|
dilîzin, rawestiyan û
alavên herî girîng ku li ser de biîsrar bûn, pêkhatî bûn ji: ziman, çand, dîrok,
zehnê civakê û hin caran jî regez. Lê rastiya wê eva ye ku ev alavane, bi
taybetî li welatên ku derbasbûyiyek împeratorî hebûne, bi kêmî yek digirin.
Bi awayek din pêtir ji vê ku hêvênê yekîtiya neteweyê di destpêkek dûr ya dîrokî
de be, diviya di bin zext û givaşa tirombêla dewletî ya modern û li rêya
piroseya netewesaziyê de pêk bihata. Lewra neteweyên modern pêkhatî ji nav dilê
proseya netewesaziya serdemê modern in, nek berçaviyek hertimî ya dîrokî.
Cehd û xebat bona têkelkirin û helandina netewe û qewmam di nava qewareyekî
siyasî de û yekdengkirina wan bi taybetî li warê zimanî ve, bizavek bû ku di
sedsala 19’an de nasiyonalîzma Ewropî dest pê kir. Wê îdeolojiyê bi bizivandina
hest û seha wan bi nîsbet mijara netewê, di rastî de dixebitî ji rêya pêkhateya
yekgirtiyane ya dewleta neteweyî, dezgeha birêveberî, Polîs, Arteş û çêkirina
zimanek yekgirtî û fermî bo seranserê welat, eva ku di dîrokê de lê digere, bi
awayek destçêkirî çê bike.
Digel derketina mijara neteweyê bi sedema guhartin li jêrxana aborî, civakî û
siyasî ya welatên Ewropayî, di dawiya sedsala 18’an ya Zayînî û bi dirêjiya
sedsala 19’an de, ji wan welatan de kûrexaneya helandina neteweyan hat
çêkirinê û dixebitî di bin navê yekîtiya netewî de, ziman û çandên din ji nav
bibin. Ev proseya, anku piroseya netewesaziyê, tenê di çarçoveya Ewropayê de
nemaye, belkî çi ji rêya Kloniyalîzma Ewropî û çi jî di warê hizr û ramanên
modern de bo aliyên din yên cîhanê jî teşene kir. Bo mînak li hundir û dilê
împeratoriyên kevn yên Asyayê wekî Îran û Osmaniyê, pêkhateyên dewlet – Netewe
yên modern serî hildan û prosesa netewesaziyê dest pê kir.
Prosesa netewesaziyê û pêkanîna Dewlet – Neteweyan piştî şerê yekem û duyem yê
cîhanî û piştî hiloşîna împeratoriya Osmanî di Rojhilata Navîn de lezgînî û
bezatiyek bêwêne bi xwe ve girt. Ev pêvajoye pitir ji hemû tiştekê di bin zext û
givaşa Rojavayê de bû, ku du meremên sereke li pişt bûn:
1. Rojhilata Navîn di warê aborî û çavkaniyên binerd bi taybet niftê de, dewrek
stratejîk hebû.
2. Sedema din eva bû ku Rojavayê bona pêşgirtin ji xurtbûna komonîzmê, gelek
Dewlet – Netewe yên bihêz di vê deverê de pêk anîn.
Prosesa netewesaziyê di Rojhilata Navîn de bi du awayan dihat cîbicîkirinê:
1. Jînosayda Sor
2. Jînosayda Sipî
Jînosayda Sipî bi vî awayî bû ku di welatên wekî Îranê de haşa û înkar ji hebûna
neteweyên din xêncî Farsan dihat kirinê û ziman û kultura Fars bi ser hemû
neteweyan de hate sepandinê û bêrawestiyan cehda helandina sîstematîk û bi
bername ya wan neteweyan li warê zimanî û çandî di nav neteweya serdest de dihat
dayînê û her terze delîve û fersendek ji bo geşandina çandî ya neteweyî di wan
neteweyan de dihat zevtkirinê. Lê di welatek mîna Îraqê de xêncî jînosayda Sipî,
jînosayda Sor jî hatiye cî bi cî kirinê, ku li qeware û çarçoveya kîmyabaran,
enfal, bê ser û şûnkirina bikom ya mirovan û bi erebkirina deverên Kurdakincî
wekî Kerkûkê xuya dike. Lewra em dikarin bibêjin ku kîmyabarana Helebçê qonaxek
e ji prosesa netewesaziyê di Îraqê de. Lê serbarê wan hemû xebat û tekoşîn,
givaş, tepeserkirinan, darêtina bernameyên proseya netewesaziyê û Dewlet –
Netewe di welatên wekî Îran, Îraq, Turkiye û Sûriyeyê de, bi têkçûn û herifînê
re berbirû bûne, ku ev jî vedigere bo vê rastiyê ku avakirina Dewlet – Netewe
yan di vê deverê de li ser xwast û daxwaz û îradeya neteweyî ya neteweyên akincî
di vê deverê de pêk nehatine, ji ber ku pitir ji her tiştekê bi daxwaza hêzên
mezin bona gihîştin bi berjewendiyên siyasî û aborî pêk hatin, lewra tu demekê
dewlet – netewe bi wateya rastîn ya xwe di wan welatan de pêk nehat. Bo
selimandina vê rastiyê em dikarin îşare bi du nimûne ji nîşaneyên dewlet –
netewê bikin:
1. Li pêkhateya dewlet – netewe de, Dujmin li derveyî sînorên neteweyî de
ye, lê di welatên wekî Îran, Îraq û Turkiyê de li hundirê sînor de ye.
Bi vê wateyê ku neteweyên cihgir di nava wan sînoran de wekî Kurd, Ereb, Turk û
Fars dikarin bibin dujminên hev.
2. Di wan dewelet – neteweyên devera Rojhilata Navîn de tu aliyek qazanc û
berjewendiyên neteweyî ku yek ji ramanên dewlet – neteweyê ye, berçav nagire,
lewra Kurd û Ereb yan Kurd û Turk û ... bi sedema van dijberiyên ku di nava wan
de hene, bi bêy berçavgirtina berjewendiyên wan netewane dikarin bi hev re şer
bikin.
Bi li berçavgirtina wan xalane ye ku pêkhateyên rûyekî yên dewlet – netewê ku ji
rêya cîhangiriya Koloniyonalîzma Ewropayî yan xurtbûna raman û îdeolojiyên
modern ku di devera Rojhilata Navîn de pêk hatine, bi sedema nebûna jêrxanek
aborî – siyasî ya hevgirtî bingeheke paydar û di encam de nebûna “ruha netewî”
bi darê zorê ragirtiye, ev yekîtiya rûyekî dê bilez ji hev belav bibe.
Bo mînak, em dikarin îşare bi Îraqê bikin, ku Seddam Husên piştî van hemû kuştin
û qirkirinê ku bi merema helandina neteweya Kurd encam dan, heya ku neteweyek
yekgirtî ya Erebî di Îraqê de pêkbîne. Piştî nemana desthilata wî, kirîza
neteweyî û mesebî bi awayekê li Îraqê de kûr bûye ku Îraq berbirûyê tirs û xofa
ji hev hiloşînê kiriye.
Herçiqas ku rejîma Bees ya Îraqê hemû yasa, peymanname û pirotokolên navneteweyî
wekî peymannameya navneteweyî ya pêşîgirtin ji bişaftina regezî ya bervara 9’ê
Çileya Pêşîn ya sala 1948’an û pirotekola Jinevê, sala 1925’an ku mifahstandin
ji gazên fetisîner, bi jehr û herwiha çekên biyolojîk qedexe û ne yasayî dike,
pêpes kir û bona helandin û asîmîlekirina neteweya Kurd dest avête her terze
kiryarek nemirovî, kîmyabarana Helebçê ku 5 hezar gorî lê ketin, yek ji wan bû.
Nekarîn pirosesa netewesaziyê ku pîlan û kompiloya wê li ser jinavbirina
neteweya Kurd hatibû darêtin, bigihîjne encamê û xwe û prosesa wî çûne nava
kirsdana (zibilxane) dîrokê. Lewra welatên derdora Îraqê ku welatên xwe kirine
bi kûrexaneya helandina neteweyên bindest yên xwe, divêt baş bizanibin ku
encamek baştir ji rejîma Sedam Husên ku bo serxistina prosesa netewesaziyê
penaya xwe bo her terze cinayetekê bir, nabînin. |