Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Cudabûnên Nava Refên PDK Îranê, Sedem Û Encamên Wan

 

Têmûr Mistefayî
Beşa 5 û dawî
Wergeran ji Soranî bo Kurmancî: Omîd Esxeran


Piştî bersiva vê nameyê çend civîn derheq wê rewşê hatin lidarxistinê. Di wan civînan de ku ji aliyê baska kêmaniyê ve dihatin birêvebirin, rê ji ber beşdarbûn piraniyê dihate girtin û civînên ku ji aliyê piraniyê ve jî dihatin birêvebirin, ji aliyê kêmaniyê ve dihate baykotkirin û wan izn ji alîgirên xwe re nedidan ku beşdariyê di civînên piraniyê de bikin.
Di civîneke Sekreterê Giştî yê partiyê ji bo Kadro û Pêşmergeyên Navenda 2, baksa kêmanî daxwaz ji alîgirên xwe kiribû ku beşdarê vê civînê nebin.
Ebdula Hesenzade di civînekê de ji bo alîgirên xwe de, daxwaz ji beşdarên civînê kiribû ku bi sedema vê çendê ku alîgirên wan li Navenda 2’ê beşdarî di civîna Sekreterê Giştî de nekiribûn, çepikekê ji bo wan lêxin!! Eva bû hest bi berpirsiyarbûna kêmaniyê ku izn ji piraniyê re nedida ku di civînên wan de beşdar be. Bo mînak carekê Hesen Restigar di civîna Deftera Siyasî de ragihand ku dixwaze civînekê ji bo kêmaniyê lidar bixe, di vê civînê de daxwaz jê hate kirin ku weke endamê Deftera Siyasî civîne bigire, civînekî giştî ku tim kes beşdar bin, bi kêmanî û piraniyê ve. Di bersivê de got ku min hewseleya çenelêdanê nine, ez bi tenê dê ji kêmaniyê re civînê bigirim. Eva bû bersiva endamekî Deftera Siyasî ku bas û diyalog li ser pirsên partiyê bi çenelêdanê binav dikir, lê li cem xelk û ragihandin û weşanên giştî de wiha nîşan didan ku ew diyalogê dikin, lê hemberên wan diyalogê nakin?! Di wê heyamê de aliyê kêmanî nîşan dan ku tu axavtin û qiseyek nin in û ji diyalogê direvin, her weke me bas kir, di civînên piraniyê de beşdar nedibûn û rê jî nedidan ku piranî di civînên wan de beşdar be, hetanî dirust û rastbûna bîr û rayên bask û aliyan ji bo beşdaran rohn û eşkere bin. Bi kurtî wan tirs ji haydarbûna xelkê hebû.
Di vê heyamê de li Ewropayê komîteyên “Mowazî”(Hevhêl) tevî komîteyên partiyê pêk anîn û alîgirên xwe cuda kirin. Bi kurtî cudabûn li Ewropayê hêdî hêdî dest pê kir, eva jî tevî berjewendî û dîsîplîna partiyê hev nedigirt, lewra li komîteyên Ewropayê çend kes ku bibûne sebebên van cudakirinan ceza ji wan re hate diyarîkirin ku eva tevî dijkirayar û helwesta kêmanî û bi taybet Ebdula Hesenzade berbirû bû.
Piştî çend rojan, li ser ûp bendê gotûbêjan de ku piranî amade bibû, li ser wan 20 xalan gotûbêjê bike û heta ji bo çareseriya pirsgirêkan, beşeke berbiçav li van 20 xalan pejirandibû, E. Hesenzade û hevbîrên wî dema ku zanîn bi qebûlkirina wan xalane cehda wan ji bo cudabûnê dê bêfeyde be vê carê du pêşmerc bi wan 20 xalan zêde kirin û gotin hetanî ew pêşmercane nehên pejirandin, ji bo diyalog û rûniştinê ne amade ne:
1- Hilweşandina hemû ew cezayên ku di bervara 07.05.1385(29.07.2006)’an de, şûnde hatine dan.
2- Pejirandina ya pêşdem vajoya hevhatinê li ser wan 20 xalan bi vê wateyê ku bi fermî partiyê cuda bikin.
Xala ciyê baldan û lênihêrînê di van pêşmercan de, ewa bû ku E. Hesenzade ragihand ku hilweşandin û betalkirina wan cezayan ji wî re hêsiyetî ye û merem ji vê gotinê jî ewa bû ku wî wezîfedarkirina cudakirina YCDK û Komîteyên PDK Îranê ji wan kesan re spartiye, ger wiha bû mafê tu kesê nine ku di wî warî de lêpirsînê bike.
Ya herî ecêb û balkêş eva bû ku divêt berî her lihevhatinekê, wek du aliyên weke hev were îmzakirinê. Eva di demekê de bû ku: 1- Tu hevhatinek di holê de nebû hetanî ku were îmzekirin, 2- Fermîkirina cudabûna partiyê bû ku ew jî tevî tu qazanc û berjewendî û usûleke partiyê hev nedigirt. Lewra nedikarî ciyê pesenda rêberiya partiyê be. Lê tevî hemû wan daxwaziyên nerewa û dûr ji usûlan, piraniyê di nameyeke dostane de bi sebr û hewselê ji wan re ragihand ku 17 xal ji 20 daxwazên wan, ciyê penedê ne û dibe ku li ser wan 3 xalên din jî bi du pêşmercan gotûbêjê bikin, lê bêfeyde bû. Wiha dixuya ku wan biryara xwe – ku cudabûn ji partiyê bû-, ji mêj ve bû ku girtibûn.
Eva jî deqa wan 17 xalan e ku piraniyê pejirandidû:

Hevrêyên birêz yê kêmaniyê!
Tevî silaveke germ û birayane!

Bi sehkirin bi berpirsiyarbûna piraniya partiyê li hember hewl û tekoşîna dost û dilsozên partiyê derheq parastina yekrêziya partiyê û li ser bingeha hemû ew rûniştin û basên ku ji bo labirin û nehêlana arîşe û pirsgirêkên hundirîn ên partiyê hatine encamdan, hewlên birêz Sekreterê Giştî yê partiyê li pêxema yekrefiya partiyê, nêrînên xwe di van xalên jêr de ku beşeke zaf û berbiçav ji daxwazên kêmaniyê ji xwe girtiye, pêşkêş dikin. Em hêvîdar in hûn hevrêyên kêmaniyê jî bi hest bi berpirsiyarbûnenek zaf wan bipejirînin û karekê bikin ku mizgîniya ji navçûna pirsgirêkên hindurîn ên partiyê ji hemû dost û dilsozên partiyê re bidin û dujminên partiyê tevî bêhêvîbûnê berbirû bikin.
1 - Derheq azadiya bîr û raderbirînê:
A: Azadiya bîr û raderbirînê ji mêj dem e ku di partiya me de cî girtiye, lewra tim endamên partiyê mafê vê çendê hene ku di civînên partiyê de li ser mijarên teşkîlatî û hizrî bi eşkere bîr û rayên xwe bînin ziman yan di weşana “Têkoşer”ê de ku belavokeke hundirîn a partiyê ye, belav bikin.
B: Mafê tu kesekê nine ku li derveyî partiyê basa mijarên hindurîn û teşkîlatî ên partiyê bike, belku gerek hemû endamên partiyê li derveyî partiyê berevaniyê ji siyaset û biryarên partiyê bikin.
2- Heyet ji piranî û kêmaniyê were diyarîkirinê ku pêregihîştinê ji şikayeta her Kadro û Pêşmergeyek partiyê re bike ku jê we ye di wara cezadan û pileyên teşkîlatî ve mafê wî/ê nehatiye berçavgirtin.
3- Wergirtina Pêşmergeyan li Navenda Wergirtina Pêşmerge li gor hinek biryar û pîvanan ji heyetekê re hatiye sipartin ku ji nûnerên organên pêwenîddar pêk tê, dibe diyarîkirina nûnerên van organan bi awayekê be ku nêrîna giştî bi cî bîne.
4- YCDK, YJDK û YXDK Îran û hemû rêxistinên demokratîk ên ser bi Partiya Demokrat, pêwendiyên organî tevî partiyê hene û li gor hinek usûl û pîvanan hatiye damezrandin ku heya niha pêrewî jê hatiye kirin, lewra tu kes û komekê mafê vê çendê tune ye ku ji bo merem û armancên taybetî di kar û barên van rêxisitnane de maytêkirinê bike.
5- Karê rêxistinî li hindurê welat heya niha jî bi awayê hevbeş birêve diçe.
6- Ji bo rêxistina eşkere çarçoveyek tê diyarîkirinê ku sînorê karkirin û xebitîna navendan di vê beşê û beşê rêxistina eşkere ya Komîsyona Siyasî - Nîzamî bi rohnî diyar be û ji bo rêxistina endamên partiyê rê û rêbazên kêrhatî werin diyarîkirinê.
7- Gera herî dawî ya dana pileyên Kadriyê bi awayekî dirust û li ser bingeha hinek pîvanan ji aliyê Komîsyona Siyasî – Nîzamiyê ve ku endamên wê ji kêmanî û piraniyê pêk hatiye hatine diyarîkirinê, lê dîsan heke her Pêşmergeyek hest bike ku mafê wî/ê liberçav nehatiye girtin, dikare şikayeta xwe bide heyeta lêkolînê û ew şande jî encama karê xwe bide Deftera Siyasî.
8- Ew kesên ku heya niha çend caran daxwaz ji wan hatiye kirin ku berpirsiyariyê li stû bigirin, lê amade nebûn karê ku ji wan re hatiye pêşniyar kirin qebûl bikin, heke amade bin ku erkan li stû bigirin, li gor lêzanîn û şiyana wan karê jêhatî dê ji wan re were diyarîkirinê, diyarîkirina vê şiyanê li stûyê organan e.
9- Lênihêrînek ji ayînameyan re were kirin, bona vê çendê heke pirsek hebe ku ber ji pêşveçûna kar û erkan bigire, werin destkarîkirinê. Ji bo wê meremê her kes û organek dikare pêşniyarên xwe bide Deftera Siyasî.
10- Li konferansên derveyî welat hewl bihê dan ku di hilbijartina endamên komîteya giştî de beşdariya giştî û bi hev re û yekîtiya teşkîlatî diyar be.
11- Her weke berê hewl hate dan, bona vê çendê ku berpirsê Navenda 2’ê endameke/î Komîteya Navendî ser bi kêmaniyê be, lê ewa nehatibû pejirandin, niha ku ewa yek ji daxwazên wan hevrêyane ye, em amade ne ku ev berpirsiyariye ji endameke/î Komîteya Navendî ya/ê ser bi kêmaniyê re were spartin.
12- Biryarek ku li derheq xwandina endamên rêberî, Kadro û Pêşmergeyên partiyê re berî kongireya 13’hem hatiye dan, heya qasekê ku îmkan hebe, bi awayekê were serrastkirinê ku him derfeta zêdetir ji bo vê çendê hebe û him jî astengan li hember birêveçûna kar û barên partiyê re neçêke.
13- Di pêrewa hindurîn ya partiyê de navê Opozîsyon’ê nehatiye, lewra nikare bi fermî were naskirin.
14- Gişt Kadro, Pêşmerge û Rêberiya partiyê divêt pêrewiyê ji esasname û ayînameyên partiyê bikin.
15- Di hemû rewş û zirûfekê de divêt pirensîpên demokratîk ên partiyê werin parastinê.
16- Divêt em hemû wezîfedar bin ku li hember bêkarî, kêmkarî û karnekirinê de xwedî helwest bin.
17- Piştî saxbûn li ser van xalane, em gişt bi riheke birayane ve ji bo pêşveçûna bername û berjewendiyên partiyê hewl bidin.
06.09.1385
28.12.2007

Piştî pêşkêşkirina van 17 xalane daxwaza bersivê ji wan hate kirin ku ew 17 xalene jî nepejirandin, lewra cardin şanda piraniyê (Mihemdnezîf Qadirî, Rostem Cehangîrî), ji bo gotûbêj tevî kêmaniyê çûn cem E. Hesenzade, daxwza jê kiribûn ku bila gotûbêj bidomin, navhatî soz dabû ku dê wan daxwazane tevî kêmaniyê bîne ber bas û dê bersivê ji wan bistîne.
Roja çarşem, 15.09.1385(06.12.2006)’an, ku civîna asayî ya Deftera Siyasî birêve diçû, em bi vê hêviyê bûn ku du endamên Deftera Siyasî yên aliyê kêmaniyê, dê bersiva daxwazên heyeta piraniyê bidin me, lê berevajî çavnihêriya me Hesen Restigar di paketnameyekê de beyannameya veqetiyanê pêşkêşî Sekreter Giştî kir, eva bû bersiva E. Hesenzade bi şanda piraniyê ku di rastî de ciyê kul û keseran bû. Di vê civînê de çend endamên Deftera Siyasî pirsiyar ji Hesen Restigar kirin ku gelo eva biryara we ya dawiyê ye? Di bersivê de wî got ku ewa biryara me ya dawiyê ye. Bi vî awayî E. Hesenzade û hevalên wî piştî çend mehan hêcet û mihanegirtinan û bi rûyekî anîne berbasa daxwazan, refa xwe ji Partiya Demokarat cuda kirin.
Piştî cudabûnê, E. Hesenzade bi lidarxistina konferansên çapameniyê tevî ragihandinên giştî li Hewlêr ya Paytexa Herêma Kurdistanê bal kişandiye ser komek pirs û tiştan ku ciyê lênihêrîn û baldanê e:
1- Xwe bi pêrewê rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî nasandin ku di rastî de li destpêka vê nivîsarê de helwesta E. Hesenzade li ser rakirina wêneyên Dr. Qasmimlo û Dr. Şerefkendî kete ber çavê we. Bi kurtî me bal kişande ser hinek mijaran, niha jî ji bo rohnvekirina zêdetir ya vê îdeaya bêbingeh û selimandina nedurstiya vê îdeaya navhatî, ez dê bala we bikişînim ser du mînakên din:
A) Li pirtûkekê de ku Dr. Husên Xelîqî weke serpêhatiya xwe dema ku berpirsê Komîsyona Komelayetî (Civakî) ya partiyê bû, nivîsandiye, hatiye:
“Bi alîkariya Dr. Qasimlo me karî ji hevkariya berfireh ya bijîşkên navneteweyî ku çavkaniya wan li welatê Fransayê bû, mifahê bistînin. Piştre her bi sedema karîn, şiyan û hewla navhatî, pêwendîgirtin tevî kom û komeleyên xwedî karîn û şiyan, biryar hate girtin ku hêdî hêdî kêmendam û kesên nivîşkan partiyê bi du sedeman ji bo derveyî welat werin şandin...
Li doma vê nivîsarê de hatiye: “Husên Feqê Elî ku yek ji pêşmergeyên nivîşkan yê partiyê bûye, du yan sê birayên wî şehîd bibûn, çend kesên din ji malbata wî li rêya rizgariya gelê xwe de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo navnivîsandin û çûn bo derveyî welat çû cem E. Hesenzade ku navhatî gelek bi nerihetî û dijûndan ji wî kesî (Dr. Qasimlo) re ku ew bazare vekiriye, bo yek ji hevrêyên herî nêzîk ê xwe bi vî awayî dinivîse:

Birayê hêja, kekê Mihemd Hesenpûr!
Piştî silav û duaxwaniyan.
Wiha dixuye ku îsal Rêwiyên Kerbelayê ên me gelek in, niha dor gihîştiye Husên Feqê Elî, heke dikarî vê forma ku heya niha te nivîsandine, ji wî re jî binivîse, bila neh jî were ser dehê, lenet ji wî kesî ku cara yekê ew dukane vekir!
Birayê te Ebdula
25.02.1375(15.15.1996)

Xwendevanên hêja! eva nameya E. Hesenzade ye ku ji bo endamekî siqet yê partiyê û di vê derheqê de bêhurmetîkirin e bi kesekê ku ew dukane vekiriye, hûn bi xwe şirove bikin, eva ye pêrewî ji rêbaza Dr. Qasimlo?!
Basê Rêberiya Şoreşger jî bila her di ciyê xwe de bimîne ku Celîl Gadanî her du mehan berî pêşkêşkirina 20 xalan, beşa duyem a pirtûka xwe ya bi navê 50 sal xebat ku beşa yekan ya vê dema ku ji partiyê cuda bûn nivîsandibû, xiste nav bazarê, naveroka vê pirtûkê hemû ew dijun û bêhurmetîkirin bûn ku di dema Rêberiya Şoreşger de li dijî şehîd Dr. Qasimlo û Dr. Seîd û rêberiya partiyê nivîsandine. Bo vê meremê jî bû ku Komîteya Navendî, heta ew kesên ku ji partiyê cuda bûn rexne ji zimanê axavtin û dema belavkirin û navê wê nivîsarê ji Celîl Gadanî girtin, ku eva jî kirine çîrokeke ecêb ku goya Celîl gadanî ji ber derbirîna bîr û ramanêû nivîsandina pertûkekê hatiye sexerebirin û bi direw û dekan wiha nîşan didan ku rêberiya partiyê dijî derbirîna bîr û rayên azad e.
Celîl Gadanî di pirtûka xwe de ji bilî dijun û tawanbarkirna dema cudabûna wan, şaşiyeke din jî hebû ev jî eva bû ku pirtûka xwe bi navê dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nivîsandibû, li demekê de ku ew pirtûke tenê dîroka Rêberiya Şoreşger bû, ew jî ji bilî pêwendiyên xwe tevî Mucahidîn tişteke wiha têde nehatibû nivîsandin. Ewa ku li ser partiyê jî hatibû nivîsandin, bi tu awayekê nedişibî rastiyê, Kekê Celîl jî bi tenê ji ber vê şaşiyê rexne jê hate girtin û daxwaz jê hate kirin ku ew şaşiye yanî navê pirtûkê weke ku heye dîroka Rêberiya Şoreşger be, ku wî jî bi xwe ew şaşiye qebûl kir û soz da ku di çapa duyem de vê şaşiyê serrast bike. Weke ku hûn dibînin E. Hesenzade û Celîl Gadanî bi vê rewşê ve jî xwe bi rêvîngên rêya Qasimlo dizanin?!
B) E. Hesenzade li rojnameya “Mîdiya” hejmar 270’ê a roja şemî bervara 28.09.1385(19.12.2006)’an de, dibêje:
“ Nabe em her li ser sifrika Qazî, Qasimlo û Şerefkendî nan biwon”, didome û dibêje: “ Ew xwe bi barê xelkê din dinasînin, ne wediyê tu tiştekê ne”.
Ev gotina E. Hesenzade pir balkêş e. Wiha dixuye ku navhatî pêrewî ji rêbazekê tevî sifrika naxwerina kesekê şaş têgihîştiye. Heke pêrewî ji rêbaza Dr. Qasimlo ji navhatî re wateya sifrik û nan gihandinê be, ji bo me rêvîngên rêya Dr. Qasimloyê nemir, wate û manaya fîdakarî di pêxema armancên gel de, yanî xebat ji bo demokrasî, mafê neteweyî , edalet û wekheviya civakî digehîne û eva dirêjîdana rêbaza tejî û pir ji serweriya şehîdan e.
Pirsyar ewa ye heke bîr û baweriya demokrasîxwaziyê ku vedigere bo hezaran sal berî niha, yan bîr û baweriya feylesofan yan bîr û bawriya Sosyalîstî û Komonîstî ku niha her yek ji vana bi dehan û sedan hezar hogir û alîgir hene, dahênerên wan li kîjan derê ne gelo tu kes ji wan niha dijîn ku heya niha gotinên wan weke fakt tê bikaranîn û xwe pêve girê didin? Gelo çima pêrewîkirin ji rêbaza Dr. Qasimlo, nan xwarin li ser sifrikê tê şibandin?
Renge E. Hesenzade ev gotina Dr. Qasimlo ji bîr mabe ku li kongireya 6’em de dema ku Dr. Qasimlo Sosyalîzama Demokratîk xiste ber bas û tevî dijberiya gelek tund a heçeperên niha ên xwe berbirû bû û piştî bas û nîqaşeke tund hate pesendkirinê, Dr. Qasimloyê hertim zindî çû pişt tirîbûnê û di axavtinên xwe de got: “Em neteweyek in ku bi sedan sal in zulm û zorî ji me tê kirin, her kesek ku hatiye, tiştek bi ser me de sepandiye û bawer bi xwebûn li nav me de lawaz û qels kiriye, hekene dibe ku di nav neteweyeke biçûk de hizrmendek tiştekê bîne ber bas ku di nav neteweyên din de bas jê nehatibe kirin. Di rastî de ev gotina Dr. Qasimlo xwenîşandan nebû, belku ji bo xurtkirina bawerî bi xwebûnê di nav Kadro û Pêşmergeyên parityê de bû, bona vê çendê lişûn teoriyên destçêkirî ku digel taybetmendiyên neteweya me hev nagirin, nekevin, di wî warî de jî rêyê ji we nagirim, çunku perwerdehiya welatê me di vî warî de, perwerdehiya biyanîperestî, xelk bi gelek hesibandin û xwe bi kêm zanînê ye.
Rêbaza demokrasîxwazî û netewexwazî û edalet û wekheviya civakî, ku heya niha jî be, armnc û xweziya sedan milyon mirovan li ser topa erdê ye, heya niha mirovahiyê ji bo gihîştin bi vê armancê bi milyon kes gorî kiriye û xebat ji bo gihîştin bi vê armanc û xweziyê her dirêjî heye, ji neteweyeke jêrdest û bêpar ji hemû mafekîînsanî weke neteweya Kurd, ku di vê pêxemê de gelek fîdakarî kiriye û xwediyê gelek goriyan e, gihîştin bi vê armancê xwezî û danhêvî ye, ji bo gihîştin bi wan amade ye xebat û fîdakariyê bike. Eva ye rêya pir ji serweriya şehîdan, rêbaza tejî serwerî ya Dr. Qasimloyê nemir.
Dr. Qasimloyê şehîd tu baweriyek bi kopîhilgirtinê nebû, wî di pirtûka Kurtebasek li ser Sosyalîzmê bi hûrî û bedewî li ser vê pirsê sekiniye, lê her di wê demê de bawerî bi eslê hebû, bi afirandinê jî îman hebûye rêvîngên rêya Dr. Qasimlo ji vê wateyê gelek bi başî têdigihîjin û baweriyeke kûr jê re hene, divê di pêvajoya berbipêşveçûna demê de û guherîna hevalbeniyan, hizrmendên Kurd jî dest bavêjin reforman û eva bo rêbazeke zindî û dahîner weke rêbaza Dr. Qasimlo, tişkete asayî ye û şibandina rêbaza Dr. Qasimlo tevî sifrika nanxwarinê şaştêgihîştin yan baştir em bibêjin tênegihîştin ji vê rêbaza ciyê rûmetê ye.

1- Çîroka Kêmanî û Piraniyê:
Hûn dizanin ku E. Hesenazade di hevpeyvînên xwe de piştî cudabûn ji partiyê li ser vê çendê biîsrar bûye ku piraniya Komîteya Navendî xirab ji demokrasiyê têgihîştiye û wan jê we ye ku demokrasî yanî Piranî û Kêmanî. Li konferansa çapemeniyê ya di roja 13.12.2006’an de, li bajarê Hewlêr a Paytexta Herêma Kurdistanê ku bi beşdariya çend rojnamevanan birêve çû, li rojnameya hejmar 452 ya wan de hatiye belavkirin:
“ Heke şer li ser desthilatê tawan e, şer ji bo qorixkirina desthilatê jî 4 car tawan e. Dijbriya me tevî wan hevrêyene li ser vê çendê bû ku wan desthilat di destê xwe de qorix kiribû, wan digot ku demokrasî ewa ye ku kêmanî pêrewiyê ji piraniyê bike. Di demekê de ku hûn hemû rewşenbîr in, ewa ne pênaseya demokrasiyê ye. Me dîktatoriya takekekesî heye, dîktatoriya piraniyê jî heye, demokrasî jî heye. Alfabeya sereke ya demokrasiyê ewa ye ku “piranî mafê kêmaniyê liberçav bigire”.
Lê bila em bizanin nêrîna E. Hesenzade piştî kongireya 10’hem, dema ku Sekreter bû li dema vegeriyana Rêberiya Şoreşger bo nava partiyê de çi bû? Di newarekê de ku niha li berdest e, li saloneke Deftera Siyasî li bersiva gotinên Celîl Gadanî û di beşek li gotinên xwe de çawa diaxive û çi nêrînek heye? E. Hesenzade di vê civînê de dibêje: dijberiya bîr û rayan tevî rikeberanê û kişandin ji bo vî alî û wî alî cuda ye, me di kongireya 10’hem de dijberiya bîr û rayan li ser hebû, lewra renge hinek nêrîn berbipêşve çûbin ku bi dilê min nebin, renge hinek bîr û raa hatibin pejirandin ku bi dilê filan kes nebe û... hwd, lê niha ewa pîvanek e ku di cîhanê de hatiye pesendkirin û divêt weke dadwer çav lê bikin, tu rêçareyek nine, em hemû nikarin li ser mijarekê rê bikevîn, nabe her kesek vê bo aliyekê bikêşe, çunku em dê qut bikin çare çiye? Em dê bêjin piraniyê çi bêje û çi nêrînek hebe ew dê cî bi cî be”.
Her di doma vê basê de dibêje:
“Ez ji we re bibêjim ez gelek hez dikim ku partiyê izn daba daku her li roja piştî kongirê xelk nêrînên xwe bas bike, lê nêrîn û rayên xwe derbibire, ne bêhurmetiyê bike, biryaran neşkîne û wan binpê bike, ne biryarên partiyê bo derveyî partiyê bihên kirin, lê heta tevî pesenkirina wan usûlan jî tu rêyek ji bo kêmaniyê ji bilî birêvebirina biryarên piraniyê”.
E. Hesenzade li hevpeyvîna çapemeniyê a xwe li bervara 28.09.1385(19.12.2007)’an, tevî rojnameya “Mîdya”ê hejmara 270’ê, li dawiya vê hevpeyvîna xwe de îşare bi cudabûna çend kesek di bin navê PDK – Ararat ji PDK Îranê dike û dibêje du endamên Komîteya Navendî jî tevî wan in!.
Ew birêze heke derheq vê cudabûnê rast dibêje, li kîjan derê ew cudabûne û kî ne, bi taybetî ku dibêje du endamên Komîteya Navendî tevî wan in, navê wan çî ye û ji çi demekê ve endamên Komîteya Navendî bûn? Kesek ku bi salan e karê siyasî dike, aliyê kêm divêt heya qasekê li hember gotinên xwe de berpirsiyar be di wî warî de bersivder be.
Bi kurtî:
A) Gotin û îdeayên cudabûyiyan di wan sê cudabûnan de:
1- Li her sê cudabûnên kongireyên Çarem, Heştem û Sêzdehem de, tawanbarkirina rêberiya partiyê bi derkirina hejmareke zaf ji Kadro û Pêşmergeyan.
2- Rêberiya partiyê bi binpêkirin û liberçavnegirtina pêrewa hundirîn a partiyê.
3- Navê partiyê bi paşgirekê li ser xwe danîne û xwe bi partî dihesibînin.
Rastî çi bûye û çî ye?
Her sê cudabû ladan û derketin ji rêbaza partiyê bûye, heke Taqima Heft kesî daxwaza teslîmbûn ji rejîmê dikirin û li wî warî de ladan bû ji rêbaza partiyê, du kongireyên din(kongireya heştem û Sêzdehem) bi sedema neçûn bo bin barê demokrasî, weke ladan ji rêbaza partiyê tê hesibandin.
Du cudabûnên berê weke ku me îşare pê kir ji aliyê hêzekî derve ve piştevanî jê dihate kirin ku di vê nivîsarê de me bi belge rohn kir ku cudabûna piştî kongireya Çarem ji aliyê Partiya “TUDEH”( Komonîst) û Komara Îslamî, cudabûna piştî kongireya Heştem ji aliyê Mucahidîna Recewî ve piştevanî ji wan hate kirin. Derheq cudabûna vê dawiyê jî pêşeroj dê eyan bike û gelek tişt dê rohn bin.

Encamên cudabûnan:
Ew cudabûnane piştî heyamekê bi sedema nebûna rewatî û meşrûbûnê, ji hev belav bûn û tenê navê wan bo dîrokê bicî maye ku bêguman cudabûna vê dawiyê jî çarenivîs û qedera vê ji wan her du cudabûnên berê baştir nabe. Heke di cudabûnên berê de taqima cudabûyî yek bask bûn, karîn heyamekê bi hevre biheviyên, cudabûna vê dawiyê ji çend baskan pêk hatiye ku her yek ji wan daxwazên xwe hene û take xala wan ya hevbeş tijberî tevî partiyê bû, lewra tê çavnihêrîkirin ku ew nekarin hetanî ser bi hevre bin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 27’ê Banemera 1387’ê Rojî