|
Divê siyasetvanên kurd jî li gorê
pîvanên siyasî û exlaqî tevbigerin. Nabe ku siyasetmedarekî li gor keyfa dilê
xwe hiqûq û exlaqê siyasî binpê bike. Di siyasetê de hinek tişt têne kirin ku ne
li gorê exlaq û hiqûqa siyasî ne. Di nav sî salan de tevgera kurd ya bakurê
Kurdistanê ji ber nekemilandîbû, bi xeşîmî û zarokî gelek şaşiyan kirin. Niha
hinek kurdên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê şaşiyên ku hatine kirin, dubare
dikin.
Hinek kes ji partiyeke veqetin, nabe
ku navê wê partiyê bikar bînin û herweha nabe ku heman navê organa partiyê bi
kar bînin. Ma nav qeteh bû. Heger dixwazin bibine partî bila naveke nû li
partiya xwe daynin. Di salên berê de tevgera siyasî ya kurdên bakur şaşiya bi
karanîna heman nav pêkanî û tu feydeyeke jê nedît. Ew dem bi navê ”Armanc” du
kovar, bi navê ”Xebat” du kovar derdiketin. Kurdên binxetê herweha bi heman navî
du kovar derdixistin. Navê partiyeke du gruban bikar dinanî. Ev jî bi xwe re
keşmekeşî, bêserûberê, bêbawerî û nakokî derdixist holê.
Dema ez pê hesiyam ku Kek Hesenzade û hevalên xwe
navê PDKÎ û navê organa wê ”Kurdistan” bi kar tînin, ez li ber ketim. Sekretê
PDK-Î yê ku ji hêla pîvanên exlaqê siyasî û hiqûqî meşru ye anku Kek Mistefa
Hicrî di beyana xwe de dibêje : ”Rojnameya
KURDISTAN ku rojnameya me ye, wan navê wê danîne ser rojnameya xwe. Arma PDK
Îranê ji xwe re hilgirtine. Di halekê de ew û gişt xelkê Kurdistanê baş dizanin
ku ew PDK Îranê nînin. PDK Îranê ew partî ye ya ku niha di ciyê xwe de ye. Ew
partiye ye ku rêberiya wê di kongireyeke demokratîk de hatiye hilbijartin. Ew
partiye ye ku piraniya rêberiya wê û piraniya bedeneya partiyê tevî vê ye. Lewra
nabe partiyeke eslî hebe, îca her girûpeke din cuda be, navê wê partiyê li ser
xwe danê û xwe bi mafdar bizane û ên din jî neheq……... Ez hêvîdar im ku navê xwe
biguherin.”
Belê, ez jî weke kurdekî welatparêz, weke dostekî 30 salan yê PDKÎ, weke
birayekî hemû kurdên rojhilat hêvî û daxwaz dikim ku gruba Kek Hesenzade di
şaşiya xwe de îsrar nekin, û navê xwe bigehurînin. Heta dil dixwazê ku ew bi
metoda xwerexneyî şaşiyên xwe qebûl bikin û vegerin nav refên partiyê.
Li
gor pîvanên exlaqî, siyasî û hiqûqî, dema partiyek bibe ducî, di organa navendî
– merkezî – central- de pîranî kîjan alî be, partî ew alî ye. Ji xwe heger çend
kes ji ber sedemên şexsî û yan jî siyasî ji partiyekê veqetin, nabe ku navê wê
partiyê bikar bînin. Kek Hesenzade û çend kes veqetiyane, heqê wan tune navê
partiyê û navê organa –weşana navendî – ya partiyê bikar bînin.
Ez
bi xwe gruba ku ji PDKÎ veqetiyane şaş dibînim û helwesta rêberiya PDKÎ rast
dibînim. Divê kurdên rojhilat piştevaniya xwe ji PDK Îranê û rêberiya kongireya
13-ê ya partiyê re bidine ragihandin. Partiya serokên nenir Qazî Mihamed,
Qasimlo û Şerefkendî bila qels nebe, hîn bêtir xurt bibe, bi hêz bibe. |