|
biryarnameya 1737’an a
Rêxistina Neteweyên Hevgirtî û pesendkirina biryarnameya duyem[1747] di çend
rojên borî de. Çavnihêriya vê çendê jî tê kirin ku di pêşerojê de hisarên
sepandî bi ser wî welatî tundtir û berfirehtir werin kirin. Eger çi Îran îdeaya
vê çendê dike ku bernameya navikî ya wê ji bo armancên aştîxwazane ye, lê cîhana
derve ew îdeaya Îranê bi nerast dihesibînin û jê we ne ku Îran di bin de û dûr
ji çavê civaka cîhanî, mijûlê çêkirina çekên Etomî ye. Sedema herî bingehîn ya
etmosfera bêbawerî di navbera Rojava û Komara Îslamî de, zêdetir ji bo vê çendê
vedigere ku Îran heyamê çendîn salan bernameya xwe bi nepenî ragirt û heta lê
nehate eşkerekirin, ji kesekê re eyan nekir. Welatên Rojava liv û çalakiyên
Îranê derheq bernameyên navikî, bi tirseke mezin bo ser ewlehiya cîhanê dizanin,
lewra hatine ser wê baweriyê ku nikarin ji rêya Neteweyên Yekbûyî ber ji vê
metirsiyê bigirin.
Kirîza navikî a Îranê û egera
dorpêça aborî
Derheq
dawîanîn bi kirîza navikî a Îranê, çendîn eger di rojevê de ne. Egera yekem ewa
ye ku civaka cîhanî li hember îsrarên Îranê derbarê bernameyên navikî yên wê
paşdekişiyê bike ku Komara Îslamî weke dewleteke kevneperest û alîgir û
piştevanê terorîzmê bibe hêzeke Etomî di herêmê de. Herçend ku Komara Îslamî bi
hemû karîna xwe hewlê dide ku ev egere rast vegere û bigihîje vê armancê, lê li
nêrîna welatên cîhanî ve, bi egereke qels û lawaza tê hesibandin û nahê
qebûlkirin.
Egera duyem ewa ye ku Komara Îslamî
di dawiyê de stûxwarê civaka cîhanî bibe û bernameyên navikî yên wê bo herdem
bikeve zibildana dîrokê de. Berevajî xwestek û meremên xwe, radest û teslîmbûn
li hember givaşa derve, tiştek nine ku Komara Îslamî pê re nasiyar nebe.
Vexwarina cama jehrê û stûxwarkirin ji bo agirbestê li şerê tevî Îraqê,
belgeyeke bihêz e ku vexwarina cameke din a jehrê bi dûr nine.
Heke hat û tu yek ji du egerên ku
me qala wan kir nehatin cî, wê demê divêt Îran xwe ji bo egera sêyem amade bike
ku pêkhatiye ji dorpêçên aborî û berfireh ku dûr nine serê xwe li ser vê egerê
danê û dawî bi temenê xwe bîne. Helbet bi mercekê ku Opozîsyoneke yekgirtî û
bihêz û bi kiryar di holê de hebe ku bikare hemû xelkê vêzar yê Îranê bi hev re
li pêxema bidestveanîna armancên hevbeş hev bixe û ber bi asoya serkevtinê
rêberî bike. Ji niha ve, egera sêyem weke egera herî baş û bibandor tê
hesibandinê û hewl ji bo cî bi cî kirina wê tê dan. Nabe em vê çendê jî ji bîr
bikin ku civaka cîhanî her li rojên yekem a destpêbûna vê kirîzê, tu demekê
egera êrîşa leşkerî red nekirine. Lê ewa ku mebesta nivîsara min e, egera
sepandina hisara aborî ye, ne êrîşa leşkerî.
Niha pirsiyar ewa ye ku heke hat û
egera sêyem li ser Îranê were cîbicîkirinê, yanî dorpêça aborî bi ser Îranê de
hate sepandinê, dê çi bandorek li ser aboriya Îranê hebe? Gelo aboriya Îranê
karîna berxwdan û rawestan li hember wê derba qurs û giran ku di encama dorpêça
çavnihêrînekirî lê digire, heye?
Ji bo rohnkirina bersiva dirust ya
wan pirsiyarane hewce ye li vir de encamên berlêgirtin ji firotina petrola
Îranê, bandora hisarên aborî li ser jordeçûna aborî li Îranê de, kirîza bêkarî û
heta dawiyê werin dahûrandin û şirovekirinê.
Zirarên berlêgirtin ji firotina
petrolê
Aborîzan bi giştî, aboriya Îranê di
tevahiya xwe de bi Aboriyeke xwedî take berhem pênase dikin. Ew take
berhema sereke jî neft e. Bi baldan bi vê pênaseyê, eyan dibe ku ev çavkaniya
binirx a xwezayî, ku dûkela wê bo çavê gelên Îranê vedigere, bingeha aboriya
welat pêk tîne. Bona vê çendê ku em ji biha û girîngiya petrolê di aboriya Îranê
de têbigihîjin, tenê ew çende bes e ku em qala vê çendê bikin ku %90 ji dahata
“erz” a welat ji hinartina petrolê bo derve tê bidestveanîn û heta %80
xerca dewletê jî ji rêya firotina petrolê ve dabîn dibe. Bi liberçavgirtina
qursayî û giraniya petrolê di aboriya Îranê de, eşkere ye ku ji metirsiyên herî
mezin ku li encama hisarên petrolê di aboriya Îranê de, eşkere ye ku yek ji
metirsiyên herî mezin ku di encama hisarên aborî bi ser Îranê de, bi micidî gefê
ji aboriya Îranê dixwe, egera berlêgirtin ji şandina petrolê bo sûkên cîhanî û
firotina vê madeya biqîmet di wan bazaran de ye.
Renge li vir de ew pirsiyare were
holê ku gelo ewa her Îran e ku hewcehî bi bazarên cîhanî heye? Bes bazarên
cîhanî çi? Gelo wan tu girêdayîbûnek bi petrola Îranê tune ye?
Di bersivê de divêt were gotin ku
pêwendiyeke nêzîk û kêmnavber di navbera wan du aliyan de heye. Bi wî qasî ku
Îranê ji bo zivirandina bazara xwe hewcehî bi firotina neftê heye, her bi wî
qasî jî şirket û bazarên cîhanî hewcehî bi kirîna petrolê ji Komara Îslamî hene.
Di encam de, egera sekinandina firotina petrola Îranê demekê dê were cîbicîkirin
ku faktereke din peyda bibe û soz û peymana gerandina rola Îranê li tejîkirina
vê valahiyê û dabînkirina hewcehiyên bazara cîhanî ya petrolê li stû girtibe. Li
vir de ye ku welatên Rojava divêt dev ji alî û rêya sêyem berdin. Pisporên warê
aborî û siyasî, zêdetir Erebistana Seûdî weke mohreyeke baş û jêhatî ji
bo li stûgirtina vî rolê girîng dizanin. Sedemên vê çendê jî gelek in. Ev welate
ku berî hemû tiştekê bi sedema vê çendê ku xwediyê petroleke zaf e, karîna
tejîkirina vê valahiyê jê tê çavnihêrîkirin ku Îranê li encama dorpêçan li ciyê
xwe bi cî bihêle. Ji aliyeke din ve, Erebistana Seûdî di warê îdeolojî ve
ferq û cudahiyeke bingehîn tevî Komara Îslamî ya Îranê heye û weke dewleteke
Sunî meseb hez ji nav çavê Îrana Şîî meseb ya tundrew û binajo nake û bihêzbûna
wî welatî û çekdarbûn bi çeka Etomî, bi gefeke mezin bo ser ewlehî û pêşeroja
desthilata xwe di herêmê de dizane. Li gor vê şiroveyê, eyan dibe ku Rojavayî,
tu arîşe û pirsgirêkekê li peydakirina alternatîvekê li cihê Îranê ji bo
dabînkirina bazarên xwe yên petrolê nabînin. Lewra dûr nine ku di qonaxên dûrtir
de, pêşî ji firotina petrola Îranê bigirin. Gaveke wiha, bêguman bandoreke gelek
xirab dê li ser aboriya Îranê hebe, ku her weke îşare pê hate kirin, bi firotina
neftê piştrast û girêdayî ye. Di encama ragirtina firotina nefta Îranê de,
aboriya wî welatî hêdî hêdî jar û lawaz dibe, gav bi gav ji liv û hêzê dikeve û
aqibet tevî herifîn û hiloşînê berbirû dibe. Bi vî awayî têkçûn û hiloşîna
bingeha aboriya Îranê ji encamên herî neyînî yên hisarên li ser firotina nefta
Îranê tên hesibandin.
Bandora derpêça aborî li ser
jordeçûna aboriyê di Îranê de
Jordeçûn û bihêzbûna aboriyê di her
welatekê de pêkhatiye ji jordeçûna nirxa berhem û xizmetkirinan di wî welatî de
li gor asta berhem û xizmetkirinan di sal yan heyamê berê de. Jordeçûna bilez a
aboriyê di her welatekê de pêwendî bi hinek fakteran heye ku ya herî girîng
zêdebûna bilez a sermayedanîna navxweyî û derve ye, pêşketina teknolojiyê û
hebûna hêza çalak, kêrhatî, lêzan, şareza û di encamê de geşekirina berçav a
şandiyê ye ku erêniya dilxoşker li ser jiyan û borandina wan didanê. Lê merc û
şerta bicîhatina vê armanca mirovî, ewa dibe ku ew dahata serane ji aliyê
hikûmeteke berpirsiyar ve û bi awayeke dadperwerane bi ser akinciyên wî welatî
de were parvekirinê. Berevajî vê yekê, tirsa vê çendê di holê de ye ku dahata
bidestvehatî ji jordeçûn û bihêzbûna aboriyê, ji aliyê taqima desthilatdar ve
dest bi ser de were girtin û li cihê ronahîkirina çirayê destkurt û xizanan,
dîwanxaneya tejî ji naz û neemet a desthilatdarên bixemilîne. Encama vê kiryara
şaş gelek rohn e, ew jî eva ye ku navbera dewlemend û xizanan roj li pey rojê dê
zêdetir be. Bi awayekî din, dewlemend dewlemendtir, xizan û destkurt jî dê
xizantir û birçîtir bibin.
Nebûna sîstemeke berpirs û
edaletxwaz di Îranê de, rê ji vê çendê re xweş kiriye ku ji bilî vê çendê ku
fasîleya navbera tekekesan weke tak, belku heta navbeyna neteweyên bindest û
neteweya desthilatdar zêdetir be û nikare tevî yek werin nirxandinê. Lênihêrînek
kurt li ser rewşa jiyana gelê Kurd li Kurdistana bin sîbera reş a Komara Îslamî
ya Îranê de, vê rastiyê ji me re dide kifşê ku digel şer û kawilkirinên Komara
Îslamî, ev beşa welat cihek di bernameyên vejandina aborî û avadankirina dewletê
de nebûye û nine. Nirxandineke kurt û serpê dide selimandin ku Kurdistan di
paremayiyê de maye, aboriya wê jordeçûn bi xwe ve nedîtiye û di seneetê de pêş
neketiye. Hejmara karxaneyên wê renge bi tiliyên dest werin hejmartin. Kedkarê
Kurd ji bo dabînkirina debara jiyana xwe û malbatên xwe neçar in rû li bajarên
dûr ên Îranê bikin. Ev rewşa nebaş û nexwestî bi xwe nehatiye holê, belku
sedemên taybet bi xwe hene.
Ji hemûyan re eyan û eşkere ye ku
gelê Kurdistanê, gelek azadîxwaz û şoreşvan in. Xelkeke in ku bi kiryar dane
selimandinê ku heke hewce be dê canê xwe jî ji dest bidin, lê stûxwarê dujmin
nabin, bona vê çendê ku kesayetiya neteweyî ya wan hatibe parastin, hazir in
dest ji jiyana xwe jî berdin. Ev azadîxwazî û şoreşvaniya gelê Kurd
desthilatdarên dîktator han daye ku ji bo jinavbirina wê hizra şoreşgerane û
însanî a wan, bîr ji awayên cuda cuda bona ji holê rakirina wan ya hovane û
nemirovane bikin. Eger çi rejîma Îranê ji bo serkutkirina tevgera azadîxwazane a
xelkê xebatkar yê Kurdistanê her ji destpêka serkevtina şoreşa gelên Îranê, dest
avête serkutkirina leşkerî û Kurdistan bi giştî mîlîtarîze kir, lê bi vê çendê
jî têr nebûye û gelek metodên nemirovane ên din bi kar aniye ku yek ji wan
mifahwergirtin ji çeka aborî bû. Em dikarin bibêjin ku rejîmê Kurdistan di warê
aborî de dorpêç kir, dorpêç bi vê wateyê ku Kurdistan di warê terxankirina
bûdceya jêhatî bêpar kir. Bi vê sedemê ve delîve û derfeta jêhatî ji bo
pêşxistina seneet û aborî di Kurdistanê de ji nav bir. Di encam de kargeh û
karxaneyên nûjen ku hewcehiya pêşketin û jordeçûna aborî ne, di Kurdistanê de ji
aliyê hikûmeta Tehranê ve nehatin damezrandin û nahên avakirin. Em dikarin
bibêjin pêşxistin û geşandina aborî û pîşeya Kurdistanê bi pestî ji aliyê
karbidestên rejîmê ve nehatiye liberçavgirtin.
Lê bi vî halî jî, her weke berê me
îşare pê kir, jordeçûna aborî heke bi awayeke berpirsiyarane û dadperwerane
mifah jê were standin, dibe sedema bextewerî û asûdebûna akinciyên welat. Ji
bilî vana, di welatekê de ku jordeçûna aborî bi xwe ve dibîne, asta daxwazên
akinicyan, bona xerca zêdetir ber bi jor diçe ku her li cî de bandora rasterast
li ser karxaneyên berhemçêker didanê û wan han dide ku tiştên zêdetir berhem
bînin, bona vê çendê ku çêtir û jêhatîtir bersiva daxwaziyên sûkê bidin û her di
vê demê de qazanceke zêdetir bi destê wan bikeve. Ji bo ku di karê xwe de
serkevtinê bi dest bînin, divêt hêza kar a zêdetir bi dest bixin û kedkarên
zêdetir li ser kar dabimezrînin. Bi vî awayî, him qazanca akinciyan, him jî
qazanca hêza kar, him qazancê berhemîneran û him jî qazanca dewletê di yek demê
de tê misogerkirin.
Lê qazanca dewletê kîjan e?
Yek
ji wan arîşe û pirsgirêkên ku gelek caran hemberî dewletan dibe, kêmbûna bûdceya
giştî a welat e. Bi wateyeke din, dewletê karîna dabînkirina xerca dezgeh û
saziyên xwe, nexweşxane, dermangehên dewletî, xwendingeh û zanîngehan nine. Lê
demekê ku bihêzbûna aborî ber bi jordeçûnê de be û di encam de xerca giştî a
xelkê jorde biçe, dewlet bi hêsanî dikare vê valahiyê ku kêmiya bûdceyê ye, bi
pereyên bac yan bi wateyeke din maliyatê tejî bike.
Xaleke din ku derheq jordeçûna
aboriyê hewce ye îşare were kirin, ewa ye ku bihêzbûna aborî û baştirbûna bazar
bi giştî, rewş, zirûf û hitbarê li cem sermayedanînên navxwe û derve çê dike û
dibe handereke pir baş bona berhemanîna baştir ku di cihê xwe de pêvajoya
jordeçûnê bileztir dike û lez û hêzeke zêdetir dide pêşxistina welat.
Helbet di pêvajoya bihêzbûna
aboriyê de hin caran pufdan(awsan) a diravî serî hildide, ku aborîzanên pispor û
şareza çek û alavên taybet ji bo derbazbûn ji vê awsanê pufdanê heye ku di vê
nivîsarê de cî nabe.
Ev fakterên ku bi kurtî li jor qala
wna hate kirin, yanî sermayedanîna navxweyî û derve, hêza kar ya kêrhatî û bi
ezmûn û pêşketina teknolojiya nûjen, merc û şertên jordeçûna aboriyê ne. Lê
pêşmercên gihîştin bi vê jordeçûnê jî, ji aliyekê bûna ewlehiyê di welat de û ji
aliyeke din jî bawerî û berdewamiya vê ewlehiyê ye. Li ser vê bingehê,
sepandina dorpêça aborî, heke rasterast jî rê ji sermayedanîn di Îranê de
negire, ewa dorpêç bi xwe ewlehiya welat têk dide û bêbawerî bi pêşerojê li cem
sermayedaran çê dike. Di encamê de, ji bilî vê çendê ku berhemanîna derveyî di
Îranê de nahê cîbicîkirin, belku dûr nine ku sermayedarên navxwe jî bona
parastina heyîna xwe rû li derve bikin. Serbarê van bandorên nerênî ên dorpêça
aborî, egera vê çendê jî di holê de ye ku bankên cîhanî ji dana wam û deynan ji
dewleta Komara Îslamî re xwe biparêzin ku ewa jî pêvajoya têkçûna bingeha
aboriya Îranê bileztir dike.
Bêkariya rû li zêdebûnê û giraniya
bêhêzker
Pile
û asta bêkarî di Îranê de bi qasekê li jor de ye ku heta karbidestên wî welatî
jî nikarin haşayê jê bikin. Ew aste di Kurdistanê de 25 ji sedê tê texmînkirinê.
Nizmbûna jordeçûna aborî sedemeke
girîng e li nizmbûn û qelsbûna asta abêkariyê di Îranê de. Geşekirina nifûs û
tejîbûna dezgeh û saziyên ser bi dewletê ji karmend û şêwirdaran ji sedemên din
yên bêkarî di wî welatî de tên hesibandinê. Li nirxandin tevî destpêka şoreşa
gelên Îranê, hejmara akinciyên vî welatî qatan zêdetir bûye ku bi wateya du
qatbûna hêza kar di wî welatî de ye. Ji aliyeke din, di nav dezgeh û saziyên
dewletî de, ciheke vala nahê dîtin ku bikare hêza kar û nû tê de were
cîbicîkirin.
Li gor serhejmariyan, hejmara
şêwirmendên dewletî li destpêka serketina şoreşa gelên Îranê, 550 hezar bû.
Piştî dawîhatina şerê heşt salî yê di navbera Îraq û Îranê di sala 1988’an de,
hejmareke zaf ji xelkê bêkar ji çeperên şer re vegeriyane nav mal û halê xwe. Ew
kesên ku hetanî wê demê tenê di warekê de şarezayî hebûn, ew jî şerkirin bû. Lê
şer nemabû, divêt hikûmetê rêçareyek ji wan re bidîta. Lê çi rêyek ji wê rêyê
hêsantir ku ew xelkê zaf di dezgeh û saziyên dewletî de dabimezrînin? Hikûmetê
ew kare kir, lê bêy vê çendê ku ji encamên wê yên cihê tirsê ên vê gava
lênezanane bifikire. Niha bi nirxandinek tevî destpêka şoreşê, hejmara
şêwirmendên dewletê li serweyî du milyon kesan e. Bûna wê hejmara zaf di nav
dezgehên dewletê de, ji aliyek xercên dewletê ber bi jordeçûnê biriye, ji
aliyeke din ve jî valahiyek di nav wan saziyan de ji nifşa nû û tazepêgihîştî re
nehêlaye ku hejmarek ji bêkarên welat di xwe de cî bike.
Bêkariya zaf bandorên gelek xirab
li pey xwe bi cî hêlane. Ev bûyerê mejî han didan ku rêya derve bigirine ber xwe
û karîn û şiyana xwe bixin xizmeta welatên din. Ew cure kesane jî, bi taybet
nifşa ciwan ku derfeta helatin ji vê zirûfa nexwestî a zal bi ser Îranê de
nebûne, berbi nexweşiyên civakî bi taybet madeyên hişber kişandiye.
Di rewşeke wiha de, sepandina
cezayên aborî ji bilî zêdebûna hejmara bêkariyê û tûşbûn bi nexweşiyên civakî,
tişteke din jê nahê çavnihêrîkirin.
Encam
Her
weke em dibînin Îran xwediyê aboriyeke hejok û lawaz e, petrol bingeha sereke ya
vê aboriyê pêk tîne. Li nirxandin tevî jordeçûna diravî de ku bi wateya zêdebûna
buhaya dirav û nizmbûna hêza kar dirav di sûkê de ye, jordeçûna aboriyê gelek li
jêr de ye.
Jordeçûna aborî %5 e, di demekê de
ku jordeçûna diravî, 30 hetanî 40 ji sedê li jordeçûn û nizmbûnê de ye.
Aboriyek ku xwediyê van
taybetmendiyan be, rohn û eşkere ye ku li hember givaş û zextên cîhanî çavnihêrê
pêşerojeke rohn nabe. Metirsiya hisarên aborî demekê digihîje gopitkê, ku
berlêgirtin ji hinartina petrolê bo derve li xwe de digire. Gavek ku carê zû ye,
were çavnihêrîkirin.
dorpêçkirinên aborî di dirêjdem de
bi zirarê xelkê sivîl xilas dibe. Qursahiya dorpêçên aborî berî her kesekê
dikeve ser milê gelên xizan û destkurt ên Îranê. Di vê navberê de, xelkê
Kurdistanê zêdetir ji hemû kesekê zirarê dibînin. Bi taybet ku beşeke berçav ji
xelkê Kurdistanê tevî bêkariyê berbirû ne.
Erkê hêzên siyasî yên Kurdistanî,
bi taybet PDK Îranê, ku zêdetir ji hemûyan di nava dilê xelkê Kurdistanê de cî
heye, ewa ye ku her ji niha ve di hizra bandorên dorpêça aborî yên Neteweyên
Yekbûyî li ser xelkê Kurdistanê de bin, bila her ji niha ve bîr ji rêçareyeke
baş û jêhatî ji bo kêmkirina wî barê giran û ne çavnihêrkirî bikin ku li egera
dirêjheyambûna cezayên aborî yên sepandî bi ser Îranê de, hemberî xelkê
Kurdistanê, bi taybet malbatên xizan û destkurt be.
Çavkanî: “gooya.com” – “SKL.se” –
“wikipedia” – “BBC” – “peykarandish” |