|
Serbarê vê çendê
ku bi awayekî qanûnî û fermî dewleta hilbijartî û kabîneya wê berpirsê bi
rêvebirina welatê Turkiyê ye, lê di rastî de di destpêka avabûna Komara Turkiyê
de, yanî 80 salên borî zêdetir e ku leşkerî yan Arteşiyên Turkiyê weke
desthilata sîberê bandor û zêrevaniya bêrade bi ser kar û barên hundir û derveyî
ên wî welatî de dikin.
Ev dijberî û
nakokiyene di heyamê heftî û rojên derbasbûyî de zêdetir derketin rojeva siyasî
ya Turkiyê. Helwest û gotinên Receb Teyîb Erdoxan, Serok Wezîrê Turkiyê, derbarê
hewcehiya têkilî û hevdîtinan tevî berpirsiyarên Hikûmeta Azad ya Kurdistanê li
pey vegeriyana xwe ji sefera Turkmenistanê, Arteşiyên wî welatî berbirûyê
dewletê kirin û li hember gotinên wî bi xurtî dijkiryar ji xwe nîşan dan.
Erdoxan got ku
dixwaze têkiliyên baş yên dîplomasiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ava bike
ku bû sedema nigeranî û nerazîbûna berfireh ya Generalên Arteşa Turkiyê û
dijberiya xwe ya tund tevî vê peyama Serok Wezîr dan xuyakirin. Teyib Erdoxan,
qala vê çendê dike ku hevdîtinên bi Kurdan re dikare encamên baş hebin û ew
amade ne ku tevî berpirsyarên Hikûmeta Azad ya Kurdistanê danûstandin û
gotûbêjên fermî pêk bînin.
Berevajî helwesta
Generalên Arteşê, ev gotinên Serok Wezîrê Turkiyê tevî pêşwaziya germ ya
rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rû bi rû bûn.
Serok Erkanê
Arteşa Turkiyê, General Yaşar Buyukanit ku heftiya borî seredana Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê kir bû û tevî berpirsyarên bilind yên Amerîkayê civiyabû,
li wir jî diyar kirbû ku rayedarên dewleta Azad ya Kurdistanê piştgiriya Kurdên
Turkiyê û herwiha hêzên PKK’ê dikin û li dijî gotinên Erdoxan rawestiya û got ku
ev gotin û helwestên Erdoxan li dijî berjewendiyên Turkiyê ne. Ev pêvajoye ji
nigeraniyên tund yên Arteşiyan û rayedarên nejadperest yên Turkiyê bona
berbipêşdeçûna doza Kurd û xurtbûna Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û tirs ji
teşenekirina wê rewşê ji bo Kurdistana Turkiyê çavkanî digire.
Di helwestek cuda
û dijberî Arteşiyan de, Ebdula Gul, Wezîrê Karê Derve yê Turkiyê eşkere kir û
got: “Ya baş eva ye ku Arteşî mijûlê erk û wezîfeyên xwe bibin û rêyê bidin ku
siyasetvan kar û barên siyasî bimeşînin. Ew mijarên ku divêt Arteşî li ser wan
biaxivin, cuda ne û herwiha cihê axavtina wan jî bi ferq e û ewa karê dîplomat û
siyasetvanan e, ne Arteşiyan”.
Ev helwest û
dijkiryarên hemberî hev, bi kiryar Turkiye bi du eniyên alîgirên dewletê
û alîgirên Arteşê parve dike, bi awayekê ku Serok Komarê wî welatî tagirî
ji gotin û helwesta Arteşiyan kir!
Arteşa Turkiyê û
gelek ji hêzên nejadperest yên wî welatî tevî her cure têkiliyekê bi hikûmeta
Federal ya Kurdistanê re dijberiyê dikin û kirine û ev yek wekî hêla sor ya
Ankarayê bi nav kirine. Heyameke zaf e ku ji aliyê karbidestên Turkiyê
derheq diyarîkirina çarenivîsa bajarê Kerkûkê di dawiya sala 2007’an û bi mihana
hebûna hêzên PKK’ê li Kurdistana Îraqê û xurtbûna dewleta Kurdistanê, gef û
êrîşên berfireh tên kirin û pir konferans û civînên nepenî û eşkere di vê
derbarê de pêk anîne. Heta kar gihîşte cihekê ku heyamekê berî niha Generalên
Arteşa Turkiyê daxwaza êrîşê bo ser axa Kurdistanê kirin.
Yaşar Buyukanit di
hevdîtinên xwe de li Amerîkayê, helwesta Arteşiyên Turkiyeyê derheq wan pirsên
ku me li jor basa wan kir, ji rayedarên Amerîkayê re ragihandibû, lê di
axavtinên piştî vegeriyana xwe ji Amerîkayê, wisa xuya bû ku ew jî weke Ebdula
Gul, seba van pirsan destvala û bêdestkevt ji Amerîkayê vegeriya ye û
berpirsiyarên Amerîkî bal nedane gotin û daxwaziyên wan!
Hilbijartinên îsal
li Turkiyê dê pêşeroja van dijberî û nakokî û pirsgirêkên navbera van her du
desthilat û aliyên Turkiyê dê diyarî bike. Bêguman serkevtina tundrewên
nejadperest û şovenîst yên Turk dê vê rewşa nû ya navbera dewleta Turkiyê û
Arteşa wî welatî dê tundtir û aloztir bike. Ev rewş di qazanc û berjewendiya tu
aliyekê de nabe û ewlehiya siyasî ya herêmê dê ji nav bibe û pêrsgirêkan
biafirîne. Ji ber ku ew aliyên Turk bi micidî û xurtî dijberiyê tevî pirsgirêka
Kurd bi giştî û nemaze destkevtên neteweya Kurd li Kurdistana Başûr dikin.
Lê renge
serkevtina Partiya Edalet û Pêşketinê di hilbijartinan de ku Receb Teyîb Erdoxan
rêberiya wê dike, bi van helwestên nerm ên vê dawiyê, alîkariyê bi pêkhatina
pêwendiyan di navbera wan û dewleta Kurdistana Azad ya Îraqê bike. Bêşik heke ew
helwest û gotin ji hêla rayedarên dewleta Turk bihên meşandin, dê bandoreke
rasterast li ser çareserkirina demokratîk û hemdem ya pirsa Kurd li Turkiyê û
welatên cîran bike. Ev jî bi vê çendê ve girêdayî ye ku partiya han van
helwestên xwe xurt û berfirehtir bike û li hember helwesta tundrew ya Generalên
Arteşê û hêzên nejadperest teslîm nebe. |