|
Roja han bo gişt
azadîxwazên cîhanê, Îran û Kurdistanê, bi taybet ji bo PDK Îranê wekî rojeke
dîrokî tê hesibandinê, çimku rejîma Komara Îslamî ku bê tirs û hovane biryara ji
nav birina azadîxwazan dabû û rêz ji bo tu qanûn û pirensîpekê nedigirt, di vê
rojê de li hember raya giştî a cîhanê serşor û rûreş derket. Dadgeha Mîkonosê ku
li heyama pêdeçûna dosya terorê de, bi giştî 247 keretan civîn pêk aniye û 167
kes weke şahîd pişikdarî têde kirin, di biryara xwe a dawî de rûyê veşartî yê
terorîzma dewletî a rejîma Îranê, di astê cîhanî de eşkere kir û bi ronî bikuj û
biryarderên terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî ku hemû berpirsên herî
mezin ên rejîmê weke Xamineyî, Refsencanî, Felahiyan û ... bûn, bi tawanbar zanî
û her di vê derheqê de jî biryara girtina Elî Felahiyan, Wezîrê Ewlekarî yê wê
demê yê rejîmê derxist û ragehand.
Armanca Terorê;
Armanca sereke a pîlana Mîkonosê, şehîdkirina Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û
hevalên wî û derbe lêdan li partiya navhatî bû. Berpirsên rejîma Komara Îslamî
ev rastiye fêm kiribûn ku PDK Îranê partiya herî sereke di meydana xebat û
tekoşînê de ye, bi xasmanî piştî vê çendê ku rêberê mezin Dr. Ebdulreham Qasimlo
û hevalên wî di sala 13.07.1989’an li bajarê Viyenê de şehîd kir, li ser vê
baweriyê bûn ku êdî PDK Îranê nikare xebata xwe a berdewam û bê rawestiyan
bidomîne. Lê partiya Demokrat ne tenê di vê rêyê de ji xebatê nesekinî, belku
bêtir û qahîmtir ji caran birêveberiya pêvajoya azadîxwazane a neteweya Kurd
dikir. Lewra carek din dest bi darêtina kompiloyan li dijî Partiya Demokrat û
rêberên partiyê kirin, ji ber ku Partiya Demokrat ciyê vala yê Dr. Qasimlo bi
hebûna rêberekî jêhatî wekî Dr. Şerefkendî tejî kir û bi cîhanê da îsbatkirin ku
her çend ji destdana Dr. Qasimlo bûyereke mezin û dilêş bû, lê remza mana vê
partiyê eva ye ku wisa nehatiye hînkirinê ku bi şehînbûna rêberekê, pêvajoya
xebata azadîxwazane were sekinandin.
Di 30.08.1992’an de, Elî Felahiyan Wezîrê Ewlekarî (Dezgeha Sîxor û Ajanê) yê
rejîma Îranê, ragihand ku kariye derbeyeke xwedîbandor ji partiyan û di nava wan
de PDK Îranê bide. Ev gotina Felahiyan tenê pêwendî bi navhatî ve tunebû, çimku
wî gotibû ku di pêşerojê de jî li Îran û derveyî Îranê de jî dê derbê ji wan
bidin.
Li gorî gotinên Felahiyan, eyan dibû ku rejîm heya çi astekê ji neteweya Kurd û
Partiya Demokrat, nemaze Dr. Şerefkendî kîndar e. Çimku Dr. Sadiq Şerefkendî
cehd dikir ku di nava Opozîsyona Îranî de yekîtî û hevgirtinekê pêk bîne. Bi
xasmanî dema ku Refsencanî xwe wekî kesayetiyekî miyanerew bo cîhana derve dida
nasîn û mixabin li derveyî welat de xelkeke zaf jî bi xwe ve mijûl kiribû. Lê
Dr. Sadiq li ser vê baweriyê nebû ku di Îranê de tundrew û miyanerew hene. Şehîd
Dr. Sadiq Şerefkendî bi têgihîştin û hişyariya xwe Opozîsyona Îranê ji tirsa
rejîmê agehdar kir, ku heya niha jî bîr û hizrên wî baştir rohn û eşkere dibin.
Kar û dîplomasiya Dr. Sadiq Şerefkendî bona neteweya Kurd, bi terzekê rejîma
Îranê xistibû bin zext û givaşê ku dest bi darêtina pîlanan bo terorkirina wî
kirin ku mixabin têde serkevtî bûn.
Li Dadgeha Mîkonosê Heya Derçûna Biryara Dadgehê
Piştî serkevtina şoreşa neteweyên Îranê di sala 1979’an û ji rêderxistina
berhemên dehan salan ya azadîxwazên Îranê û qorixkirina desthilatê ji aliyê
taqimeke Melayan, cehd kirin ku bi mifahwergirtin ji tund û tûjiyê desthilata
biyom ya xwe bidin sepandinê, ji bo vê armancê bi hemû hêz û qaweta xwe bizav û
hewla ji navbirina kesayetiyên siyasî bi xasmanî serokên partiyên siyasî ên
neyar ên xwe ber bi pêş girtin.
PDK Îranê birêveberê bizava neteweyî – demokratîk a gelê Kurd, ku xwediyê
cihwareke xelkî di Kurdistana Îranê de bû û ev hezkirina roj bi roj zêdetir û
berfirehtir dibû, bû armaca kompiloyên rejîmê û di sala 1989’an de, Dr. Qasimlo
ji dest da. Piştî terorkirina Dr. Qasimlo, serokên rejîmê seh bi vê çendê kirin
ku Partiya Demokrat cihê vala yê Dr. Qasimlo tejî kiriye, lewra dîsan dest bi
darêtina pîlanan li dijî vê partiyê kirin.
Di yekemîn roja destpêkirina Dadgeha Mîkonosê de, rêberên rejîmê dest bi xebat û
çalakiyan kirin da ku bikarin ji rêya tevlîhevkirin û ji rêderxistina pêvajoya
dadgehê, vê cinayeta xwe veşêrin. Desthilatdarên rejîmê çendîn caran bi gef û
êrîş û pêkanîna zext û givaşan bo ser dewleta Almaniyayê, dixwastin dewleta
navhatî ber bi pêşveçûna pêvajoya dadgehê bigire û vê dozê bide daxistinê. Lê
Dezgeha Dadweriya Almaniyayê û dadmendên perwendeya Mîkonosê û malbatên şehîdan,
ne tenê cehdên rejîmê bê encam hêlan, belkî bi awayekî wêrekî û bêtirs, dawiya
pêvajoya dadgehê û derçûna biryara dadwerane û dîrokî a Mîkonosê gehandine
encamê û ji aliyekê rûyê veşartî yê rejîma Îranê bi cîhanê da nasandinê û ji
aliyeke din ve dezgeha dadê a Almaniyayê serxwebûna xwe parast û îzn neda ku
rastî û edalet were binpêkirinê.
Piştî wê çendê ku Dadgeha Mîkonosê dukomentên eşkere û haşalênekirî ên terorîzma
dewletî a rejîma Îranê eşkere kirin û rayedarên herî mezin ên rejîmê weke
Xameneyî, rêberê Olî, Refsencanî Serok Komarê wê demê yê Îranê û Felahiyan
Wezîrê Ewlekarî yê wê demê yê rejîmê weke tawanbar da nasandinê û biryara
girtina Elî Felahiyan derxist. Mosewiyan, Balyozê wê demê yê rejîmê li welatê
Almaniyayê, di hevpeyvînekê de tevî kovara “Fukus”ê, di bersiva pirsyarekê de ku
jê dipirse: “Ger dadgeha Berlînê bi van zûkatiya gihîşte vê encamê ku pîlana
Berlînê kiryareke terorîstî ya dewletî bûye, eva ji bo we wekî dîplomatekê bi çi
wateyekê ye? Mûsewiyan di bersivê de dibêje: “Eva pirsyareke “Ferzî” ye, ez
herwisa nikarin bersiv bidim. Lê ger tişteke wiha hebe, dê li ser pêwendiyên me
bandora xirab hebe. Wê demê hewce ye Îran jî di civîneke Navneteweyî de li dijî
dadeke bi vî awayî dozê veke”.
Eva di halekê de bû ku navhatî bi başî dizanî ku biryara dawî ji aliyê dadgehê
ve hatiye dan, lê xwe ji bersiva vê pirsiyarê diveşêre û dîsan zêdebarê derçûna
biryarê, her basê pêwendiyan dike ku bê şik merema wî ji têkçûna pêwendiyên
aborî ên di navbera welatê Îran û Almaniyayê de ye.
Encama Biryara Dadgeha Mîkonosê
Derçûna hukmê Dadgeha Mîkonosê ji çend waran ve cihê baldan û fikirînê ye ku
pêwîst dike em îşarê pê bikin:
Yekîtiya Ewropayê; welatên Ewropayê ku heya wê demê siyaseta lihevhatinê
tevî rejîma Îranê didomand, neçar man ku dijkiryaran li hember vê biryarê nîşan
bidin û li hember rejîma Îranê helwestên cuda bigirin. Di yekemîn dijkiryarê de
Almaniya balyozê xwe ji Îranê vexwend û welatên din ên Ewropayî jî bo nîşandana
nerazîbûna xwe ji vê kiryara ne mirovane ya rejîma Îranê balyozên xwe ji Îranê
gazî kirin û welatê Îranê bi cî hêlan. Her çend ku piştî derbazbûna 7 mehan li
ser derçûna biryara Dadgeha Mîkonosê, dîsan dewletên Ewropayî bi şandina
balyozên xwe bo Îranê, edalet, dad û mafê mirovan goriyê qazanc û berjewendiyên
aborî ên xwe kirin, xuya ye eva bi tu terzekê buha, giringî û berheqbûna biryara
Mîkonosê kêm nake, lê eva bû sebeb ku rejîma Îranê di bin bandora ev helwesta
Ewropayê de cinayetên xwe ên li dijî azadîxwazan li hundirê welat de bidomîne.
Eşkerebûna kuştinên rêzokî vê rastiyê zêdetir ji me re eyan dike ku rejîm ne
tenê ji kiryarên xwe ên dijî mirovane paşve nekêşaye, belkî cinayetên xwe
xurttir kiriye. Kuştina dehan azadîxwaz û xebatkarên weke Firûheran, Mihemed
Muxtarî, Mihemedcefer Pûyendê, Dr. Mecîd Şerîf, Zehra Kazimî, Ekber Mihemedî û
wd ... çi li serdemê hebûna Reformxwazan li ser desthilatê û çi li serdemê li
ser karbûna dewleta leşkerî – ewlekarî ya Ehmedînejad de, nîşanderê domîna
kiryarên terorîstî ên vê rejîmê û birêvebirina siyaseta ji nav birina
kesayetiyên siyasî û neyarên xwe bi awayên fîzîkî ye.
Opozîsiyona Îranî; Opozîsiyona Îranî jî ji biryara Dadgeha Mîkonosê
pêşwazî kir û di medyayên xwe de rêz û hurmet ji hukmê dadgehê girtin. Xelkê
Kurdistanê jî weke hertim ku di xweşî û nexweşiyan de tevî partiya xwe anku PDK
Îranê bûne, bi derçûna biryara Dadgeha Mîkonosê keyfxweşbûn û heta di meşa
eyankirina nerazîbûnê li dijî biryara han ku ji aliyê rejîma Îranê ve pêk hatibû,
pişikdarî nekirin. Xelkê Kurdistanê jî piştî şehîdbûna Dr. Sadiq Şerefkendî û bi
taybet piştî biryara Dadgeha Mîkonosê piştevaniya xwe ji PDK Îranê eyan kirin û
carek din peyman û soz tevî partiya xwe nû kirin ku dê weke hercar piştevanê
partiya xwe bin.
Biryara Dadgeha Mîkonosê bû sebebê vê çendê ku serokên rejîmê seh bi kêmbûn û bê
bihabûna xwe li hember vîn û îradeya civaka cîhanî bikin û herçiqas ku bo
mideheke kêm jî be, bi terzeke hêdî tevî azadîxwaz û neyarên xwe bilive. Biryara
Dadgeha Mîkonosê ji cîhanê re da îsbatkirin ku ger qazanc û berjewendiyên aborî
rê bide, dikarin rejîma Îranê bi çok de bînin.
Ew 7 mehên ku piraniya balyozxaneyên welatên cîhanê di Îranê de betal bûn,
belgeya herî baş bona vê yekê ku welatên Ewropayî dikarin dawiyê bi siyaseta
diyaloga rexnegirane tevî rejîma Îranê bînin, (Herçend ku mixabin mideheke zaf
dom kir, heya ku vê çendê fêm bikin).
Derçûna biryara Dadgeha Mîkonosê girîngiyeke taybetî hebû. Ew jî eva bû ku bo
cara yekemîn Dezgeha Dada welatekê li dijî rejîma Îranê biryarekê bi vî terzî da,
eva jî di halekê de bû ku welatên Îranê û Almaniyayê pêwendiyên qahîm û xurt ên
aborî tevî hev hebûn. Girîngî û giraniya vê biryarê bi qasekê bû ku rejîma Îranê
nekarî pêşî ji derçûna biryara dadgehê bigire.
Hewceye were gotin ku qirar bû roja çarşem, 31.03.2004’an perde li ser tabloya
bibîranîna goriyên terora Mîkonosê li bajarê Berlînê were hildan. Lê seba
pêkanîna pirsgirêk û astengan ji aliyê rejîma Îranê ve, bo roja 20.04.2004’an
hate paşxistin. Komara Îslamî cehdeke zaf kir ku pêşî ji pêkhatina Dadgeha
Berlînê bigire yan aliyê kêm bi awayeke ji xwe dûr bixe, lê piştî vê yekê ku
nekarî di vê derbarê de serkeve, hewldaneke zaf kir ku ji her rêyekê ve ku jêre
pêk were, ber bi danîna vê tabloyê bigire. Lê perdehildan li ser vê tabloyê li
bajarê Berlînê di 20.04.2004’an de, zêdebarê hemû cehdên rejîmê, birêve çû ku
eva nîşaneya rêzgirtinê ye ji bizav û xebata PDK Îranê û goriyên cinayeta
Mîkonosê û destkefteke mezin ji bo neteweya Kurd e û ji aliyek din ve kifşkirina
cehdên terorîstî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê bû.
Niha piştî derbazbûna 10 salan li ser derçûna biryara dadgeha Mîkonosê û
bidestgirtina desthilatê ji aliyê dewleta leşkerî – ewlekarî a Ehmedînejad ve,
tepeserkirina neraziyan di hundirê welat de û afirandina arîşe û kêşeyan li astê
cîhanê û bilindfiriyên etomî ên rejîma Îranê herwisa didome. Rejîma Îranê heya
niha jî siyasetên dijî mirovî ên xwe di hundirê welat de û terorîzma dewletî û
piştevanî û hevkarîkirin tevî giropên terorîstî, didomîne. Heyamekê berî niha bo
cara duyem Dezgeha Dadê ya welatê Arjantînê, mehkûmbûna rejîma Komara Îslamî a
Îranê derheq teqîna Navenda Cihûyan li bajarê “Boenos Aires”ê de pejirand û
biryara girtina 4 kes ji desthilatdarên rejîmê ragehand.
Herçend ku terora mîkonosê (birêveçûna vê pîlanê) derbeyeke mezin û giran ji PDK
Îranê û gişt opozîsiyona Îranê û azadîxwazan da, lê derçûna biryara Dadgeha
Berlînê jî destpêkeke nû bû bona xebatê li dijî Komara Îslamî û eşkerekirina
siyasetên terorîstî ên vê rejîmê. Rejîma Komara Îslamî a Îranê qet nekariye bi
terorkirina birêveber û endamên PDK Îranê li derveyî welat û li Kurdistana Îranê
de, meydana xebat û tekoşîna xebatkarên partiyê vala bike. Desthilatdarên rejîmê
jî hêviya nemana PDK Îranê li meydana xebatê de dê tevî xwe bo qebran bibin.
Niha jî piştî derbazbûna pitir ji 60 salan bi ser temenê pir ji şanazî û
serbilindî ya Partiya Demokrat û gorîkirina canê hezaran xurtên emegdar yên
welat û li serweyî hemûyan Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî,
alaya xebatê herwisa bilind û geş hatiye ragirtin û rêviîngên rêya wan şehîdan
roj bi roj destkevtên nû bo neteweya xwe bi destve tînin.
Çavkanî:
1. Pirtûka “Seferî Bêgeranewe” (sefera bê vegeriyan), nivîsîna şehîd Selam Ezîzî,
rûpela 39’an.
2. Hemen Çavkanî
3. Hemen Çavkanî |