|
du aliyan di wan
pevçûnan de, di rûniştinên “Mekê” de bi mêvandariya Melik Ebdula, Şahê
Erebistanê, Mehmûd Ebas, Serokê hikûmeta otonomî ya Felestînê, Îsmaîl Heniyê,
Serok Wezîrê Hikûmeta Otonomî a Felestînê û Xalid Meşel Serokê Deftera Siyasî ya
Hemasê, , pêkhatina dewleta yekîtiya neteweyî a Felestînê hate ragihandin.
Dewletek ku divêt sê daxwazên sereke ên dewleta Amerîka, Îsraîl û welatên
piştevanê çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên navbera Îsraîl – Felestînê de dabîn
bike. Yanî divêt :
1- Îsraîlê bi fermî binase.
2- Lihevhatinên berê yên di navbera Îsraîl û Hikûmeta Otonom a Felestînê de
qebûl bike.
3- Bikranîna tund û tûjiyê red bike.
Di daxuyaniyekê de ku piştî vê lihevhatinê hate belavkirinê, Hemasê tenê bi
awayekî ne rasterast soz daye ku dê rêzê ji sozên berê yên Rêxistina Rizgarîxwaz
a Felestînê bigire. Lê îşareyek bi daxwazên din û ewên ku tên qeûlkirin yan na,
nehatiye kirinê. Yanî Hemas serbarê givaş û baykotên dewleta Heniye ji aliyê
Îsraîl û welatên daxwazkarê çareserbûna aştiyane ya wan arîşe û pirsgirêkan heya
niha jî amade nine Îsraîlê weke welateke cîranê Felestînê bi fermî binase.
Pêkhatina her dewleteke hevalbend û yekgirtî divêt li ser bingeha razîbûn û
pêxweşbûn a her du aliyên pêkîner be. Berevajî sirûşt û xwezaya hevalbendiyên
berê, him Hemas û him jî Feth di bin givaşê û bi neçarî razî bi pêkanîna dewleta
Yekîtiya Neteweyî a Felestînê bûne.
Yanî di navxweyê Felestînê de Mehmûd Ebas givaş xistibû ser Hemasê û gef lê
xweribû ku heke amade nebe hevalbendiyê tevî Feth ê pêk bîne, dê biryara
birêvebirina hilbijartinên pêşdem a Parleman û rêberiya Felestîniyan bide. Her
li pey wan gefan bû ku pevçûnên di navbera her du aliyan de xurtbûn û agirbestên
li pey hev hatin binpêkirinê. Li derve jî Heniye bi sedema siyasetên radîkal û
tundrew ên xwe di bin baykotên siyasî û aborî de bû. Ku eva jî bibû sedema
lawazî û qelsbûna asta jiyana xelkê Felestînê û xurt û bihêzbûna nerazîbûnan ji
dewleta navhatî.
Rêxistina Fethê jî ku mercên Amerîka û Îsraîlê bona pêkanîna dewleta hevalbend
tevî Hemasê danîbû, wiha dixuye ku bi neçarî û di bin givaşa Şah Ebdula û Şahê
Erebistanê, damezrandina dewleteke wiha pejirandiye. Çunku tu yek ji wan mercan
bi awayekî fermî ji aliyê Hemasê ve nehatine pesendkirinê. Ji bilî vana jî, hêj
li ser parvekirina Wezaretên giring di navbear Partiya Feth û Partiya Hemasê de
dijberî heye û heya niha Feth amade nebûye dest ji desthilata xwe bi ser organên
leşkerî û ewlekarî berde û Hemasê jî ku hinek organên leşkerî û ewlekarî ên
hevhêl damezradine, daxwaza bifermî nasîna vana ji aliyê Fethê dike. Herweke
“Mehmûd Ehlan” yek ji endamên berçav ê Partiya Fethê û beşdar di danûstandinên
navbera Feth û Hemasê de ragihandiye: birêvebirina vê hevhatinê pir zehmet e, ew
hêzene dibin givaşa dewleta Erebistanê de lihevhatine”(1). Lewra hetanî ku Hemas
dest ji helwestên xwe hilnegire û daxwazên sereke ên ku me berê qala wan kir
nepejirîne, pêkhatina dewleteke bi nav yekgirtî ya neteweyî ku du aliyên dijber
û xwedî helwestên cuda ji hev tê de beşdar in, nikare tu pêşerojeke rohn ji bo
berbipêşveçûna aştiya Rojhilata Navîn jê bikeve.
Ji bilî vana jî Hemas ji aliyê welatên dijberê pêvajoya aştiyê, li serweyî
hemûyan Komara Îslamî ve tê piştevanîkirinê û ev welatene ji Hemasê weke alavek
li dijî Îsralî û hetanî weke asteng li hember hewlên Fethê ji bo gihîştin bi
aştî tevî Îsraîlê mifahê distînin. Lewra heke Hemas dest ji wan siyaset û
helwestên radîkal û tundrew ên xwe hilbigire dê piştevaniya van welatane ji dest
bide û egera vê çendê jî ku Partiya Hemas seba guherîna helwest û siyasetên xwe
bala welatên Rojavayî bo aliyê xwe bikêşe, pir kêm e. Çunku piraniya welatên
Rojavayî piştevaniyê ji Rêxistina Fethê bi serokatiya Mehmûd Ebas dikin û Hemasê
weke hêzek têkder û tundrew dihesibînin, ku dixwaze dewleteke Îslamî dabimezrîne,
armancek ku tevî pêvajo û piroseya demokratîzasyona Rojhilata Navîn û pêkanîna
dewletên sekolar û demokratîk di herêmê de dijberî heye.
Lewra hegera serkevtina vê hevalbendiyê ku di navbera du aliyên dijber de, yanî
Feth û Hemasê de ku ya yekem ji aliyê welatên demokratîk û piştevanê piroseya
aştiyê û ya duyem jî ji aliyê welatên ne demokratîk û dijbrê piroseya aştiyê ve
tê piştevanîkirin, gelek kêm e.
(1): Nûçegihanê “Aftab” |