|
vegere, ji ber ku ew berê
û niha jî Kurdistanî bû, dil
û qiblegeha
Kurdistanê bi agirê xwe yê geş ku qet nayête vemirandin, bû. Lêbelê, rê bi şax û
dax e, bive û asteng pir in, û dijmin ji asoyê çavdêriya liberbabûna ala Kurdî
ya rengîn di asîmanê Kurdistanê de dikin, û bi dûrbînên kîna xwe, sînorên welatê
Kurdan yê birîndar, dipîvin!
Di destpêkê de, divê kar
şev û roj were kirin ji bo bidestxistina armanca xwestî û bicihanîna dadmendiya
ku di serdema tarî û dîktatorên jinavçûyî de, hatibû perçiqandin. Pêşî,
kampaniyeke berfireh û birêxistî ji aliyê millet û serkirdayetiyên siyasî bi
taybetî herdû partiyên sereke di herêmê de, were destpêkirin. Her weha, ev
kampaniye di rastiyê de were xuyakirin. Di vî warî de, her kar û tevger û
xwepêşandanek dikeve çarçoveya armanca lêgal, angu vegerandina Kerkûkê berbi
hembêza wê ya Kurdistanî ve, û veguhastina herêmê bo workşopeke bê rawestan di
riya girêdana kunferans û semîner û heleqeyên lêkulînî nemaze yên di derbarê
dîroka Kerkûkê û berzkirina nasnameya wê ya Kurdistanî û balkişandina berbi gel
û etnîkên wê yên pir ve, ta radeya ku ev mijar bibe ya sereke di seranserê
herêma Kurdistanê de, tanî lidarxistina referandumê di dawiya vê salê de.
Berbi dilê Kurdistanê ve,
divê kampaniyeke ragihandinê ya berfireh û giştî were meşandin. Tevahiya
navgînên ragihandinê, bê rawestan divê tevlî wê bibin. Kenalên asîmanî û radyo û
rojname û kuvar û malperên elktronîk yên Kurdî divê beşdariyê di kampaniyaya
gotî de, bikin. Pêwîst e ew beşê mezin ji dem û bername û rûpelên xwe ji mijara
Kerkûkê ya here giring û çarenûsî re terxan bikin. Cemawerên Kurdistanê nexasime
li Kerkûkê amade bikin û bala wan bikşînin ser giringiya mijarê ya dîrokî û katî
û paşerojê.
Kerkûk, tevî hemû
kunevaniyên erebkirin û guherandina demografîk, bajarekî Kurdistanî ye û pirsa
wê pirsa tevahiya milletê kurd e. Ew ne pirsa partiyek anjî rêxistineke taybet
e....Kerkûk pirsa 40 milyon Kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Kurd, li
parçeyên dinê Kurdistanê divê ku–li gor imkanên xwe-beşdarî vê ezmûna Kurdî
bibin, bi herman şêweya ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê li parçeyên din,
maytêkirinê di pirsgirêkê de dikin, nemaze Tirkiyê-serpêhatiya wê di Qibrisê de
li bal e !-ya ku ro bi nîvro dijminahiya xwe ji Kurdan re diyar dike, gefan li
Kurdan bê havil dixwe....weke nimûne rojnameya (Qel`e) ya Tirkmenî berî çend
rojan serjimareka provokatîv belav kir ku xwedê giravî ji % 86 ji erebên Mûsil û
Kerkûkê piştgiriya maytêkirina Tikriyê di karûbarên Kerkûkê de dikin! Li milê
din, daxuyaniya lîderekê kurdên bakur/Tirkiyê di cihê xwe de hat, dema ku wî
got: Êrîşkirina Kerkûkê, êrîşkirina Amedê ye! Bi gotineke din, divê hemû
navgînên ragihandinê bikevin xizmeta doza dilê Kurdistanê...Kerkûkê!
Di heman çarçoveyê de,
babeta Kerkûkê bibe ya here giring û pêşîn li nik nivîskar û rewşenbîrên Kurd
tanî pêkanîna referandumê di dawiya salê de. Di vî warî de, her karek, gotarek û
tîpek dikeve xizmeta armanca xwestî de, û dibe beşdarê bicihanîna mafê gelê kurd
yê rewa û adilane.
Kurd li hemberî ezmûneke
mezin û dijwar in, ji ber gelek asteng û behane û hincetên bê kuk û ji rastiyê
here dûr derbarê "destdanîna"gelê kurd ser bajêr! Pirsa Kerkûkê zelal e û li gor
madeya 140 î ji makezagona Îraqê tê çareserkirin. Diyar e ku makezagona Îraqê ji
aliyê tevahiya gelê Îraqê ve hatiye pijirandin û li serê hatiye lihevkirin.
Berevajî tiştên ku hindek şovonîst û zikreşên ereb û tirkmen...hwd dibêjin ku
destûr ji aliyê Kurdan ve hatiye nivîsandin!.
Dema niha, dema şiyarbûna
Kurdiya mezin e. Dema têkçûna dîktatorên bednav û kîndar yên ku li ser dilan û
singan bi salan veniştî man e. Kurd berbi rastiyê ve diçin. Ala Kurdî ya sê
rengî û şêrîn asoyên welêt dixemilîne û li bilindahiya asîman li ba dibe.
Lêbelê....!
Kurdistan bê dilê xwe
radize! Agirê herdemî yê Babagurgur vîna kurdên azad û serfiraz tev dide: Kerkûk
dilê Kurdistanê ye....dilê Kurdistanê Kerkûk e!! |