|
Rêxistina Neteweyên Hevgirtî,
Yekîtiya Ereb û Konferansa Îslamî û karbidest û berpirsiyarên payebilind ên
Îraqê di demekê de birêve çû ku heya niha tim rêçare ji bo çareserkirina kirîza
Îraqê, çi ew rêyên ku ji aliyê dewleta Malêkî û çi ew rêçareyên ku ji
aliyê dewleta Buş ve hatine ceribandinê, envamên jêhatî jê neketine.
Ewa ku arîşe û pirsgirêkên Îraqê û
sedemên wan çi ne, li vir me derfeta şirove û dahûrandina wan tune ye, lê
rastiyên di rojeva siyasî ya Îraqê de derdixin holê ku arîşeyên Îraqê berî vê
çendê ku bi sedema maytêkirinên welatên cîran bin, ji dijheviyên bingehîn yên di
navbera hêz û aliyên cur bi cur ên hundirê Îraqê pêk tên û destêwerdanên
welatên din tenê karhêsaniyê ji teqîna dijheviyên hundirîn re dike. Her çend ku
konferansa Bexdayê di asteke navneteweyî de birêveçû, lê divêt di
destnîşankirina her rêçareyekê berjewendiya aliyên cur bi cur di Îraqê de, yanî
Kurd, Erebên Sunî û Erebên Şîe liberçav girtiba û nûnerên wan jî tê de hatiban
beşdarkirinê.
Heke em li siyaset û helwestên her
yek ji wan welatên beşdar di konferansa Bexdayê re binêrin, ji me re eşkere dibe
ku her yek ji wan li gor qazanc û berjewendiyên xwe ve rêçareya derbazbûna
dewleta Îraqê ji kirîz û pirsgirêkên li hember wî welatî de pêşniyar dikin. Bo
mînak Komara Îslamî ya Îranê di vê baweriyê de ye ku rewşa Îraqê bi vê yekê
çareser dibe ku hêzên hevalbend û bi taybet Amerîkayê ji Îraqê derkevin. Di
demekê de ku Amerîka piştevaniya rejîma Îranê ji girûpên tundrew ên Şîe û
hînkirina wan, alîkariya wan di warên malî û leşkerî û ... hwd weke yek ji
sedemên aloztirbûna rewşa Îraqê dizane û daxwazkarê vê çendê ye ku Komara Îslamî
ji wan kiryarên xwe dest hilgire. Dewleta Erebistanê jî piştevaniyê ji
pêşniyarekê dike ku berjewendiyên Suniyên di Îraqê de liberçav bigire û Turkiye
jî hewlê dide ku rê û rêbazek were diyarîkirinê ku berjewendiya Kurdên Îraqê tê
de nebe. Yanî hinek ji welatên beşdar di wê konferasê de arîşeyên hundirîn û
navneteweyî yên xwe bi çawaniya çareserbûna pirsgirêka Îraqê ve girê dane û tenê
di demekê de harîkariyê ji baştirbûna rewşa aloz ya Îrqê re dikin ku pirsgirêkên
hundirîn û navneteweyên ên xwe jî li rêya berjewedniyên wan di Îraqê de were
çareserkirinê. Ew rewşe jî bû sedema vê çendê ku di konferansa navhatî de
lihevhatinek ku berjewendiyên dijîhev ên welatên beşdar tê de hatibe liberçav
girtin, were pesendkirinê.
Gotûbêjên di navbera Amerîka û
Komara Îslamî de
Beşdariya nûnerê rejîma Komara
Îslamî ya Îranê di konferansa Bexdayê de û hegera gotûbêjên di navbera wî û
nûnerê Amerîkayê pirsek bû ku bal bi ser tim nûçe û şiroveyên taybet bi
konferansa navhatî kişandibû. Girîngiya vê pirsê di vê çendê de bû ku heyamê 28
salan e pêwendiyên di navbera rejîma Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qut
bûye û gotûbêjên navbera nûnrên her du aliyan, dikarî destpêkek be ji bo
damezrandina pêwendiyên nû. Ji bilî vê çendê jî rêçareya beşeke berbiçav ji
arîşeyên Îraqê girêdayî bi damezrandina pêwendiyan di navbera van du welatan û
çawaniya rikeberanêya wan di asta Îraq û misogerbûna berjewendiyên her du aliyan
di wî welatî de ye.
Her wiha çavdêrên siyasî ji ber vê
çendê ku jê ve bûn Komara Îslamî û Amerîka di perawêza konferansa Bexdayê de li
ser arîşeyên sereke yên xwe(pirsa meyandina Uraniyûmê) û ... gotûbêjan bikin,
girîngiyeke taybetî ji vê konferansê re danîbûn, lê her weke me dît DYA’ê
çarçoveya her gotûbêjekê tenê li ser pirsgirêka Îraqê danîbû û bi kiryar jî tu
îşareyek bi arîşeyên sereke di gotûbêjê de nehate kirinê.
Komara Îslamî her di destpêka
rizgarbûna Îraqê bi dest hêzên hevalbend, ev welate kire qada rikeberanêya xwe
tevî Amerîka û ji bo serneketina demokrasiyê di wî welatî de, tim hewlên xwe
bikar anîn, nîşanî û belgeyan jî ev çende dane kifşê ku rejîma Îranê qazanc û
berjewedniyên xwe tenê girêdayî têkçûn û hiloşîna pêvajoya siyasî ya Îraq,
pêkanîna rewş û zirûfeke ne ewle û aloz di wî welatî de dibîne û cehdê dike ku
bi jordebirina asta kuştiyên leşkerî yên Amerîkayê, wî welatî neçar bike ku wî
welatî bi cî bihêle hetanî qad ji bo destêwerdana zêdetir û zalbûna wê bi ser
dujminê hertimî yê wê(Îraq) de baştir û berfirehtir be.
Dewleta Buş jî heya niha rêya
rikeberanê li hember maytêkirinên Komara Îslamî girtiye pêşiya xwe û amade
nebûye ku li hember serberdayîbûna vê rejîmê meydanê vala bike. Lewra me dît ku
di gotûbêjên navbera nûnerên her du welatan de, tu aliyek amade nebû ku dest ji
helwestên xwe hilbigire û her aliyekê hemberê xwe weke sebebê çaresernebûna
kirîza Îraqê tawanbar dikir. Cuda ji vê çendê jî di heyamê van 28 salane de,
dîwareke stûr yê bêhitbariyê di navbera hikûmeta Amerîka û Komara Îslamî de
bilind bûye ku heya niha roj bi roj stûrtir û bilindtir dibe. Lewra Refsencanî
di axaftinekê de, gotûbêjên di navbera nûnerên her du dewletan de weke dek û dav
da zanîn. Her wiha gotûbêjên di navbera nûnerên dewleta Amerîka û rejîma Îranê
di demekê de birêve çû ku dewleta Buş di rûniştinên navbera welatên 5+1’ê
de li ser tund û bihêztirkirina dorpêçkirina zêdetir ya rejîma Komara Îslamî û
îzole kirina vê rejîmê bi sedema desthilnegirtin ji zengînkirina Uraniyûmê û
hewldan ji bo gihîştin bi çeka Etomî biîsrar bû. Eva nîşana vê çendê ye ku
DYA’ê ji bo danûstandin tevî Komara Îslamî gelek biîsrar nine û gihîştiye vê
rastiyê jî ku her cure gotûbêjek tevî Komara Îslamî, Meleyan cesûr û qemartir
dike û tenê bi givaşa zêdetir bi ser wê rejîmê ye ku dikare ber ji
serberdayîbûna wê bigire.
Bi giştî herçend ku konferansa
Bexdayê destpêkek e ji bo birêveçûna konferansekê di asteke bilindtir de û bi
beşdariya Wezîrên Derve yên welatên beşdar di vê konferansê de di meha Avrîlê ya
pêşerojê de, lê kûrbûna arîşe û pirsgirêkên Îraqê û dijî hevbûna berjewendiyên
van welatane di Îraqî de bi qasekê ye ku nikare ciyê hêviyeke wiha ji bo
peydakirina rêçareyeke hevbeş û ciyê pesenda tim aliyên navxweyî û derve yên
Îraqê be. Her wiha gotûbêjên di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê di
demekê de ye ku Komara Îslamî Îraq kiriye çepera rikeberanêya xwe tevî DYA’ê û
dixwaze bi jinavbirina bernameyên dewleta Buş di wî welatî de, tevî têkçûnê
berbirû bike û dest bi ser Îraq û piştre Rojhilata Navîn bigire, ku eva jî
nikare arîkaryeke wiha ji çareserbûna kirîza hundirîn a Îarqê re bike.
Her bi van sedeman jî bû ku
konferansa Bexdayê tu encamek, ji bilî pêkanîna desteyên Ewlekarî, Şewat û
Mişextî yan Penaberan, jê neket û em dibînin ku teqîn û cinayetên dilêşîn her
didomin. |