|
rastî de yek ji
pîvanên selimandina her neteweyekê, girêdayî hebûna zimanê wê ye. Bi awayekî
din, ziman şademara heyatî ya hebûnaneteweyan e û bi birrîna vê şademarê jî hemû
biha û mîratên çandî yên wê neteweyê, jî dikarin werin jinavbirinê. Çimku
tepeserkirina çandî ya neteweyan ji ziman ve dest pê dike, herwiha geşe û
pêşxistina çanda neteweyan jî di gava yekem de bi geşeya zimanê wan girêdayî ye.
Li gor çavkaniyan
niha 6000 zimanên cur bi cur di cîhanê de hene ku bi hevre karwanê şaristaniyet
û mîratê mirovahiyê pêk tînin û her yek ji wan jî bi xezîneya çandî ya neteweyan
tê hesibandinê. Li ser mirov e ku vê mîrata binirx biparêze û berevaniyê ji mafê
jîn û geşandina zimanê xwe bike. Lê mixabin bi sedemên cur bi cur yên siyasî,
dîrokî û ... gelek ji wan zimanan bi mirin û nemanê re berbirû bûne. Lewra
Rêxistina Yoniskoyê ji sala 1999’an ve roja 21’ê Şibatê wekî Roja Cîhanî ya
Zimanê Dayîkê binav kiriye û daxwazê ji hemû welatan dike ku girîngiyê bi
curbicurbûna zimanan û geşandina wan bidin û ji bo parastina wan cehd û xebatê
bikin. Herwiha di Daxuyaniya Cîhanî ya Mafê Mirovan de hatiye ku zimanê dayîkê
ji mafên bingehîn yên mirov e û tekezê li ser vê hindê dike ku erkê hemû welatan
e delîveya xwendin bi zimanê zikmakî û geşandina wê bo neteweyan pêk bîne.
Lê mixabin rûpelên
dîroka mirovahiyê di vê derheqê de tejî ji zulm û zordariyê ye û şahidiya gelek
bûyerên tal ji me re dide ku çiqas cinayet derheq bi vê mîrata çandî ya
mirovahiyê hatine kirinê. Herwiha ji aliyê din ve jî xebat û berxwedanî û
qurbanîdana azadîxwazan û neteweyên bindest li dijî xedar û çimisankerên maf û
azadiyan ji me re nîşan dide ku bi rûpelên zêrîn li dîroka xebata çewsaweyan tên
hesibandinê.
Li vê derheqê de
hikûmet û rejîmên dîktator û totalîter cehd û tekoşînek zaf bo bêparkirina gelan
ji vî mafê siruştî meşandine, heya ku bi berbendkirina zimanê wan, rê ji bo
şoştina navê wan di dîrokê de xweş bikin. Çimku ziman faktera eslî û bingehîn ya
nasnameya neteweyî ye, lewra pitir ji her fakterên çandî yên dinê rûçikê siyasî
bi xwe digire û dibe bi mijara pirs û nîqaşan.
Siyaseta
qedexekirina zimanê dayîkê di welatên nedemokratîk û dîktator de her di yekem
roja dibistanê de dest pê dike û ew rola erênî û pozetîv a dibistanê ku bi pira
navbera malbat û civakê tê hejmartinê, di wan welatan de berevaj dimeşe. Ji ber
ku zarok di yekemîn girîn û çavvekirina xwe de, bi soz û atife û zimanê diya xwe
re nasyar dibe, bi zimanê diya xwe hînî tiştan dibe, têkîliyan pêk tîne û hêdî
hêdî hesta neteweyî ya wî/ê xurt dibe.
Lê di yekem roja
dibistanê de bi ziman, perwerde û metodek din berbirû dibe. Zimanek ku heya wê
demê hîn bûye û pê peyiviye û kariye hest û sozên xwe pê bîne ziman û rûmet û
şanazî pê kiriye, di dibistanê de nahê bikaranînê û xwediyê tu biha û hitbarekê
nine. Lewra bandora nerênî li ser rewan û pisîkolojiya wî/ê dike, hundir û
kesatiya wî/ê hûr dike û ji qasa hitbar û baweriya wî/ê bi xwe, malbat û civaka
wî/ê kêm dibe.
Erê gelo ger
meremek şovenîstane û dijî mirovî bona helandin û asmîlekirina ziman û çanda
neteweyekê ninin, çima xwandin bi zimanê dayîkê qedexe dikin? Ger merema wan
têkdan û tevlîhevkirina nasnameya neteweyekê û nehiştin û reşkirina wê di dîrokê
de nebe, başe em dikarin çi navekê lê bikin?
Niha em di demekê de
dijîn ku kerameta însanî û mafê mirovan bûye bi elinda dirûşmên navend û saziyên
medenî, rewşenbîrî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, lê niha jî hin netewe dixuyin
ku ji aliyê neteweyên serdest û rejîmên dîktator û serberedayî ve tên
çewisandin. Îran jî ku welatek pirneteweyî, pirzimanî û pirçandî ye, ji mîratek
dewlemend û binirx ya çandî ve bi mifah e. Gelên Îranê ku xwediyê dîrokek dûr û
dirêj ya bi hevre jiyana li vê cihwarê yadigar û mîratmayî ji bav û kalên xwe
ne, lê mixabin bi salan e ku gelên ne Fars ji zulm û zor, bêmafî, fetisandin û
tepeserkirina rejîmên desthilatdar di Îranê de dinalînin, ji mafên herî destpêkî
yên xwe ku xwandin bi zimanê dayîkê ye, hatine bêpar kirin û ne tenê delîve û
fersenda “sermayegozarî”, lêkolîn, geşandin û pêşxistina zimanî û çandî bi wan
re nehatiye dayîn, ji ber ku rêya perwerde û hînbûna zimanê wan jî, ji wan re
hatiye qorixkirinê û tu pûte û girîngiyek bi wê xezînê û mîratên çandî yên
neteweyên ne Fars nedane. Nemaze di hin deveran de jî siyaseta guhertina
demografiya parzemînê dayîk yê neteweyan ji rêya veguhastin û mişextên neçarî bi
merema têkdana nasnameya wan û helandin û asmîlekirina wan di neteweya Fars de
birêve birine û dibin.
Qedexekirina ziman û
asîmîlekirina neteweyên bindest di Îranê de kirine bi pêxora ser sifrika xwe ya
bi navê Farssîzmê. Rejîm xwe û neteweyên din yên Îranê li gor ziman û nasnameya
kêmaniya serdest û desthilatdar a neteweya Fars pênase dike û nejadperestiya
Farssîzmê kiriye bi siyaseta fermî ya xwe û dixwazin bi yekcarî rûçik û bejna
neteweyên Îranê bi kinc û demamk a Farssîzmê bipeçivînin (veşêrin). Rejîm
dixwaze bi hêceta yekîtiya netewî û pêşgîrî ji parvebûna Îranê bigihîje merem û
armancên qirêj û mirar yên xwe û berevajî xwasta neteweyên Îranê wan li jêr yek
ala, yek ziman, yek çand û neteweyek yekdest de bihelîne. Her terze xebat û
tekoşînek jî ji aliyê neteweyên bindest bo bidestveanîna mafên rewa û berheq yên
xwe yan pêşgîrî ji wan merem û kiryarên mirar yên wan bi tawan û guneha
cudaxwaziyê tên mehkûm û tepeserkirinê. Helwest û kiryarek ku bi salan e di
Îranê de meşiyaye û dom dike.
Bi vî awayî zulm û
îxanetek mezin bi neteweyên Îranê û cinayetek mezintir jî bi karwanê
şaristaniyeta mirov û xezîneya çanda cîhanê kirine. Serbarê wan hemû zext û
givaşane jî gelên bindest yên Îranê bi taybet gelê Kurd karîne heya vê gavê jî
ziman û çanda xwe biparêzin û jê xwedî derkevin û weke çiyayek qahîm li hember
vê stiratejiya rejîmê de rawestiyane û çepera xebat li dijî rejîmê xurttir
kirine. Bi xweşî ve niha em dibînin ku pirsa neteweyî jî pitir ji her demekê bi
taybetî di Îranê de girîngî peyda kiriye û asta hişyariya neteweyên Îranê çûye
jor. Îdî dema qedexe û astengkirina peyvan bi ser çûye, ji ber ku divêt asteng û
sînorên ser rêya wan berbendan bihên hilgirtin.
Di encam de Komara
Îslamî çi din nikare dirêjî bi îdeolojiya hişk û berteng û vê siyaseta
nejadperest û şovenîstane ya xwe bide û înkara pirzimanî û pirçandî ya gelên
Îranê bike û li hemberî wan de xemsar be. Divêt rejîm rê û delîveya xwendin û
geşandina zimanê zikmakî û îmkanatên perwerdeyiyên hewce bo wan misoger bike û
wan bi fermî nas bike û dawî bi vê hizr û îdeolojiya paremayî û sedsala navîn ya
xwe bîne heya ku hemû gelên Îranê bê tirs û cudahî bikarin di bin çetra edalet û
yasayê de ji mafên wekhev bi mifah bin.
Lê lênihêrînek bi
derbasbûyî, kakil û ew siyaset û îdeolojiya nateba û dijî mirovî ya Komara
Îslamî, rejîm nikare bersivderê xwast û daxwazên gelên bindest û mafxwaz yên
Îranê be û divê were hilweşandin. Lewra take rê û alternatîva ku bikare
garantiya misogerbûna maf û azadiya gelên ne Fars di Îranê de bike û yasa û
edalet têde bibe serwer û gelên Îranê di etmosferek aram û bêtirs de bikarin
geşe û vejandinê bi çand û ziman û kultura xwe bidin, avakirina sîstemeke
demokratîk û federal di Îranê de ye. |