 |
Wergerandin: Selîm Zencîrî
Heke em lênihêrînekê li dîroka xebata neteweya Kurd li van çend dehsalên dewîn
de bikin, ji me re derdikeve ku bi dirêjahiya dîroka vê xebata mafxwazane, tim
xebat û tekoşîna gelê me bi mifahstandin ji alavên wekî ol, meseb, tayfe û
eşîreçîtiyê, bi şikestê re berbirû kirine. Ger Melayê Xetî bi dana fetwa û
heramkirina şer bi Osmaniyan re şoreşa Mîr Mihemed Rewandizî rastî têkçûnê kir,
ger komara sava û canemerg ya Kurdistanê bi îxanet û xwefirotina hin serok eşîre
û serok qewman hate herifandinê, tu car xortên bi emeg yên gelê me dest ji xebat
bo azadî û serbestiyê hilnegirtin û mezarê pîroz yê Serok Komarê Kurdistanê
|
|
(Pêşewa Qazî Mihemed)
kirine sembol û nîşana xebat û berxwedaniyê.
Îro rojê bi milyon kes ji evladên Pêşewayê nemir, li her çar aliyên Kurdistana
parparkirî bo bidestveanîna armancên pîroz yên rêberê mezin rabûne û xebatê
dikin. Lewra bo gihîştin bi vê armanca pîroz û mezin, hişyarî û agahiyên dîrokî
ji bav û kalên me û şîret wergirtin ji têkçûn û serketinên jiyana xebat û
şoreşên wan gelek hewce ye. Di demekê de ku xortên netirs û şoreşvan ên gelê me
di parek ji Kurdistanê de heya qasekê bi maf û azadiyên xwe gihîştine, di demekê
de ku nasiyonalîzma neteweyî, hesta welatparêzî û hişyariya ciwanên Kurd çilû
daye, di demekê de ku her roj bi dehan lawên Kurd bi destê kirêgirtiyên rejîmê,
di girtîgehên sedsalên navîn de bi egera êş û îşkence û ... tên şehîdkirinê.
Nameyek tejî ji şerm û îxanetê ji aliyê girûpek binav serok eşîretan di nava
xelkê Urmiyê û deverên vê de belav kirine û wan kesane bi bêşermiyek zaf ve
piştevaniya xwe ji Komara Îslamî ya Îranê û rejîma sûndxwarî ya neteweya Kurd,
rejîma ku rêberê vê anku Xomeynî li sala 1358’ê Rojî de li dijî xelkê Kurdistanê
fermana cîhadê da û can, mal û namûsa gelê Kurd bi helal hesiband, amadebûna xwe
ji bo hevkarî û xweşxizmetiyê bi rejîmek wiha re dayne eyanê!? Em bawer in ew
binav serok eşîretên xayîn û xwefiroş ji bîr kirine ku ciwanên Kurd bona
parastina bihost bi bihost ya xaka Kurdistanê xwîn dane û didin û li bin her
raze berekê, di bin sîbera her darekê de, li ser kopika çiyayên Kurdistanê ji
Makûyê ve heta Îlamê, ji Îlamê heta Kerkûka dilê Kurdistanê û Diyarbekirê
goristana gelê Kurd e ku ji bo azadî û serbestiya vê av û xakê canê xwe gorî
kirine, her ji ber vê nîştimanê ye ku bi hezaran zarokên sêvî bê bab û bêkes
mane, bi hezaran dayîkên Pêşmergeyan ku keç û xortên xwe pêşkêşî bargeha azadî,
serbestî û mafxwaziyê kirine, niha reşpûş û ji halê reşikê de ne û şev û roj bo
azadiya axa xwe ku keç û xortên xwe jêre gorî kirine, rondikan dibarînin.
Niha serbarê hemû evane girûpeke îxanetkar bi gel û welat ku ne nûnerê xelkê ne
û ne jî serok eşîret in, hatine û dixwazin bona wergirtina pile û
berpirsiyariyan wiha nîşan bidin ku dem her dema eşîregiriyê ye û îxanet û
xwefirotina xwe bavêjin stûyê eşîreta xwe!!!.
Lê wiha dixuye ku wan xwefiroşan ji bîr kirine ku niha sedsala 21’an e û dema
eşîregirî, beg û axatiyê bi ser çûye û gelê Kurd bi xasmanî nifşa ciwan tiştek
bi navê eşîregiriyê bi fermî nas nake. Take tişta ku neteweya Kurd wê nas dike û
ciwanên gelê me amade ne jêre xwînê bidin, azadî û serbestiya nîştimana Kurdan e
neku eşîregirî û hev eşîrebûn.
Ya ku di nameya van îxanetkaran de cihê baldan û heyirmanê ye, eva ye ku: Ew
îxanetê bi av û axekê dikin ku têde mezin bûne û têde dijîn, eva mirov ecêbgirtî
dike!!?
Çimku ev nîştimane cihê li dayîkbûna mezintirîn rêberên Kurd e, rêberên wekî:
Xanê Dim Dim (Lepzêrîn), Simkoyê Şikak, Şêx Obeydula Nehrî û Dr. Ebdulrehman
Qasimlo ye. Bêguman tu car lawên Kurd di van deverên Kurdistanê de, yanî Makû,
Xoy, Selmas û Urmiyê de izna îxanetek wiha bi van îxanetkaran nadin.
Di çaxekê de ku rejîma dijî mirovî ya Komara Îslamî bêhn û henaseyên dawîn yên
jiyê reş a xwe dikêşîne, ew kes li halê îxanetkirina bi neteweya xwe ne! Li
hizra vê de nin in ku di sibehiya azadiyê de dê bikevine ber dadgehîkirina
xortên neteweya xwe û navê bişerm û reş yê wan bo hertim dê bi kirsdanek û
zibildana dîrokê re bihê spartinê.
Hema tu dibêjî wan îxanetkaran ji bîr kirine ku neteweya Kurd piştî avakirina
Komara Kurdistanê de, eva 61 sal in ku serdemê eşîregeriyê derbas kirine û niha
xebatê bo armancên neteweyî dike ne eşîregeriyê. Wiha dixuye ku wan îxanetkar û
kirêgirtiyan ji bîr kiribin ku xelkê her çar parçên Kurdistanê di sala 1377
(1998)’an de bona nerazîbûna li hember girtina Ebdula Ocalan daketine ser
şeqaman û aliyê kêm 100 şehîd dan, her li vî bajarî anku Urmiyê de 7 kes ji
xortên gelê me hatin şehîdkirinê. Ew bona Kurdbûn û hesta welatparêziyê bû, ne
eşîreçîtiyê.
Niha jî serbarê wan hemû cangorîtî û berxwedana gelê me, roj nine ku xwîna
ciwanek yan çend ciwanên neteweya me ji aliyê rejîma Melayan li Îranê de nehê
rijandinê, bêşik gelê me û heta eşîretên wê jî ji îxanet û xwefiroşiyên van
kirêgirtiyane xweş nabin û rê bi îxanetên wan nadin û ew tu car nikarin xwe bi
nûner û serok eşîretên tu eşîretekê bizanibin, xelkê hişyar û zana jî tu demekê
xwefiroşên av û xaka xwe bi nûnerên xwe nizanin. Herwiha nifşa nû û ciwan jî bi
xasmanî ciwanên Makû, Xoy, Selmas û Urmiyê bi tu awayekê wan bi nûnerê xwe
nizanin û qebûl jî nakin ku carek din destê wan bi xwîna xortên Kurd sor bibe.
Komek ji ciwanên dirêjederê rêbaza Dr. Qasimlo
Têdîtin: Piştî ku çend kesên kirêgirtî û xwefiroş ên Kurdên bajarê Urmiyê, bi
boneya 28’emîn salvegera bidestvegirtina desthilatê ji aliyê rajîma Komara
Îslamî ya Îranê û berevajkirina armancên şoreşa gelên Îranê, nameyek bona
xweşxizmetîkirinê ji bo serokên rejîmê nivîsandin, ev karê wan kirêgirtiyan bû
sedema nerazîbûna xurt ya gelê Kurd li bajarê Urmiyê û derdorê. Di vê derheqê de
Komek ji ciwanên dirêjder ên rêbaza Dr. Qasimlo nivîsarek bi Farsî weşandin û
gihîşte destê me. me ew bi Kurmancî wergerand. |