|
Diyar
Wergerandin ji Soranî bo Kurmancî: Şakir Molayî
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ku piştî hiloşîna Komara Kurdistanê bo dema
32 salan tekoşîna nepenî hebû. Aqibet di roja 11’ê Reşemeya sala 1357
(02.03.1979)’an di mîtîngeke dehan hezar kesî de li bajarê Mehabadê, tekoşîna
aşkera ya xwe ragihand. Xelkê seranserê Kurdistanê bi hez û hogiriyek zaf bo
roja diyarîkirî xwe gihîjandine bajarê Mehabadê û di civîna îlankirina tekoşîna
aşkera ya partiyê de beşdarî kirin. Rojên beriya destpêkirina civînê, xelk deste
deste digîhiştine bajarê Mehabadê û ji aliyê desteya pervekirina mêvanan ve bi
ser malên bajêr de ku “Kax Cewanan” (Qesra Ciwanan) ya wî bajarî de niştecih bûn,
piştî pêşwazîlêkirinê, dihatin parvekirinê. Di vê derheqê de xelkê dilsoz û
xebatkar yê Mehabadê mêvandariyek baş ji mêvanan kirin.
Sibêdeya Roja 11’ê Reşemeyê (2’ê Adara 1979’an) civîneke dehan hezar kesî di
yarîgeha wî bajarî de ku hejmarek zaf ji rojnamevanên navxweyî û biyanî tê de
beşdar bûn, dest pê kir û piştî xwendina serûda Ey Reqîb û rêveçûna taybet (rêje)
ya hêza Pêşmerge, şehîdê nemir Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê axivî û
bername û tekoşîna aşkere ya partiyê ragehand ku naveroka vê bernamê pêkhatiye
ji:
1. Xebat bo avakirina rejîmeke demokratîk di Îranê de.
2. Bidestveanîna mafê Otonomiyê bo hemû gelên Îranê di çarçoveya yek welat de û
bidestveanîna mafê demokratîk bo hemû girûp û desteyên siyasî.
3. Berçavgirtina siyaseteke aborî ku berjewendiyên zehmetkêşan li berçav bigire
û bingeha jiyana xelkê jorde bibe.
4. Jinavbirina ne xwendewariyê, jordebirin û xurtkirina çanda civakî ya xelkê di
çarçoveya zimanê dayîkê ya gelên Îranê.
5. Pêşgirtina siyaseteke serbixwe û neteweyî li dijî Emperyalîzmê û piştevanî li
bizava rizgarîxwazî ya gelan.
6. Damezirandina pêwendiyan tevî hemû welatan li ser bingeha rêzgirtina hember
hev û rêzgirin ji desthilata navxweyî û destvernedana di kar û barên hevdu de.
Xêncî wan şeş xalane, li ser vê rastiyê îsrar kir ku hêza Jandermerî û
Şaredariyê ku di dema derbasbûyî de hêza tepeserker a xelkê bûn, nabe careke din
bihê organîzekirinê, belku divêt erka parastin û ewlekariya Kurdistanê bi destê
xortên gelê Kurd bê dan.
Di vê civînê de bû ku Dr. Qasimlo ragihand, her kes dijminê me nebe, em hesaba
dostî li ser dikin û got nabe em hêzên xwe li dijî hev bikar bînin, belku divêt
hevxebat bin û ji bo pêşvebirina armancên xwe hînî demokrasiyê bin.
Dr. Qasimlo di hevpeyvînekê de tevî Rojnameya “Etlaat” ya roja 16.12.1357
(07.03.1979)’an, yanî pênc roj piştî ragihandina tekoşîna aşkere ya partiyê di
bersiva pirsekê de ku li ser mafê diyarîkirina çarenivîsê ji wî tê kirin, dibêje:
“Em daxwaza dewleteke federatîv dikin û divêt hemû gelên Îranê mafê diyarîkirina
çarenivîsa xwe hebe û ragihand, bê hebûna demokrasiya rasterast û avakirina
dewleteke federatîv di welat de, mafê neteweyî yê gelê Kurd dabîn nabe.
Di bersiva pirseke din ku jê tê pirsînê, gelo tu bêjî otonomiya daxwazkirî nebe
sebebê cudabûna Îranê? Dr. Qasimlo dibêje:
“Ez berevajî gotina we difikirin, pêkhatina otonomiyê û dana mafê neteweyî yê
gelê Kurd yekîtiya rasteqîne ya gelên Îranê xurt û qahîmtir dike”.
Eva beşek ji wan dîtin û nêrînan in ku li 11’ê Reşemeya sala 1357’an, di
destpêka ragihandina xebata aşkere ya partiyê hatibûn îlankirinê.
Rejîma kevneperest ya Komara Îslamî di dema van 28 salên borî de li ciyê
gavavêtin bo dabînkirina mafê neteweyî yê gelên Îranê û çareserkirina doza Kurd
di rêya aştîxwazane de ku partiya me xebateke zaf di vê rêyê de kiriye û çend
car bo bas li ser doza Kurd tevî berpirsên taze bi desthilatgihîştî çûye
Tehranê, bo mînak di roja 04.04.1358 (25’ê Nîsana 1979’an) şandeke payebilind ya
Partiya Demokrat bi rêberiya Dr. Qasimlo çû cem Xomeynî û xwastên gelê Kurd tevî
navhatî xistne ber basê. Lê Xomeynî di bersiv de basa parastina “Wehdetê Kelême
(hevdengî)” yê kiribû û gotibû ez hêvî dikim, di pêşerojê de me mafê wekhev
hebe.
Biîsrarbûna Partiya Demokrat li ser çareserkirina doza Kurd ji rêya aştîxwazane
ve kar gihîjande ciyekê ku kevneperestan bi lêban û hêceta çareserkirina doza
Kurd li Kurdistana Îranê ji rêya aştiyê ve, Dr. Qasimlo kişande Viyenê û li ser
maseya gotûbêjê şehîd kir û piştî wî jî, Dr. Seîd Şerefkendî teror kirin. Rejîma
kevneperest û totalîter ya Komara Îslamî li ser vê baweriyê bû ku bi kuştina Dr.
Qasimlo û Dr. Seîd û hevalên wan dikarin Partiya Demokrat Lawaz û bêhêz bikin û
ji nav bibin.
Piştre jî bi domandina siyaseta tepeserkirin, zext û givaş û darêtina kompiloyên
cur bi cur bi armancên xwe negihîşt. Piştî 28 sal ji hatine ser kar ya rejîmê û
ragihandina tekoşîna aşkera ya partiyê, em dibînin ku daxwazên wî serdemî her li
ser ciyê xwe ne û heya niha jî tevî şehîd bûna hezaran kes ji Pêşmergeyan û
dehan hezar kes ji xelkê sivîl û bêguneh yê Kurdistanê di vê pêxemê de, ev
armanc bicî nehatine û xebat ji bo gihîştin bi van armancan herwisa di şêwazên
cur bi cur de didome.
Piştî wî heyamê, niha pêşeroja xebata gelê Kurd ji hemû aliyekê ve rohn û roj bi
roj hêvî bi serkevtinê di nava civatên xelkê Kurdistanê de xurt û bihêztir dibe.
Li hundirê welat de jî, ji aliyekê xortên gelê Kurd û ciwanên xwedî hest gelek
baş bi maf û azadiyên xwe agehdar in û ji bo bidestveanîna maf û azadiyên xwe
amadeyî her cure fîdakarî û xwegorîkirinekê ne û ji alîyekî din ve, rejîma
kevneperest roj bi roj di civaka Îranê bêpar û nesîb dibe û kirîz û qeyranên cur
bi cur ser heya pêyê rejîmê girtiye û heke em nebêjin hetine der ya rejîmê ne
mimkin e, di vê em bibêjin pir dijwar e.
Di nav civaka navneteweyî de jî, xelkê Kurdistanê ji 28 salên borî zêdetir
hatiye naskirinê û cewher û naveroka rejîmên dîktator û totalîter yên
desthilatdarên Kurdistanê bo civaka navneteweyî rohn bûye û niha êdî di hemû
cîhana pêşkevtî de Kurd wek neteweyekî aştîxwaz û demokrat ku xwedî axek
dewlemend û nifûsek zaf ku heya niha jî bêdewlet tê mêzekirinê û ji daxwaziyên
wan piştevanî tê kirin, niha êdî wek 28 salên berê nine ku tenê Parçeyên
Kurdistanê piştevanê me bin, belku Kurdan gelek dost di cîhanê de peyda kirine
ku piştevaniyê jê dikin û ji aliyeke din ve di beşek ji Kurdistanê de Kurd bi
mafê xwe dilxweş bûye û xwediyê dewlet û desthilata xwe ye.
Dimîne eva ku em carek din li ser daxwazên demokratîk û rewa yên xwe ku anîna
ser şola rejîmeke demokratîk û federal ku tê de mafê neteweyên Îranê bê
misogerkirin, biîsrar bin û daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovan wek bingeh bihê
mêzekirin. Bidestveanîna vê armancê bi yekgirtina opozîsyona demokrat ya rejîmê
cî bi cî dibe. Ceribînên derbasbûyî ji me re dibêje “Wehdeta Kalême” (hevdengî)
yan hemû bi hevre bi bê diyarîkirina mekanîzmeke jêhat û di bername û
pilatformeke demokratîk de li gorî van pîvanan ku me bas jê kir yanî anîna
serkar ya rejîmeke demokratîk û federal ku tê de mafê gelên Îranê dabîn bike,
mafê mirovan, demokrasî û sekolarîzm bingeha eslî ya rejîma pêşeroja Îranê be cî
bi cî dibe. |