|
hevdeng û hevra bûn ku welatê Îranê,
welatek e ku ji çend
neteweyan pêk hatiye û bê
liberçavgirtina wê pirsê, ne demokrasî di wî welatî de cîgir dibe û ne divêt
çavnihêriya bi dawî hatina wan şer û pevçûnan bikin ku li dirêjahiya dîroka wî
welatî de weke pîvaneke siyasî – coxrafî bi demar û rihên wî welatî de çûye
xwarê, di bin siya xwe de girt.
Kongireya han di rewş û zirûfekê de
hate nava rikeberanêya siyasî ya Îranê de, ku guherînek sehpêkirî û girîng him
di asta herêmê û him di asta navneteweyî de hate holê. Yanî di wan çend salên
borî de, pirsgirêka neteweyî, zulm û zoriya zal bi ser wan neteweyan, bi awayek
roh û eşkere hate nava rojeva siyasî ya hundirê Îranê û tewr(heta) karbidestên
payebilind ên rejîmê jî nekarîn haşayê ji vê pirsgirêkê bikin û ji rêyên cur bi
cur ve bi awayek berevaj îşare bi vê pirsgirêkê kirine. Bûna pirseke objiktîv û
sehpêkirî li biyava siyasî – civakî a Îranê de, bizav û berxwedanên berfireh ên
Kurdan li Kurdistanê, Turkmenên Azerbaycanî, Erebên Ehwazê û gelê Belûç, di
heyamê wan çend salên borî de, bûn sedema vê çendê ku pirsgirêka neteweyî a
neteweyên çewisandî ên Îranê, tixûbên coxrafî ên Îranê bibezîne û ji aliyê
navendên parastina mafê mirovan û welatên bihêz ve bi awayekê di çarçoveya
berjewendiyên wan de, qala wan were kirinê. Wana bi giştî û pejirandina nûnerên
KNÎF ji aliyê navendên biryarder weke YE’ê, Kongires û Senaya Amerîkayê û
guhgirtin ji bîr û raman û pêşniyarên wan, belgeyên rohn û eşkere ne bona vê
rastiya haşalênekirî ku Kongireya han, wek hêzekê, karîna wê çendê heye ku bibe
alternatîva rejîma Komara Îslamî ya Îranê, yan aliyê kêm, bibe yek ji stûnên
qahîm û xurt a wê alternatîvê ku tê çavnihêrkirin di pêşerojê de were rojeva
siyasî ya Îranê.
Di asta hundirîn de:
KNÎF,
weke platforma neteweyên çewisandî ên Îranê, hewce ye bi darêtina bernameyeke
têraverok û bihêz, bi awayekî pratîkî, bizav û tevgerên neteweyên bindest di
navxweyê Îranê de dor hev kom bike û şêwazek ji hevkariya pratîkî di navbera
wan de pêk bîne.
Em di heyamên cuda cuda de dibînin
ku her carê yek ji neteweyên Îranê bi merema dabînkirina xwestek û daxwazên
demokratîk û neteweyî ên xwe, tên ser şeqaman, lê mixabin em gelek bi kêmî
dibînin dema ku yek ji neteweyên bindest xwenîşandanê lidardixin, neteweyên din
bi kiryar piştevaniyê ji wan nakin. Eva yek ji xalên qels ên Konigreya Neteweyên
Îrana Federal di warê pratîkî de ye.
Heke partî û rêxistinên avaker ên
Kongireya han, bikarin li navxweyê Îranê de, bizavên neteweyî ên bela wela li
dor hev kom bike û di çarçoveya armancên diyarîkirî de tevger û xwenîşandanên
hevbeş lidar bixin, ji aliyekê ve him qursahiya vê kongireyên li hundirê welat
de jor de diçe û him jî dikare bi awayekê rejîma azadîkuj a Komara Îslamî ber bi
paşve bikişîne û ji aliyek din jî wê rastiyê ji navendên biryarder ên
navneteweyî re eyan bike ku wê kongireyê bi awayeke partîk, karîna pêkanîna
guherînan di pirsgirêkên siyasî ên Îranê de heye û eva jî rasterast dibe sedema
vê çendê ku rol û bandora wê kongireyê di navendên biryader de jor de biçe.
Asta opozîsyona Îranê
Rohn
û eşkere ye ku niha Kongireya Neteweyên Îrana Federal yek ji stûnên bihêz ên
opozîsyona dijber ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Hewce ye Kongireya Neteweyên
Îrana Federal diyaloga sîstematîk û avaker, bi merema gihîştin bi alternatîveke
baş ji bo rejîma olîgarişî a Melayan, tevî partî û rêxistinên derveyî wê
kongireyê dest pê bike. Divêt kongire di pêvajoya diyalogê de, wan partî û
rêxistinan bîne ser vê baweriyê ku sîstema pêşeroja Îranê, nikare bi bê
dabînbûna mafên berheq ên neteweyên çewisandî ên Îranê, demokrat be û ne jî
faktorek be bona ewlehî û tenahiya siyasî û civakî di pêşeroja Îranê de.
Hewce ye kongire, ji bilî
kanalîzekirina xebata neteweyên çewisandî ên Îranê, cehd û xebatê bike ku hîmê
opozîsyonek demokrat û seranserî danê, bê dana ferq û cudahiyek di navbera partî
û rêxistinek demokrat bi merema gihîştin bi platformek hevbeş û demokratîk ku tê
de rohn û eşkere qala tim arîşe û kirîzên civaka Îranê û rêçareyên zanistî û
rastbînane jê re hatibe destnîşankirin.
Asta navneteweyî
Hewce
ye Kongireya Neteweyên Îrana Federal di asta navneteweyî de, hewlên xwe ên
dîplomasiyê xurttir bike û di wan hewl û xebatan de, du erkên bingehîn bigire
stûyê xwe:
1- Vê rastiyê nîşanî navendên
biryarder ên navneteweyî bide ku pêkhateya civaka Îranê, pêkhateyek yekdest û
yekreng nine, belku pêkhateyeke pirreng e ku aliyê kêm ji şeş neteweyên Kurd,
Azerî, Ereb, Belûç, Fars û çend girûpên din yên etnîkî pêk hatiye.
2- Hewce ye ku ew Kongireye balê
bikişîne ser asta têgihîştina siyasî û hişyariya neteweyî a neteweyên çewisandî
ên Îranê û bi belge û dukomentan, xwestek û daxwazên neteweyî ên wan bîne holê û
li ser vê çendê îsrarê bike ku bê dabînbûna xwestek û daxwazên neteweyî, mirovî
û demokratîk ên neteweyên bindest ên Îranê, ewlehî û tenahiya siyasî û civakî
nemikûn e û bi dabînbûna ew xwestek û daxwazan ne tenê valahiya desthilat û
lawazabûna rejîma siyasî ya pêşeroja Îranê, belku berevajî vê çendê, dikare bibe
fakterek bihêz ji bo ewlehî û tenahiyê di Îranê û tewr herêma hestiyar a
Rojhilata Navîn de.
Bi baldan bi temenê kurt û du salî
yê Kongireya Neteweyên Îrana Federal, heke em lênihîrînekê ji karnameya wê
Kongireyê re bikin ji me re eyan dibe ku KNÎF’ê heya niha çend gav berbipêşve
avêtine û tê çavnihêrîkirinê ku di pêşerojê de gavên baştir û bibandortir
bavêje. Yek ji gavên Kongireya Neteweyên Îrana Federal ên vê dawiyê bi merema
xurt û berfirehbûna zêdetir, pêkhatina tayê Norwejê a vê kongireyê bû. Weke di
rapora Kongireya Neteweyên Îrana Federal, tayê Norwejê de hatiye: Roja înê,
27.04.2007’an, di civînekê de ku li bîroya PDK Îranê li welatê Norwejê de hate
lidarxistinê, tayê Norwejê a vê kongireyê bi fermî hate damezrandin ku partiyên
siyasî ên beşdar di vê civînê de pêkhatîbûn ji: PDK Îranê, Eniya Hevgirtî a
Belûçistan, Partiya Azad ya Kurdistanê, Partiya Gelê Belûçistanê, Partiya
Hevpêwendiya Demokratîk a Ehwazê, Bizava Neteweyî a Belûçistanê û Komeleya
Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê.
Her wiha li doma kar û xebatên vê
dawiyê ên Kongireya Neteweyên Îrana Federal li bervara 28.04.2007’an, civîna
doreyî a wê kongireyê li bajarê Londonê de hate lidarxistinê. Di wê civînê de,
rapora kar û çalakiyên sê mehên bihurî ên KNÎF hate nîqaşkirin û qala xalên qels
û xurt ên kongireyê hate kirinê û her wiha bernameya karê kongireyê ji bo
pêşerojê hate destnîşankirinê.
Her di wê civînê de, piştî bas û
nîqaşek zaf li ser daxwaza çend partî û rêxistinên din bona endametî di wê
kongireyê de, sê rêxsitin bi tevahiya dengan weke endamên wê kongireyê hatin
qebûlkirin ku pêkhatibûn ji: Partiya Yekîtiya Bextiyarî a Loristanê,
Bizava Neteweyî a Turkemenistana Îranê û Bizava neteweyî – demokratîk a
Turkmen.
Xala cihê baldanê di wê civînê de,
eva bû ku taqima Mela Hesen Restigar jî ji rêya yek ji endamên kongireyê ve,
daxwaza endambûn di vê kongireyê de kiribûn ku her weke çavnihêrî dihat kirinê,
ew daxwaza wan bi dengdaneke giştî hate redkirinê. Eva di demekê de bû ku çaxê
ku ew taqime di nava partiyê de bûn, hemû gavekê dixwestin ku KNÎF’ê kêmpûte û
nênirx nîşan bidin û tewr red jî dikirin, lê niha ku tenê mane, bi hemû awayekê
hewlê didin ku bibin endamê wê kongireyê! nepejirandina ew daxwaza wan di
civîna KNÎF’ê de, ji aliyekê nîşaneya lawazbûna wan e û ji aliyek din jî wan
haydar dike ku heke bixwazin bi fermî bibin endamê Kongireya Neteweyên Îrana
Federal, divêt di destpêkê de ew navê ku li ser xwe danîne, biguherin, cehdê
bikin ku siyasetek rohn, eşkere û berpirsane bigirin pêşiya xwe. Niha ku
hevrêyên me ên berê, bi gotina wan, xwe ji bo yekemîn kongireya piştî cudabûn
ji PDK Îranê amade dikin, di cî de ye ku mêzeyî kiryarên xwe ên berê bikin û tu
careke din xweliyê nekin nav çavên xelkê Kurdistanê û navek jêhatî û hêja ji xwe
re hilbijêrin û siyaseteke ratbînane û neteweyî bigirn pêş xwe. Di rewşeke han
de, firîqet(erxayîn) dibin ku PDK Îranê, dibe dostê wan ê herî nêzîk û dê hewlê
bide ku wan ji sazî û komeleyên siyasî û neteweyî re binasîne û heta ku ji destê
PDK Îranê tê, piştevaniyê ji wan bike. Lê heke her wan siyasetên xwe bidomînin
û rêya dijberiyê bigirn ber xwe, di destpêkê de bi xwe dê zirarê bibînin û tu
destkevtek ji bilî ketine kêlek û perawêzê û terîk(munzewî)ketina bi dest naxin.
PDK Îranê, çavnihêriya vê çendê ji
hevalên berê dike ku di gava yekem de, seh bi berpirsiyariyê bikin û gavên
rastbînane bavêjin û karekê nekin ku bibe sedema dudilî û bişikbûna wan û
terîk(munzewî)ketina zêdetir a xwe. |