|
%30 ji çavkaniyên xwezayî ên cîhanê
di vê herêmê de ku ev çavkaniyane %74 nefta xaw û %50 gaza xwezayê a cîhanê ye.
Bi egera van taybetmendiyan û zaf
taybetmendiyên din ên jeopolîtîk û jeostratijîk ve, bandoreke mezin li ser
sîstema biryardranê a cîhanê heye. Lewra jî em dibînin ku ev herêma di serdemê
şerê sar û li serdemê soviyetistana pêşîn de bûye qada rikeberiyên navbera
soviyet û amerîkayê û her yek ji van du hêzên mezin dixwaze ku nifûs û
desthilata xwe di vê herêmê de zêde bikin.
Piştî hilweşiyana Soviyetê û
dawîhatina şerê sar, hevkêşe li hermê de bi qazancê Amerîkayê guherî û vî welatî
di heyamekî kêm de bi sebebê hêza xwe ya leşkerî, aborî û siyasî karî di beşeke
berçav ya welatên herêmê û derdora wê de ku berî li jêr desthilata Soviyetistana
pêşîn de bû, desthilata xwe li wir qahîm bike, bi awayekê ku demekê wisa dihate
zanîn ku Amerîka di herêmê de bê rikeber e û bi xeyaleke rihet dikare bi qazancê
xwe û hevalbendên xwe di herêm û cîhanê de ji rewşa ku pêş hatiye, mifahê
wergire. Lê pan û berfirehbûna hêdî hêdî a binajoyiya îslamî û bi taybetî
cîgirtina rejîmekê li jêr navê rejîma Komara Îslamî a Îranê weke piştevanê herî
xwedîhêz ê Îslama siyasî di sala 1979’an, rewşa herêmê guherî, ew jî bi awayekê
ku Amerîkayê hest bi vê yekê kir ku li hember rikeberekê de cî girtiye ku gellek
micid e.
Komara Îslamî a Îranê her ji
destpêkê de bi merema avakirina împeratoriya îslamî dest bi kar kir û li ser
bingeha vê siyasetê hinartina şoreşa Îslamî kire pîşeya xwe.
Rejîmê xwe bi alahilgirê îslama
rastîn hesiband û ji bilî nîzam û baweriya xwe, tu kes bi misilman nehesiband.
Ev siyaseta bê şik û guman berî her
herêmeke cîhanê, welatên misilman ên derdora xwe dikire amanc ku ew jî welatên
Rojhilata Navîn bûn.
Li ser vê bingehê diberyiya Mîsrê
kir û navê Xalîd Îslambolî bikujê Enwer Sadat danî ser şeqameke bajarê Tehranê.
Her wisa navê Îslama Amerîkayî danî ser hikûmeta Erebistanê û dest bi diberiya
vê hikûmetê kir.
Xumêynî wî çaxî ku di jiyanê de bû,
ragihand ku em “Heke tevî şeytan jî gotûbêjan bikin, em tevî Erebistanê
gotûbêjan nakin”. Rejîm di dirêjiya wê siyasetê de, bi berdewamî mijûlî handan û
xwedîhêzkirina kêmaniyên Şîî bû.
Li derbarê Îraqê jî em divêt vê
yekê bêjin ku herçend eva Sedam Husên bû ku di sala 1980’ê de êrîş kire ser
rejîmê, lê eva piştî haydan û destêwerdana Xomeynî di Îraqê û sînorên wê û her
wisa li encama wan piropagendeyan ku li dijî Îraqê û hikûmeta Îraqê rê xistibû,
agirê şerê 8 sale tevî Îraqê hate hilkirin û niha jî piştî hiloşîna hikûmeta
Sedam Husên destê rejîmê di Îraqê û xweşkirina agirê şerê tayîfî û mesebî û
wêranî û kuşt û kuştarê eşkere bûye.
Hikûmeta Yemenê di van dawiyane de,
bi nîşaneya gilî û gazindeyan balyozê xwe ji Tehranê gazî kiriye û ragihandiye
rejîma Komara Îslamî a Îranê bona ku şer û tevdankariyan di welatê Yemenê de pêk
bîne, Şîîyên wî welatî hay dide.
Komara Îslamî her wisa gefa vê yekê
dike ku ew dê Îsraîlê li ser topa erdê hilgire û bi vî awayî dixwazin aştiya
navbera Ereban û Îsraîlê ji holê rakin. Herwisa ew hevkariya Hizbulaha Lubnanê
dikin da ku hikûmeta Lubnanê ku ji rêyekî demokratîk ve hatiye hilbijartin, tûşî
têkçûnê bikin. Bi awayekî giştî, rejîmê bi qasî şiyana xwe şoreşa Îslamî şandiye
bo her niqteyek ji Rojhilata Navîn, yanî heke di welatekî de aştî hebe, şer û
kêşe saz kiriye û heke şer û kêşe û pirsgirêk jî hebe, hewl daye ku wan
pirsgirêkan zêdetir bike.
Rejîm dixwaze bi pêkanîna
Împeratoriyeta Îslamî, Şîîya Welayeta Feqîh weke îdeolojiya îslamî a taybet bi
xwe di seranserî herêmê de xurt bike(bigeşîne) û di warê bawerî û desthilata
siyasî hêjmoniya xwe weke rêberiya wê împeratoriyê dasepîne û dixwaze nifûza
Amerîka weke hevrikê eslî ê xwe di herêmê de binbir bike. Rejîmê herwisa dixwest
ku demokrasî û mafên mirovan ku du diyardeyên vî serdemî ne, bi lez di halê
guherîna bi xwestek û daxwaziyên tex û qatên cur bi cur ên wan kesan ye ku bi
sala ye ji destê dîktatoriyê de dinalînin, bi tundî tepeser bike. Çimku ev
diyardene di destpêkê de tevî îdeolojiya rejîmê bi tevahî dijber in, piştî wê jî
hebûna van diyardeyan dibe sebebê hêdî hêdî lawazbûna rejîmê û di encam de jî
dibe sebebê sernixûnbûna vê rejîmê. Lewra rejîm dixwaze bi van siyasetên xwe bêy
çi cure kêşe û astengekî micid desthilata xwe heya derketina hezretê Mehdî, ne
tenê bi ser xelkê Îranê belku bi ser gişt Rojhilata Navîn de bidomîne.
Niha pirsa eslî eva ye, Gelo çi yek
ji wan du hevrikan, Amerîka yan Îran di vî şerî de dê serkevin û dê bikarin hêza
xwe bi ser Rojhilata Navîn de bisepîne û bigihîje armancên xwe?
Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê bi
xwe nîzameke sedsala navîn û paşverû ye, lewra bi xwe nikare pirsgirêkan çareser
bike û bersiva xwestekên îroyîn yên xelkê Îranê bide belkû bi xwe kêşeyan di
herêmê de diafirîne û roj bo rojê ev kêşe û pirsgirêk zêde û zêdetir dibin.
Ev rejîma di dirêjahiya 28 salan
desthilata xwe de, bûye sebeb ku, ew nifûza wan ya pêştir ku di nava xelkê Îran,
herêm û cîhanê de hebûn, nihan ew nifûza wan nemaye, heke jî nifûzake mabin, ew
jî di nava wan kesane de ye ku kirêgirtiyên wan in û qazancê wan bi rejîmê re
hatiye girêdan. Ev kesên kirêgirtî jî bi biryara rejîmê dest bi tepeserkirina
nerazî û azadîxwazan dikin. Bi van sebeban jî wan di radeya navneteweyî de çend
şîrketên tîcarî yên herî emegdar ên xwe ji dest dane. Çîn û Rûsiyayê jî serbarê
wan hemû qazancên ku di pirojeyên neft û gazê de bi dest xistine, niha êdî li
derbarê bernameya navikî a Îranê de tevî neyarên rejîmê bi taybetî Amerîka bûne
yek. Yekîtiya Eworpayê jî her bi vî awayî tevî Îranê berbirû bûye. Ew koma ku li
hember programa Etomî a Îranê de helwêst girtine, welatên Erebî jî di rastaya
dijberiya tevî Komara Îslamî nêzî hevdu kiriye.
Ew hikûmetên ku heya niha di herêmê
de li hember Îranê helwêst negirtine, seba nerazîbûna wan ji cîranetiya bi Îranê
re nebûye, belkî seba vê tirsê bûye ku wan ji destêwerdana Îranê di nava welatê
xwe de hebûne.
Gellek rohn û eşkere ye ku rejîmek
bi van taybetmendiyan nikare xwe li hember Amerîka û gişt cîhanê de ragire.
Lê helbet ev yeke jî nayê vê wateyê
ku Amerîkayê bona gihîştin bi armancên xwe di Rojhilata Navîn de çi astengek li
pêşiyê nine û dê gellek bi hêsanî bikare vê rêyê bipîve. Tecrûbeyan nîşan daye
ku piraniya hikûmetên Rojhilata Navîn heya beşek ji wan welatên ku bi Amerîkayê
re pêwendiyekî baş hebûne, vê hêjmoniya Amerîka di herêmê de qebûl nakin û bi vê
sebebê jî beşek bi awayê eşkere û beşek jî bi awayê nepenî li ser rêya pirojeyên
wê astengan pêk tînin. Ew pêkve nesazana hinek hikûmetan jî tevî Amerîka bi vê
sebebê ye ku Amerîka dixwaze wan hikûmetên navendgera û dîktator ên herêmê
biguhere bi hikûmetên demokratîk ku xelk bi xwe di bidestvegirtina çarenivîsa
xwe de beşdar bin, yan jî Amerîkayê qewl û soz daye xelkê wan welatan bona
piştevanîkirin ji wan. Nimûneya herî nû jî Îraqa piştî hiloşîna hikûmeta Sedam
Husên e. Ji aliyekî din ve jî dîtingeha xelkê herêmê derheq Amerîka astengekî
din ya li ser riya Amerîkayê ye.
Ew xelkê ku di dirêjahiya bi salan
şerê sar de ne tenê li hember tepeserî û kuşt û kuştarên hikûmetên ku Amerîkayê
piştevaniya wan dikir, ji aliyê Amerîkayê ve çi hevkariyek bi wan re nehate
kirin, belku berevajî vê yekê, bi çek û îmkanatên Amerîkayê ku ketibûn destê
hikûmetên serberedayî û dijî gelî de, hatine tepeserkirin, Îrana dewrana
Şahenşahiyê ji wan welatan tê hesabê. Serbarê vê yekê ola îslamê ku piraniya
akinciyên herêmê bawerî pê hene, ji vî alî ve ku beşek ji xelkê li jêr bandora
Îslama siyasî de ne, xebata li dijî kofrê û dijberiya tevî Amerîkayê bi wezîfeya
xwe a olî dizanin, bandora xwe hebûye.
Lewra Amerîkayê hewcehî bi vê hindê
heye ku bernameyekî dirêjheyam û aqilane di herêmê de bigire pêşiya xwe da ku
bikare hêza xwe di herêma Rojhilata Navîn de cihgir bike. Ew bername jî rakêşana
hitbara xelkê ye bo aliyê xwe, ku ew xelk dikarin di pêşerojê de guhertinan di
welatên xwe de pêk bînin. Di vê derheqê de hewce ye were gotin ku Amerîka jî bi
kiryar bi xelkê îsbat bike ku niha pêde êdî di herêmê de hevkariyê bi
desthilatên dîktator û qorixçî re nake. Heke hêzên Amerîkayê berî wê ku hikûmeta
Îraqê bikare tenahiyê di welatê xwe de cihgir bike, heke li Îraqê de derkevin,
wê demê ne tenê xelkê Îraqê, belku xelkê welatên cîranê Îraqê jî hitbarê bi
Amerîkayê nakin. Yek ji şik û gumanên din ên ku renge Amerîka sadetiyê bike, eva
ye ku renge derheq bernama navikî a Îranê, yan jî peyrewî ji wan biryarên Saziya
Neteweyên Hevgirtî de, Îran li hember Amerîka de teslîm bibe û bi vî awayî
Amerîka jî çavê xwe li hember binpêkirina mafê mirovan û tepeseriya azadiyan de
bêdengiyê bike, yan jî her salê tenê bi derkirina daxuyaniyekê û mehkûmkirina
Îranê - metodek ku heya niha YE’ê girtiye ber xwe – qenaetê bike.
Xelkê Îranê ji piştevaniyên Amerîka
û hevkariyên bi hikûmeta Riza Şah re bona tepeserkirina azadîxwazên wî çaxî bi
taybetî di dema kudetaya sala 1332’an de, bîranînên tal hene. Bi awayekî giştî
baweriya xelkê bi Amerîkayê zeîf e.
Niha ku xelkê Îranê li dijî rejîmê
xwe didine aliyê Amerîkayê, nabe Amerîka wisa bifikire ku êdî xelkê welat bi
tevahî Amerîka qebûl in. Lê piştevaniya Amerîkayê bi kiryar û berdewam ji xebata
xelkê Îranê dikare dîtingeha dîrokî a xelkê di vê derheqê de di rastayeke bi
tevahî pozetîv de biguherîne.
Ji alîkî din ve Amerîka divêt bi
awayekî micid alîkarê xebata azadîxwazane a xelkê herêmê di rasteya gihîştina bi
maf û azadiyên wan de be. Di vî warî de tenê dana dirûşman bona rizgariya xelkê
li jêr zulm û zoriyê bes nine, belku hewce ye ku bi kiryar ji xebata xelkê
piştevaniyê bike.
Di Îrana li jêr desthilatdariya
Komara Îslamî de her rojê û li ber çavên xelkê cîhanê her cure meşeke nerazîbûnê
bi şêweyên herî tund têne tepeserkirin. Jin, mamostayên xwendingehan, kedkar,
xwendekar, rojnamevan û tex û qatên din ên civakê li hember hikûmetekê de ku
serwet û samana welat bona kuştin, zîndanî û îşkenceya wan bi kar tîne, xwediyê
çi piştevanekê nînin û hewceyê hevkariyên bilez in.
Amerîka hewce ye ku di vê rastayê
de cehd û tekoşînê bike û bona vê yekê jî divêt hêzên demokrat ên opozîsyona
rejîmê di navxwe û li derveyî welat bi hevre yekgirtî bin da ku bikarin bi xwe
rejîmê sernixûn bikin û rejîmeke dilxwaz bikin alternatîv bo vê nîzamê. Hewce ye
ku xelk zêdetir xatircem bin ji vê yekê ku piştî guherîna desthilatê dê
bigihîjne mafên xwe ên siyasî bi awayê federalî, da ku xelk bikarin bi cehd û
tekoşîneke zêdetir ve bona hiloşandina vê rejîmê kar bikin. Li ser vê bingehê,
pêwîst e ku Amerîka bi wan neteweyên ku di herêmê de bi pêşvebirina bernameyên
Amerîkayê re alîkariyê dikin û Amerîka jî gihîştiye vê encamê ku ew xwediyê hêz
û şiyanek wisan in ku ji bo xwe desthilateke demokratîk ava bikin.
Kurdan di Îraqê de tecrûbeyên wiha
bi serkevtin ve bi encam gehandine ku bê şik û guman gelê Kurd di beşên din de
dikarin rolekî pozetîv di vê rasteyê de bilîzin.
Ya ku îşare pê hate kirin beşek ji
wan kar û baran bû ku Amerîka divêt bernameyekî dirêjheyam bo wan danê û xercê
wê jî qebûl bike, hekene Komara Îslamî dê bikare desthilata xwe bo heyameke
dirêjtir bidomîne û dê bibe astengek micid li ser rêya Amerîka û li ser rêya
demokratîzasyonê û hetanî niha di vê derheqê de gihîştiye pêşkevtinên berçav jî.
Komara Îslamî ya Îranê her wiha li ser rêya aştiya di navbera Îsraîl û
Felestîniyan de, astengeke micid bûye û ji Hizbulaha Lubnanê bi qazancê xwe bi
başî mifah wergirtiye.
Di nava kar û barên Îraqê de bi
awayekî eşkere destêwerdanê dike û ... heke rewş her bi vî awayî here pêş, dê
buhayê guherînan bo Amerîka û xelkê herêmê, bi taybetî xelkê Îranê zêdetir be.
Pirseke din eva ye ku Amerîka divêt
cehdê bike ku welatên cîhanê di rasteya guherînan de li hev bicivîne.
Wek vê komkirina welatan ku li dijî
bernameya navikî ya Îranê pêk aniye. Komara Îslamî û hikûmetên din yên paşvemayî
û dîktator yên herêmê, tenê bi rêyekî weha dê tûşî guherînkariyan bibin. Lê heke
beşek li dijî hikûmetên weha bisekinin, lê beşek hevkariyê bi wan re bikin, dê
encam her ew be ku heya niha li derheq hikûmeta Îslamî ya Îranê de me dîtiye.
Her demekê ku Amerîkayê Îran ceza kiribe û gilî û gazinde lê kiribe, yek ji
welatên Ewropayiyan yan jî Çîn û Rûsiyayê hewcehiyên wan cî bi cî kirine û
rejîm ji Amerêkayê bê minet kirine.
Gotina kurt eva ye ku:
Rejîma Komara Îslamî li jêr barê
giran yê wan aloziyên ku bi xwe ew alozî pêk anîne, û roj bo rojê zêdetir dibin,
dê tûşî şikestê be û dê bibe beşek ji dîrokê, wî çaxî êdî Rojhilata Navîn û bi
giştî cîhan ji vê belayê dê rizgar bibin. Ya giring eva ye ku piştî nehêlana vê
belayê rêyekê bigire pêş ku belayeke din di herêmê de tûşî xelkê welat nabe.
Rewşeke weke rewşa ku di Îraqa piştî Sedam Husên de em bi çavên xwe dibînin û
Amerîka di vî warî de xwediyê tecrûbeyên zaf e. Ev yeka jî her wek îşare pê
hate kirin, ji rêya bidestxistina hitbareke zaf di nava gelên belengaz yên
herêmê, bi taybetî neteweyên li jêr zulm û sitemê ku piraniya nifûsa wî welatî
pêk tînin, bi destve tê.
Ev
gotare li rêkevta 12.05.2007’an a Zayînî de, li semînarekê di beşa zanistên
siyasî ya zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê de pêşkêşî xwendekarên wê zanîngehê
hatiye kirin. |