|
Divê mirov bi bîr bîne ku li
Fransayê, hilbijartinên
serokkomariyê bi du gavan tên
pêkanîn. Di gava yekem de hemû berendam bi hev re dikevin
hilbijartinan, lê belê herdu berendamên ku herî zêde deng wergirtibin, diçin
gava duyem û xelk ji nava wan yekî hildibijêre.
Di gava hilbijartinan ya yekem de,
ku 22’ê Avrêlê pêk hatibû, ji rastgir û çepgirên tund heta bi komarîst û
sosyalîst û tevgerên navendî, 12 berendamên serokkomariyê hebûn û di encamê de,
“Nicolas
Sarkozy”
% 31’ê dengan wergirtibû û
”Segolene
Royal”a
sosyalîst jî % 25 deng wergirtibû û herdu bûbûn berendamên gava duyem.
Weke ku me got, encam ji berê de
diyar bûn. Lewre, li Fransayê adetek heye ku tu tahmê di hilbijartinan de nahêle.
Hin dezgehên lêkolînî bi rêya telefonan ve ji xelkê dipirsin bê ka ew ê dengê
xwe bidin kê. Di demên hilbijartinan de hejmara van dezgehan û van lêkolînan jî
zêde dibin û rojnameyên fransî herroj cîh didin encamên wan. Hemû lêkolînên ku
îsal berî hilbijartinan di nava gel de dihat çêkirin, heman encam dida.
Lêkolînan di navbera % 51 û heta % 54 de deng dida Sarkozy û digot ku ew ê li
hember Segolen Royal bi ser bikeve. Ji xwe hilbijartinan jî heman encam da û
“Nicolas
Sarkozy”
% 53’ê dengan wergirt.
Li Fransayê gellek kes bawer dikin ku bandora van lêkolînan li ser xelkê heye,
ji ber ku heta dema dawîn jî % 40’ê gelê fransî biryara xwe nedabû û bi
pirraniya wan li gora van lêkolînan tevgeriyaye.
Serokkomarê nû,
“Nicolas
Sarkozy”,
di nava polîtîkaya fransî de ji berê ve tê naskirin, lê belê di hilbijartina wî
de sedema herî girîng çalakiyên wî yên van pênc salên dawîn bûn.
Di hilbijartinên pênc sal berê deو
Fransiyan bi awayekî eşkere nîşan dabû bê ew çi ji serokkomarekî dixwazin.
Fransa di nava Ewropayê de dima û bandoreke Ewropayê ya girîng li ser polîtîkaya
cîhanî tunebû. Di nava Fransayê de jî, hejmara bêkaran bilind dibû, şiyana xelkê
ya kirrînê kêm dibû, baweiya wan ya ji pêşerojê û herweha ya ji siyasetmedaran
kêm dibû û ya herî girîng jî ew bû ku xelk ditirsiya.
Gelo ev tirs rast bû an ne, ew
pirseke din e, lê belê ev tirs hebû. Hatina biyaniyan ya Fransayê zêde dibû, li
hin taxên bajarên mezin ku biyanî ji salên heftêyî ve lê dijiyan ewlekariya
xelkê nemabû û ev nebûna ewlekariyê ber bi bajaran ve jî dihat. Di sala 2002’an
de partiya serokkomarê wê demê,
“Jacques
Chirac” ,
ya komarîst UMP ji vê rewşê destkewtî bû û di rexneyên xwe yên li hember
hikûmeta sosyalîst de tim behsa vê nebûna ewlekariyê kir û ev mijar baş bi kar
anî ku sosyalîst hem di hilbijartinên serokkomariyê de û hem jî di hilbijartinên
parlamentoyê de têk çûn û desthilatdarî bi temamî kete destê komarîstan. Di wê
demê de hingê ewqasî behsa vê nebûna ewlekariyê bû ku xelk bêtir tirsiya.
Pişta komarîstan ji ber sedemeke din
jî xurt bû. Di hilbijartinan de, piştî têkçûyina sosyalîstan, komarîst û
nijadperest di gava hilbijartinên serokkomariyê ya duyem de bi tena serê xwe
mabûn û xelkê çepgir jî li dijî hatina faşîzmê, dengê xwe dabû komarîstan û
“Jacques
Chirac”
hingê ji nû ve bûbû
serokkomar. Van bûyeran tirsa fransiyan kir du qat. Berê ji nebûna ewlekariyê
ditirsiyan, lê gava ku mirov nebûna ewlekariyê bixe stûyê biyaniyan, hingê
nijadperest jî dê xurt bibin. Ji ber wê ye ku di hilbijartinên 2002’an de
nijadperestên fransî % 18’ê dengan wergirtibû. Xelkê fransî bi vî awayî jî hatin
tirsandin û ev yek bû sedema hilbijartina komarîstan ya di parlamentoyê de.
Gava ku hikûmeta nû ya 2002’an diyar
bû, xelkê ku “Sarkozy”
nas nedikir jî, êdî ew nas kir. Sarkozyê ku wê demê bû wezîrê karên navxweyî, ji
berê ve hesabê xwe kiribû û dixwast bibe serokkomar. Wî ev daxwaza xwe
venedişart û eşkere digot. Wî tirsên Fransiyan fahm kiribûn. Ji ber wê jî, hemû
siyaseta xwe li ser nebûna ewlekariyê saz kir. Di dema wezareta xwe de li ku
deverê tevlihevî hebûya teva rojnamegeran diçû wira. Gava ku li taxên biyaniyan
di dawiya sala 2005’an de şerr derket û bi hefteyan şerrê xortên biyanî yên li
dijî dewletê li dar ket, tirsa Fransiyan ji nebûna ewlekariyê hê zêdetir bû.
Sarkozy dîsa jî diçû taxên ku bûyer lê çêdibûn û ji xelkê re digot : “Ez
dizanim, ez fahm dikim, hûn nema dikarin, ez ê we ji van serseriyan xelas bikim”.
Tirsa bi zanebûnî dihat çêkirin û di ser vê tirsê re siyaset dihat kirin.
Çapemeniya fransî wê demê hindik be jî behs kir ku ev bûyer bi prowakasyona
hêzên ewlekariyê ve derketine û polîtîkaya Sarkozy hate rexnekirin, lê belê
Sarkozy bi zîrekiya xwe ve ji van bûyeran jî destkewtî bû û nîşan da ku heke
dewlet nikaribe xelkê xwe biparêze, ev bûyer dê zêde bibin. Hingê, bi darê zorê
be jî, kete taxên ku biyaniyan xistibûn destên xwe. Bi deh hezaran biyaniyên
qaçax girtin û derxistin derveyî Fransayê. Xelkê lê niherî ku bi başî an bi
xerabî, ev zilam dixebite, bi kêmanî tiştinan dike ku heta nuha kesekî nekiribû.
Yê wî, ew neditirsiya. Gava ku Sarkozy jî dît ku xelk li pişta wî ye, guh neda
rexneyan û ya dilê xwe eşkere kir: divê êdî rengê polîtîkayê were guhertin û ew
dixwaze bibe serokkomar.
Gellekî balkêş bû ku hikûmet di
polîtîkaya xwe de bi ser nediket, lê belê Sarkozy bi ser diket, digel ku ew jî
di nava hikûmetê de bû. Lewre, ew ne serokwezîr û serokkomar bû. Ew bi tenê
wezîrek bû û digel ku hejmara piştgirên wî ji yên herkesî zêdetir bû jî
“Jacques
Chirac”
ew nedikir serokwezîr.
Di
pênc salan de, hikumet sê caran guherî. Cara pêşîn Sarkozy ji wezareta karên
navxweyî çû ya aboriyê. Cara duduyan, li derveyî hikumetê ma. Kesî fahm nekir bê
çima, lê herkesî sedema wê zanîbû.
“Jacques
ChiracӐ
serokkomar ji Sarkozy hez nedikir û dixwast xwe ji wî xelas bikiraya. Ev nefreta
wî ji berê ve dihat. Di sala 1995’an de Sarkozy xayintî bi
“Chirac”
kiribû û pişta raqîbê wî yê ku serokwezîrê wê demê bû,
“Eduard
Baladour”,
girtibû. Nuha jî xortên partiyê dabûn dû xwe û dixwast hertişt bi rê ve
bibiraya. Ji ber ku xelkê bi awayekî eşkere siyaseta wî ya ewlekariyê
dipejirand, piştgiriya Sarkozy di nava giregirên partiyê de jî ewqasî belav bû
ku êdî kesên ji wî hez nedikir jî mecbûr diman ku piştgiriya wî bikin.
Tu rê jê re neman. Di hilbijartinên
nava partiyê de, “Nicolas
Sarkozy”
bi piştgiriyeke ecêb hate hilbijartin û bû serokê Partiya Komarîst jî. Sarkozy
wê çaxê fahm kir ku êdî kesekî nikarîbû rê li ber wî bigirtaya. Ew bi ser diket,
lê belê hikumeta partiya wî dîsa jî têk diçû. Gava ku hikumet careke din jî hate
guhertin, Sarkozy ji nû ve bû wezîrê karên navxweyî û nemaze di warê biyaniyan
de polîtîkaya xwe tûjtir kir. Hatûçûyina biyaniyan jî bi sînor kir. Wî eşkere
digot: “Em
biyaniyên xwedî dîplome ku bi kêrî me werin dixwazin”
û rewşa yên ku nediketin nava vê şayesê dijwartir kir, nemaze jî kesên ku bi
qaçaxî li Fransayê diman û heta nuha siyaseteke ciddî li hemberî wan nehatibû
meşandin. Bi tenê di sala 2006’an de nêzî 30 000 biyaniyên qaçax girtin û şandin
welatên wan. Li ser zewaca biyaniyan û fransiyan jî zagonên nuh derxistin ku
biyanî nikaribin bi hêsanî, bi rêya zewacê, mafê mayina li Fransayê werbigirin.
Berê, piştî du salên zewacê, mirov dikarî mafê rûniştina daîmî bi dest
bixistaya, lê Sarkozy ev dem kir çar sal. Edî ew weha tev digeriya ku xelkê
digot qey wî dewlet bi rê ve dibir. Vê yekê jî dikir ku serokwezîr bi xwe jî di
bin siya wî de dima.
Gava ku hilbijartin nêzîk bûn,
lêkolînên di nava xelkê de jî pişta wî xurttir kir. Sarkozy weke nûkirina
polîtîkayê hate naskirin û xelkê di vî warî de baweriya xwe bi wî dianî.
Di warê polîtîkaya navneteweyî de jî
daxuyaniyaniyên “Nicolas
Sarkozy”
bi dilê fransiyan bû. Sarkozy weke
“Jacques
Chirac”
dixwaze ku Fransa di nava siyaseta navneteweyî de bibe hêzeke xurt. Jacques
Chirac ji bo ku bigihîje vê armancê, di sala 2003’an de li dijî şerrê Îraqê
derket. Lê belê Sarkozy demek bi şûn de çû serdana Amerîkayê û nîşan da ku ew li
dij e ku peywendiyên Fransa û Amerîkayê xerab bibin.
Sarkozy piştî diyarbûyîna encaman
destnîşan kir ku Amerîka êdî dikare hesabê piştgiriya Fransayê jî bike. Ji ber
ku Fransa giringtirîn welatê Yekîtiya Ewropayê ye, ev helwesta serokkomarê nuh
dikare bandoreke xurt li siyaseta navneteweyî jî bike. Êdî Ewropa û Amerîka dê
di warê siyasî de nêzîkî hevdu bibin û cudabendiyên berê dê ji holê rabin.
Du mijar hene ku Sarkozy tim
behsa wan dike. Yek jê endametiya Turkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê ye, ya
din jî pirsgirêka bernameya Îranê ya nukleer e. Sarkozy eşkere dibêje ku ew li
dijî endametiya Turkiyeyê ye. Sedem jî ew e ku Turkiye welatekî misilman e û
desthilatdariya wê jî ji tevgereke îslamîst tê, lê ya girîngtir jî ew e ku bi
Turkiyeyê sînorê Yekîtiya Ewropayê digihîje Îran û Îraq û Sûriyeyê û Sarkozy vê
encamê weke kuştina Ewropayê dihesibîne. Pirraniya nijadperestan jî mîna wî
difikirin. Mirov bivê nevê dikeve wê baweriyê ku Sarkozy siyaseta di ser
Turkiyeyê re ji bo dengê wan dike. Ji ber ku ew bi xwe jî dizane ku peyman hene
û heke Turkiye şertên Ewropiyan bi cîh bîne, ew ê bibe endam.
Di warê bernameya Îranê ya
nukleer de Sarkozy xwe ji polîtîkaya amerîkî cuda nake. Peywendiya wî ya bi
serokê Amerîkayê “George Bush” re vê helwesta wî dipeyitîne. Sarkozy sê roj berî
hilbijartinên dawîn, helwesta xwe dubare kiribû û gotibû ku divê rê li ber
nukleera Îranê were girtin. Wî eşkere diyar kir ku ne xelkê Îranê, lê belê kesên
ku Îranê bi rê ve dibin kesên gellekî xeternak in û divê mirov nehêle ku ew kes
çekên atomî bi dest bixin. Ev helwest bê guman dê pişta Amerîkayê di Konseya
Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de li dijî Îranê xurttir bike. Heta nuha
Fransayê hewl dida ku xwe ji bandorên navteweyî rizgar bike û bi sere xwe
helwêsta xwe diyar bike. Ji ber wê jî, ji bilî Ewropayê, xatirê wê kêm dibû,
peywendiya wê ya bi Amerîka û Brîtanyayê kêm dibû. Lê belê, rastiyeke din jî
heye. Fransî ji Amerîkayê hez dikin. Hem ew nikarin ji bîr bikin ku di Şerrê
Cîhanê yê Duyem de Amerîkî hatin alîkariya wan û ew ji bin destê Almanan rizgar
kirin û hem jî ew ji kultura wê hez dikin.
Lê hêza serokkomar bi tenê xwe ne
mezin e. “Jacques Chirac” bi xwe bawer bû, ji ber ku hikumet ya wî bû. Nuha,
roja 17ê mehê Sarkozy bi awayekî fermî dikeve şûna “Chirac” û hingê ew ê
serokwezîrê xwe diyar bike. Lê belê, meha pêşiya me hilbijartinên parlamentoyê
hene û heke partiya wî (UMP) nikaribe pirraniya parlamentoyê bi dest bixe, berî
hertiştî siyaseta wî ya li ser ewlekariyê û ya li ser biyaniyan têk diçe. Lewre,
heke weke ku ji nuha ve tê gotin, çepgir di bin bane partiya sosyalîst (PS) de
yekîtiya xwe saz bikin û parlamentoyê bixin destê xwe, hingê di nava Fransayê de
bi tenê bernameya PS û çepgirên din dê were pêkanîn. Ev jî dike ku ew bi tenê di
warê polîtîkaya navneteweyî de serbest be. Ya rastîn, serokkomar zêde nakevin
nava polîtîkayê, lê li Fransayê nemaze di dema “Jacques Chirac” de serokkomariyê
ev hêza ji bo karên navneteweyî wergirt. Heke Chirac weha kiribe, herkes dizane
ku Sarkozy dê vê hêzê mezintir bike.
Ji bo pêkanîna bernameya xwe ya
navneteweyî jî, Sarkozy divê bikare hevpeymanên xwe qane bike. Heke Fransa weke
Brîtanyayê xwe bide tenişta Amerîkayê, dibe ku ev yek bandora li helwesta
Rûsyayê jî bike. Ka gelo ew dê bikarin welatên din, nemaze Rûsya û Çînê jî qane
bike? Em ê di dawiya vê mehê de bibînin, lewra dema ku dane Îranê vê mehê bi
dawî dibe û dibe ku cezayên girantir lê werin birrîn. |