|
şoreşvanên kurd ên germiyanê bi hev
re di ximetkirin bi vê Komarê rolekî mezin û ji bîr nekirî lîstin.
Kar û xizmetên wan hertim dê weke
rûpeleke zêrîn a hevpêwendiya neteweyî ya gelê Kurd di dîrokê de bimîne û
azadîxwazên Kurd û Kurdistanê berdewam di tekoşîna xwe de weke tişteke pir buha
dê lê binêrin û bi merema hevpêwendî û hevqederiya gelê azadîxwaz yê xwe hîn
bibin û waneyên wan dikin çirayê tekoşînê, bona bidestveanna desthilat û
serweriya neteweyî.
Eşkere ye ku di zirûfa wê demê de
zanebûn, pisporî û ezmûna van efserên welatparêz ji bo rêxistina Hêza Neteweyî
a Kurd ku erkê parêzvaniyê ji Komara Kurdistanê listû bû, pir giring û berçav
bû.
Efserên
xebatkar tevî pêlek ji efserên din yên niştîmanperwer, zanîn û pisporiya xwe ji rêxistin û nûjenkirina
herçiqas zêdetir ya hêza neteweyî ya Komara Kurdistanê terxan kirin. Mistefa
Xoşnavê û Mihemed Mehmûdê şoreşvan, weke şêwirmendên çekdarî erk listû girtibûn,
leşkerên din jî her yek li gor karîna xwe fermandehiya beşekê ji hêzên Komarê
bona parastina destkevtên neteweyî yên wê komarê listû girtin. Bi vî awayî
xizmeteke jêhatî û jibîrnekirî pêşkêşî Komara Kurdistanê û armancên bilind û
neteweyî ên wê kirin. Bi birêvebirina wan erkan jî navê pîroz ê wan dê bo
hertim weke stêreke geş yê esmanê tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Kurdustanê bi
ronahî bimîne.
Piştî hiloşîna Komara Kurdistanê,
ew çar efserên şoreşger tevî hindek ji Kurdên din yên Başûrê Kurdistanê li ser
soz û binav lêborîna Karbidestên wê demê yên Bexdayê, vegeriyane Îraqê. Lê bi
kul û kesereke giran ve rejîma dijî gelî ya Îraqê, bi piştkirin bi ehd û sozên
xwe li derheq lêborîna wan şoreşvanan, her çar efser di bervara 29’ê Cozerdana
1947’an ya Zayînî de, bi hêceta xizmet bi bizava rizgarîxwazane ya Kurd,
lidarvekirin.
Tu şik û gumanek tê de nine ku heke
ev efserên şoreşger di pêxema xizmetkirinê bi xebata berheq ya gelê Kurd,
biwêrane waz ji pile û payeyên dewletê anîn û bi hemû karîna xwe, lêzanîn û
pisporiya xwe ji bo pêşveçûna zêdetir ya şoreşê terxan kirin, îro egîdên Kurd
tevî wê çendê ku rolê pêşengyia wan serwerane ji bo desthilgirtin ji pileya
civakî û jiyana taybetî ya xwe bilind dinirxînin, bi şanaziyê ve çav ji
mêrxasiya wan dikin û weke sembol û rênîşander jê mêze dikin.
Heke rejîma Îraqê ev qehreman tevî
çendên din, jinavbirin, îro rojê nav û hêviyên bilind ên wan zindî ne û tewr
beşek ji welatê wan bi sedema cangoriya ewên ku di bin sîbera bibandor a wan û
tekoşerên din yên tevgera Kurdîtiyê de, ev rêbaze girtine pêşiya xwe, ji aliyeke
din ve desthilata bikujên wan çûye zibildaniya dîrokê û ji mînakên wan re jî
bi hikmê dîrokê çarenivîseke baştir ji wan nabe.
Nav û bîranîna wan hertim pîroz û
bilind be. |