|
Têmûr Mistefayî
Beşa 4
Wergeran bi Kurmancî: Selîm Zencîrî
Partî ku di midehê sê kongireyên, 10, 11 û 12’an de rastî terze rawestiyan yan
“rikûd”ekê bibû, nûnerên kongireya Sêzdehem biryara xwe nûkirin, pêkanîna
reforman û xwe teyarkirin bona berbirû bûn tevî pêşhatên pêşerojê didan û di vê
kongireyê de dirûşma partiyê ji Otonomiyê ve bo Federalîzmê guherî, biryara
hildana alaya Kurdistanê di nava binkeyên partiyê de hate pesendkirinê û ji
Komîteya Navendî re hate sipartinê ku piştî kongireyê kar û xebatên ragihandin,
dîplomatîk û pêwendiyên partiyê bihêztir bikin û çend kar û mijarên din jî bo
cîbicîkirinê raspartine Komîteya Navendî û bi vî awayî kongire piştî nîqaş û
gotêbêjên zaf, biryarên hewce pesend kirin. Nûnerên kêmaniyê di kongireyê de ku
%22 bûn, di salona kongireyê de bi liv û hereketên cur bi cur di cehda têkdana
kongireyê de bûn. Ebdula Hesenzade jî du caran salona kongireyê bi cî hêla û
merema wî jî têkdana kongireyê bû ku bi xweşî ve di wî karî de ser neket.
Di cehdeke din de li dema hilbijartina endamên Komîteya Navendî de, navhatî (Hesenzade)
gelek hewl da ku beşdar xwe bo endametiya Komîteya Navendî berbijar nekin.
Herçiqas di vê derheqê de karî bandorê li ser hin kesan bike û wan kesan jî, xwe
ji berbijariya Komîteya Navendî vekişandin, lê di encam de serkevtî nebû. Li gor
edet û resma hemû kongireyan, di dawiya karê her kongireyekê de cejn dihat
girtin, ku kêmanî di vê derheqê de jî xwe ji beşdarîkirin li cejna kongireyê him
li salona kongireyê û him jî di binkeyên partiyê de parastin û di vê derheqê de
li gor gotinên Ebdula Hesenzade, wî peyamek ji aliyê birêz Babaelî Mêhrperwer û
Mistefa Mewlûdî ve bo birêz Mistefa Hicrî şandibû û gotibû ku bila cejnê li dar
nexin, çimku kongire serkevtî nebûye, ji ber ku alî û baska wan serkevtî ye?! Di
kongireyên borî de ku navhatî serkevtin bi dest dixist, şahî û govend lidar
dixistin ku kongire serkevtî ye û heya bi serkevtina gelê Kurd jî dihesibandin,
lê vê carê çimku alîgirên wî serkevtin bi dest nexistibûn, kongire serkevtî
nebûye!!! Ku ev jî ji wê hizr û bîra pawanxwazane ya wî ve çavkaniyê digire û
xwe bi serwer û xwediyê xelkê dizane û jêve ye ku kursiya desthilatê bo wan kesa
ye û demokratbûna hilbijartinê jî bi qasê desthilata pawanxwazane û serkevtina
xwe ve girê didin û ewa jî di rewşekê de ye ku dema wan terze bîr û hizrane bi
ser çûye.
Li parvekirina kar û rêxistina ser ji nû ve ya organên partiyê, berpirsiyariyên
gelek zaftir ji caran jî bo wan kesan hatin diyarîkirinê ku gera berê endamên
rêberiyê bûn, lê di vê kongireyê de deng ne anîbûn û herwiha bo her kesek din jî
kar bihatiba pêşniyaz kirinê, dê ret kiriban. Dixwastin û jêve bûn bi qebûl
nekirina kar ji aliyê wan ve, kar pêş nakevin û bi vî awayî jî rêberiya
kongireya sêzdehem di birêvebirina karên xwe de dê paşve bimîne.
Pêvajoya dawîn ya bûyeran derxist ku di vê nêrîna xwe de jî şaş in, ji ber vê
çendê ku tevî karnekirin û asteng afirandina kêmaniyê jî, kar baştir ji caran
pêşve diçûn û tu tiştek nesekinî. Girîngtir ji vê jî partiyê çalakiyên berfireh
yên dîplomasî, rêxistinî û piropagendeyî dest pê kirin. Encama wan hewl û
xebatan jî avakirina kanala televîzyonî ya “TISHK”, danîna malperek înternetî ya
ektîv li Ewropayê de ku bi çend zimanan bûyer û qewimînên Kurdistanê diweşîne,
avakirina Kongireya Neteweyên Îrana Federal, civîn û kombûnên bi çend cihên
biryar bidest li Ewropa û Amerîkayê, çalaktirkirina teşkîlata navxweyî ku bizava
22’ê Pûşpera sala 1358’ê lê şîn bû û bûye cihê serbilindî û serfiraziyê bo hemû
xebatkarên partiyê. Kêmaniya partiyê ku bi vê hêviyê negihîştibû, li ser
malperan de dest bi nivîsên li ser rêberiya hilbijartî ya kongireya sêzdehem û
eva ku nebûye û nediba bihatiban gotinê, gotin û di vî warî de pêşbirkê ji neyar
û heya dijminên partiyê re jî birin.
Cehd û tekoşîna din ya kêmaniyê jî pişikdarî nekirin di civînên Komîteya Navendî
de bona ji rewatî û meşrûiyet xistina civînan bû. Çimku civînên yasayî yên
Komîteya Navendî li gor bername û progrema partiyê aliyê kêm divêt 2 ji 3’ê ya
endamên Komîteya Navendî têde pişikdar bin, heya ku biryarên wê yasayî bin. Vê
demê kêmanî 8 kes û piranî jî 13 kes bûn. Lê yek ji hevalan ku merema kêmaniyê
bo rakişandina partiyê ber bi aliyê cudabûnê ve jêre eşkere bibû, ragihand ku dê
di civîna Komîteya Navendî de beşdar be û bi vî awayî ev alav û çeke jî di destê
kêmaniyê de derket. Wan ku zanîn civîn fermî ye û biryarên wê jî dê fermî bin,
ketin hizra fend û fêlên din û karnekirin û yên dinê. Hatin û çûna wan bo
derveyî partiyê ku her hebû, zêdetir kirin û ketin xirabaxavtin û xirabbêjiya li
ser partiyê û bi hemû şiyana xwe hewil didan ku dîmen û rûçikek xirab ji
rêberiya kongireya sêzdehem nîşan bidin. Bi sedema mijûlbûna rêberiya bi karên
partiyê û hat û çûn û seredanên kêm bo wan deran, gumana han bo parek ji dostên
partiyên pêk anîbûn ku rêberiya kongireya sêzdehem mafê kêmaniyê naparêze û
xelkê derdixe û wd ... û tiştên bi vî awayî kiribûne pêxwora wan rêxistinan.
Piştî wan hemû tevlîheviyan, li bervara 07.05.1385 (30’ê Tîrmeha 2006)’an de
nameyek 20 xalî bi destpêkekê re bang ji bo Sekreterê Giştî û zorahiya Komîteya
Navendî li ser malperan de weşandin. Yekem tişta balkêş di nameyê de eva bû ku
name, bervara 07.05.1385 (29.07.2006)’an li ser bû, lê bervara di bin îmzayan de
05.05.1385 û 06.05.1385 (27 û 28.07.2006)’an nîşan dida ku eva jî derdixe holê
ku deqa wê nameyê tenê çend kesan nivîsandine û piştre wan bîst û çend kesan
îmza kirine. Xwendina wajokerên nameyê û deqa nameyê wekî hev nebû, ewa jî di
pêvajoya civînên dawîn yên wan de derket.
Ya duyem, banga nameyê bû ku têde li cihê piranî û kêmaniyê, piraniya Komîteya
Navendî anîbûn û di nav kom û komeleyên siyasî û rewşenbîrî û medya û
ragihandinên giştî û nemaze di nav partiyê de jî wiha nîşan didan ku ew di nav
partiyê de zorahî ne û hemberê wan jî kêmanî û tenê di Komîteya Navendî de
zorahî heye! Îca ev piraniya Komîteya Navendî çawa pêk hatiye? Başe çi belge û
senedek hene ku ew zorahî ne? Rohn û eşkere nebû. Di vê derheqê de gelek pirsyar
hebûn ku tu bersiv jêre nebûn.
Yekem, zorahiya Komîteya Navendî di kongireya sêzdehem de çawa bûye bi piranî,
ew jî bi qasê %78 pişikdarên hilbijartî? Hemberî wan jî ku kêmanî ye, çawa ye ku
tenê %22 dengê pişikdarên kongireyê hebûn? Başe meger wan hemû mekanîzmên beriya
kongireyê de diyarî nekiribûn? Ma amadekariya kongireyê nekiribûn? Hilbijartina
nav kongireyê de birêve nebiribûn û rewatî û meşrûiyet bi kongireyê nedabûn?
Başe ger ew zorahî ne, ew radeya nîşaneya çi ye?
Duyem, ma di pêvajoya rûniştinên piştî gelalekirina 20 xalan de, çendîn caran ji
aliyê zorahî û Sekreterê Giştî yê partiyê ve amadebûn bo pêşxistina û girtina
kongiyerê nehate ragihandin û ji wan re nehate gotinê ku em amade ne kongireyê
bi zêrevaniya çavedêran pêş dema diyarîkirî de lidar bixin û encama wê her çi
be, divêt cihê pesenda her du aliyan be? Başe çima kêmaniyê û Ebdula Hesenzade
qebûl nekir?
Sêyem: Ebdula Hesenzade di hevpeyvîna bi rojnameya “Mîdya” (hejmara 270) ya roja
28.09.1385 (19.12.2006)’an de gotiye “heke wan kongire jî girtiban, me qebûl
nedikir, çimku endamên Komîteya Navendî ya kongireya çardehem jî diyarî kiribûn”!
Ev peyivîna E. Hesenzade vê nagihîne ku E. Hesenzade û hevbîrên wî kêmaniyek
gelek kêm di nava PDK Îranê de ne? Wan tu hêvî û baweriyek bi dengê xelkê nebûn
û dixwastin ji rêya şantaj û buxtanan, xwe bi ser partiyê de bisepînin?
Bila vê yekê jî bibêjim, destpêka ku ji bo 20 xalan hatibû nivîsandinê, her kesê
ku xwendibe, dizane ku bi zimanê hevalane û ji bo diyalog û peydakirina
çareseriyê nehatibû nivîsandinê, ji ber ku bi zimanê buxtan û bêhurmetîkirin û
bi merema veqetiyanê hatibû nivîsandinê.
Di destpêka 20 xalan de, ez rawestiyan li ser du tiştan bi hewce dizanim:
Yekem, danîna navê opozîsyonê li ser xwe û di demekê de ku komek ji wan di
rêberiya partiyê de heta 2 kes ji wan jî endamên Deftera Siyasî bûn û di
pesendkirina biryarên partiyê de jî rol û nexş hebûn, nedikarîn navê opozîsyonê
li ser danên. Kom yan girûpek dikarin navê opozîsyonê li xwe bikin ku di
desthilatê de beşdar nebin. Ji aliyekî din ve opozîsyon tê wateya dijber, PDK
Îranê ku opozîsyona Komara Îslamî ye, opozîsyona nava opozîsyonê de çi wateyek
digehand?!
Duyem, di destpêkê de hatiye ku piraniya partiyê ji bîr û raya giştî ve mifah
nestandiye? Vir de hewce bi rohnkirinê ye ku biryardan di Partiya Demokrat de
bikom e û li tu kesê re nahê qebûlkirinê ku tenê biryarê bide, PDK Îranê hemû
karên xwe organîze kirine û raya takekes ger raya sekreter jî be, tenê yek dîtin
û yek deng e. Partiyê bo biryardanê komek organ (Komîteya Navendî, Deftera
Siyasî, Komîsyon û Komîte) hene û di hemû wan organan de biryardan giştî ye û
tekrewiyê re cih nine û eva di PDK Îranê nehadîne û cihgîr bûye û ger armanca
nivîskarên 20 xalan, mifah nestandin ji raya giştî, raya wan çend kesan be ku di
kongireyê de deng neanîne, jî me mekanîzm bo wergirtina raya wan jî heye ku di
derbasbûyî de çawan kar pê hatibû kirinê, her bi vî awayî û pîvanê jî piştî
kongireya 13 kar pê dihate kirinê.
Xwendina ev nameya 20 xalî zêdetir ji vê çendê ku şibhê daxwaziyan be, ji gefan
û xatirxwastinê dişibî, ger wisa nine, çava dibe ku komek daxwazî ji partiyê
hebin û destpêka daxwaziyên xwe jî bi tomet û buxtan, tevlihevî û derewkirinan
dest pê bikin.
Di destpêka nameya xwe de anîne ku: “Endamên vê partiyê ji serî bo binî li gor
zorahiya Komîteya Navendî ve bi “mehrem” û “ne mehrem” (xweyî û ne xweyî) û zaf
tiştên ji vê xirabtir hatine parvekirinê ...”
Aferînerê peyva “mehrem û ne mehrem” ku peyvek Îslamî ye, ji aliyê kesekê ve
hatiye gotin ku ders û waneya ayînî xwendiye û di heyamê çend sal
desthilatdariya xwe de bi dehan caran kar pê kiriye. Bo îsbata vê îdeayê jî ez
dê tenê nimûneyek ji dehan nimûneyên bînim berçav. Di 26’ê Xezelwera 1381’an de
pirsgirêkek li navbera Kamran Fatihî ji kêmaniya vê demê û Ehmed ji zorahiya vê
demê de, li şahî û daweta Şahîn, kurê şehîd Rehîm Bexdadî de çê bû, Ehmed sê kêr
ji Kamran xistibû, piştî gêre û kêşeyeke zaf, ew pirs çû Deftera Siyasî û
biryarbidestê wê demê, E. Hesenzade berevanî ji kesê kêrbidest (Ehmed) kir û
Kamran jî ku sê kêr xwaribûn, bo midehê 15 rojan xistine girtîgehê. Eva di
halekê de bû ku Ehmed berê jî bi sedema têkdan û aloziyan li Navenda 2 ya
Kurdistanê de ji aliyê Komîsyona Siyasî – Nîzamî ve hişyarî jêre dabûn ku eger
carek din bênezmiyê bike, dê wî di partiyê de derxin.
Di wan xalan de hatiye ku: “li du salên borî de bi sedan kes hatine cezakirin,
xelat û teşwîqkirinê, pile jêre dane yan jî ji wan standine, hatine neqilkirinê
û heta xistine girtîgehê...
Hewce ye were gotinê ku PDK Îranê piştî kongireya sêzdehem, zîndan û girtîgeh
hilgirtiye, vêja çi bigihîje wê çendê ku kes xistibe girtîgehê!! Kesên ku
hatibine girtin û heya çend rojan hatibine ragirtin, ew kes bûne ku hinartiyên
rejîmê bo nav refên partiyê de bûne, xwe îtiraf bi sîxorbûna xwe kirine û piştî
îtirafan, serbest hatine berdan û bo himbêza rejîma xwe vegeriyane. Eva ew kes
in ku para Kadro û Pêşmergeyan rondik ji wan re dirijandin û bi cudaxwaz nav
dibirin?!
Piştî kongireya sêzdehem, tenê gerekê pileya Kadriyê hatiye dayîn û bo vê
piledanê jî gelek pîvan hatibûne berçavgirtinê. Pîvanên han jî beriya kongireya
sêzdehem bi haydariya Deftera Siyasî ku E. Hesenzade Sekreterê wê bûye, bûne û
pesend jî kirine. Berî vê gerê, diyarîkirina Kadroyan selîqeyî bû, lê di du
gerên dawîn de ku birêz Mistefa Hicrî û Hesen Şerefî berbirsiyarên Komîsyona
Siyasî – Nîzamî bûn, ew pîvanên ku me îşare bi wan kir, hûrtir û rasttir hatin
kirin.
Asta xwendinê, derbasbûyî ya Pêşmergebûnê, jêhatîbûn, berpirsiyarî, xal jêre
hate diyarîkirinê û zêrevaniya bi ser diyarîkirina wan xalan de ji aliyê
heyetekî hevbeş ji her du aliyan ve birêve çû, lewre bê berçavgirtina her terze
girêdayîbûneke baskî, pileya kadriyê hatiye dayîn û eşkerekirina van xalane bo
nîşandana asta tevliheviya nivîserên 20 xalan e.
Di parek din ji nameya 20 xalî a xwe de daxwazê dikin:
“Heyetek hevbeş bi selahiyet û desthilata wekhev ji aliyê desthilatbidest û
opozîsyonê pêk bihê ku hemû biryaran binirxîne û yên ku rewa û rast nezane,
hilweşîne”.
Eva ku daxwaza sereke ya wan e û vir de bi eşkere qala vê dikin, eva ye:
Pêkanîna heyeteke havpar bi selahiyet û desthilateke wekhev ku lênihêrînê bi
ser hemû biryaran de bike.
Ev terze heyete ku têde nîvek bo aliyekê û niviya din jî bo aliyê din be, bo
mînak şandek 6 kesî ku 3 kes ji aliyê kêmaniyê ve bihên diyarîkirinê û 3 kesên
din jî rêberiya partiyê wan destnîşan bike û ev heyeta jî bi vî awayî ku em dê
di xalên din de qala wan bikin, divêt bi ser hemû kar û barên partiyê de
rabigihîje, bi kurtî ew heyet yan şêwre ku nîviya wê ber kêmaniyê dikeve!!
Biryarderê sereke, yasadaner û hemû kareyê partiyê be, û li serweyî hemû
yasayekê be, her yasa yan pirsgirêkeke partiyê jî bi dil nebû hiloşîne û bibe bi
desthilateke reha û “mutleq” di nava partiyê de.
Ew daxwaza wan bi tevahî tevî bername û pirogrema partiyê, tevî yasa û
pirensîpên demokratîk yên partiyê, tevî pêvajoya xebata PDK Îranê, tevî hêvî û
armancên partiyê û bizava rizgarîxwazane ya neteweya me de dijberî hebû û biha û
nirxên partiyê ku bi hezaran şehîdan xwîna xwe di vê pêxemê de dane, dixiste bin
pirsyarê.
Ew heyeta ku digotin hevpar û bi selahiyeta wekhev be, parvekirina partiyê li
piratîk de bi ser du paran de bû û cudabûneke fermî û neragihandî di nava
partiyê de bû ku nedikarî cihê pesinda partiyê be.
Ji aliyê din ve daxwaza “Fîftî bi Fîftî” (nîve bi nîve) kiribûn ku me ceribîna
wê li derveyî partiyê de wergirtiye û diyar e hemû kes jî dizane ku dê heya çi
qasekî serkevtî biba! Hebûna vê heyetê bi vî awayî, binpêkirina pêrewa hundirîn
û ayînnameyên partiyê û bê deshilatkirina organên hilbijartî yên partiyê bû.
Cehd û tekoşîna PDK Îranê bona vê yekê ye ku civakek demokratîk ava bibe û hemû
kes li hemberî yasayê de wekhev bin û tu kes serwerê yasayê nebe, organên ne
demokratîk û serweyî yasayê di civakê de nebin. Lê mixabin van hevalan daxwaza
pêkanîna heyetekî bi vî awayî dikirin ku li serweyî yasayê be, hilbijartiyê
dengê endamên partiyê nebe, pêncî bi pêncî be, diyarîkirî (Intisabî) be û her
gava ku xwast biryarekê bide, her gava ku hez kir, hilweşîne. Bi kurtî PDK Îranê
bibe bi dîwanxaneya serok eşîretan ku têde du yan sê serok eşîre, rêdînsipî
biryar bidest bin û bi her awayê ku xwastin, tevî endaman bilivin. Êdî 61 sal
xebat li pêxema bidestveanîn û cihgirkirina demokrasî û azadî û xebata nû û
serdemiyane ya partiyê bo berbi pêşdebirina civak û derbaskirina civakê ji
pêwendiyên paşmayî û kevneşop, çi mana û wateyek hebû?!
Hêjayî gotinê ye di civîna 14’ê Xermananê de ku ji aliyê Hesen Restigar û Ebdula
Hesenzade ve birêve çû, li ser pêkanîna van heyetan, tiştek pirr balkêş û ecêb
gotin ku renge kes bawer neke, çimku yên ku bihîstin, ecêbgirtî man ku çawan
divêt evane rayek wiha hebin? Ewa jî eva bû: “îca pêkanîna vê şandê çi xirabî
heye? Hewce ye em bi parastina berjewendiyan tiştên wiha pêk bînin”.
Hemû kes berjewendiya xwe berçav digire. Eva di Îranê de jî şêwrek li derveyî
yasayê bi navê şêwra diyarîkirina berjewendiyên nîzamê heye, bila me jî hebe”!!!
Ev qiseya hewcehî bi tu şiroveyekê nake û xatircem bin ku me belgeya vê tiştê bi
deng heye.
Wekî berê jî me îşare pê kiriye li hember pêvajoya nûxwazî û pêkanîna reforman
di nav partiyê de, hin kes hebûn ku bi terzek dinê difikirîn û dixwastin partiyê
ber bi aliyê din ve bibin, gelaleyek bo rakirina hilbijartin di nava partiyê de
amade kiribûn û tab û tehemila demokrasiyê nedikirin. Di kongireya 13’hem ya
partiyê de ew kes bûne kêmanî û kongireya partiyê bi xweşî ve li ser xurtkirina
demokrasiyê di nav partiyê de micid û biîsrar bû, lê wan kesan dest hilnegirtin
û dengê endamên partiyê li cem wan girîng nebû, daxwaz dikirin ku ew birêveberê
partiyê bin. Di vê nameyê de jî li gor wan xalan hatiye ku çiqas ne demokratîk û
li dijî demokrasiyê ne û daxwaza pêkanîna heyetek wiha ne demokratîk dikin. Dema
ku me ji wan re got ku ew tişta we li dijî demokrasiyê ye, di civîna 14’ê
Xermananê de ku berê jî min qala wê kir, bersiv dan û axavtina wan jî bi belge
heye û dê bimîne ku gotin: “Em di Rojhilata Navîn de dijîn û demokrasî jî
tişteke Rojavayî ye û me firçik bi demokrasiyê negirtiye. Lewra hewce nake ku em
gelek demokrasiyê li berçav bigirin”.
Di nameya 20 xalî de bas ji dehan şaşiyên siyasî hatiye kirin, bo mînak nameya
birêz Mistefa Hicrî bo Nezmî Efşar anîne berbas. Eger rast dibêjin, bila şaşiyên
ku di vê midehê de hatine kirinê, bila bînine ser kaxizê da xelkê din jî lê
haydar bin. Nameya Kekê Mistefa bo Nezmî Efşar ku heya sînorê firotina xaka
welat jî li ser de dinivîsandin û ev hemû gêre û kêşe jê çêkirin û heya niha jî
li ser de dinivîsin, çi bû?
Di zistana sala 1384 (2006)’an li bajarê Mekûyê de, xwenîşandanek li dijî rejîmê
birêve çû, rejîmê gelek xebat kir heya ku vê xwenîşandanê bike bi şerê Kurd û
Azeriyan, lê serkeftî nebû. Wê demê jî Deftera Siyasî di daxuyaniyekê de xelk
haydar kirin ku li şûn pîlan û kompiloyên rejîmê nekevin. Di vê navberê de
hevpeyvînek rojnameya “KURDISTAN”ê tevî Rambod Lotfpûrî hate weşandin ku têde
Azeriyên Azerbaycana Rojava bi mêvan dabû zanîn, weşandina vê hevpeyvînê di
rojnameya Kurdistanê de bi nerazîbûna xurt ya Azeriyan re berbirû bû û ber bi
pirs û arîşeyek mezin û heta şerê Kurd û Azeriyan re diçû, di demekê de ku
kakila vê mijarê tevî qazanc û berjewendiyên Kurdan di Kurdistana Îranê de hev
nedigirt, çimku dema vê nebû ku em bas ji veqetandina sînorên coxrafiyayî bikin,
xêncî vê jî anîne rojeva meseleyek wiha tevî qazanc û berjewendiyên Kurdan de
hev nedigirt. Niha nek her nikare çi meseleyekê çareser bike, belkî dê
pirsgirêkek mezin jî biafirîne û dê bibe sedema şer û pirsgirêkan di navbera du
neteweyên Kurd û Azerî de, ku eva jî xwezî û hêviya rejîmê ye. Serbarê vê çendê,
daxuyaniya Deftera Siyasî jî li haleta herî baş de ger navê bêberpirsbûnê lê
nexin, em dikarin çi navek din lê bikin?!
Piştî belavbûna vê mijarê û nerazîbûna Azeriyan di vê derheqê de, di Deftera
Siyasî de biryar hate dayînê ku bo dawîanîn bi vê pirsê û aramkirina rewşê, kek
Mistefa nameyak şexsî bo Nezmî Efşar binivîse. Kek Mistefa jî bi hest bi
berpirsiyarîkirin, nameyek şexsî bo aramkirina etmosfera wê demê bo navbirî
nivîsand. Di nameyê de qala vê hatiye kirin ku divêt wekî partiyên berpirsiyar
rê bi serkevtina vê pîlana rejîmê re nehê dayîn. Take tişta ku di nameyê de
hebû, li cihê peyva Azerbaycana Rojava, peyva Azerbaycan hatibû. Bûna vê peyvê
bi vî awayî dikare şaşiyek taypa (çapî) be. Başe em dabinên ku wiha hatibe
nivîsandinê, dikare were ji bîrkirin û êdî ew hemû gêre û kêşeye bo çi bû?!
Di bernameya PDK Îranê de sînorên coxrafiyayî hatine diyarîkirinê û nameyek
şexsî ya sekreter yan her kesek din nikare serweyî bernameya partiyê be ku di
kongirê de hatiye pesendkirinê.
Kesên ser bi kêmaniyê û bi taybet Ebdula Hesenzade dest avêtin şantaj û
Ajîtasyon û helayek wiha pêk anîn ku te digot esman dê bihiloşe!!
Ez we xatircem dikim ku ev hela helaye bona dilsozî û rexneya dostane nebû,
belkî dijminatî û hewlên neberpirsane bûn bo derbexistin bi pirestîja partiyê û
şexsê sekretêr, ku di vê derheqê de belgeyên zaf hene:
Yekem, Ebdula Hesenzade bo xwe feqîrnîşandan û mifah a xirab standin, ev tişta
bire cihek din û xwe wekî nûnerê partiyê da naskirinê û derheqî wê nameyê
daxwaza lêborînê lê kir.
Duyem, li ser û bendê nerazîbûn û xwenîşandanên Azeriyan derheq karîkatora
rojnameya “ÎRAN”ê, Hesen Restigar di hevpeyvînekê tevî “TISHK” Tv de ragihand ku
ew meş û nerazîbûne piraniya bajarên Turkakincî bi xwe ve girt. Xwendevan
dizanin ku di Urmiyê, Makû û Nexedê de jî Azeriyan li dijî vê karîkatorê
xwenîşandan encam dan û heta çalakiyên herî xurt li Urmiyê û Nexedê de bûn, ku
li Nexedê de çar kes hatin kuştinê. Gelo ji aliyê birêz Restigar ve Mekû, Urmiye
û Nexede, Azerîakincî û parek ji Kurdistanê ninin?!! Ger wisa ye, çima ew hemû
bêlutfî derheq sekreterê partiyê kirin.
Sêyem, Xalid Ezîzî, berdevkê girûpa veqetiyayî di hevpeyvînekê li “VOA”ê
de qala bajarên Kurdakincî yên Azerbaycana Rojava kir, wekî vê ku tu bibêjî
Azerbaycana Rojava Turkakincî ye û çend bajarên Kurdî jî têde ne!?
Çima aliyê kêmaniyê li hemberî axavtina Hesen Restigar û Xalid Ezîzî helwest
negirtin û hela û hela lê ne çêkirin!!? Ger axavtinên wiha firotina Kurdistanê
be, wiha dixuye ku bo wan şanazî û siyasetvanî ye?!
Kongireya 13’hem ya partiyê bona pêşgirtinji şaşiyên siyasî yên Ebdula Hesenzade
pêk hat. Birêz Hesenzade di dema Sekreteriya xwe de tûşî gelek şaşiyên siyasî
bû, lê kêmaniya wê demê li ber qazanc û berjewendiyên partiyê, li derveyî
partiyê de tu basek jê nedikir. Ji bo ku nahê gotinê tomet û buxtan ji
serkreterê berê re tên lêdayînê. Ez tînim bîra rêberiya kongireya 13’hem, ku di
êrîşa Îsraîlê bo ser Şêx Yasîn, Serokê Rêxistina Hemasê, ma Sekretêr (E.
Hesenzade) nebû ku piştevanî ji Şêx Yasîn dikir!!! û çend kes ji hevalên wê demê
jî piştevaniya wê nêrînê dikirin. Lê îsrarbûna hejmarek ji Endamên Komîteya
Navendî ew ra û dîtin hate redkirinê.
Başe dema hatina Amerîka bo Îraqê ku Kurdên vê parçeyê Kurdistanê, hêzên
Amerîkayî bi hêza rizgarker nav dibirin, rast di vê demê de E. Hesenzade ew bi
xedar û dagîrker dizanîn? Başe ew hevpeyvîna ku wî li ser PKK’ê kir, ger
helwesta kêmaniya wê demê neba, niha di eniyek dinê de hesab li ser PDK Îranê
nedihat kirinê?
Di vê dawiyê de jî li şerê Hizbula û Îsraîlê li Lubnanê de, ma hin mêrxasan
ronîkên çavên E. Hesenzade çi bi hevpeyvîn û çi jî bi nivîs, aliyê Hizbulahê di
şîroveyên xwe de nedigirtin?
Başe evane şaşiyên siyasî bûn yan nivîsara nameyek şexsî ku me ji ber
berjewendiyên partiyê heta niha jî xêncî civînên fermî yên partiyê, di tu cihekê
de bas nekiriye. Lê niha ku cuda bûne, her roj bi dehan tiştên nerast û derew ji
xelkê re dibêjin, ku wiha ye baş e xelk jî hin ji wan rastiyan bizane.
Piştî pêşkêşkirina 20 xalên kêmaniyê, zorahiya partiyê li ser daxwaza kêmaniyê
civînek pê kanî û piştî nirxandina xwestên kêmaniyê û bi ne demokratîk û
nerewazanîna daxwazên wan, li cihê bersivdayîna nivîskî bi nameyên wan, biryar
girt ku bi wan re bikevin danûstandinan. Lewra du heyet bona gotûbêj li ser
xwestên wan çend caran bi hevre civiyan, lê bi sedema biîsrarbûna kêmaniya
tevxwaz li ser xwestên ne demokratîk û dijî bername û pêrewa hunderîn ya partiyê
tu encamek nebû û di dema wan goftûgoyan de, kêmanî berdewam mijûlê haydana
xelkê xwe û afirandina etmosferek bi şer û alozî di nav partiyê de bûn ku ji ber
bêhnfireyî û hest bi berpirsiyariya piraniyê derfet û pirojeya wê ji wan re pêk
nedihat.
Roja 25’ê Gelawêja 1385 (16.08.2006)’an, Ebdula Hesenzade di nameyekê de bo
piraniyê, gefa anîna hêza hikumetê bo ser partiyê kiribû û hêcet û mihaneya wî
jî eva bû ku Pêşmergeyên partiyê li Cêjnîkanê (Navenda 3) êrîş kirine ser
hevalên wan. Navhatî bi qasekî kîne di dilê xwe de cih dabû ku nesekinîbû ku
bizane alozî û pirsgirêk li ser çi bûye û kê di vê meseleyê de tawanbar e!
Piştre derket ku êrîşker û gunehbarên eslî ne tenê li Cêjnîkanê, belkî di
Navenda 1 û Navenda 2’yê de jî her heval û alîgirên E. Hesenzade bûne ku êrîş
kirine ser Pêşmergeyan, lê çimku navhatî li pey hecetekê bû bo afirandina şer,
tu karek bi gunehbarên wan pirsan nebû. Piştre ku eyan bû di hemû cihekê de
alîgirên E. Hesenzade gunehbar in, wekî vê çendê ku ne ba hatibe ne bahoz,
bêdengî jê kir.
Eva jî deqa nameya E. Hesenzade ye:
Hevalên birêz yên piraniya Komîteya Navendî!
Silav!
Îro em haydar kirin ku li Cêjnekanê de, hin Pêşmergeyên ser bi baska we
axavtinên sivik û dijûn bi çend hevalên Opozîsyonê gotine, wan jî bersiv daye û
şer çê bûye, bi baldan bi wê ku duhî di civîna “Hêza Parêzgarî” êrîşek nebaş bo
ser çend hevalên me hatiye kirinê û tomet û buxtan li wan xistine. Herwiha li
gor rênîşankirinên ku ji vir bi Şaho Husênî û Xusro Behramî re hatine kirinê,
daxwaz riswa û rezîlkirina me dike û tiştên nebaş derheqî me hatine gotinê, em
bawer in ku hûn li pişt vê yekê sekinîne.
Lewra em daxwazê dikin her îro destûr bidin ku li vira, li Cêjnîkanê û him jî li
hemû cihên din de dawî bi van givaş û êrîşane bînin û rê bidin ku em di fezayek
aram de karên xwe bikin.
Her wekî berê jî me çend caran bi ziman ji we re gotiye, carek din jî ji we re
dibêjim ku li her cihekê de ku ev riftarane dubare bibin, bêy wê ku em we
agehdar bikin, dê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku ewlehî û
tenahiya canî, malî û kesayetiya hevalên me biparêze û rê nede ku tiştên
nexwastî biqewime.
Aliyê opozîsyonê
Piştînîvroya 25’ê Gelawêja 1385
Li gor bername û pêrewa hundirîn ya partiyê, hewce ye Komîteya Navendî her sal
aliyê kêm sê civînan pêk bîne. Di destpêka newroza 1385 (2006)’an heta meha
Xermananê bi sedema bûna vê pirsê, Komîteya Navendî civîna asayî ya xwe
lidarnexistibû. Lewra di Deftera Siyasî de basek li ser lidarxistina Pilînoma
Komîteya Navendî hate holê, lê du endamên Deftera Siyasî yên aliyê kêmaniyê
digotin na dibe di pêş de em li ser hemû tiştekê li hev bên, piştre biçin bo
civîna Komîteya Navendî. Merema wan ji vê hevhatinê sepandina 20 xalan bû. Lê
endamên dinê yên Deftera Siyasî ku 5 kes bûn, li ser vê baweriyê bûn li civîna
ku dê bihê lidarxistinê, dê basek siyasî li ser hemû van bûyerên ku di vê heyamê
de hatin holê, bikin. Piştre dê basekê li ser van pirs û meseleyên li hundirê
partiyê de bikin, bêy vê ku biryara dawîn li pilînomê de bidin û dê bihêlin bo
pîlonoma dinê, lê dîsan jî qebûl nekirin û ragihandin ku eger basek li wan
meselane li vê pilînoma ku qirar bû roja 20.06.1385’ê de birêve biçe,
pişikdariyê nekin.
Ji aliyê Sekretariyayê ve hemû endamên Komîteya Navendî hatin haydarkirin ku li
seet 9’ê sibêdeya roja 20.06.1385’ê li cihê diyarîkirî de bo pişikdarîkirin di
civîna Komîteya Navendî de amade bibin. Ji 21 endamên Komîteya Navendî, 15 kes
li serê seetê de amade bûn, lê 6 kesên din (Hesen Restigar, Mistefa Mewlûdî,
Simaîl Bazyar, Kemal Kerîmî, Omer Balekî û Hesen Qadirzade) ku endamên Komîteya
Navendî bûn, hazir nebûn.
Lewra Deftera Siyasî sibêda wê rojê bi şêwirmendiya tevî çend kes ji hevalên
Komîteya Navendî, civîna Pilînomê bo piştînîvro, bi merema razîkirina hevalan bo
pişikdarî di civînê de paş xistin. Deftera Siyasî pêşnîvroya wê rojê civînek
lidarxist û carek din jî daxwaz ji wan kir ku beşdarî pîlînomê bin. Herwiha ji
wan re hate ragihandinê ku civîn bêy wan jî di warê siyasî de rewa û meşrû e û
biryarên wê jî fermî ne, lewra pişikdarîkirina wan ji ne beşdarîkirinê baştir e.
Lê dîsan jî qebûl nekirin û gotin ku em naçine bin barê tu biryarekê ku di vê
pilînomê de were girtin.
Xwendevanên hêja!
Ji bilî bêdîsîplîniyê çi navek din li ser vê yekê tê danînê?! Ew amade bûn li
her cihekê, li derveyî partiyê û li ser malperan de basa pirs û meseleyên
partiyê bikin û hemû tiştên navxweyî yên partiyê bibin derve, lê amade nabûn di
civîna Komîteya Navnedî de qala wê bikin. Lewra serbarê pişikdarîne kirina 6 kes
ji endamên Komîteya Navendî, Pîlînoma Komîteya Navendî bi awayekî yasayî civîna
xwe lidarxist. Di civînê de tevî bas ji meseleyên siyasî û pirsên hundirîn,
civînê nerazîbûna xwe bona pişkdarînekirina kêmaniyê nîşan da û bi hest bi
berpirsiyarîkirinek zaf ve dîsan jî daxwaz ji Deftera Siyasî kir ku gotûbêjên bi
kêmaniyê re bê binpêkirina yasa û pirinsîpên partiyê bidomînin.
Piştî dawîhatina Pilînomê carek din guftûgo di asta Deftera Siyasî de ku du kes
ji kêmaniyê jî wekî endamên Deftera Siyasî têde pişikdar bûn, dest pê kirin. Lê
kêmaniyê biryar girtibû ku bi yek xal kêmtir ji 20 xalan jî razî nabin. Li dema
wan gotûbêjan de bû ku Mistefa Mewlûdî ragihand: Niha ku hûn 20 xalan qebûl
nakin, werin bila em fikr ji cudabûnek şaristaniyane bikin?! Hesen Restigar jî
mora erêkirinê, bi vê hevokê xist. Eva bo Deftera Siyasî cihê heyirmayînê bû ku
cudabûn li kuderê şaristaniyane ye?!
Di vê basê de bû ku Sekreterê Giştî yê partiyê got, we di nameya 20 xalî ya xwe
de aniye ku hûn bona yekrefiya partiyê dixebitin, lê axavtinên we tevî nameyê
hev nagirin. Lewra ez di gumanê de me ku eva axaftina wajokerên din yên nameyê
jî be. Ez dixwazim ji wan re jî bicivim û bizanim ku ev daxwaza her du endamên
Deftera Siyasî, daxwza hemûyan e?!
Kekê Hesen Restigar, daxwaziya Sekreter bo wajokerên 20 xalan bir û ew jî amade
nebûn bi Sekreterê Giştî yê Partiyê re bicivin û ev nameya jêre şandin:
Hevalê hêja, Kekê Mistefa Hicrî!
Tevî silav û hurmetan
Hevalê hêja kek Hesen Restigar peyama we derheqî daxwaza civînê bi me re gihand,
di vê derheqê de em ji te re dibêjin:
1. Em te wekî sekreterê bêkalî ku her du aliyan bi yek çav mêze bike, nas nakin.
2. Wekî alî û bask jî em bawerî û hitbara xwe ji vê heyetê ku bo gotûbêjên bi we
re hatiye diyarîkirin, ducarekî dikin û we her rayek hebe, dikarin tevî heyeta
me bas bikin û bersivê bistînin.
Tevî silavên ducarkî
Wajokerên nameya 20 xalî ya opozîsyonê bo Piraniya Komîteya Navendî
30.06.1385 |