|
gotûbêjên li ser Îraqê bû ku rejîm
neçar bi girtina
vê helwestê kir. Merema dewleta Bûş
ji gotûbêjê eva bû ku bi xelkê Amerîka û dewleta Îraqê – ku daxwazkarê gotûbêjên
di navbera Îran û Amerîkayê de bûn – nîşan bide, ku bo dawîanîn bi desttêwrdanên
Komara Îslamî li hundirê Îraqê de ji rêya gotûbêjê jî dê mifahê bistîne. Lewra
ger Komara Îslamî ne amadeyî gotûbêjê biba, dê di warê dîplomasiyê ve terîk
(munzewî) û helwestên wê jar û lawaztir dibûn, ku eva jî ji aliyê din ve dibûye
sedema bihêzbûna helwesta Amerîkayê.
Cuda ji vana jî gotûbêj bi
Amerîkayê re ji aliyê dewletekê ve birêve çû ku bi dewletek tundrew û pawanxwaz
hatiye naskirinê û dijberiya bi Amerîkayê re yek ji siyasetên sereke yên wê ye.
Ya ku cihê baldanê ye eva bû ku nûnerên Meclisa Pawanxwaz bi lezî proseya girûpa
dostîniya navbera parlemana rejîmê û kongireya Amerîkayê anîne holê. Ew jî di
halekê de ye ku bi xwe di dewrana Serokkomariya Xatemî de ji dijberên herî tund
yên Amerîkayê bûn. Ewa jî vedigere bo wê çendê ku dewlet û parlemana pawanxwaz
dixwazin ji gotûbêjên bi Amerîkayê re ji bo bihêzkirina cih û pêgeha xwe di
hevrikiyên hundirê rejîmê de mifahê bistînin.
Kêmkirina êş û azarên xelkê Îraqê,
piştevanî ji dewleta Îraqê û cihgirkirina ewlehî û aştiya li wî welatî de, ew
merem in ku rejîm di rûyekî de weke armacên xwe bo gotûbêja bi Amerîkayê re da
zanîn. Armanca Amerîkayê jî ji gotûbêjê eva bû ku rejîma melayan neçar bi ne
maytêkirin di kar û barên Îraqê de û herweha piştevanî nekirin ji terorîstan
bike. Eva jî li halekê de bû ku herdu aliyan li ser neguherandina siyasetên
çendîn salî yên xwe li hemberî hev de tekez dikirin û biîsrar bûn û bi kiryar jî
cehd û xebat bo pêkanîna eniya dijî hev di asta deverê de domandin. Ew helwest û
xebat jî bûne sebeba kêmrengbûna girîngiya gotûbêjên her du aliyan li ser Îraqê.
Çimku heya pirsên sereke yên di navbera du welatan de neçareserkirî bimînin, pir
zemmet e bikarin li ser çareserkirina pirsên derveyî yên xwe li hev bikin.
Bi wateyeke din pirsgirêkên navbera
rejîm û Amerîkayê li Îraqê de berhem û encama pirsên bingehîn yên li navbera her
du welatan e û heta her du alî Îraqê weke qada berxwedanî û rikeberaniya hev
bibînin, nikarin ji rêya gotûbêjê ve bi encamên dilxwaz yên xwe bigihîjin.
Herweha rejîma Komara Îslamî li ser vê baweriyê ye ku her terze alîkariyek Bûş
bo çareserkirina pirsa Îraqê dê bibe sedema serkevtina Amerîka li Îraqê û
pêşveçûna prosesa demokratîzasiyonê di Rojhilata Navîn de. Lewra tenê di demekê
de dê hevkariyek wiha bike ku giranî û nifûza wê li Îraqê de bihê parastin, eva
jî tiştek e ku tevî siyasetên dewleta Bûş bo terîk(munzewî)kirina Komara Îslamî
û piştgirtin ji desthilatdarên vê rejîmê di welatên deverê de dijberî heye.
Dewleta Bûş dixwaze ji rêya
gotûbêjê ve dawî bi destêwerdanên rejîmê di Îraqê de bîne û Komara Îslamî jî ji
vê rêyê ve dixwaze nifûz û pirestîja xwe bi bihêzkirina dewleta Malikî li wî
welatî de bibe jor. Siyasetek ku cuda ji dijberiya Amerîkayê, tevî dijberiya
Erebên Sunnî yên Îraqê û welatên Erebî yên deverê jî berbirû bûye.
Bi wê sedemê jî anîne rojeva
pêşniyaza pêkanîna komîteyek sê alî, pêkhatî ji Amerîka, Îran û Îraqê bo
çareserkirina kirîza Îraqê ji aliyê balyozê Îranê ve tevî dijberiya Erebên Sunnî
yên hundirê Îraqê û welatên Erebî berbirû dibe. Çunku wan aliyane bawerî bi
dewleta Malikî nînin û li egera pêkanîna komîteyek han de dixwazin nûnerê wan jî
têde pişikdar be.
Li vir pirsek tê holê ku
lihevkirina Îran û Amerîkayê û desthilgirtina rejîmê ji detêwerdanên hundirê
Îraqê heya çi qasekê dikare alîkariyê bide çareserkirina pirsên wî welatî?
Hin siyasetvan û berpirsiyarên
Îraqê li ser vê baweriyê ne ku ev welate cuda ji kirîza ewlehiyê, bi pirsa
siyasî re jî berbirû ye û pêkhatina lihevhatin û yekîtiyek herêmî û navneteweyî
ji bo çareserkirina van pirsgirêkane tenê di demekê alîkar dibe ku aştî û
yekîtiyeke neteweyî di navbera hêz û aliyên siyasî yên hundirê Îraqê de pêk
bihê. Lewra heya li hundirê Îraqê de rê çareseriya tevalî û cihê pesenda hemû
aliyan ji bo pêkanîna aştî û yekîtiya neteweyî negirin pêşiya xwe, hêviyek geş
ji bo lihevhatinên herêmî û navneteweyî nabe.
Her çende balyozê Amerîka di
axftina piştî gotûbêjê de, pêvajoya gotûbêjan bi erênî nirxand, lê her du alî
jî bi tu lihevhatinek diyarîkirî negihîştin û bi liberçavgirtina rewşa navxweyî
ya Îraqê û pirsên eslî yên navbera Îran û Amerîkayê, çavnihêriya encamek baş û
erênî ji wan gotûbêjan di pêşerojê de nahê kirinê. Nemaze domandina bi gotûbêjan
jî – ku pişniyaza balyozê rejîma Îranê li Îraqê de bû – di demek han de heta ku
diçe, dewleta Bûş givaşên xwe ji bo munzewîkirina Komara Îslamî rijd û xurttir
dike û rengê hindê nade bi encamek baş bigihîje.
Rêberên Komara Îslamî heya niha jî
Amerîkayê bi şeytanê mezin dizanin û di vê dawiyê de jî Elî Larîcanî, Amerîka bi
şeytanê xwerazî hesiband ku bi çavekî sivik ji Komara Îslamî re dinêre. Gava ku
yek ji aliyên gotûbêjê wêne û rûçikek wiha ji aliyê dinê hebe, encama gotûbêjê
dibe çi be? |