|
Têmûr Mistefayî
Wergerandin: Rondik
Bi
avabûna rejîma Komra Îslamî di Îranê de, li cihê vekirina rûpeleke nû bo berbirû
bûn tevî pirsa gelên Îranê û yek ji wan gelê Kurd, di vê pêxemê de xebat li dijî
rejîma Paşatiyê kiribû, gelek şehîd dabûn û tûşî girtin, azar û êşek zaf bibû.
Rejîma Komara Îslamî her li rojên yekem yên hatine serkar a xwe de dest avête
pîlanan li dijî vî gelê mafxwaz û her rojê li cihekê û her carê bi hêcetekê
cehda teyîsandin û sepandina şer bi ser gelê Kurd de dida. Di yekem rojên biharê
li roja Newrozê de rojek ku bo tev Îraniyan roja bixwe de hatin, xwe nûkirin,
dilpakî û ... bû û bi bihara azadiyê hatibû binavkirinê. Di wê bihara azadiyê de
rejîmê li bajarê Sinê di kompiloyek darêtî de bi dehan kes ji xelkê wî bajarî
kuştin û newroza kesk û rengîn, sor û bixwîn kir. Newroza Sine bi newroza
bixwîn hate binavkirin û eva yekem zenga xeterê bû ku rejîma taze bi
desthilat gihîştî lêxist û da eyanê. Ew zenga xeterê dom kir. Bi her awayekê be
şer li wî bajarî de hat rawestandin, lê kifş bû ku rejîm şer û kompiloyên xwe
nasekinîne, pîlan û kompiloyên han dom kirin, heta şerê seranserî li dijî gelê
Kurd lê derxistin holê. Merema min ji vê gotarê baskirin li ser yek ji wan
kompiloyan e, pîlana 31’ê Xakelêweyê li bajarê Nexedê ye. Pîlanek armancdar û li
pêşde darêtî bo têkdana dostînî û biratiya du gelên bira û hevqeder yên Kurd û
Azerî ku dîrokek dûr û dirêj di hevalbendî û biratiyê de hebûne û di salên 1324
– 1325 (1945 – 1946)’an de li dema avakirina Komara Kurdistanê û
Hikûmeta Millî ya Azerbaycanê de bo parastina destkevtên neteweyî yên xwe
peymana dostîniyê îmza kiribûn û bo parastina wan destkevtane jî mil bi milê hev
berevanî jê dikirin. Yek ji xalên vê peymannameyê eva bû ku hergav ji aliyê
Hikûmeta Navendî ve êrîş bo ser her du aliyan bê kirinê, her du alî wekhev li
hemberî êrîşê de rawestin û berevaniyê bikin. Lewra bi nasîna vê pêşîneyê bû ku
rejîma kevneperest a Komara Îslamî di kompiloyeke darêtî li bajarê Nexedê di
navbera xelkê vî bajarî de şer derxist holê.
PDK Îranê piştî
ragihandina tekoşîna eşkere ya xwe dest avête hin çalakiyan bo vekirina bîroyên
xwe li bajarên Kurdistanê de. Bo vê meremê jî bi şêwirmendiya tevî mêrmaqûlên
her du gelên Kurd û Azerî û li ser rizamendî û qebûlkirina wan bernameyek darêt
ku di roja 31’ê Xakelêweyê li wî bajarî de mîtîngekê bo Kurd û Azeriyên wî
bajarî pêk bîne û di vê mîtîngê de tevî dubarekirina dostînî û biratiya her du
gelên bira û hev xebat, herwiha tekoşîna eşkere ya xwe jî rabigihîne.
Di demekê de ku
mîtîngê taze destpêkiribû û Dr. Qasimloyê nemir taze mijûlê pêşkêşkirina gotara
xwe bû, ku ji aliyê du girûpên bi navên Qetarî û Mebûdî ve ku du
mohreyên ser bi “Sawak” (Dezgeha Sîxor û Ajanê) a rejîma berê bûn û bi
serkarhatina rejîma Melayan kincên xwe guhartibûn û bibûne micahidên Hesenî.
Li bin rênîşanî û
fermanên Hesenî (Melayê kevneperest û paremayî) de kombûna xelkê dane ber
guleyan û şerek nexwastî bi ser her du gelên Kurd û Azeriyên akinciyê wî bajarî
de sepandin. Ew şer 3 rojan domiya û di wî şerî de dehan û bi sedan kesên
bêguneh ji her du aliyan ve bûne gorî. Sedema teyîsandina wî şerî jî vedigere
ser tirsa rejîmê ji yekîtî û biratiya wan du neteweyên bindest.
Herçiqas li wî şerî
de hêza hikûmetê jî bo berevanetiyê hatibû û xwe bêalî nîşan dida, lê bi kiryar
pişta Azeriyan digirt û bera topxane û çekên xwe dabûye aliyê taxên Kurdan. Her
bi sedema wî şerî jî hejmarek zaf ji Kurdan koçberî gund û bajarên derdorê bûn û
Komara Îslamî jî tu balek ji wan re neda.
PDK Îranê bo
parastina biratiya her du neteweyên Kurd û Azerî li roja 2’ê Banemerê de
agirbest ragihand û hêza xwe û Kurd li wî bajarî de vekişand. Hewceye were
gotinê ku di wî şerî de hejmarek zaf ji Azeriyên ku ji pîlana rejîmê
têgihîştibûn, ne tenê li şerê dijî Kurdan de pişikdarî nekirin, belkî Kurdên
birîndar di malên xwe de diveşartin da ku nekevine destê micahidînên dilreq û
kîndar yên Mela Hesenî.
Nûnerên Kurd piştî
dawî hatina şer bi hemû karîn û şiyana xwe bi serî lêxistin li dem û dezgehên
hikûmetî li Urmiye û Tehranê û nemaze çûne cem Xomeynî jî da ku gunehbar û
tawanbarên teyîsandina şer bidin dadgehê, lê hemû hewl û bizavên wan bê encam
man.
Mehdî Behadiriyan
nûnerê Xomeynî ku di destpêka Payîza 1358 (1980)’an de bo vekolîn li ser
Kurdistanê hatibûn deverên Kurdakincî, li dema vegeriyana xwe de bo Tehranê bi
awayeke fermî raporek da destê hikûmetê û cinayetên Hesenî, Mebûdî û Qetarî
eşkere kiribûn. Di rastî de li vê raporê de her ev tiştane hebûn ku Kurdan
pêşkêşî rejîmê kiribûn.
Di vê midehê de
Micahidên cinayetkar yên Hesenî gelek cinayetên din weke qirkirina xelkê gundên
Qarnê, Qelatan, Kanî Mam Seyde, Sewze, Serçinar û ... afirandin. Lê ji ber wê ku
pîlan yên rejîma kevneparêz û dijî mirovî ya Komara Îslamî bûn, netenê rêveberên
kompiloyê û cinayetkar ceza nedan, belkî xelat kirin. Heseniyê paremayî û
kevneperwer ku rêxweşkerê pîlanê û belavkerê çekan di nav Turkan de bû, dereceya
pêşnimêjiyê bo bajarê Urmiyê pê hat dayînê. Zahirnejad jî li “Sertîpî” yê ve bû
bi Serleşker. Di rastî de li cihê cezadana wan xelat kirin û girtiyên şer jî ku
Kurd bûn, bi encamder û sebebkarên şer dan zanînê.
Çend salan piştî
vê pîlanê bo para herî zaf ya Azeriyan re eyan bû ku ew, pîlana rejîmê bûye,
lewre tevî derbirîna peşîmaniyê ji kiryarên derbasbûyî ya xwe, dawî bi hevkariyê
xwe bi rejîmê re anîn û niha jî piştî 28 salan em şahidê pêşveçûna Azeriyan in
ku sala borî li du bizavên neteweyî de li dijî bêhurmetiya ku li rojnameya
“Cawan” de bi Azeriyan hatibû kirinê, rawestiyan. Herwiha li roja zimanê zikmakî
de bi nisbet binpêkirina maf û azadiyên wan û herwiha sivikatiyên ku ji aliyê
rejîmê ve tên meşandinê, dest bi meş û nerazîbûnan kirin. Hêjayî gotinê ye ku li
her du wan nerazîbûnan de Kurdan li Nexedê de piştevaniya Azeriyan kirin û
dirûşmên wan li dijî rejîmê hevpar bûn.
Xêncî pişikdariya
hevpar ya Kurd û Azeriyan li meşên wî bajarî de, niha xortên gelên Kurd û Turk
li wî bajarî (Nexedê) de komîteyek hevpar pêk anîne ku eva jî cihê dilxweşiyê ye
û nîşan dide ku pîlana rejîmê bo afirandina dijberî li vî bajarî de û herwiha li
wan bajarên ku Kurd û Turk bi hevre dijîn, şikist xwarî ye. Lewra rejîm bi
dilekî kuldar û tejî keser û bêrehmane êrîşê dike ser wan û şehîd dike.
Pêkhatina Kongireya
Neteweyên Îrana Federal ku têde Kurd û Turk bi hevre xebatê bo destve anîna
mafên rewa û berheq yên xwe dikin, kopika hevkariya van du gelan e. Bêguman ev
hevalbendî û hevkariya heta gihîştina her du gelan bi maf û azadiyên wan roj bi
rojê xurtir dibe. Li salvegera vê bûyerê de em bi bîr tînin ku rejîm bona
biçokde anîn û afirandina dijberiyê li navbera neteweyên bindest yên Îranê ku
qedera wan hevpar e, ji tu pîlanekê xwe naparêze. Eva xortên neteweyên bindest
yên Îranê ne ku bi yekkirina refên xwe û xebat li dijî vê rejîma cinayetkar heya
herifandina wê û anîna ser kar a rejîmek demokratîk û Federal, pîlanên rejîmê
pûç dikin. |