ku hatibûn hilbijartinê ji bilî
mamosta û 3 kesên din, ewên din rabihûriya hilbijartina wan bo Komîteya Navendî
nebû û hemû ew kesane yan Kadroyên pile 3 yan pile 4’ê partiyê bûn. Di salona
kongirê de, Mamosta weke Sekreter hate hilbijartin û Kekê Mistefa Hicrî E.
Hesenzade weke Sekreterê nû ji kongirê re da nasandin û em vegeriyane binkeya
partiyê. Ji bo hilbijarrtina endamên Deftera Siyasî û Cîgirê Sekreterê Giştî, E.
Hesenzade ji çar endamên Komîteya Navendî ji baska din mifah wergirt, eva ne bi
wateya buhadanîn ji bo wan bû, belku tenê bona vê çendê bû ku ev kesên ku vî
birêzî kiribûne endamên Komîteya Navendî, xwediyê nasyariyeke wisan nabûn û
xelkê ev nedinasîn û vê çendê zirar ji bo E. Hesenzade hebû, renge wî wiha
zanîbe ku heke ew 4 hevrêyane nehên Deftera Siyasî, kar û xebatên wî pêşve
naçin, nemaze ji asta kêrhatîbûna wan haydar bû. Ev xwenîşandane di demekê de bû
ku piştî kongireya 10’ê, ez weke berpirsê binkeya pêwendiyên partiyê li bajarê
Hewlêrê hatim diyarîkirinê. Mamosta Seed Ebdulayê şehîd, Berpirsê Tayê 2’yê
PDK’ê bû, li pey silav û li halê hev pirsînê, ji min re got: “Ev partiya we pir
ecêb e” ! min jî ku nedizanî merema wî ji vê gotinê çiye, jê pirsî ecêbbûna wê
di çi de ye? Mamosta Seed ji min re bersivî û got: “Di Rojhilata Navîn de her
dema ku Sekreterê partiyekê guherî ye, Sekreterê kevn ew partiye têk daye, lê
niha Sekreterê berê yê we bûye hevkarê Sekreterê nû û eva di nav partiyên
Kurdistanî de tişteke teze ye”. Eva bo min ciyê şanaziyê bû, xweziya ev karê ku
Kekê Mistefa Hicrî kir, Mamosta Ebdula Hesenzade jî bikiriba, bona vê çendê ku
ev gotina Mamosta Seed di vê derheqê de li ser partiya me rast vegeriyaba.
Piştî kongireya 10’ê û niha jî li gel be, E. Hesenzade şanazî bi vê hilbijartinê
dikir ku goya wî 4 kes ji baska rikeberê xwe weke endamê Deftera Siyasî diyarî
kiriye, eva di demekê de bû ku Mamostayê demokrat! gava nêrînên wî di Deftera
Siyasî de ser neketiba, civîna Komîteya Navendî lidar dixist û bi îşareyekê
nêrîna xwe disepand.
Weke hate baskirin, yek ji biryarên kongirê ku li sê xalên A, B, C de hate
pesendkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka wan Kadro û Pêşmergeyan bû ku dema
xwe di bin navê Rêberiya Şoreşger, ji partiyê cuda bibûn.
Di dema birêveçûn û doma karê kongireya 10’ê de, li ser Rêberiya Şoreşger de du
bîr û raman hebûn:
Bîr û ramana yekem nêrîna rêberiya berê bû ku jê ve bû divêt ev baykota ku li
ser wan heye, were hilgirtin.
Dîtina duyem di kongireyê de wisa nîşan didan ku ev dixwazin pirsgirêkê çareser
bikin, bê vê çendê ku mekanîzm û rêya çareseriyê diyarî bikin û bi giştî di
anîna xalên biryarnameyê de jî ev pirse bi ronî diyar e.
Piştî kongireya 10’ê yek ji basên germ û pir gengeşe yên Komîteya Navendî hatin
yan nehatina Rêberiya Şoreşger bû, desteya yekem jêve bû ku bi vegeriyana wan
hevrêyane ji bilî vê çendê ku arîşeyên partiyê çareser nabe, belku bi sedema
kerb û kînekê ku wan hevalane ji partiyê hene, vegeriyana wan bo nava partiyê
arîşeyên teze dê pêk bîne û karê baştir ewa ye ku baykota ser wan were
hilgirtinê û hatin û çûna hev bikin, heke piştî yek du salên din bi vê encamê
gihîştin ku hatina wan bi qazanc e, wê demê dê biryarê li ser bidin û rê ji bo
xweşî bikin.
Ramana duyem: Raya baska serkevtî di kongira 10’ê de bû ku digotin bi vegeriyana
wan malbata mezin a partiyê hev digire û mejî û bijarte vedigerin?! Bi kurtî
partî bi vî awayî bihêz dibe. Lê bi vê sedemê ku ev bask di Komîteya Navendî de
piranî bi destve anîbû, di encam de bi bê guhdan bi nêrîna kêmaniyê biryara
vegeriyana Rêberiya Şoreşger pejirandin û kêmanî jî kêmaniyek demokrat bû, her
çend ku ew biryare bi qazancê partiyê nedizanî, lê biryara piraniya Komîteya
Navendî pejirand.
Li pey wan basên micid û girîng, biryara diyarîkirina heyetê ji bo anîna
Rêberiya Şoreşger hate dan û sê kes weke heyet hatin destnîşankirin ku her sê
kes ji kêmaniya Komîteya Navendî bûn (Hesen Şerefî, Têmûr Mistefayî û Silêman
Keleşî), heyeta Rêberiya Şoreşger ji (Fetah Kawyan, Husên Medenî, Kemal
Kerîmî)pêk hatibû. Her çend ku her sê kesên heyeta partiyê pêkhatibû ji dijberên
hatina Rêberiya Şoreşger, lê çuku biryara Komîteya Navendî bû, serbarê
nerazîbûna xwe, ew kare qebûl kirin. Piştî heyamekê Kekê Qadir Wirya jî bi
heyeta partiyê hate zêdekirin û bi vî awayî heyeta partiyê bû 4 kes. Piştî
baseke zaf û çend car hatin û çûna her du aliyan û nêrînan ji bo Deftera Siyasî,
Rêberiya Şoreşger vegeriyane nava partiyê û weke Kadro û Pêşmerge bê tu
berpirsyariyekê di Fêrgeha partiyê de pêşwazî ji wan hate kirin ku ew kiryare
pir mana û watedar hebû.
Ji tiştên ecêb yên anîna Rêberiya Şoreşger ewa bû ku Mamosta Ebdula Hesenzade
lihevhatinekê di nevbera partiyê û Rêberiya Şoreşger de navê Rêberiya Şoreşger
xistibû nava nîşandeka dunîşan (“”) bi nav “ Rêberiya Şoreşger”. Lê ji ber vê
çendê ku Rêberiya Şoreşger kesek li hawîrdarê wan nemabû û heta ew qas xelk nebû
parêzvaniyê ji binkeyên rêberiya wan bikin û di warê malî de jî gelek qerdar bûn
û hemû alav û tiştên xwe ji bo xerca xwe firotibûn, partî neçar ma ku qerê wan
jî bide, lewra di Xwedê dixwastin û neçar bûn ku bi her awayekê be vegerin bo
nav partiyê û bi vî awayî ji li navçûnê rizgar bûn. Ji gotinên balkêş yên vê
demê û paştir yên Mamosta ewa bû: “Dê wan bînin û bihelînim”.
Rêberiya Şoreşger hatin, lê hatin û carek din piştî kongireya 13’hem ku hejmara
wan di navbera 25 heya 30 kesan de bû, hemûya endametiya rêberiyê dixwastin,
weke girûp di nava partiyê de man û tu caran tevlî partiyê nedibûn! ji bo
selimandina vê rastiyê di cudabûna roja 06.12.2006’an de, heta yek kes ji wan jî
tevî PDK Îranê neman.
Di navbera kongireya 10’ê heya 13’hem de, arîşe û dijberî di nav partiyê de her
berdewam bû û li vir de merem ji nivîsandina vê gotarê nivîsandina dîrokê nine
hetanî ku em tim bûyeran bînin ber bas, belku zêdetir li ser wan mijaran dê
bipeyivin ku bûne sedema veqetiyan di partiyê de û her çend ku ev pirsgirêk û
arîşane hebûn, lê bi sedema hest bi berpirsyarbûna kêmaniya Komîteya Navendî di
wan sê kongireyan de û nebirina pirsgirêkan bo derveyî sînorên partiyê, piraniya
partiyê li ser kiryaran biryar digirt û ber bi pêş ve dibirin û ev bêdengiye tu
caran bi wateya nebûna arîşeyan di nav Partiya Demokrat de nebûye.
Çîroka lidarxistina konferansên partiyê li wan demên ku Mamosta Sekreter bû û
piraniya Komîteya Navendî di destê wî de bû, bi xwe çîrokeke dûr û dirêj û
bashilgir e, lewra di vê derheqê de jî em naaxivin, lê bona vê çendê ku em
vegerin ser esla vê basê, bi hewce dizanin ku bala we bikişînin ser çend
biryarên berî kongireya 12’hem.
Yekem: Di navbera kongireya 12 û 13’ê de çend ciwanan ku ji dijberî û rikeberiya
nav partiyê wêzar bibûn û ji baska kêmaniya Komîteya Navendî bûn, bi girtina
biryareke dilsozane ji aliyê xwe ve xwestin ku pirose û pêvajoya bêalîbûnê pêk
bînin, hetanî bikarin bandorê li ser bûyerên partiyê danên. Di liveke polîsî û
lêzanane de!? Ev havrêyane ji aliyê Deftera Siyasî û Komîteya Navendî ve ketin
ber dadgehîkirinê û heke gazinde û dengvehatina vê demê ya Kêmaniya
Komîteya Navendî neba, hemû ew ciwanene di qonaxa yekem de dihatin zîndanî û
derxistin, heta weke xayîn jî dihatin hesibandin, ji ber helwestgirtina kêmaniya
Komîteya Navendî nehatin derkirin, lê ji bo her yek ji wan du ceza hatin
diyarîkirinê. Bo mînak Elî Cewanmerdî ku Kadiro bû, pileya Kadrotiyê jê hate
standin û 6 mehan jî hate hilawîstin û piştre jî li ser karê radyoyê hate
rakirin ku ev metoda cezadanê (diyarîkirina du cezayan) tevî pêrewa partiyê yek
nedigirt, piştre van hikmane wisan jiyan ji wan Kadro û Pêşmergeyan re teng
kiribû ku her hemûyan çepera xebatê bo derveyî welat bi cî hiştin, niha jî li
gel be hejmarek ji wan hevalane nekarîne li Turkiyeyê herin welatek din û di
rewşeke gelek xembar de dijîn.
Biryara duyem: Çîroka rakirina wêneyên Şehîd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî bû. Di
biryareke Deftera Siyasî de hatibû ragihandin ku di binkeyên partiyê de divêt
tenê wêneyên Pêşewa Qazî Mihemed were hilawîstin, ji dijber û alîgirên wê di
Deftera Siyasî de ne haydar im, lê ev biryare rastî helwesteke tund di nav
bedene û Komîteya Navendî de hat. Piştî vê biryarê di yekem civîna Komîteya
Navendî de pirsa hilgirtina wêneyên wan du şehîdên serwer hate berbas û ev
biryare weke biryareke nedirust da zanîn, Mamosta Ebdula Hesenzade ji bo
berevanîkirin ji wê biryarê di bersiva endameke Komîteya Navendî ku digot:
“Sebeba hilgirtina wêneyên wan du şehîdan çî ye?” Wî diyar kir ku me dîwanxane
nedaniye! vê bersivê endamê Komîteya Navendî negihand qinaetê. Vê carê Hesen
Restigar (dijberê hertimî yê wan rêberan) her di vê derheqê de hate ziman û got:
“Di nav her neteweyekê de sembolek heye, sembola gelê Kurd jî Qazî Mihemed e, ma
hûn nabînin ku YNK û PDK jî tenê wêneyên Qazî Mihemed di televîzyonê de nîşan
didin”!? ev bersivene pir ecêb û ciyê baldanê bûn, endamên Komîteya Navendî di
bersivê de gotin: “Di nav her neteweyekê de dikare çend sembol jî hebin, rast e
ku Qazî Mihemed sembola gelê Kurd e, lê Dr. Qasimlo jî sembola vî gelî ye, ma
hûn nabînin ku niha jî xortên welat bi dirûşma “Qasimlo Qasimlo rêya te dirêjî
heye” Qasimlo û Şerefkendî kirine sembola xebat û tekoşîna xwe, lewra ji aliyekê
neteweyek dikare çend sembol jî hebin, ji aliyê din jî Komara Îslamî ew rêberene
teror kirine, hûn jî dixwazin ji holê rakirina siyasî bikin û ewa jî nahê
pejirandin. Hebûna wêneyên şehîd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî nîşaneya hovîtiya
Komara Îslamî û belengazbûna gelê Kurd e, ewa ku we kiriye tişteke bibername û
watedar e û nahê qebûlkirin” û di doma wan basane de hevalek Komîteya Navendî rû
li mamosta kir û jê re got: “Meger ez û tu bi hev re neçûne Balyozxaneya
Fransayê, meger wêneyên hemû rêberên Fransayê nehatibû hilwîstin, Balyozxaneya
Hındê, ma wêneyên hemû rêberan nehilawîstibûn, gelo wan jî dîwanxane danabûn,
yan hilawîstina wêneyan nîşaneya rêzgirtin ji xizmeta rêberên her neteweyekê
ye”. Bi kurtî piştî çend pirsgirêk û arîşeyan ew biryare hate betal û redkirin û
ji wê rojê ve biryar hat girtin ku wêneyên her sê rêberan di binkeyên partiyê de
werin hilawîstin, lê xwedê dizane di her organekê de ku birayên Rêberiya
Şoreşger berpirs bûn, tu caran wêneyên wan du şehîdane nehatin hilawîstin.
Biryara sêyem: Anîna gelaleyekê bû ji aliyê birêz Baba Elî Mêhrperwer ve. Di vê
gelaleyê de ku berî kongireya 13’hem û di wî demê de ku kekê Baba Elî Mêhrperwer
ji bo Sekreterbûna xwe piropagende jêre dikir û heta xiste ser malperên
Înternetê û renge gelek kesan jî xwendibe. Di hizra birêz Baba Elî de sedema
hebûna arîşe û pirsgirêkan di nava Partiya Demokrat de, şêwaza hilbijartina
endamên rêberiyê ye û bi raya wî, eva mekanîzmek bû ji bo nehêlana pirsgirêkên
hundirîn. Di vê gelaleyê de gelek şert û merc weke qasê temen di partiyê de,
asta xwandewariyê û awayên berpirsatiyê weke merc, pile jêre hatibû diyarîkirin,
li gor wan pîvanan endamên rêberiyê di lîsteya fîks de dihatin hilbijartin,
lîsteya fîks ku rêberiya şoreşger bi vê mihaneyê ku lîsteya fîks nedemokratîk e,
partî bi cî hiştibûn, di demekê de ku lîsteya Fîks yê kongireya 8’ê ji aliyê
kongirê ve hatibû pesendkirin û demokratîk bû, lê lîsteya fîks ya vê carê di tu
civînekê de nehate pejirandin, her di destpêkê de divêt rêberiyê xwe
hilbijartina ducarkî qebûl kiriba, bi hebûna vê gelaleyê dengê endamên partî û
kongirê tu wateyek nebû. Bi gotina birêz Baba Elî ku piştî pesendkirina gelaleyê
ji aliyê Komîteya Navendî ve, di civînekê de ragihand ku êdî sûka (bazara) borsa
dengdanê dawî pê hat û rû li beşdarên civînê kir û got: “Êdî dengên xwe bixin
berîkên xwe”. Ev gotina rêzdar Baba Elî rastî helwesta tund ya bedeneya partiyê
hat. Ev gelaleye ku binav ji bo çareserkirina dijberî û rikeberiya banek û du
hewa di nav partiyê de hatibû, nekarî vê arîşeyê çareser û kêm bike, mixabin
piştî vê gelaleyê jî banek û du hewa ya Mamosta û hevalên wî dawî pê nehat û em
jî ku bi wê mercê ku dawî bi dijberiya han were, alîgirê gelaleyê bûn, poşman
bûn. Baş di bîra min de ye, yek ji Kadroyên partiyê digot pêka vê gelaleyê, heke
“Habirmas” jî were nav partiyê, qet nikare bibe endamê Komîteya Navendî.
Dijberê serekî yê vê gelaleyê birêz Mistefa Hicrî, jê ve bû ku ev gelaleye ruha
demokrasiyê di partiyê de ku dengê endamên partiyê ye dikuje û encama vê
gelaleyê dibe sedema wê ku rêberî di nav destê mirovên bi temen de bimîne, ew
xortên xwendevar ku rû ji partiyê dikin, tu caran nikarin werin nava hêla
rêberiya partiyê û nebûna ciwanan di rêberiya partiyê de jî ji bo pêşeroja
partiyê xisareke mezin dê çêbike û ji aliyek din ew endamên rêberiyê ku pîr û
kal dibin, di dawiyê de kar bi wan nahê kirin ku ewa di pêşerojê de valahiyê ji
bo partiyê pê ktîne ku di vê derheqê de çend endamên Komîteya Navendî hevbîrê
kekê Mistefa bûn.
Kekê Mistefa di civînekê de ragihand ew ji bo nêrîna xwe piropagendeyan dike û
amade nine ku piropagendeyan ji bo vê gelaleyê bike.
Ebdula Hesenzade jî ku jê ve bû dê bikare di civîneke giştî de li ser gotinên
kekê Mistefa biaxive û di vê rewşê de Kadro û Pêşmerge dê alîgiriyê ji gotinên
E. Hesenzade bikin û bi vî awayî armanca xwe ber bi pêşve bibe, givaş ji bo kekê
Mistefa anî ku di salona giştî de civînê li darbixe. Wê demê kekê Hesen Restigar
li dijî girtina civînê ji aliyê kekê Mistefa ve bû. Bi sedema biîsrarbûna E.
Hesenzade kekê Mistefa Hicrî civîn lidarxist û raya xwe di civîna giştî de (niha
fîlma vê civînê di arşîvê de heye) anî berbas û ev civîne tevî pêşwaziya germ ya
beşdaran berbirû bû. Çîrokek ku Mamosta û alîgirên wî navê destebendiya nepenî
ya birêz Mistefa Hicrî binav kirine û weke îxanet dihesibînin ku goya kongireya
12’ê biryar daye ku destebendiya nepenî xeyanet e!. Başe xwendevanên hêja! Heke
civîn di saloneke 500 kesî de destebendiya nepenî be, gelo ya eşkere çawa ye?!.
Diyarîkirina mekanîzma girtina konferansan û çavdêrî bi ser wan konferansan û
amadekarî ji bo kongireya 13’hem ji aliyê piraniya Komîteya Navendî, ve hate
diyarîkirin û kongire di bervara 13’ê Pûşpera sala 1383’an (4’ê Tîrmeha 2004)
dest pê bû. Di vê konferansê de %78 ji beşdarên hilbijartî ji eniya hember ya
piraniya Komîteya Navendî hilbijartiya kongireya 12’ê bûn, ev aste ji nûnerên
hilbijartî bi nîşaneya lawazbûna siyasî û teşkîlatî û nebûna birêveberiya
piraniya rêberiya kongireya 12’ê û bi taybet kesê yekem tê zanîn, eva
refrandomek bû bona wan siyasetan ku encama wê hilbijartina Komîteya Navendî ya
Kongireya 13’hem jê ket.
|