Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

1’ê Gulanê, Di Cîhan Û Îranê  De

 

Kerîm Perwîzî

Werger: Omîd Esxeran

Roja 1’ê Gulanê yek ji wan rojan bû ku nêzkîbûna wê dibû sedema liv û lebatên nû ên xelkê zehmetkêş û çewisandî û her wiha ji bo xebatkarên pîşeyî ku di bereberê hatina yekê Gulanê de mijûlê xwerêxistin û bernamedarêtinê ji bo çawaniya birêvebirina rê û resmên taybet bi wê rojê û   

komkirina heçiqas zêdetir a kedkar û zehmetkêşan û organîzekikrina meş û girevgirtinê û wd ..., dibûn. Di wan salên ne gelek dûr de, di seranserê cîhanê de roja 1’ê Gulanê, roja pîroz û bilind ya xebat û tekoşîna wekhevxwazî û daxwaza mafên binpêkirî ên qata givaştî bû. Di tim welatên cîhanê de rê û resm û xwenîşandanên taybet dihatin lidarxistin û di wan cihên ku hêj asteng û girêpêçk di bicîhatina xwestekên kedkaran de hebû, yekê Gulanê sembola xebatê û dema komkirina karîn û şiyanan bû. Di welatên eniya Sosyalîstî jî ku bi navê qata çewisandî gihîştibûn armancên xwe, roja 1’ê Gulanê, roja piştevanîkirina kedkarên bextewer! ên wî welatî ji kedkarên hêj rizgarnebûyî ên welatên din bû! bi kurtî roja yekê Gulanê di gelek welatên cîhanê de roja xebat û berxwedanê bû.
Piştî derbazbûna salên tejî bûyer, guherîn û hiloşîna eniya Sosyalîstî û derketine rojeva serdemê înternet, zaniyarî û pêkhatina şerê cîhanî yê teror û dijî terorê, niha ew tekoşîne nexwediyê wateya berê ye û di gelek welatên cîhanê de, rê û resma 1’ê Gulanê, weke rojeke sembolîk û bîranîna dîrokek ne gelek dûr e.
Niha di zaf welatên cîhanê de piraniya wan daxwazên ku kedkar û sendîkayên kedkarî di sedsala borî de dianîn holê, hatine cîbicîkirinê. Piraniya ew daxwazên ku ji bo baştirbûna jiyana qata kedkar û zehmetkêş ji aliyê wan bi xwe û rêxistinên kedkarî ku nûnerên rastîn ên kedkaran bûn, dihatin holê, niha bidestve hatne, jiyan berbi qonaxeke çêtir meşiyaye û gelek ji wan xwestekan cî bi cî bûne û di pêvajoya jiyanê de, guherîn bi ser xwestekên hemû tex û qatên civakê de hatiye, her bi vî awayî jî guhertin bi ser daxwazên kedkaran de hatiye.
Di sala 1898’an ya Zayînî de, li Amerîkayê, kedkarên bajarê Şîkago û derdora wê, hatin ser rê û şeqaman û ji 1 hetanî 4’ê Gulanê ji bo dabînbûna xwestekên sereke ên xwe ku 8 seet kar di rojê de bû, meşek lidarxistin. Polîsê wî welatî jî dest avête ji hev belavkirina kedkaran û di wan pevçûnan de çend kes hatin kuştin û birîndarkirinê û çend kesên din jî hatin girtinê. Piştî 3 salan, Enternasyonala Duyem ku wê demê Îngilîstan serokê wê bû, bi boneya meşa kedkarên Şîkagoyê, roja 1’ê Gulanê weke Roja Kedkaran diyarî kir.
Niha piştî derbazbûna sed salan bi ser wê bûyerê de, kedkarên cîhanê bi fermî 6 seetan di rojê de kar dikin û gelek xwestek û daxwazên din jî ku piştî wan derketine rojevê, weke bîme, ewlehiya kar, mafê civîn û derbirîna nerazîbûnê, mafê rêxisin, sendîkayên taybet û wd ..., di welatên pêşketî de hatine dabînkirinê. Lê hêj xwestek û daxwazên din tên holê û jiyan û xebat her berdewam e. Di gelek welatên cîhanê de, kedkaran daxwazên taybetî hene û ji bo dabînbûna wan bizav û hewlê didin, ji Amerîkaya Latîn ve hetanî Kureya Başûr, Fîlîpîn, Endoneziya, Hind, Rûsyaya xwediyê ezmûn û ceribîna hikûmeta Komonîstî, Ewropaya Rojhilat, Fransa, Afrîqa û wd..., hemû evana nîşaneya berdewamî û berbipêşveçûna jiyanê û hevdem berdewamiya nakokî û dijheviya berjewendiyên tex û qatên civakê jî ne. Lê ewa ku guherî ye û niha hêz û zalbûna xwe bi ser raya giştî de ji dest daye û ketiye perawêz û xewlebûnê, hewldan ji bo guherîna bingehîn a sîstemê berbi desthilata serbest ya bi navê kedkarî û di rastî de zevtkirina desthilatê ji aliyê bijartiyên pîşeyî weke ewa ku di Yekîtiya Soviyetê ya berê de qewimî. Hizra guherîna bingehîn a desthilatê û gavavêtin ber bi dîktatoriya Proltariyayê, bû beşek ji dîrokê.
Hevem tevî guherîna mijara zal a bi ser civaka navneteweyî û guhertin di daxwazên kedkar û zehmetkêşên cîhanê de, di Îranê de jî guherîn ji daxwazan de yê hatiye holê, lê bi ferq û cudahiyekê tevî guherînên cîhanê.
Di asta navneteweyî de, tevî dabînbûna xwestek û daxwazên kedkaran û berbipêşveçûna pêvajoya jiyanê, guherîn bi ser xebata kedkaran de hatiye, lê di Îrana bin desthilata kevneperestan û serbarê kombûna daxwazên cîbicînebûyî ên tex û qatên civakê, guherîn bi ser xwestekan de hatiye. Renge di dema serkarhatina Baska bi nav Reformxwaz de, daxwazên Bizava Xwendekarî di çarçoveya Reformxwaziyê de cî girtiba, lê bi peqîna bilqa Reformxwaziyê û dabînnebûna tu daxwazeke xwendekaran û tewr(heta) bi tepeserkirin, girtin, lêdan û kuştina wan ji aliyê hêzên rejîmê ve, niha daxwaza tevgera xwendekarî, reform di çarçoveya rejîmê de nine, belku tenê bi rakirina kopika îdeolojiya rejîmê, yanî hizra daxistî û cemidî ya Welayeta Feqîh e ku daxwaza guherînên bingehîn û demokrasîxwaziyê dabîn dibe.
Heke heyamekê xwestekên jinan ji bo daxwazên destpêkîn ên jiyanê û mafê wekheviyê ji bo domandina xwendinê, kar di civakê de û azadiyên destpêkî yên jiyana civakî bû, jiber cî bi cî nebûna wan xwestekan, niha xebat û tekoşîna jinan di Îranê de xurttir bûye û daxwaza guherînan di yasaya bingehîn de dikin.
Heke gelên bindest û yek ji wan gelê Kurd di Kurdistana Îranê de, daxwazên xwe li çarçoveya mafê xwebirêvebirin û otonomiyê de dianîn holê, niha ji bo dabînbûna wê daxwazê cehd û xebatê ji bo federalîzekirina Îranê û pêkanîna Îraneke federatîv bi beşdariya giştî neteweyên di nav çarçoveya coxrafiyayî a Îranê de, dike. Heke mamsotayên Îranê di bin ew hemû zulm, zordarî û bêhurmetiyê de xebata belawela, berteng û dem bi dem hebûn, niha seranserê Îranê yê bûye çepera girevgirtin û nerazîbûna mamostayan.
Kedkarên Îranê jî her bi vî awayî di bin desthilata rejîma hov û xedar a Komara Weliyê Feqîh, tu car xwestek û daxwazên wan nehatine pejirandinê û gav bi gav û qonax bi qonax, zêdetir hatine tepesekirinê. Ji tepeserkirina rêxistin û partiyên kedkarî ve berbi serkuta sendîka û damezrandina rêxistina destçêkirî ên desthilatê ji bo berevanîkirin ji xwestekên kedkaran meşiyaye. Hinek yasa ku di salên borî de di bin givaşa bîr û raya cîhanî de û bi rûyek ji bo nîşandana dijî Emperyalîzmbûnê, weke yasaya borandin û meafkirina kargehan ji yasaya kar, hatin pesenkirinê.
Bi xurtbûna daxwazên kedkar û zehmetkêşan, em dibînin ku xebata kedkaran berbi qonaxeke din meşiyaye û her carê beşeke wê texê, di beşeke welat de serî hildide. Ji kedkarên ristin û dûrandinê ên Sine ve hetanî kedkarên Amol, Esfehan û Kirmaşan û Sendîkaya Ajotkarên Otobosên Tehranê.
Lewra Komara Îslamî ya Îranê ku hemû demekê berevajî cîhanê gav avêtine, li serdemê cîhanîbûna zanist û zaniyarî û veguhastina bilez a zaniyariyan de, malperan fîlter dike, parazîtan dixe ser kanalên esmanî, li çaxê berbipêşveçûna jiyana gişt tex û qatên civakê di cîhanê de, daxwazên qatên cur bi cur ên civaka Îranê ji ber cîbicî û dabînnekirina wan, guherîn bi ser de hatiye û bi erxayînbûnê ve rejîma Komara Îslamî ku hêz û şiyana dabînkirina wan tune ye, dê di bin wan xwestek û daxwazên dabînnebûyî de winda bibe û ji nav here.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 27’ê Banemera 1387’ê Rojî