|
Selman Ruşdî di
19.06.1947‘an, ji malbateke Misilman di
bajarê
Bembeî ya Hindistanê de ji dayîk bû, bavê wî parêzer û diya wî jî mamostayê
xwendegehê bû.
Piştî koçberbûna
malbata wî bo derveyî welat, wî xwendina xwe li xwendegeha Kîngz Kalic a Londonê
de domand û piştî wê li zanîngeha Kimbirîç di koleja dîrokê de xwendina xwe
domand.
Wî yekemîn romana
xwe di sala 1975’an de nivîsand. Şeş salan piştî wê, Selman Ruşdî karî romana
xwe ya duyemîn li jêr navê “Zarokên Nîva Şevê” bi dawî bîne. Vê romanê bo cara
yekemîn navê wî derxist. Wî di sala 1987’an de karî ku xelata bi navê “Bukir”
wergire.
Selman Ruşdî di sala
1988’an de pirtûka “Ayetên Şeytanî” da weşandin ku yek ji romanên herî naskirî
ên cîhanê ye.
Ev pirtûka cara
yekemîn li welatê Hindistanê, di ciyê ji dayîkbûna vî nivîskarî de hate
qedexekirin û her di heman mehê de, ew pirtûk li Pakistanê û li Afrîqaya Başûr
de jî hate nava refa wan pirtûkên qedexekirî. Piştî çend heftiyan ew pirtûk li
piraniya welatên Îslamî de jî hate qedexekirin.
Di meha Şibata sala
1989’an de, li meşeke pan û berfireh a nerazîbûnê di Îslam Abada Pakistanê li
dijî Selman Ruşdî û pirtûka wî de, şeş kes hatne kuştin.
Çend mehan piştî
weşandina pirtûka “Ayetên Şeytanî”, Xumêynî rêberê pêşîn ê Hikûmeta Îslamî a
Îranê di rêkevta 25.11.1367 (14.02.1988)’an biryara zibarê (fitwayê) li dijî
Selman Ruşdî derkir, ku deqê hukmê wî bi vî awayî bû: Ez gişt Misilmanên
gernas yên seraserê cîhanê agehdar dikim ku nivîskarê pirtûka “Ayetên Şeytanî”
ku pirtûka wî li dijî Îslam, Pêxember û Quranê hatiye çap û weşandin, her wiha
ew kesên ku dest di weşandina vê pirtûkê de hene, bi îdamê têne mehkûmkirin.”
Her wiha Xumêynî di
vî hukmî de tekez kiribû ku: ”Ez ji Misilmanên xwedî xîret dixwazim ku
heke li her derekê evne dîtin, bilez wan îdam bikin, da ku êdî kes curetê neke
ku bêhurmetiyê bi sînorên pîroz (muqedesatên)ên Misilmanan bike, û her kesê/a di
vê rêyê de bihê kuştin, şehîd e, heke Xwedê bixwaze”
Birîtaniyayê li
07.03.1989’an de têkiliyên xwe ên dîplomatîk bi Îranê re qut kirin.
Piştî derkirina vê
fitwayê, Binyata 15’ê Xurdad (18’ê Cozerdan)ê hinek xelat ji bo wan kesana ku
bikarin vê fitwayê bi kiryar birêve bibin, diyarî kir û piştî wê ev xelat zêde
kirin ku di dawiyê de gihîşte 2.8 milyon dolarî.
Herwiha heftiya
rabihurî nûçegihaniya “Fars” ragihand ku girûpekê li jêr navê “Navenda
Rêzgirtina Ji Şehîdên Serhildana Cîhana Îslamê” xeleteke 150 hezar dolarî bo
rêveberê hukmê îdama Selman Ruşdî diyarî kiriye.
Vê navendê di sala
2004(1383)’an de, xelata 100 hezar dolarî bo rêveberên vê hukmî diyarî kiribû,
ku piştî bexşîna nîşana “Şiwaliye” bi vî nivîskarî, ew xelat kirne 150 hezar
dolar.
Îranê li sala
1998’an, di çarçoveya lihevhatinekê tevî Birîtaniyayê, ev fitwa hilweşand, lê
Melayên tundrew her niha jî dibêjin ev fitwaya di ciyê xwe de ye û divêt rêve
here.
Ruşdî yek ji wan 950
kesa ye ku evsal bi boneya cejna jidayîkbûna Meleka Birîtaniyayê naznav bi wan
hatne bexşîn.
Selman Ruşdî di sala
1990’an de di daxuyaniyekê de daxwaza lêborînê ji Misilmanan kir, lê piştî
heyamekê, di hevpeyvînekê de ev lêborîn bi şaşiya herî mezin a di jiyana xwe de
zanî.
Wî çaxî ku Xumêynî
ew fitwa derkir, taze şerê Îran û Îraqê bi dawî hatibû û Xumêynî biryarnameya
598’ê ya Konseya Ewlekariyê qebûl kiribû û Xumêynî ku wî çaxî diruşma “Şer
şer heta serkevtinê” dida, yan dirûşma ji“Rizgariya Qudsê rêya
Kerbelayê ve” dida, lê negihîşte çi yek ji wan armancên xwe yên qirêj û
gemar, lewma dîsan dixwast ku navê wî bikeve ser zar û zimanan, li ser radyo û
televîzyonan.
Ewa bû ku ya Xumêynî
dixwast Xwedê jê re şand. Selman Ruşdî roman nivîsand û Xumêynî nûçeyek bihîst
ku dibêjin pirtûka Selman Ruşdî li dijî Îslamê ye, lewra baştirîn derfet bû ku
Xumêynî ji xwe re piropagendeyan bike.
Lê eva çend meh bi
ser vê meselê re derbas bibû, lê Xumêynî taze ev nûçe bihîstibû! Dewleta
Erebistana Seûdî bi fermî li dijî nivîskarê vê pirtukê doz vekiribû û rexne li
Birîtaniyayê girtibû ku çawan wan îzna belavbûna vê pirtûkê daye? Xumêynî ji vê
yekê ditirsiya ku heke ji karwan bi cî bimîne, dê rêberiya cîhana Îslamê ji dest
bide, û taze direng jî bû, lewra “Alê Siûd” rêberiya tevgera rexnegirane li dijî
vê pirtûkê bi dest ve girtibû. Xumêynî ku daxwaza rêberiya cîhana Îslamê dikir,
ditirsiya ku ew rêberiya ji dest de derbikeve.
Di rastî de, Xumêynî
bê vê yekê ku bizane çi di nava vê pirtûkê de ye, nivîskarê vê pirtûkê bi kafir
û “Murted” binav kiribû.
Bi vî awayî bû ku
serkomarê wî çaxî jî, roja 15.03.1989’an wekî derfeta dawî ji bo kuştina Selman
Ruşdî danîn û xatircem bûn ku berî vê rêkevtê Misilman yê wî kafirî (helbet bi
qewlê desthilatdarên rejîmê) bikujin.
Di rastî de, Selman
Ruşdî li jêr çetra azadiya çapemeniyan de bû ku ew pirtûka romanê nivîsandibû,
lê heke em wisa danên ku karê wî mifaha şaş ji azadiya nivîsandin û çapemeniya
be, lê fitwaya Xumêynî destdirêjî bû bo ser mafê hakimiyeta welatekê û
binpêkirina yasa û pirensîpên navnetewî û kareke dûr ji aqil û mentiqê bûye.
Herwiha ew hemû
piropagendeyên Xumêynî bûne sebebê pitir navdarbûna Selman Ruşdî û pirtûka wî.
Desthilatdarên rejîmê niha jî bas ji vê fitwayê dikin û dibêjin ev fitwa divêt
birêve here.
Desthilatdarên
rejîmê her carê dixwazin ku gelên Îranê bi pirsekê ve mijûl bikin û bi vî awayî
bigihîjne armancên xwe yên gemar. Lê neteweyên hişyar ên Îranê qet serê xwe bi
van pirsan ve mijû nakin. Gelên Îranê bi bêy çi duiliyekê li pey azadî û
demokrasiyê ne. Azadî û demokrasî dikare derdê neteweyên bindest ên Îranê derman
bike, ne kuştina Selman Ruşdî.
Çavkaî:
Malpera BBC”
Malpera Radio Farda”
Rojnameya
“Kurdistan”, hejmar 158 |