|
berendam ji bo bidestveanîna 550
kursiyên Parlemanê beşdariyê dikin. Ji van berendaman, 726 kes serbixwe û yên
din ser bi 14 partî û saziyên siyasî bi bîr û ramanên cur bi cur in.
Li gorî rapora Civata Bilind a
Hilbijartinan a Turkiyê, di roja 22.07.2007’an, 42533041 dengder nûnerên xwe ji
rêya 158700 sindoqên dengan di 85 herêman de hildibijêrin.
Ev qonaxa ji hilbijartina seraserî a
Turkiyê li gor qonaxên din girîngiyeke taybetî heye. Çimku bo yekemîn car e ku
di dîroka Komara Layîk a Turkiyê de, di van 8 dehsalên rabihurî de bi vî awayî
di navbera îslamxwaz û netewexwazên alîgirê cudahiya ol ji dewletê bona
bidestveanîna piraniya kursiyên Parlemanê û herwiha bidestxistina piraniya
dezgehên rêveberiyê valahî pêk tê.
Partiya desthilatdar di Turkiyê de
bi rêberiya Receb Teyib Erdoxan di hilbijartina meha November 2002’an de, karî
bi bidestxistina piraniya nêzîk bi tevahiya kursiyên Parlemanê 59’emîn kabîneya
dewleta Turkiyê pêk bîne. Vê partiyê di 5 salên derbasbûyî de bi awayekê kar
kiriye ku netewexwazên naskirî bi Kemalîzmê bi pêşeroja Komara Turkiyê nîgeran
kiriye.
Partiya desthilatdar li Turkiyê di
sala 2001’an de ji aliyê Receb Teyib Erdoxanê Serokwezîr û Ebdula Gul Wezîrê
Karê Derve ê niha û hejmareke din ji kadroyên pêşîn ên Partiya Îslamî a Rifahê
bi rêberiya Necmedîn Erbekan, Serok Wezîrê pêşîn ê Turkiyê ve hatiye avakirin.
Tevî vê ku di pirograma vê partiyê
de çi basek li ser Îslamê û destêwerdana ol di nava kar û barên dewletê de
nehatiye kirin û bingehên leyîkbûna Turkiyê nehatiye retkirin, lê pêşîneya
rêberên vê partiyê û kiryarên pênc salênborî ên wan di nava dewletê û Parlemana
Neteweyî a Turkiyê, careke din bîranîna kodîtayên Leşkerî ên vî welatî di
dehsalên 60 û 70’an ên Zayînî de zindî dike.
Dewleta Erdoxan di pênc salên borî
de, gellek kete nava hewildanan(fikaran) de ku lixwekirina Îslamî di cihên
dewletî, zanîngeh û navendên din ên perwerdehiyê de azad bike, herwiha di encama
siyasetên vê dewletê de girûpên Îslamî ên cur bi cur li derveyî dewletê rihekî
nû bixwe ve girtine û Îslamxwazî di Turkiyê de bi awayekî berçav ber bi pêşve
çûye.
Di radeya herêm û cîhanê de,
têkiliyên Turkiyê bi Rojava re ne mîna caran in. Niha qonaxeke nû ji têkiliyên
di navbera Enqere tevî welatên Îslamî û Erebî dest pê kiriye.
Di meha Nîsana îsal de piştî vê ku
Îslamxwazan Ebdula Gul, Wezîrê Karê Derve bona Serkomariyê kiriye berendamê xwe,
xwastin ku dest bi ser kela dawî ya netewexwazan de bigrin, wî çaxî Artêş di
refa herî pêş ya netewexwazan de kete nava qada siyasetê de û di 27.04.2007’an
de oltîmatoma dawî da Erdoxan ku heke pêyê xwe ji berika xwe (rayêxa xwe)
zêdetir dirêj bike(rakêşe), dê berbirûyê kodetayekê be.
Ebdula Gul di yekemîn dora
hilbijartina Serkomariyê de ku li Parlemana Neteweyî a Turkiyê de rêve çû,
nekarî dengê hewce, yanî 367 dengê Parlemanê (2/3 ji sedê a dengan) bi dest
bixe. Heke hilbijartin kêşaba dorên din, partiya Îslamxwaz a desthilatdar ku 354
kursî ji 550 kursiyên Parlemanê bi dest xistibûn, dikarî Ebdula Gul bigehîne
posta Serkomariyê.
Posta Serkomariyê di Turkiyê de
“Teşrîfatî”(bi berçav, rûyekî) ye. Lê bi baldan bi mafê wetoyê a Serkomar û
girîngtir ji her tiştî, guherîna serokerkanên hêzên çekdar û berpirsiyarê
Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî mirov dikare bibêje ku bidestxistina posta
Serkomariyê ji aliyê Îslamxwazan ve bi çi radeyekê girîngiya xwe heye.
Li pey oltîmatoma serokerkaniya
hêzên çekdar bi dewleta Erdoxan, Dadgeha Bilind a yasaya bingehîn a Turkiyê,
dora yekemîn ya Serkomariyê betal kir û dewletê ji tirsa kodetayê dema
hilbijartina seraserî a bilez ragehand.
Netewexwazên Turk tevî vê ku di nava
xwe de xwediyê bîr û ramanên cur bi cur in, lê ji tirsê guherîna Komara Turkiyê
li hember Partiya Îslamxwaz a desthilatdar de yek helwêst girtine û bi armanca
haydana (tûjkirina) hesta hevwelatiyan dest bi rêvebirina mîtîngên piştevanî ji
Komarîtî û Laîsîtê kirine.
Rêveçûna mîtîngan di bajarên mezin
ên Turkiyê heya radeyekê karî rewşa lerzok a netewexwazan xurt bike. Lê dîsan jî
li gorî nirxandina nêrîn û ramanên xelkê partiya desthilatdar li pêş partiyên
netewexwaz e.
Li gorî rapirsiyekê ku ji aliyê
zanîngeha Selcûq a Qonyayê di 40 parêzgehên Turkiyê de hatiye kirin, partiya
desthilatdar 38/8 ji sedê a dengan, Partiya Komariya Gel bi serokatiya Deniz
Baykal ku partiya siyasî a herî kevnar di Turkiyê de ye û Mustefa Kemal Ataturk
avakerê wê ye, 21 ji sedê a dengan û her yek ji partiyên netewexwaz ên demokrat
û Hereketa Neteweyî 10/1 ji sedê a dengan destve tînin.
Carê derfet bo hilbijartinên
seraserî mane û berhevdanên niha heye dema hilbijartinê mîna xwe namînin. Lê bi
baldana bi pêşîneya Partiya Îslamxwaz a desthilatdar dîsan çavnihêrî tê kirin ku
ev partiya piraniya dengên hilbijartina roja 22.07.2007’an bi dest bixe.
Di dema desthilatdariya dewleta
Erdoxan de, ji bilî wan pirsên ku bûne sebebê nigeraniya netewexwazan, aboriya
Turkiyê li gor qonaxên din bi awayekî berçav geşe kiriye û kiryarên di warê
rihetî û xizmetên civakî de ji dewletên pêşîn baştir(bêtir) bûye.
Erdoxan yekemîn Serok Wezîrê Turkiyê
ye ku bi awayekî fermî pirsa kêmaniyên neteweyî û bi taybetî pirsa Kurd di
Turkiyê de wekî pirsgirêkekê ku hewce ye ji rêya demokratîk ve bihê
çareserkirin, anî holê.
Pêkhateya siyasî-civakî a Turkiyê ku
têkeliyek ji Îslamxwazên kevneşop û lîberal neteweyên rojavaxwaz in, ji her
tiştî zêdetir daxwazkarê baştirbûna rewşa aborî û jêhelçûna radeya rihetiya
civakî ye. Herçend serkevtinên partiya desthilatdar di warê aborî de, hêla jî
xala herî xwedîhêz ya vê partiyê di hilbijartina 22.07.2007’an de ye, lê pirsa
gefa li ser Komara Layîk û destkewtên wê ji aliyê Îslamxwazan ve heya radeyekê
rewşa caran guheriye.
Heke partiya desthilatdar piraniya
dengan jî bidest bixe, nikare wekî hilbijartina sala 2002’an ser bikeve û bi
tenê dewleta 60’emîn li Turkiyê pêk bîne.
Kurd di hilbijartina seraserî ya
2007’an a Turkiyê de
Kurdên Turkiyê nêzîk bi yek ji sê a
nifûsa 75 milyonî a Turkiyê pêk tînin. Lê dîsan jî li gerên pêşîn de wan nekarî
di çarçoveya partiyên Kurdî de herne nava Parlemana Neteweyî a Turkiyê de.
Li gorî madeyên yasayî ên Turkiyê,
divêt partî 10 ji sedê a dengan bi dest bixin da ku herin Parlemanê, lewra ew
madeya yasayî û zext û givaşa bê sînor a netewexwazan heya redeyekê bûye sebeb
ku partiyên Kurdî nekarin herne Parlemanê, lê telabelayiya dengên Kurdên
Kurdistana Turkiyê bixwe sebebeke girîng e ji bo vê ku partiyên Kurdî ser
nakevin.
Di hilbijartina seraserî a sala
2002’an de, ji bilî Diyarbekir, Mûş, Mêrdîn û Adî Yamanê, di bajarên din ên
Kurdistanê de, partiya desthilatdar bi rêberiya Erdoxan piraniya dengan bidestve
anî.
Piraniya Kurdên Turkiyê piştevaniyê
ji PKK’ê, dikin, lê di merheleya hilbijartinan de alîgiriya Îslamxwaziya Kurdên
vî parçeyê Kurdistanê, dibe asteng û nahêle ku partiyên qanûnî yên ber dilê PKK
ê biser kevin.
Partiya Civaka Demokratîk bi
rêberiya Ehmed Turk ser bi Kurdên Turkiyê vê carê berendamên xwe bi awayekî
serbixwe dayîne nasandin da ku heke nekarin radeya 10 ji sedê a dengan jî bidest
bixin, lê bikarin herne nava Parlemanê.
Dadgeha Yasaya Bilind û Konseya
Bilind ya hilbijartinên Turkiyê berendametiya pitir ji 50 kes ji endamên naskirî
ên vê partiyê bo beşdarî di hilbijartinên Turkiyê yên 2007’an de ret kiriye.
Sebebê retkirina berendametiya wan jî bi raya Dadgeha Yasaya Bingehîn, hebûna
pêşîneyeke xirap a wan kesan e. Leyla Zana, Selîm Sadak, Orhan Doxan(ku çend
rojan berî niha wefat kir)û Xetîb Dîcle ji nûnerên pêşîn yên Parlemanaê bûn ku
bi sebebê berevanî ji mafê netewî-demokratîk yê Kurdan, 7 salan di girtîgehê de
bûn, kêrhatîbûna wan jî hatiye betalkirin.
Serbarê vê yekê jî şansê serkevtina
berendamên serbixwe ên Partiya Civaka Demokratîk li serê ye. Heke 30 kes ji
berendamên vê partiyê di hilbijartina 22.07.2007’an de serkevin, vî çaxî Partiya
Civaka Demokratîk dikare di hevalbendiya avakirina kabîneya xwe de, rolê xwe
bilîze.
Partiyên din yên siyasî ên Kurd her
wekî Partiya Maf û Azadî(HAK-PAR) di vê dora hilbijartinê de hizûrekî wisa
nînin. Tenê Reşîd Delî berendamê vê partiyê bo nûneratiya bajarê Sêrtê navnivîsî
kiriye.
Rewşa hilbijartina seraserî di
Turkiyê de û telabelayiya dengên Kurdan bûye sebeb ku Kurd li hilbijartinên
seraserî li gor nifûsa xwe dengên kêmtir bînin. |