|
(05.04.2007)’an, bona
roja ji dayîkbûna Pêxemberê Îslamê, Hezretê Mihemed, serbest hatin berdan û ber
bi Birîtaniyayê hatin şandinê. Di vê şanosaziyê de, ji aliyekê ve
Ehmedînejad mîdala rêzgirtinê bi fermanderê wan Pasdaran da ku ev 15 kese
girtibûn, ji aliyekî din ve, bi her yek ji wan leşkerên Birîtaniyayî li jêr
rehma “Reûfeta” Îslamî de destek şal û çakît dibexşe, bexşînek ku tu manayek
tune ye.
Çimku ji aliyekê ve ew leşkerên Îngilîzî li tu dadgehekê de nehatine
mehkemekirin ku tawanbarbûna wan bihê selimandinê, heta bihên bexşîn û efûkirinê,
ji aliyek din ve jî li gor yasaya Komara Îslamî efûkirina girtiyan di desthilata
Serok Komar de nine û ev desthilat tenê ya “Weliyê Feqîh” (Rêberê Olî yê rejîmê)
e.
Di birêveçûna vê şanosaziya tirane û pêkenok de ku di hemû ragihandinên giştî
yên cîhanê de hate belavkirinê, karbidestên rejîmê zaf hewil dan wisan nîşan
bidin ku ew di vê serhatiyê de serkevtî bûn û di vê derheqê de Wîlayetî,
Ravêjkarê Rêberê Oliyê Komara Îslamî diyar kir ku ew di birêvebirina vê
şanosaziyê de bi armancên xwe gihîştine ku ew jî îşare bû bi serbestberdana
Şerefî li Balyozxaneya Îranê li Bexdayê û wergirtina îznê bona hevdîtina malbata
5 girtiyên Îranî di binkeya sîxorî ya Îranê li Hewlêrê.
Berpirsên Îraqî derheq azadbûna Şerefî û herwiha hevdîtin tevî efserên girtî di
binkeya sîxorî ya Rejîma Îslamî li Hewlêrê ragihandin ku vê pirsê tu têkiliyek
bi serbestberdana ev 15 leşkerên Birîtaniyayî ve tune ye, belkî di pêş de
berpirsên Îraqî kar ji bo ev azadbûn û hevdîtinê kiribûn, em her wisan danên ku
azadbûna balyozê Îranê û hevdîtina bi efserên girtî yên binkeya Hewlêrê re
encama danûstandinekê be ku di vê derheqê de kiribûn. Pirsyar eva ye gelo Îran
di vê meseleyê de serkevtî bûye, eger serkevtî nebûye, kê serkevtî ye?
Di pêvajoya girtina wan sebazan de raya giştî û navneteweyî di cîhanê de ev
kiryare bi kiryareke tirsinok û dûr ji orf û adet û yasayên navneteweyî
hesibandin û bona vê kirinê Îran mehkûm kirin û heya li ser daxwaza Birîtaniyayê
Civata Tenahiya Navneteweyî, belgeyek ji bo mehkûmkirina Îranê pesend kir.
Di roja yekem ya vê mirov revandinê de eşkere bû ku serbazên Birîtaniyayî di
avên Îraqê de û li gor gelaleyek li pêş de darêtî ya Sipaha Pasdaran hatine
girtin û gelaleya vê kiryarê jî du kes ji Fermanderên Sipaha Pasdaran bûn ku
pereyên wan di bankên derve de li gor biryara Konseya Ewlekariyê divêt bihata
bilokekirin.
Dewleta Birîtaniyayê bo qebûlandina vê meseleyê, wêneyên hilgirtî yên setelaytê
di dema girtina serbazan de wek belgeyeke qahîm û înkarnekirî bi dest ve bû.
Lewra şanosaziyên rejîmê û anîna leşkeran bo ber kamerayan, îtirafwergirtin ji
serbazên girtî di bin givaşan de ku goya ew di avên Îranê de hatine girtine,
nekarî alîkariya rejîma Îranê bike. Vê kiryarê ji bilî rûreşiya zaftir ji bo
rejîma Îslamî a Îranê û zêdebûna perwendeyekê bi dosyayên din, tu tiştek din jê
neket.
Berpirsên Birîtaniyayî di yekemîn roja girtina sebazên xwe de bi qisên xweş
daxwaz ji Îranê kirin ku çêtir eva ye serbazên girtî serbest berde. Di qonaxa
yekem de diyar kirin ku ew hez dikin mesele bi awayekî aştiyane û ji rêya
dîplomatîk were çareserkirinê, hekene di qonaxên din de ew dê kar û kiryarên din
li dijî Îranê ji bo azadkirina serbazên xwe bikin.
Berpirsê Melevanên Birîtaniyayî piştî serbestbûna xwe di konferanseke çapemeniyê
de li Londonê ragihandin ku ew li jêr givaşên rûhî, lêpirsînên dujminane de li
girtîgeha takekesî de bûn û di dema veguhastina wan ji cihekê bo ciheke din,
çavên wan digirtin, di dema lêkolînan de gef ji wan dixwarin ku heke îtiraf bi
bezandina sînorên avî yên Îranê nekin, dê hukmê 7 sal zîndanê ji wan re bidin û
eger vê çendê bidirkînin ku sînorên avî yên Îranê bezandine, dê wan serbest
berdin. Navhatî derheqê nîşandana fîlma melevanan di televîzyona Îranê de got:
tenê wê dema ku em li dora hev kom kiribûn, ew fîlm ji me kişandin ku ew jî warê
piropagendeyî hebû. Serwan Fîlîks Karmen, serokê vê girûpê di vê konferansa
çapemeniyê de li ser vê çendê tekez kir ku di dema emeliyatê de ew gelek ji
sînorên avên Îranê dûr bûn û ji bo lêgerîna keştiyan li gor pîvanan rê û îcaza
me hebûye.
Piştî encama vê konferansa çapemeniyê ji aliyê melevanên Birîtaniyayî, li
Londonê, Mihemed Elî Husênî, Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê, roja Înê,
07.04.2007’an, Dewleta Birîtaniyayê bi givaşxistin bo ser serbazên xwe tawanbar
kir û ragihand ev konferanse “nikare şaşiya Melevanên Birîtaniyayî li bezandina
sînorên avî yên Îranê kêm bike û bi hatina wan bo nava avên Îranê serpûşê dane”!
Jina melevan ya Birîtaniyayî di hevpeyvîneke taybet de eşkere kir ku ew nameya
ku wê nivîsandiye, di bin givaş û gefxwarinê de bûye û jêre gotine ku heke tu vê
nameyê nenivîsî, dê bi tawana sîxoriyê werî dadgehîkirin û heta gef jê hatibû
xwarin û ji vê re gotine gelo tu amadeyî ku qet zarokê xwe nebînî? Wisa bû ku
min ev nameya nivîsî. Ez hest dikim ku min îxanet bi welatê xwe kiriye.
Di vê derheqê de Amerîka liv û riftara Tehranê da ber rexneyên tund û Berdevkê
Civata Tenahiya Neteweyî ya Amerîkayê diyar kir, azadkirina melevanên
Birîtaniyayî nîşana vê hindê nine ku rejîma Îranê rêya Civata Navneteweyî
girtibe pêş, belkî pêşîneya rehîngirtina Îranê vedigere bo sala 1979’an ku wê
demê êrîş kirin bo ser Balyozxaneya Amerîkayê û dagir kirin û dîplomatên Amerîkî
bo dema 444 rojan rehîn girtin.
Serbestberdana wan serbazan heta nikare bandorê li ser peyivîna Tonî Bilêr,
Serok Wezîrê Birîtaniyayê li hember rejîma Îslamî a Îranê danê, çimku herdem
tevî azadbûna wan serbazane de, li Besreyê çar leşkerên Birîtaniyayî di encama
teqîneke terorîstî de jiyana xwe ji dest dan. Tonî Bilêr di vê axavtinê de ku
hevdem tevî hatina serbazên Birîtaniyayî, ragihand ku Îran bi piştgiriya malî (pareyan)
û dana alevên şer û teqînan ji terorîstan re, li pişta wan terorane de ye.
Serbestberdana wan melevanane tevî pêşwaziya Tonî Bilêr, Serok Wezîrê
Birîtaniyayê û hemû kom û komeleyên siyasî berbirû bû, eva destkevtek bû bo Tonî
Bilêr ku demek kin maye post (berpirsiyarî)a xwe bi cî bihêle û herwiha
serkevtina dîplomatîk a Birîtaniyayî bû, ji ber ku ji aliyekê naveroka rejîma
Îslamî a Îranê ji bo kom û komeleyên cîhanê zêdetir eşkere û xuya bû û ji
aliyekî din ve bi bêy vê ku Birîtaniya yek îmtiyazê jî bide Îranê, serbazên
girtî serbest berdan û eva jî nîşana têkçûna siyaseta têkderane ya Îranê bû. |