|
1359’ê Rojî(17.06.1980), di demekê
de Radyo Dengê Kurdistana Îranê bi peyama rêberê leheng û navdar yê kurd, Dr.
Ebdulrehman Qasimlo dest bi xebatê kir ku têkoşîna tim partî û rêxistinên
siyasî ên demokrat û pêşverûxwaz ên Kurdistanê jî bo peydakirina rêya çareseriya
aştîxwazane bona çareserkirina doza siyasî ya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat,
bi sedema siyaseta şerxwazî û fitne afirandina rayedarên taze bi desthilat
gihîştî yên Welayeta Feqîh tevî têkçûnê berbirû bibû.
Xomeynî bi eşkere li dijî xelkê
azadîxwaz yê Kurd fermana cîhadê dabû, fermanek ku rewş û delîveya kuştin û
qirkirina berfireh ya xelkê bêguneh û sivîl yê Kurdistanê ji sipahiyên azadîkuj
re bi tevahî pêk anîbû. Di rastî de, serbazên eniya nezanî û kevneperestiyê bi
pêşgirtina siyaseta kuştina xelkê sivîl, wêrankirina gundan û bomebarankirina
berfireh ya bajarên Kurdistanê, her zû selimandin ku ji bo gelên Îranê ên bêpar
ji azadî û mafê berheq, tu mizgînî û xebereke xweş ninin. Siyasetek ku serbarê
bê encambûnê, mixabin heya niha jî her didome.
Di rewşeke wiha de, Radyo Dengê
Kurdistana Îranê wekî pêwîstiyekî dîrokî ji bo eşkerekirina qelafeta bixwîn û
birîndar ya Kurdistanê û xebat û berxwedana rewa û berheq ya xortên gelê Kurd ji
man û hebûna xwe û ax û xelkê xwe, ji aliyekî din ve jî bo kifşkirin û
şermezarkirina naveroka şerxwazî û dijminkariya karbidestên desthilatdar ên
Îslamî li dijî xelkê Kurdistanê, bi îmkaneke pir kêm, lê bi stûgirtina resalet û
erkek pîroz û dîrokî pê danî qada xebat û têkoşîna ragihandina şoreşgerane ya
Kurdistanê.
Radyo Dengê Kurdistana Îranê di wê
rewşa dijwar de, bi hildana sela û banga azadîxwazî û belavkirina nûçeyên
derbarê Kurd û Kurdistanê, derfeteke zêrîn û girîng berbi rûyê azadîxwazên
welatê me vekir.
Di rastî de, Radyo Dengê Kurdistana
Îranê, herçiqas di warê hêza kar, îmkanatên malî(diravî) û teknîkî, bi awayekî
xizan û destkurt têkoşîna xwe ya serbilindane dest pê kir, lê ji ber ku hêzek
neteweyî û demokrasîxwaz ya berpirsiyar di pişt de rawestabû û dirûşmên wê
partiyê jî rengvedana rastîn ya xwestekên mafxwazane yên welatparêzên welat bû,
her pir zû bala civatên milyonîn ên xelkê Kurdistan bo aliyê xwe rakişand. Bi
sedema rastbêjî û tekoşîna azadîxwazane ya wê radyoyê, hevdem ji ber rêveberî û
xemxoriya Dr. Sadiq Şerefkendî ku gellek salan berpirsiyarê radyoyê bûye,
bi tevahî bûye cihê bawerî û hitbara hemû xelkê welatê me.
Dengê dilêr yê Kurdistana Îranê, di
heyama temenê tejî ji serbilindî yê xebata xwe de pir evraz û nişîv bezandin,
dijwarî, kosp û asteng hatine ser rêya wê, lê herdem bi sedema hişyariya
siyasetrêjên wê û fîdakarî û hest bi berpirsiyarîkirina xebatkarên vê radyoyê,
di rewşên herî dijwar û tund de, heya di bin êrîşa bombe û katyûşayan de jî bo
demekê ji xebatê ne sekiniye.
Aşkera ye ku ji destpêka karê vê
radyoyê heta niha, rayedarên rejîma Îranê ji bo kîpkirin, fetisandin û
bêdengkirina dengê rastbêj û cihê hitbara xelkê Kurdistanê, cehd û hewla girtin
û kîpkirina vî dengê zelal dane û didin. Tenê eva bes e ku em bizanibin, di
heyamê tekoşana xwe ya bêrawestiyan de, bêtirî 20 caran, bi naçarî cihê Radyo
Dengê Kurdistana Îranê hatiye guherîn. Lê wekî em dizanin, tenê 2 caran ku ew jî
sedemek derekî hebûye û li vir ne hewceye ku em qala wan bikin, dengê wê hatiye
kîpkirin.
Ji tu kesê jî veşartî nine ku Dengê
Kurdistana Îranê di heyamê tekoşîna xwe de, seba rastbêjî û berçavgirtina
xwestek û baweriyên civaka Kurdewarî yê bûye heval û hemdemê hertimî yê xelkê
Kurdistanê. Her wiha li mal, zevî, rez û baxan, dukan û bazaran û di gotineke
kin de, li cihê kar û jiyanê heval û hemdemê piraniya tex û qatên xelkê
Kurdistanê ye.
”TISHK TV” bi hêja û rêzgirtinê ji
xebata mandînenasane ya Dengê Kurdistana Îranê dinêre û tevî bilind nirxandina
xebata pir serfirazane a vî dengê neteweyî, 27’emîn salvegera avakirina vê
radyoyê ji gişt azadîxwazên welatê me bi giştî û nemaze xebatkar û rêveberên wê
dike û destegulên wefa, emegdarî û mandînenasiyê bi hurmet ve li berçêla wan
dide. |